• Friday, 17 May 2024
logo

Nûjdarê dahêner yê Kurd daxwazeke nîştimanî pêşkêşî zengînên Kurdistanê dike

Nûjdarê dahêner yê Kurd daxwazeke nîştimanî pêşkêşî zengînên Kurdistanê dike
amûra han çavên kesên kore baş dike û dikarin bibînin
Nûjdarê dahêner yê Kurd Dr, Nebîl Ebdulrezaq Balekî ku bi mebesta domandina xwendina xwe ya di beşê fîzîka nûjdarî de çûye Brîtanyayê, kariye di encama lêkolîn û masternameya xwe de amûreke nû çê bike ku dikare kesên ku çavên wan nabînin, çavên wan baş bike û bînayî vegerîne çavên wan.

Dr Balekî belav kiriye ku amûra wî ji aliyê zanîngehên Brîtanî û cîhanî ve hatiye pejrandin û gelek kes dixwazên ku hevkariya wî bikin daku ev amûra han çê bikin lê Dr, Balekî dixwaze amûr li ser navê Kurdistanê were tomarkirin.

Dr Balekî diyar kiriye ku ez dixwazim amûr û dahênana min li ser navê Kurdistanê were tomarkirin daku navê Kurdistanê jî bikeve rêza navê welatên pêşkeftî jiber vê çendê daxwaz ji zengîn û sermayedarên Kurdistanê dikim di projeya çêkirina amûrê de beşdar bin û hevkariya serxistina vê projeya han bikin daku proje bibe projeyeke nîştimanî û dahênaneke nîştimanî ya Kurdî.
Top