• Tuesday, 21 May 2024
logo

Li li ber Çemê Mûnzûrê yoga û medîtasyon

Gulan Media October 28, 2020 Corane
Li li ber Çemê Mûnzûrê yoga û medîtasyon
Li geliyê Mûnzûrê yê bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, li ber dengê wîçe wîça çûkan û xuşe xuşa çemê Mûnzûrê, hejmareke jin ji bo rizgarbûna ji êş û elemên derûnî hewl didin ku Yogayê bikin da ku mejiyê wan aram bibe.

Ji bo cara yekê hejmareke jinan, bi serpereştiya derûnas û mamosteyeke Yogayê, berê xwe dane kêleka çemê Mûnzûrê û medîtasyonê dikin. Ew jin li gel wê yekê ne ku her kesek, bi taybetî jî her jinek yogayê bike, da ku xwe ji hizrên hişk ên rizgar bikin ku ji zarokatiyê ve ji wan re weke sînor hatine destnîşankirin.

Derûnas Tulîn Şahîn ji Rûdawê re ragihand: “Ne tenê li Dêrsimê, di hemû cîhanê de, pêwîstiya mirovan bi hizra pozîtîf heye, ji bo civaka Dêrsimê jî ev pêwîstî zêdetir e, ji ber ku ji zarokatiyê ve em di nav sînorê hin qalibên hizrî ên destnîşankirî de ku bi giranî nîgatîf in, mezin dibin. Em li gor wan hizran tên bi rêvebirin. Bo wê pêwîstî zêdetir e.”

Jinên ku beşdarî wê rahênana Yogayê bûne jî, gelek keyfxweş in. Ji ber ku hem li himbêza xwezayê bêhna wan tê û hem jî bi Yogayê zêdetir derûniya xwe aram dikin.

Hemwelatiya bi navê Serap Varto jî got: “Ev cara ewil e li nav sirûştê yogayê dikim. Derûnasa me jî heye ez dixwazim ev berdewam be.”

Hemwelatî Dîlek Kizildag jî dibêje: “Em îro weke jinan li Dêrsimê ne û em medîtasyonş dikin. Derûnas û mamosteyê yogayê hene em bi hev re yogayê dikin. Sirûşt gelek ciwan e, em nêzîkî Çêmê Mûnzûrê ne û derdora me gelek xweş e.

Ew jinên ku, di rahênanên yogayê de beşdar in, dibêjin ku, li parêzgeheke weke Dêrsimê, ku bi berdewamî ji aliyê polîs û leşkeran ve tê dorpêçkirin, çalakiyeke wiha bo aramiya deroniya mirov zêdetir pêwîst e.

Hemwelatî Mavîş Kahreman jî wiha axivî: “Em li waê xwe ne û ava wê, dar û berên û çiyayên wê gelek xweş in. Îro hevalên me ji bo medîtasyonê gazî me kirin. Me yoga kir û ji aliyê derûnê ve em aram bûn û ji xirabiyan pak bûn. Ji ber ku li her derê Dêrsimê polîs û leşkerên hene em enerjiyeke negatîf werdgirin, lewama pêwîstiya mirovên Dêrsimê bi enerjiya pozîtîv heye.”

Her çend xweza û sirûşta Kurdistanê bixwe wêneyek e ku mirov bêhna xwe lê vede û derûniya xwe aram bike, medîtasyon û yoga jî ku du curên ji werzîşên zihnî, ruhî û derûnî ne, aramîyê dixin nav laş û zihnê mirovan, lewma di salên dawî de, hêjmarek mezin a xelkê deverê yoga û medîtasyonê dikin. Pêşniyar jî dikin ku xelk zêdetir girîngiyê bide wan çalakiyan.

Rudaw
Top