• Sunday, 16 June 2024
logo

Aştî û ewlehiya Herêma Kurdistanê wek beşek ji stratîjiyeta Hevpeymana Nêvdewletî

Gulan Media November 23, 2014 Raport
Aştî û ewlehiya Herêma Kurdistanê wek beşek ji stratîjiyeta Hevpeymana Nêvdewletî
Ew gotina ku Entonyo Gramîş ku dibêje: (kevin miriye, lê hîn nû ji dayiknebûye) pir zelal bi ser rewşa niha a Rojhilata Naverast a me de têpraktîzekirin û ew paşagerdaniyiên ku em dibînin giringtirîn wê rewşê nîşandide, ji vê jî zêdetir tengasiyên cêhan û dîrok û kesatiyên rewşenbîr û civaknas û siyasetmedaran ji me re dibêjin proseya ji dayikbûna sîstemeke din pir bi êş dibe, ger em êrîşên vê dawiyê yên Îsraîlê bo ser Xeze û gorankariyên nû yên Îraqê bixwînin, em ê bigehine ew derencama ku Gramşî di sedsala borî de destnîşankirî, tiştê nû di ev rewşa aloz de derketina rêxstina terorîstî a DAIŞê bû, lê derketina din a nû di ev rewşa aloz de, avakirina dewleta Kurdistanê ye li Bakurê Îraqê, yan wek bi xwe dibêjin li Başûrê Kurdistanê.

Profîsor Fiwat Keuman
Serokê Navenda Xwendinên Siyasî li Stanbolê

Serketina Stratîjiyeta Bergiriya Pêşmerge Dibe Stratîjiyeta Hevpeymanan li Ser Erdê

Ji dema ku şerê terorîstên DAIŞê destpêkiriye, berdewam mediyayên navdarên cîhanê hevdîtin bi rêzdar Mesrûr Barzanî Rawêjkarê Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê re encamdidin û axaftinên wî di nav mediyayên cîhanê de rengvedanên berçav hebû û giringiyeke mezin pêdidin, sedema giringîpêdan Hevpeymanan û mediyayên cîhanê bi axaftinên Rawêjkarê Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê, ji ber wê yekê ye ku ew yekser berpirse ji ber doseya peydakirina ewlehiyê li Herêma Kurdistanê û ew tenahî û aramiya li Kurdistanê heye berhemê ew stratîjiyeta serketiye ku Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê datîne ye, ji vê jî giringtir ev civate ne dezgeheke hizbî yan yek alî ye, belku ev dezgeheke nîştimanî a Hukumeta Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê Perlemana Kurdistanê ve yasaya wê hatiye pesendkirin, zelaltir erkê vê civatê darştina stratîjiyeta peydakirina ewlehî û tenahiyê ye û berdewam şerê terorîstan li nav û derveyî Kurdistanê encamdaye û jîngeheka aram peydakiribû ku terorîstan her çend saalan carekê nedikarîn bi dizî derbaz bibin û karê xwekujî têde encambidin, vê jî di çavê cîhanê de baweriyek peydakiribû ku kompaniyên wan bikarin werin Kurdistanê û weberhênanê li Kurdistanê bikin. Ev heta dagîrkirina Mûsilê û avakirina Dewleta Xîlafeta Îslamî DAIŞê, yekser stratîjiyeta ji navberina terorê rûbirûyî Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Kurdistanê dibû, lê paş dagîrkirina Mûsilê û teslîmbûna şeş firqeyên leşker û polîsên federalî bi temama çek û teqemenî û amêr û kelûpelên leşkerî ve bi terorîstên DAIŞê, herwiha teslîmbûna çend firqeyên leşkerî yên rejîma Esed êdî şerê terorîstan guhartineke mezin bi xwe ve dît û terorîst ji şerê girop giropên biçûk hate guhartin bo şerê dewletekî terorîstî tijî çekên modêrn yên rojavayî û rosî. Vê guhertinê jî we kir ku şerê terorîstan wek şerê ku Civata Ewlehiyê berê birêvedibir be bibe şerekî feretir û yekser rûbirûyî hêzên pêşmergê Kurdistanê bibe, ew hêze jî wek hêzeke leşkerî û parêzerê welat, tevî ku dorpêçeke aûrî û pêdana çek ji aliyê Hukumeta Îraqê ve li ser bû, di heman dem de welatên derve jî rastewxo nedikarîn çekan bidin pêşmerge, hevdem û bi şêweyekî ji nişkave pêşmerge rûbirûyî şerekî bû ew jî şerê dewletekî terorîstî bû, zelatir anku dewletek bi tektîka terorîstan şer bikin û tu binemayeke rewiştê leşkerî berçav nekin wek destdûrxstin ji xelkê sivîl, parastina mafê dîlên şer, pabendbûn bi rêkeftinên nêvdewletî di dema şer de, ji vê jî zêdetir ew çek û şiyanên ku li ber destê terorîstan bû, pir nûtir û zêdetir û bihêztir bû ji ew çekên ku li cem pêşmerge bûn, lewra şer ji bo pêşmerge pêwîstî bi şêwazekî nû û stratîjiyeta nû bû. Wate giringîdanaa cîhanê bi Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê ji wê xalê tê daku bizanin ev dezgeha ku di şerê terorîstên DAIŞê de wek girop serketî bûn, çawa dikarin vê ezmûnê veguhêzin bo nav hêzeke beja a leşkerî ku bikare li ser erdê DAIŞ bişkîne, ji destpêka vî şerî Rawêjkarê Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê ev xalane ji cîhanê re ragihandin:

