• Sunday, 16 June 2024
logo

Şahidhalên kurdên Şebek 159 kurdên Şebek ji aliyê DAIŞa terorîst ve hatine windakirin

Gulan Media December 7, 2014 Raport
Şahidhalên kurdên Şebek 159 kurdên Şebek ji aliyê DAIŞa terorîst ve hatine windakirin
Wêneya zarokên kurdên Şebek li bin dewaran de belgeheke din a piştrastkere li hember ew tawana kirêt a DAIŞê ye ku tu cudahiyek di navbera kurdên (Êzîdî û Kakeyî û Şebek) û kurdistaniyên (Kiristiyan û Turkman) û hemû pêkhatên din yên deşta Neynewa de nekiriye, Tîmê kovara Gulan vê carê seredana kempa kurdên Şebek kir li Herşem yek û Behrikê, ku piraniya koçberên kurdên Şebek li parêzgeha Hewlêrê berê xwe dane van du kempan, tevî ku wan zêdetirî 56 gund li şûn xwe hîştine hevdem behsa winda bûna zêdetir ji 150 kesên xwe dikirin ku di nav wan de jin jî hene ev ji bilî ku DAIŞê bi hiceta hebûna pêşmerge di nav xortên kurdên Şebek de mal û mulk û pez û dewarên wan dizîn û pir xort gulebaran kirin, ji bilî ku ew qurbanê destê DAIŞ in pir dil tengin jî ji ber ew destdirêjiya li kurdên Êzîdî hatî kirin ku hejmarek ji jinên wan hatibûn revandin, di vê raportê de tawanên hovane yên DAIŞê li hember kurdên Şebek li ser zimanê wan em pêşandidin.

Kurdên Şebek ku dikevine sinûrê nahiya Bertile û Beşîke û Qereqoş û Tilkêfê û xudanê 56 gundane her hemû ketin bin destê DAIŞê û xelkê wê yê resen hatin derbederkirin û hejmarek ji wan hatin windakirin, di vê derbarê de li kempa Herşem Yek me hejmarek koçberên kurdên Şebek dîtin û ji nêzîk ve me ew tawanên hovane bîstin ku di derheqê ev pêkhata resen hate encamdan, destpêkê Hesen Muhsên ku xelkê gundê Xursubat e û ew tev xêzana xwe berî gîştina çeteyên DAIŞê reviyane û niha li vê kempê bi cih bûne ji kovara Gulan re got: (DAIŞ an li gundê Xursubat û Barîme û Faziliye û Umerqapçî herçiqas malên pêşmerge û ew kurdên ku di dezgehên hukumî de kar dikirin talan kirin û hinek jî bombe kirine, her kurdekî Şebek bi dest ketana ku kurekî wan di rêza pêşmerge yan dezgehên hukumî de ba yekser mêrên wan digirtin û piraniya wan dikuştin, di vê tawanê de erebên navçeyê çavsaxê wan bûn û malên pêşmergeyan ji DAIŞê re eşkeredikirin..).

Ziyad Esed ku welatiyekî gundê Şebek bû tekez kir ku pir ji xelkê nav gundên ereban alîkariya DAIŞê kirin ji bo derxstin û talankirina malên me di vê derbarê de got: (Erebên navçeyê kîneke dîrokî a mezin li hember kurdên Şebek hebû wan navçeyên me bi axa ereba dihesiband lewra wan alîkariya DAIŞa kirin û em derxstin û malên me talankirin, pir ji ew malên kurên wan pêşmerge bûn paş talankirina xaniyên wan mal hilweşandin).

Her di nav wê kempê de me jineke kurd a muslimanên Şengalê dît ku bi xêzana xwe re koçberbibûn ji me re ragihand ku li Şengalê DAIŞ an cudahî nedikir di navbera kurdên Êzîdî û Şebek û muslimanan, her çiqas êzîdiyan qurbaniyên pirtir dan lê kur û mêrên me kurdên musliman jî kuştin, em jî wek kurdên êzîdî koçber bûn û ezîzên me windabûn û hatin kuştin.

Her li Kempa Herşem Yek welatiyekî kurdê Şebek bi navê Cemal Qasim ku xelkê gundê Gop Celî bû got: (DAIŞ an bê cudahî di navbera pêkhatên Mûsilê û derdorê de bela xwe bi hemû pêkhateyan dida ku ne li gel wan bin, di dema revê de pir gurdên Şebek ketine destê DAIŞê û dane ber guleyan û hatin şehîdkirin û pir ji xelkê me windane.)

Derbarê windakirina kurdên Şebek Fazil Ebas ku niha koçbere li kempa Enkawe got: (Li gundê Bazoye DAIŞê 8 xortên kurdên Şebek birin û niha ew nexuyane, li gundê me jî ku navê wê Qeretepe ye du xortên me paş ku bi dest DAIŞê ketin niha windane, li hemû gundan bi dehan kurdên Şebek paş ku li şûn man ketine dest DAIŞê û hatin windakirin û renge hatibin kuştin, di van rojan de ku pêşmerge pêşve diçe wan pir ji wan êsîran kuştin).

Sebah Salih ku kurdê Şebeke û xelkê Başîka ye çaverêya azadkirina cihê bav û kalên xwe ye û di vê derbarê de got: (Em amadene bibin pêşmerge û cihê bav û kalên xwe rizgarbikin omêdeka min a mezin bi serokê Kurdistanê heye ku wê temama wan navçeyan ji me re azadbike û wê avedan jî bike).

Di seredana tîma Gulan bo kempa Behrike, koçberên kurdên Şebek tevî ku sipasiya rêxstina xêrxwazî a Barzanî û rêxstina Riwange kir ku alîkariyên mezin kirine, lê ji ber ku ber bi zistan û demsala befir û baranê diçin, koçber pêwîstî bi alîkariyên zêdetire, dii vê derbarê de Muhsin Muhemed li kempa Behrike got: di demsala serma û baranê de jiyan li bin çadiran pir bi zehmete, xerabiya xizmetguzariyên av û eletrîk û arav û tunebûna cihê xwe şûştinê dibe sedema nexweşiyan lewra ez daxwazê dikim van çadiran ji me re buguhêrin û li cihê wan kabîneyan dînin.

Seid Elî koçberekî din yê nav kempa navborî daxwaz ji Hukumeta Herêma Kurdistanê kir ku çi nebe nav kempê were xîzkirin û rê were dayîn dîwarekî li dor çadiran dînin daku zarokên me ji çûna derve û windabûnê biparêzin, hejmarek ji jinan her bi bîstina ku em rojnamevanin ji me ve nêzîk bûn û daxwaz kirin hukumet bi kelpîçan wek kempên kurdên rojava germav û twalêtê (WC) û lênangehan ji me re çêbikin û tenekên avê dînin).
Top