• Friday, 17 May 2024
logo

Profesorê Kurd hêjayî xelata Banka Bipêşketinê ya Îslamî hat dîtin

Gulan Media April 30, 2024 Corane
Profesorê Kurd hêjayî xelata Banka Bipêşketinê ya Îslamî hat dîtin

Banka Bipêşketinê ya Îslamî (IsDB) Xelata Serkeftina Bibandor a di Aboriya Îslamî de ya 2024an da profesorê Kurd Mehmet Asutay.

Mehmet Asutay ji ber xebatên xwe yên girîng û bibandor ên di warê aborî û darayiyê ya Îslamê de hêjayî xelata Banka Bipêşketinê ya Îslamî hat dîtin.

Prof. Asutay ji hêla komîteyeke serbixwe ya pisporên ji derveyî koma Banka Bipêşketinê ya Îslamî (IsDB) ve hat hilbijartin.

Mehmet Asutay 28ê Nîsanê li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê bi merasimekê hat xelatkirin.

Profesorê Kurd Mehmet Asutay xelata xwe ji destên Serokê Banka Bipêşketinê ya Îslamî Dr. Muhammad Al Jasser û Alîkarê Serokê Bankê Dr. Mansur Muhtar wergirt.

Mehmet Asutay li Zanîngeha Durhamê Profesorê Rojhilata Navîn û Aborî û Darayiya Siyasî ya Îslamî ye.

Asutay bi taybetî bi lêkolînên xwe yên nûjen ên li ser aboriya exlaqî ya îslamî û bipêşketina darayiya Îslamî bi rengekî ku piştgiriyê dide pêşketina domdar û refaha mirovan bal kişand ser xwe.

Herwiha Prof. Asutay li ser Aboriya Siyasî ya Îslamî, Aboriya Siyasî ya Bipêşketinê ya li Rojhilata Navîn, di nav de Aboriya Siyasî ya Tirkiyeyê û Aboriya Siyasî ya Kurd jî dersan dide.

Çîroka serkeftinê ya ji Çewlîgê heta Birîtanyayê

Profesorê Kurd Mehmet Asutay beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser mijarê bersiva pirsên Sîma Abxizirê da.

Mehmet Asutay da zanîn ku ew ji gundekî biçûk ê navçeya Gêxiyê ya Çewlîgê ji dayik bûye û li Stenbolê mezin bûye.

Asutay diyar kir ku wî lîsansa xwe li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Aboriyê xwendiye.

Piştre jî li zanîngehên York û Leicesterê yên Brîtanyayê mastera xwe berdewam kiriye.

Herwiha Zanîngeha Leicesterê doktoraya xwe ya li ser aboriya siyasî ya Tirkiyeyê qedand.

Asutay diyar kir ku piştre di beşa xwe ya taybet a aborî û darayî ya Îslamî de li ser aboriya siyasî ya Rojhilata Navîn û aboriya siyasî ya Tirkiye û Kurdan xebitiye.

Mehmet Asutay wiha pê de çû:

“Ev qada xebata min a taybet e ku bû sedema xelatê.

Wekî ku ez pênase dikim, min di çarçoveya 'Aboriya Exlaqî ya Îslamê' de lêkolînên teorîk û piştre lêkolîn ku ew di jiyana rojane de çawa xuya dikin kirin.

Hema bêje hemû lêkolîn, weşan, ders û konferansên min di çarçoveya aboriya exlaqî ya Îslamî û aboriya siyasî ya Îslamî de ne.

Li ser van mijaran xebatên min berdewam dikin.

Ez niha li Brîtanyayê li Zanîngeha Durhamê xebatên xwe didomînim û herwiha ez rêvebirê Navenda Aborî û Darayiya Îslamî ya zanîngehê me.”

 

Rudaw

Top