• Saturday, 27 April 2024
logo

Ji bo WhatsAppê stickerên Kurdî hatin amadekirin

Gulan Media October 16, 2021 Corane
Ji bo WhatsAppê stickerên Kurdî hatin amadekirin

Di nav amûrên medyaya civakî de bernameya peyamê ya ku herî zêde tê bikaranîn, ji bo WhatsAppê stickerên Kurdî hatine amade kirin.

Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Dîcleyê Osman Aslanoglu ji bo ku peyamên li ser WhatsAppê bi kurdî jî bê avêtin, pakêtên stickerê ku tê de nivîsên Kurdî hene çêkir. Ev sticker bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hatine amadekirin. Her pakêtek ji 30 stickeran pêk tê.

Pakêtên stickerên Kurdî dikarin bi riya Playstore û Appstoreê li ser serpana "Sticker.ly" bên daxistin û li ser telefonên mobîl bên bikaranîn.

Osman Aslanoglu got ku gava ew derfetê bibîne, ew dê çêkirina stickerên nû bidomîne. Aslanoglu ji bo strickerên ku çêkiriye bloge damezirandiye û bikarhêner dikarên bi riya https://kurdishstickers.blogspot.com/ xwe bigihînin stickerên Kurdî.

 

Rudaw

Top