• Sunday, 12 May 2024
logo

WAN - Mamosteya Tirk got 'gund bi temamî alîgirê terorê ye' û rastî bertekan hat

Gulan Media April 28, 2024 Nûçe
WAN - Mamosteya Tirk got 'gund bi temamî alîgirê terorê ye' û rastî bertekan hat

Ayşegul Avciya ku li gundekî bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê mamostetiyê dike, ji ber gotina xwe ya "Gund bi temamî alîgirê terorê ye" rastî bertekan hat.

Mamosteya Tirk Ayşegul Avciyê piştî bertekên li ser medyaya civakî, hesabê xwe bi awayekî demkî girt.

Ayşegul Avciya ku li gundekî Wanê, wekî mamoste hatiye tayînkirin, ji ber gotinên xwe yên derbarê xelkê gund de rastî bertekan hat.

Mamoste Ayşegul Avciyê li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Ez nû hatim tayînkirin, gund bi temamî alîgirê rêxistina terorê ye.

Hemû malbatên xwendekarên min, wêneyên Selahattîn Demîrtaş li ser medyaya civakî parve dikin.

Min 23yê Nîsanê bi tîşortên ku Ataturk li ser e, zeybek lîst. Ev serkeftina min e.

Ez bi xwe û zarokên xwe serbilind im.”

Gelek bikarhênerên medyaya civakî li hemberî vê nivîsê nerazîbûn nîşan da.

Bikarhêneran diyar kir ku mamoste ji ber tercîhên xwe yên siyasî mirov “terorîzê” kirine û wê “nijadperestî” kiriye.

Ji ber vê yekê jî bikarhênerên medyaya civakî xwest ku derbarê wê de lêpirsîn were destpêkirin.

Li aliyê din hinek bikarhênerên medyaya civakî jî piştgirî da Ayşelgu Avciyê.

 

Rudaw

Top