• Friday, 26 April 2024
logo

Ciwanê Kurd li Brîtanyayê di pêşbirka laşciwaniyê de bû yekem

Ciwanê Kurd li Brîtanyayê di pêşbirka laşciwaniyê de bû yekem

Ciwanê Kurd Ehmed Sîdo yê ji Rojavayê Kurdistanê li Brîtanyayê di pêşbirka laşciwaniyê de bû yekem. Sîdo got “Ez dixwazim li Ewropa û Amerîkayê bi ala Kurdistanê navê Kurdan hildim.”

Ciwanê Kurd ê bi navê Ehmed Sîdo yê ji Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Newcastleê ya Brîtanyayê di pêşbirka laşciwaniyê de bû yekem.

Ehmed Sîdo yê 24 salî ku ev 7 sal in li Brîtanyayê dijî, heta niha beşdarî gelek pêbirkan bû ye û gelek xelat wergirtiye.

Ehmed Sîdo beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Sîdo diyar kir ku ji bo laşciwaniyê diyeteke baş bê kirin û xwarinên rast bên xwarin û got “Eger xwarin baş be, êdî her tişt li pey tê. Hêk birinc û goşt gelek baş in. 1-1.5 saet beriya razanê divê tiştek neyên xwarin ji ber ku wexta mirov razê li ser mîda mirov dimîne.  14-16 hefte ji bo qehremaniyê pêwîst in.”

Herwiha diyar kir ku armanca wî ew e ku beşdarî pêşbirkên navnetewî bibe û ala Kurdistanê hilde û wiha berdewam kir “Ez dixwazim werim Hewlêrê jî. Eger ez bigihîjim olîmpiyatan, ez dixwazim li Ewropa û Amerîkayê bi ala Kurdistanê navê Kurdan hildim.”

 

Rudaw

Top