• Friday, 17 May 2024
logo

Li Îranê di şeva şahiyê de jineke bijîşk mir û tendurustiya 29 bijîşkan jî têk çû

Li Îranê di şeva şahiyê de jineke bijîşk mir û tendurustiya 29 bijîşkan jî têk çû

Li bajarekî Îranê di şeveke şahiyê de ji ber vexwarina alkola sextet, tendurustiya 29 bijîşkên Îranê têk çû û jineke bijîşk jî jiyana xwe ji dest da.  

Ajansa nûçeyan a Fars belav kiriye, ji ber vexwarina alkola sextet, di şeveke şahî li darxistinê de li navçeyeke nêzîkî bajarê Şîrazê ya Îranê, 29 bijîşk jehrî bûn û ji bo nexwaşxanê hatin şandin, jineke bijîşk jî ji ber heman sedemê jiyana xwe ji dest da.

Ji bilî jiyan ji destdana wê jina bijîşk, bijîşkekî din jî çûye komayê û yekî din jî herdu gurçikên xwe ji dest dane.

Polîsê bajarê Şîrazê ji çapemeniyan re ragehand, ew kesê ku alkola sextet firotiye wan bijîşkan hatiye girtin û lêpirsîn û lêkolîn li gel tê girin.

 

Basnews

Top