• Friday, 17 May 2024
logo

Kurdekî Rojavayê Kurdistanê bûye qehramanê Almanyayê

Gulan Media August 9, 2020 Corane
Kurdekî Rojavayê Kurdistanê bûye qehramanê Almanyayê
Koçberekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê bi navê Fener Omer bi sedema rizgarkirina polîseke Almanî ji destdirljiyê bûye rojeva medyaya Almanî.

Xortê Kurd ê ji Tirbespiyê, Fener Omer ku niha li Almaniya ye, wî jineke polîsa Alman ji destdirêjiya seksê rizgar kiribû, û kesên ku êrîşî wê polîsê kiribûn, girtibû û teslîmî polîsan kiribû, niha bi wê yekê bûye qehreman.

Xelkê Almaniya bi vê qehremaniya kurdê ji Rojavayê Kurdistanê kêfxweş in, û navenda polîsan jî spasiya wî kir.

Rûdaw çû cihê bûyerê, kolana ku ew bûyer tê de çê bibû, û hurgiliyên bûyerê şopandin.

Fener Omer ê 30 salî ji Rûdawê re diyar kir ku li bajarê Wuppertal roja Yekşema borî dema ku ew ji şevbêrkekê vedigeriya, li taxeke wî bajarî dîtiye ku kesek li dijê polîseke jin destdirêjiya seksê dike û ew ji otomobîla xwe dadikeve û wê polîsê rizgar dike û piştre wî kesî radestî polîsan dikin.

Li ser bûyerê dozgerê giştî fermana girtina tometbarê bûyerê erê dike, polîsên Wuppertal spasiya Fener dikin.

Niha di nava medyaya Almanyayê de gelekî behsa Fener Omer tê kirin.

Fener Omer xelkê bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye lê li Qamişlo mezin bûye, temenê wî 30 sal e û ev 4 sal e li bajarê Wuppertal dijî.

Li gor fermangeha amarên federal ên Almanya, salane zêdetirî 12 hezar hewlên destdirêjiya cinsî li jinan têne tomarkirin.

Rudaw
Top