• Saturday, 18 May 2024
logo

Erdogan piştî civîna bi Ozel re di siyasetê de peyama nermbûnê da

Erdogan piştî civîna bi Ozel re di siyasetê de peyama nermbûnê da

 Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê hevditîna xwe ya bi Serokê CHPyê de got, “Ez dixwazim li Tirkiyeyê em pêvajoya nermbûna siyasetê bidin destpêkirin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja Înê derbarê mijarên di rojevê de bersiva rojnamegeran da.

Erdogan roja pêncşemê li Enqereyê civîneke derdora 2 demjimêran piştî 8 salan ligel Serokê partiya sereke ya mixalefetê CHPyê Ozgur Ozel pêk anîbû.

Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê wê civînê û serdana Ozel de got:

“Bi avêtina vê gavê em dibînin ku li welatê me siyaset zêdetir ketiye serdema nermbûnê.

Em dê li Tirkiyeyê pêvajoya nermbûna siyasetê bidin destpêkirin.”

Erdogan serdana Ozgur Ozel wekî pêşhateke erênî ya di navbera desthilat û mixalefetê de bi nav kir û anî ziman:

“Pêwîstiya Tirkiyeyê bi vê yekê heye. Pêwîstiya siyaseta Tirkiyeyê bi vê yekê heye.

Di derfeta yekem de ez jî dê biçim serdanê û ez dixwazim li Tirkiyeyê em di siyasetê de pêvajoya nermbûnê bidin destpêkirin.

Em dê vê gavê jî biavêjin.”

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê roja pêncşemê ragihandibû ku wan bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestandiye.

“Nedibû ku em bêdeng bimînin”

Recep Tayyîp Erdogan derbarê vê mijarê de jî got:

“Ti aliyekî wan pêşhatên di navbera Îsraîl û Filistînê de ku were qebûlkirin nîne.

Îsraîlê heta niha derdora 40 heta 45 hezar Filistînî kuştine.

Wek Misilmanekî nedibû ku em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin.

Çi gav hebin ku em biavêjin me ew avêtin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Hemû rojava ji bo Îsraîlê dixebite. Di serî de Amerîka ew hemû ji bo Îsraîlê dixebitin.

Ewqas derfet hatin seferberkirin û mixabin xelkê hejar ê Filistînê li hemberî bombeyên Îsraîlê mehkûmî mirinê hat hiştin.

Me nedikarî zêdetir tehemulî vê yekê bikin û me gavên xwe avêtin. Di navbera me de 9.5 milyar dolar asta bazirganiyê hebû.

Me ev asta bazirganiyê jî tine hesiband û derî girtin. Ji niha û pê ve li ser xêrê be.”

 

 

Top