• Friday, 17 May 2024
logo

Rojnamevanê Kurd Allan Kaval xelata baştirîn rojnamevanê Fransayê wergirt

Gulan Media December 7, 2020 Corane
Rojnamevanê Kurd Allan Kaval xelata baştirîn rojnamevanê Fransayê wergirt
Rojnamevanê Kurd-Fransî, Allan Kaval ji ber nûçeya ku derbrê girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê de çêkiribû, xelata herî mezin a rojnamevaniyê li Fransayê "Xelata Albert Londres 2020" wergirt.

Allan Kaval bi nûçe û analîza bi sernavê"Ji Dojeha Sûrî – Hêdî Hêdî Mirina Girtiyên Cîhadparêz" ku jiyana girtiyên DAIŞî yên li Hesekê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye kiriye mijar, li Fransayê "Xelata Albert Londres 2020" wergirt.

Juriya Alber Lordesê, nûçeya Kaval a di Cotmeha 2019an de hatibû weşandin, hêjayî xelata herî mezin a Fransayê dît.

Allan Kavalê ji Colemêrgê bi heman nûçeyê xelatên herî mezin a didin peyamnêrên şer “Xelata Bayeux û Xelata Ouest-France Jean Marin” wergirtibû.

Kaval di derbarê xelatê de ji AFPê re ragihandiye, “ Ez bêhempa rûmetdar bûm. Lê li piş her raportekî, bêguman nêzikî 10 kesên ku qet behsa alikariya wan nehatiye kirin hene.”

Kaval behsa rola wênekêş Laurence Geai kiriye ku li Rojavayê Kurdistanê bi wî re bûye û diyar kiriye, “Bi rastî ev xebatek bi hev re ye.”

Rojnamevan Allan Kaval, di 30ê Cotmeha 2019an de raportek li ser girtîgeha Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê ku nêzikî 5 hezar gitiyên DAIŞî tê de hene, belav kiribû.

Di raporta bi sernavê "Ji Dojeha Sûrî – Hêdî Hêdî Mirina Girtiyên Cîhadparêz" behsa rewşa girtiyên DAIŞê tê kirin, ku piştî ketina kela dawîn a DAIŞê li Sûriyê ku navçeya Baxozê bû û bi ketina wê dawî li xîlafeta DAIŞiyan hatibû, êxsîr ketibûne destê hêzên HSDê.

Alan Kaval, kurê Dr. Musa Kaval siyasetmedar û akademisyenê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ye û diya wî Frensî ye.

Rudaw
Top