• Wednesday, 22 May 2024
logo

Agahiyên 533 milyon bikarhênerên Facebookê hatin dizîn

Agahiyên 533 milyon bikarhênerên Facebookê hatin dizîn
Agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji hêla hackeran ve hatin dizîn.

Li gor nûçeya malpera “Business Insiderê” ji 106 welatan hejmarên telefonê û agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji aliyê hackeran ve hat dizîn û bê pere hatin parvekirin.

Di nûçeyê de hat gotin kesên ku agahiyên wan hatine dizîn jê ji 32 milyonan zêdetir ji Amerîkayê, jê 11 milyon ji Qraltiya Yekbûyî û 6 milyon jî ji Hindistanê ne.

Herwiha hat gotin di nav agahiyên hatine dizîn de hejmara telefonê, agahiyên cihê lê ne, dîroka rojbûnê û e-posta hene.

Pisporên ewlehiyê dibêjin ev agahî ji bo sextekariyê dikarin bên bikaranîn.

Rudaw
Top