• Friday, 17 May 2024
logo

Li Agirî conegayên ji tonekê zêdetir in li benda firotinê ne

Li Agirî conegayên ji tonekê zêdetir in li benda firotinê ne
Li bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ku yek ji bajarên sereke yên xwedîkirina ajelan e, conegayên li zozanan hatine çêrandin niha ji bo Cejna Qurbanê li bazaran li benda firotinê ne.

Li bazarên Agiriyê di demeke ku çend roj mane ji Cejna Qurbanê re liv û tevger zêde bûye.

Bala welatiyên ku dixwazin bi hevra qurbanê şerjê bikin, bêtir li ser conegayan e ku tonekê diavêjin.

Ji bo herdu conegeyên li bazarê ku yek bi navê “Bala” ye û 1200 kîlogram e nirxê wî 25 hezar lîre ye, ji bo yê din ku navê wî jî “Bozo” ye û 1050 kîlogram e û ji bo wî jî 23 hezar lîre tê xwestin.

Rudaw
Top