• Sunday, 19 May 2024
logo

Lêkolîn li ser şewata sûka Qeyserî destpê kiriye

Lêkolîn li ser şewata sûka Qeyserî destpê kiriye

Duhê bişev gelek dikan şewitîne.

Duhê bişev di encama sedemeke nediyar de agireke mezin bi sûka Qeyserî ya li berdem qelha Hewlêrê ber bû.

Di encama agira han de şewateke gelek mezin çê bû û hijmareke gelek zêde dikan şewitîn û hêzên hawar hatinê jî karîn piştî çend seat hewldanan agirê vemirînin.

Di vê derbarê de Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav ragihand ku, lêkolînên wan yên derbarê sedema şewatê de destpê kirine û di demeke nêz de vê encam bo raya giştî werin ragihandin.

 

Top