• Sunday, 12 May 2024
logo

Bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê dest pê kir

Gulan Media April 28, 2024 Nûçe
Bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê dest pê kir

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê li Bexdayê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê îro çû Bexdayê û yekem civîna xwe bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir.

Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Sûdanî re, beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê bû.


Piştî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê jî  Nêrçîrvan Barzanî dê bi Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re bicive.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand:

“Tê payîn ku di civînê de ji bo serokatiya parlamentoyê li ser navekî li hev bikin.”

Berê Kurd û Şîe di wê baweriyê de bûn ku Sunî di navbera xwe de li ser navekî li hev bikin lê berpirsên siyasî yên Suniyan heta niha li ser kesekî li hev nekiriye.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî dê sibe jî berdewam bikin.

Nêçîrvan Barzanî dê bi serkirde û berpirsên Îraqê re çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din gotûbêj bike.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî pêk aniye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî yek ji beşdarên wê hevpeymaniyê ye.

 

Rudaw

Top