• Tuesday, 21 May 2024
logo

Maradona koça dawî kir

Gulan Media November 26, 2020 Corane
Maradona koça dawî kir
Efsaneyê futbolê yê Arjantînî Diego Armando Maradona di 60 saliya xwe de bi celteya dil koça dawî kir. Nûçeya koça dawî ya Maradona ji aliyê parêzerê wî ve hat piştrastkirin.

Futbolîstê navdar Diego Armando Maradona ku 30ê Cotmeha 1960an ji dayîk bûye, ji ber nexweşxiyê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Diego Armando Maradona li mala xwe ya li bajarê Tîgre bi celteya dil koça dawî kir.

Maradona demeke dirêj madeyên hişbir bi kar dianî û ji ber bikaranîna madeyên hişbir demekê dirêj tûşî gelek nexweşiyan bibû.

Diego Armando Maradona sala 1986an ligel tîma netewî ya Arjantînê karî Kupaya Cîhanî bi dest bixe.

Maradona di tîmên Boca Juniors, Napolî û Barcelona de cih girtibû û li ser asta cîhanê hejmareke zêde ya alîgirên wî hebûn û li seranserî cihanê weke futbolîstê efsaneyî tê zanîn.

Top