1- Ev şere ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê re nû yeû gereke pêşmerge li gel şêwazê ev şerê nû re were rahatin.

2- Ev şere ne tenê şerê girop giropên biçûk yên terorîstî ne, belku ev şere şerê dewleteke bihêze bi tektîka terorîstan.

3- Tu yasa bi ser terorîstan de nayên cêbecêkirin û ew tu yasayan li berçav nagrin, ji vê jî zêdetir rêxstinên terorîstî tu sinûran nasnakin, îro gefin li ser Rojhilat siba gefin li ser Rojava.

4- Şerê terorîstan li ser erdê yekalî dibe, ew hêza ku li ser erdê rûbirûyî terorîsan dibe, gereke cîhan hevkariyê bike daku balansa hêzê bo berjewendiya pêşmerge were guhartin, ji bo vê yekê pêşmerge pêwîstî bi çekên modern û giran heye.

Ev axaftina Rawêjkarê Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê bûye sedema ku bingehek ji bo têgehisştin li şêwazê ev şerê nû dirust bibe, herwiha bûye sedema ku Civata Leşkerîa Kongresê çend rûniştinan ji bo pisporên biwarê siyaseta bergirî û ewlehiyê de girêbidin, lê ev hemû berê heta êrîşa DAIŞ bo ser Şengal û Mexmûrê bi wê yekê ve dihate girêdan ku hevpeyman nikarin alîkariya Îraqa Malikî bidin û nikarin yekser alîkariya pêşmergeyan bikin, siyasiyên cîhanê rastî dîtibûn, lê nedikarîn biryara wêrek bidin, zelaltir wek Wînston Çerçel dibêje: (Emerîka heta hemû bijardeyên xerab taqî neke, berê xwe nade bijardeyên baş), vê carê jî paş ku hemû bijardeyên xerab ceribandin, paş karesata Şengalê hate ser xetê û berî Emerîka jî Ferensa bi taybetî serok Holand piştgiriya xwe ragihand û vê carê jî Ferensa bi rolê xwe rabû daku biryareke Civata Ewlehiyê li dijî DAIŞê derkeve.

Werçerxana Şerê Dijî Terorîstên DAIŞê Paş Dagîrkirina Şengalê

Dagîrkirina Şengalê karesateke mirovî û rûxsareke hovane a terorîstên DAIŞê nîşanî cîhanê da, lewra her paş vê karesatê serok Mesûd Barzanî bi xwe çûye eniyên şer daku rastewxo serpereştiya şer bike, ji vê jî zêdetir Rawêjkarê Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê bi serok Barzanî re bû, daku hemû hewlan bikarbînin ji bo pêşketinên DAIŞê biseknînin, bêgoman berî ku balefirên hevpeymanan dest bi bombebaran kirina bingehên DAIŞê bikin, bi çûna serok Barzanî û Rawêjkarê Cvata Ewlehiyê bo eniyên şer karîn pêşketinên DAIŞê biseknînin, seknandina pêşketinên DAIŞê bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî wiha kir ku Emerîka zêdetir bawerî bi êrîşên esmanî hebe û zêdetir bigehe wê baweriyê ku şêwazê fermandeyiya leşkerî a serok Barzanî û hêza pêşmergeyê Kurdistanê ew hêzene ku bê alîkariyê dikarin pêşketinên DAIŞê biseknînin, lê armanca Emerîka û paşê hevpeymanan ne tenê seknandina pêşketinên DAIŞê bû, belku şikandin û ji navbirina DAIŞê ye, lewra erkekî girantir hate ser millê serok Barzanî û Rawêjkarê Cvata Ewlehiyê a Herêma Kurdistanê, ji bo ku stratîjiyetekê ji bo vî şerî dînin, ku stratîjiya şer ji bergiriyê were guhartin bo êrîşkirinê, serok Barzanî paş dagîrkirina Şengalê zelal ji cîhanê re ragihand: Şêwazê şerê me hate guhartin ji bergiriyê bo êrîşkirinê.

