• Tuesday, 21 May 2024
logo

Li Hewlêrê dema şûştina hiriyê

Gulan Media April 12, 2021 Corane
Li Hewlêrê dema şûştina hiriyê
Li navçeya Henara Hewlêrê ya paytexta Herema Kurdistanê bi hatina biharê jin li ber çem bi şonikan dest bi şûştina hiriyê kirine.

Hirî di çanda Kurdan de ciheke giring digre. Li ser rêça bav û kalan ji aliyê jinên kedkar ên Kurd ve ev çand li ser piyan dihêlin. Piştî şûştina hiriyê, bi teşiyan tên hilkirin û dikin doşek balîf û lihêf.

Ebdulkerîm Yunis di sala 2014an de piştî ku DAIŞ êriş bi ser Şingalê vê tîne, li bajarokê Pirzînê ya ser bi Hewlêrê ve bi cih dibin û dibêje “Em bi malbatî ev karê ki ji bav û kalên me mayê, em berdewam dikin. Her sal hiriya ku em ji şivanan distînin bi vî rengî ji bo bikaranînê amade dikin.”

Rudaw
Top