Li TikTokê postekî mezin bi Kurdekî hat dayîn

Derûn Ebdulkerîm ku xelkê Silêmaniyê ye û xwendekarê doktorayê ye, dibe rêveberê beşê li kompaniya Zebelah li sosyal medyaya TikTokê.
Derûn Ebdulkerîm berî niha jî di kompaniya Facebookê de li beşa operasyona cîhanî kar kiribû û nêzikî 2 salan li wê beşê berdewam kiribû.
Ji ber ezmûn û şiyanên xwe Derûn Ebdulkerîm niha li kompaniya TikTok berpirsê Programa Rûbirûbûna Tundûtûjiyê ye di wê torê de.
Derûn Ebdulkerîm li Almanyayê master û doktora li beşa Zanista Asayişa Netewî dixwîne û pêştir jî ji sala 2015an ta 2018an li Parlamentoya Kurdistanê wek pispor kar kiriye. Ebdulkerîm jibilî Kurdî, zimanên Almanî, Îngîlîzî û Erebî dizane.
TikTok sala 2016an ji aliyê kompaniya ByteDance ve hatiye dahênan û li ser asta cîhanê 800 milyon bikarhênerên wê hene û di niviya yekem a îsal de ji ber belavbûna vîrusa koronayê û kerentînekirina xelkê, bikarhênerên zêdetir li ser asta cîhanê bidest xistine.
Destpêka vê hefteyê Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da miamelekirina li gel herdu torên civakî TikTok û We Chat qedexe bike û bi gotina wî ew herdu eplîkeyşinên torên civakî ji aliyê Çînê ve bi xirabî tên bikaranîn.