• Wednesday, 15 May 2024
logo

NY daxwaz dike vaksîn bo koçberan bê dabînkirin

Gulan Media August 2, 2021 Nûçe
NY daxwaz dike vaksîn bo koçberan bê dabînkirin

Bi hezaran koçberên xelkê welatên Amerîkaya Latînî, ku li bajarê Nikoklî yê Kolombiyayê ne, dixwazin derbasî Penemayê bibin û ji wê de jî derbasî welatên Amerîkaya naverast bibin daku bigihên Amerîkayê.

Li gor Amarên Neteweyên Yekbûyî, li Kolombiya zêdetirî milyon û 700 hezar koçber û penaxwazên welatên Amerîkaya Latînî hene.

Di serdema Coronayê de pirsgirêka wan a mezin xweparastina ji virusê ye. Heta dema gihiştina wan bo Amerîkayê jî ne diyar e ku dê kengî bikaribin vaksînê werbigirin. Ev pirs bûye mijareke girîng bo Komisyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û daxwazê ji welatên cîhanê dike, dest bi dabeşkirina vaksînê bi ser koçberan û penaxwazan de bikin.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî:

82.4 Milyon derbider û koçber li cîhanê hene

Li ser 162 welatan dabeş bûne

%85ê wan li welatên hejar û navîndahat dijîn

Ji ber nebûna belgenameyê nikarin vaksînê werbigirin

123 Welatan koçber û penaxwaz xistine lîsteya wergirtina vaksînê

Yek ji wan welatên ku penaxwaz xistine nav lîsteya wergirtina vaksînê Israîl e. Di meha Sibatê de jî dest bi vaksînkirina wan kiriye.

Sharon Milamid, endamê Şaredariya Tel Avîv, dibêje, “Şaredariya Tel Avîvê bi çavdêriya Wezareta Tendirustiyê, navendeke berevaniya tendirustiyê vekiriye bo pêdana vaksînê bo wan kesên ku belgenameya wan nîne, herwiha bo penaxwaz û karkerên biyanî û ew kesên piştrastbûna tendirustiya wan nîne.”

Li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê jî, proseya wergirtina vaksînê bi alîkariya Komisyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, di dawiya Hezîranê de destpê kiriye.

Urdun jî yek ji wan welatên ku ev çend meh in bi alîkariya Komisyona Penaberan vaksînê bo penaberên Sûriyê peyda dike.

Leyla Xeraybe, karmenda UNHCR, dibêje, “Ev bahor çawa bandora wê li ser xelkê vî welatî heye, bi heman awayî jî bandora wê li ser koçber û penaxwazan heye, û dibe xerabtir be jî. Koçber û penaxwaz niha di metirsiyê de ne, her di despêka bahorê de penaxwaz li gelek welatan bêkar mane.”

Ev jî kampeke penaberên misilamên Ruhîngiya Mianmarê ne li Bengladêşê. Plana hikûmetê heye ji naverasta Tebaxê vê xelkê vaksîn bike.

Li vî welatî 34 kampên bi vî awayî nêzîkî 900 hezar Rohîngiyan li xwe girtine. Heta niha tenê %3 yê xelkê Bangladeşê hatine vaksînkirin, di demekê de akinciyên vî welatî zêdetirî 163 milyon kes in.

 

Rudaw

Top