• Sunday, 19 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Em xemsariyê di nûjenkirin û qerebûkirina zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê de nakin

Mesrûr Barzanî: Em xemsariyê di nûjenkirin û qerebûkirina zirardîtiyên Sûka Qeyseriya Hewlêrê de nakin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa serdana xwe ya ji bo cihê şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê de peyamekê li ser tora civakî ya Xê parve dike û tê de radigehîne, “Şewata şevêdî ya Sûka Qeyseriya Hewlêrê em dilgiran kirin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de di derheqa şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê de nivîsiye, “Min kedkarên wê sûkê piştrast kirin ku em xemsariyê di nûjenkirin û qerebûkirina zirardîtiyan de nakin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa amaje jî daye, “Ez spasiya wan hemiyan dikim ên ku şevêdî westiyan û canê xwe ji bo parastina ser û malên welatiyan xist metirsiyê”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Duşem, 06.05.2024) serdana Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir û ji nêz ve zirarên şewata şevêdî dîtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Sûka Qeyseriya Hewlêrê de aliyên peywendîdar ên hikûmetê raspartin ku bi zûtirîn dem vekolanên hûr û tevalî bikin ji bo destnîşankirina sedemên dubarebûna rûdanên şewatê ji bo ku bizania gelo ji ber xemsarî û pabendnebûna bi rênimayan e an jî destekê xirab li pişt heye.

Mesrûr Barzanî daxwaz jî ji dikandar û kedkar û welatiyan bi giştî kir ku rêkarên silametiyê bi cih bînin ji bo ku êdî ev rûdanên diltezîn dubare nebin.

Şevêdî (05.05.2024) agir berbû pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.

Piştî wê rûdanê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di derheqa şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê de eşkere kir, “Li dû dawî amar, ji zêdetirî çar hezar dikanan, 277 dikan û heft embarên biçûk ên sûka Qeyseriya Hewlêrê ji ber şewatê sotine û zirar gehiştiye wan”.

Umêd Xoşnaw amaje jî da, “Ji bilî zirarên madî, çi zirarên canî ji wê karesatê çê nebûne. Lê mixabin ji ber qerebalixa welatiyan li cihê wê rûdanê, 132 kes ji efser û karmendên Bergiriya Şaristanî, Asayîş, Polîs, kedkar û welatiyan birîndar bûn û saxlemiya hejmareke wan jî ji ber dûkela agirî têk çûbû lê her zû ji aliyê tîmên saxlemiyê ve li cihê wê rûdanê 117 kes hatin çarekirin û 15 kesên din jî ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê hatin veguhastin û çareseriya pêdivî jê re hat kirin”.

Top