• Sunday, 19 May 2024
logo

RAPIRSÎ: Li Tirkiyeyê ji her 10 polîsan 3 dixwazin xwe bikujin!

RAPIRSÎ: Li Tirkiyeyê ji her 10 polîsan 3 dixwazin xwe bikujin!

 Li Tirkiyeyê ji ber zêdebûna rêjeya xwekuştinê ya di nav polîs û hêzên ewlehiyê de Sendîkaya Saziya Ewlehiyê rapirsiyek kir.

15 hezar û 375 polîs beşdarî rapirsiya Sendîkaya Saziya Ewlehiyê bûn.

Li gorî encamên rapirsiyê ji her 10 polîsan 3 polîs li xwekuştinê difikirin.

Sendîkaya Saziya Ewlehiyê ji 15 hezar û 375 karmendên hêzên ewlehiyê çend pirs pirsîne û encamên ku derketin holê jî belav kirine.

Ji bo pirsa hûn heta niha li xwekuştinê fikirîne, ji sedî 64,8ê beşdaran bersiva na daye, ji sedî 35,2yê wan jî gotiye ew li xwe kuştinê fikirîne.

Wekî sedema sereke ya xwekuştinê jî sedî 99ê wan gotiye mobbing (bêzarbûna ji pîşeyê û zextên fermandaran).

Di rêza duyem de ji sedî 98,5ê beşdaran gotiye “demjimêrên kar û stresa kar”.

Karmendên ewlehiyê ji pîşeyê xwe ne razî ne

Li gorî rapirsiyê piraniya karmendên saziyên ewlehiyê ji pîşeyê xwe ne razî ne.

Ji sedî 76,8ê beşdaran gotiye şansekî wan ê din hebe ew dê dest ji kar berdin.

Ji sedî 13,8ê wan gotiye ew îstifa nakin, yên ku di wê mijarê de bê biryar bûne jî sedî 9,5 bûne.

Li ser pirsa heger di saziya ewlehiyê de hûn pirsgirêkekê bijîn hûn dê serî li kû bidin, ji sedî 52,20 gotiye ew dê serî li kes an saziyên di medyaya civakî de çalak in bidin.

Ji sedî 12ê wan gotiye ew dê serî li kesên bi bandor û xwedî desthilat bidin, ji sedî 11,20ê wan gotiye ew dê serî li terîqat an cemaatan bidin.

Herwiha ji sedî 7,20an gotiye ew dê serî li partiyên siyasî bidin, ji sedî 4,30an gotiye ew dê serî li fermandarên xwe bidin, sedî 3,2 gotiye ew dê serî li dadgehê û dozgeriyê bidin.

Yên ku gotiye ew serî li ti cihekî nadin jî sedî 9,5 e.

Li ser pirsa ew ji Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya bi hêvî ne yan na, ji sedî 56,1ê wan gotiye ew bi hêvî ne û ji sedî 43,9an gotiye ew bê hêvî ne.

Di wê rapirsiyê de li ser pirsa hûn kêfxweş in ku endamê saziya ewlehiyê ne, ji sedî 23yê wan gotiye ew qet ne kêfxweş in, ji sedî 50,3yan gotiye nekêfxweş in, ji sedî 3,9an gotiye kêfxweş in, ji sedî 7,1ê gotiye ew gelekî kêfxweş in, yên ku bê biryar jî bûne ji sedî 15,7 in.

Li gorî rapirsiyê piraniya karmendên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji ber xirabbûna rewşa aboriyê ji neçariyê wî karî dikin.

Li gorî rapirsiyê:

Ji her 10 karmendên hêzên ewlehiyê 3 jê li xwekuştinê fikirîne

Ji her 10 karmendan 7 li îstifayê fikirîne

Ji her 10 karmendan 8 eger alternatîfeke wan a din hebe dê dest ji wî karî berdin

Ji her 10 karmendan 8 wî pîşeyî ji nas û derdora xwe re pêşniyar nakin

 

Rudaw

Top