Di mawê tenê yek du hefte de serok Barzanî bi hevkariya Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê karî stratîjiyeta şer biguhêrin û dest bi azadkirina wan navçeyan bikin ku terorîstên DAIŞê dagîrkiribûn, wek Mexmûr, û Xazir û bendava Mûsilê, hemû ev serketin di demekê de bûn, ku hên çek û kelûpelên leşkerî negîştibûn Kurdistanê, bi hatie hinek çekên sivik û zêdetir pabendbûna pêşmerge bi ew stratîjiyeta nû a serok Barzanî ragihandibû, wate veguhastina ezmûna şerê dijî terorê ji Civata Ewlehiyê bo nav hêza pêşmerge bûye sedema ku Rebîe û Zumar ji destê terorîstan werin rizgarkirin û bi destxstina Rebîe û Zumar hêviyek li cem hevpeymanan çêbû ku dibe bi ew stratîjiyeta serok Barzanî ji bo hêza pêşmerge danîbû, bibe destpêka bi dawî hatina DAIŞê, herwiha paş rizgarkirina Zumar û li darxstina kongreyeke rojnamevanî bo Mesrûr Barzanî li nav Zumar, ev bi xwe ragihandina biserketina stratîjiyeta nû a şerkirinê bû li dijî terorîstan, ev jî wek jeneralên leşkerî yên Emerîka û hevpeymanan destnîşankirin ku guhertineke mezin bû di vî şerî de.

Perlemana Ewroûa Gotara Mesrûr Barzanî Bilind Nirxand

Serketin di veguhastina ezmûna Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê bo nav hêza pêşmerge û guhetina arasteya şer ji bergirî bo êrîşkirin û serketina êrîşan, di yek dem de astê îradeya bihêza pêşmerge bo cêbecêkirina ew stratîjiyeta nû nîşanda, cîhanê ne hema wiha rêxstina terorîstî a DAIŞê bi seretan wesifkir, lê stratîjiyeta nû a Civata Ewlehiya Nîştimanî û birêvebirina wê stratîjiyê ji aliyê pêşmerge ve şêwazê ji kok kişandina wê seretanê ji cîhanê re xsterû.

Hinek ji ew ên çavê wan nagre hêza pêşmerge bibînin, serketinên pêşmerge di êrîşkirinê de û rizgarkirina ew navçeyên hatibûn dagîrkirin, bi êrîşên esmanî ve girêdidin û bi ew çekên sivik ku destpêkê ji hêza pêşmerge re hatibû, raste haşa ji wê yekê nayê kirin ku êrîşên esmanî û hatina çekên sivik kartêkirineke rastewxo hebû, lê ev karîgeriye di nav şetrenca stratîjiyeta Civata Ewlehiyê de mifa jê hate wergirtin û bi şêwazekî zanistî di nav stratîjiyetê de hate bikaranîn.

Şerkirdin ligel terorîstên DAIŞê, ne şerekî kilasîkî ye, belku şerkirine ligel xelkekî ku xwe kirine bombe û xwe diteqînin, ji vê jî zêdetir her tiştek ji wan re normale û heta sewalan jî dikine bombe û li hember pêşmerge bikaranîne, lewra xala giring di daraştina ew stratîjiyeta şerê dijî terorîstan ku Civata Ewlehiyê dariştiye, veguhastina wê stratîjiyetê bû bo nav hêza pêşmerge, ku kesatiya Mesrûr Barzanî Rawêjkarê Cvata Ewlehiya Nîştimanî a Herêma Kurdistanê di nav sengerên pêşmerge de bi pêşmergan re cêbicêdike û dike rastî.

Ew a di vî şerî de Serok Barzanî bi şanazî behsê dikin, qehremanî û xweragiriya şervanên YPGê ye li Kobanê, ji vê jî zêdetir xweragiriya wan qehremanan li Kobanê serinca cîhanê kişand û Emerîka aniye wê baweriyê ku pêwîste ji esman êrîş terorîstên DAIŞê bike, li raportên Pentagonê ew derketinên esmanî yên ku di mawê sê rojan de emerîka li ser Kobanê encamdan, ji hemû ew derketinên esmanî zêdetir bû ku li paş dagîrkirina Şengalê li esmanê Îraqê encamdane, lê wek me dît şer li Kobanê bûye şerê kolan bi kolan, ji vê jî zêdetir terorîstên DAIŞê xwastin eniyeke din li gel pêşmerge vekin çiyayê Şengalê bistînin, lê ne tenê şikestin belku di encama êrîşên pêşmerge de pir navçeyên giring wek Rebîe û Zumar bi temama gundên derdûrê azadkirin, lewra DAIŞş arasta şer guhart bo navçeyên erebiyên Sûriya û Îraqê û karîn di demeke kin de serketinên pir mezin tomarbikin.

