• Tuesday, 21 May 2024
logo

Zeferan yekem car e li Rojavayê Kurdistanê tê çandin

Gulan Media December 3, 2020 Corane
Zeferan yekem car e li Rojavayê Kurdistanê tê çandin
Ev heyama mehekê ye, ku demsala çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye û gelek corên tov hatine çandinê, lê îsal yekem car e ku zeferan li wê derê tê çandin. Welatiyekî xelkê Amûdê, dibêje ku tovê zeferanê li Rojava û Sûriyê peyda nabe, lê wî ji Ispaniya peyda kiriye û yekem car e diçîne.

Guleke nû wate zeferan li nav zeviyên Rojavayê Kurdistanê şîn tê, lê bi qasî ku zêrê sor e, ne gul e. Mihemed Seyîdo cotkarê 44 salî, li gundê Beg Mezlûm ku dikeve başûrê Rojavayê Amûdê, ji bo yekem car Zeferanê li deverê diçîne.

Tovê Zeferanê li Rojavayê Kurdistanê peyda nebe, Mihemed ji Îspaniyayê bi rêya Cezayîrê re bi dest xistiye. Lêçûna her donimekî jî, herî kêm çar hezar dolar e.

Cotkar Mihemed Seyîdo di derbarê kar û xebatên vê berhema ku nû anîye Rojava ji Rûdawê re dibêje: “Zehmetiyên xwe hene û gelek karker jê re lazime, lêçûna wê gelek e ta bi ta tê rakirin. Him nirxê tov girane û him jî gelek karker jêre divê. Her donimek di rewşa normal de, derdora yek kîlo zeferan berhem tîne ku kîloya wê bi 20 hezar dolarî ye, wate 52 miliyon lîreyên Sûrî.”

Desteya Aborî û Çandiniyê li Rêveberiya Xweser rê dide cotkarên Rojavayê Kurdistanê ku ji sedî 8 heya 10ê rûbera çandiniyê bi giyayên bihêndayî derman biçînin, bazirgan jî derbarê veguhestina wê serbestin.

Di derbarê vê berhemê de Serokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ji Rûdawê re got: “Sûka me bi xwe, bi haceta van mewadane, tiştê zêde jî ji wan em rê didin derkeve derve, em bibînin ku ezmûnek serkeftî be, em ê bibin alîkar ji bo fêdeya me û xelkê û aboriyê.”

Li bazarên Rojavayê kurdistanê zeferan bi 50 hezar lîreyên Sûrî jî tê firotin, lê ne zeferana rasteqîn e û bi qalîtiyek xerab e. Li ser asta cîhanê, ew dikeve nav dermanên çareseriya nexweşiyan weke derûnî, rebo, penceşêr, xurfandin, hirmon, dil û xwîn. Herwiha ji çav û jinên ducanî re jî bi sûde.

Rudaw
Top