Lewra dema hemû cîhan qehremaniya pêşmerge destpêkê dibînin û qehremaniya niha a şervanan dibînin, ku tevî ew hemû wêrekiye nikarin arasteya şer berûvajî bikin, li hember stratîjiyeta Mesrûr Barzanî dibînin ku arasteya şer guhart, ev ji bo Hevpeymaniya Nêvdewletî di şerê terorîstên DAIŞê de wek dahênanekê bo di stratîjiyeta rûbirûbûna terorîstan de.

Di vê çarçovê de ev pirsyara giring tê pêş, Mesrûr Barzanî ne ji bo hindê di nav Perlemana Ewropa de gotarek pêşkêşkirdaku alîkarî ji bo pêşmerge û Kurdistanê peydabike, belku pirsyar ew e: gelo li cem Mexrûr Barzanî çi tiştek ewqas giringe ku eniyên şer berde û here ligel nûnerên dewletên Yekîtiya Ewropa kombibe? Gelo ew çi pirsa ewqas giringe ku Mesrûr Barzanî di ev dema nazik de û paş serketinên Rebîe û Zumar eniya şer berde û di gotûbêjeke nêvdewletî de beşdar bibe? Bersiva vê pirsyarê em ji gotara Mesrûr Barzanî wernagrin, belku bersiva vê pirsyarê em ê ji wê biryarê wergirin ka çawa Mesrûr Barzanî di vê demê de biryar da derkeve û di nav Perlemana Ewropa de gotarê pêşkêşbike, em ê bersiva vê pirsyarê ji pirsyarên perlemantarên ewropa û rojnamenûsan wergirin ku di nav avahiya Perlemana Ewropa de di kongreyeke rojnamevanî de rûbirûyî Mesrûr Barzanî dikirin. Mesrûr Barzanî di bersiva pirsyareke rojnamevanan de ji bo pêwîstiya pêşmerge bi çekên giran, amaje bi şehîdbûna sê birayên bajarê Soran kir, ka çawa hersêk şehîd bûn ji ber ku çekên dijî tankan li cem wan tinebûn, ev jî wê watayê dide ku peyama Mesrûr Barzanî ji bo Ewropa û cîhanê pêkdihat ji:

1- Eger Dewleta Xîlafeta Îslamî a DAIŞê gef be li ser aştî û ewlehiya cîhanê, wiha aştî û tenahiya Kurdistanê jî beşeke ji aştî û ewlehiya cîhanê.

2- Daku aştî û tenahiya Kurdistanê parastî be, çavkaniyên mirovî û leşkerî li Kurdistanê heye, ku ew jî hêza pêşmerge ye ji bo parastina ewlehî û aramiya Kurdistanê, lê ev çavkaniya leşkerî û mirovî pêwîstî bi wê yekê heye ku ji aliyê leşkerî ve çekên giran û modern pê were dan.

3- Serketina hêza pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de jêrxaneke nû bo şerê dijî terorê li ser astê cîhanê dirust dike, wê derewê jî eşkere dike ku terorîstên DAIŞê hêzeke naşkên, ku her wê serinca bi hezaran welatiyên rojavayî kişandiye daku pêwendiyê bi terorîstên DAIŞê bikin û paşê vegerin Ewropa.

4- Serketina hêza pêşmerge dawiyê bi şerê bi wekalet tîneku beşeke mezin ji hevpeyman û dostên Emerîka û Rojava ji bo mana li ser kursiya deshelatê pina bo birine û di paşerojê de penayê bo dibin.

5- Serketina hêza pêşmerge bi er terorîstan de armanca hevbeş a hevpeymanên dijî terorê dîsa polîn dike, ew cudahiya ku niha di helwêsta dewletên hevpeymanên nêvdewletî a dijî DAIŞê de heye, kêm dike û ji hev nêzîk dibin.

6- Serketina pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê bersiva pirsyara hefta borî a Rîçard Has serokê şîretgeha pêwendiyên derve dide ku di Forîn Efîrz de nivîsandiye: Di ev cîhana ji ber hev hilweşî, çawa bersiva ev paşagerdan û bê sîstemiyê tê dayîn?
Top