• Sunday, 16 June 2024
logo

Sengerê Pêşmerge, Koşka Serok Û Mêza Diplomasiya Kurdistanê

Gulan Media December 20, 2014 Raport
Sengerê Pêşmerge, Koşka Serok Û Mêza Diplomasiya Kurdistanê
Dema terorîstên DAIŞê êrîşî ser Kurdistanê kirin, Serok Mesûd Barzanî sengerê pêşmerge kire koşka serokatiyê û her li eniyên şer pêşwazî li piraniya şandeyên welatên cîhanê dikir, di wê maweyê de pir caran ji serok Barzanî dipirsîn: Çima tu venagerî Serokatiya Herêma Kurdistanê û li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li mêvanên Kurdistanê nakî? Di bersivê de gotibû: Ez vegerîma ser karê xwe yê resen.

Ew bersiva serok Barzanî wê watayê dide ku li cem wî pêşmergatî ji serokatiyê giringtire û dibîne ku serbilindiya Kurdistanê û serweriya Kurdistanê di sengerê pêşmerge deye, lewra ew ê dixwaze rêzê li Kurdistanê bigre, gereke hazirbe sengerê pêşmerge wek mêza diplomasî bibîne û kêşe di nav sengerê pêşmerge de werin çareserkirin.

Her Demê Pêşmerge Hêla Sora Barzanî Bû

Paş hilweşîna rijîma Beis û li dema danîna yasaya demkî ji bo qûnaxa veguhastinê li Îraqê, pirsa pêşmerge bi wî rengî hat behs kirin ku wek mîlîşiya helsûkewt pê re were kirin û ew çareseriye jê re hat dîtin ku wek zêrevanên sinûr bi ser wezareta hundir ve bin, li ser vê pirsê rêzdar Mesûd Barzanî wek pêşmergeyek hate pêş û tekez li ser wê yekê kir ku tu hêzek nikare navê pêşmerge biguhêre û li ser vê pirsê jî çi dibe bila bibe, ev helwîsta serok Barzanî di demekê de bû ku ew ji aliyê destûrî û yasayî ve ne serokê helbijartî ê gelê Kurdistanê bû, belku serokê dîfakto bû, ev pêdagiriya serok Barzanî li ser navê pêşmerge we kir ku di dariştina destûra Îraqê de hêza pêşmerge wek gard yan leşkerê Kurdistanê were çespandin û beşek be ji sîstema bergirî ya wê Îraqê ku wê demê bi wî corî destûr jê re hat dariştin ku wek dewleteke federalî were avakirina , lê ne tenê ev birgeha taybet bi pêşmerge di destûra Îraqê de nehat vêbecêkirin, belku piraniya ew birgehên destûrî ku mafên Kurdistanê di Îraqê de diyardike, ji aliyê Hukumeta Federalî a Îraqê ve hatin bin pêkirin û Îraqa serdema hukumraniya Nûrî Malikî xwe ji bo wê yekê amadekiribû ku bi hêza leşkerî Kurdistanê dagîr bike, lê îrade û xweragiriya pêşmerge û şêwazê birêvebirina vê hêzê ji aliyê serokekî pêşmerge ve, we kir ku taybetmendiya pêşmergane di nav hêza pêşmerge de wek xwe bimîne û tu gorankarî bi ser de neyên.

Pş rizgarbûna Îraqê ji dîktatoriyetê, yekemîn karê hukumeta nû a Îraqê bi dirêjahiya 11 salên borî sizadana hêza pêşmerge û nedana moçeya wan bû, ji vê jî zêdetir û ew a cihê dilgiraniyê ye ew e ku Emerîka her çende erkê dobare avakirina leşkerê îraqê li xwe girtibû, ji ber hejmarek berjewendiyên xwe di vê derbarê de xedir li hêza pêşmergê Kurdistanê kir di çarçovê avakirina leşkerê Îraqê de hevkariyeke wiha a hêza pêşmergeyê Kurdistanê nekir ji aliyê çek, meşiq, rahênan û locistî ve, derbarê vê yekê de li dawiya meha Novembera borî Şîretgeha Waşinton ji bo Vekolînên Siyaseta Rojhilata Nêzîk, bi hejmar belavkiriye ku Emerîka di mawê salên navbera 2003-2011 kojmê 25 milyar dolar li avakirina leşkerê Îraqê xerckiriye, lê di mawê 8 salan de tenê bi bihayê 92 milyon dolar hevkariya hêza pêşmerge kiriye, ev jî wata Emerîka di mehekê de bi kêmtir ji yek milyon dolar hevkariya pêşmerge kiriye, di hmber de her di mihekê de ji 350-400 milyon dolar pere li leşkerê Îraqê xerckiriye!

Wek navendên lêkolînên stratîjî texmînkirine, li gor ew rêkeftina berî çend rojên borî di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Bexdadê de, ew kojmê pere yê di nav bodceya 2015 de bo pêşmerge tê terxankirin, tenê mehê 100 milyon dolar ji pêşmerge re tê terxankirin, ev 100 milyone jî ew 17% a bodceya wezareta bergiriya Îraqê ye, ev hejmare ji me re dibêje: bodceya wezareta bergiriyê salane 7-8 milyar dolar bû, ev ji bilî ku di mawê salên 2011-2014an di mawê gera duyê a serok wezîran Nûrî Malikî de û li gor ew kurthênan û qeyrana diravî ku Îraq ketibûyê, renge tenê di wan çwar salan de zêdetir ji 50 – 60 milyar dolar ji bo sopa hatibe xerckirin, lewra heger em van hejmaran kombikin, em ê bibînin bi hevkariyên Emerîka ve kojmê 140-160 milyar dolar ji bo leşkerê Îraqê hatiye xerckirin, di hember de yek dolar ji aliyê Îraqê ve ji bo pêşmerge nehatiye xerckirin, lewra ew pereyê ku di mawê 11 salan de li leşkerê Îraqê hatiye xerckirin digihe kojmê 14-16 salan ji ew beşê bodceya ku Bexdad dişîne Kurdistanê. Ev hejmaraane ji me re dibêjin: di mawê 11 salên borî de çi xedreke mezin li Kurdistanê hatiye kirin, lê beşî herî mezin a wê xedrê ber bi pêşmerge ketiye û pêşmerge qurbanê yekem a ew xedra mezin bûye, niha jî ku Kurdistan rastî şerekî nêvdewletî hatiye ku bi dirêjiya 1500 kîlo mitir (Ji Kobanê Heta Celewla) li dijî hovtirîn terorîstên cîhanê ku DAIŞin şerdikin, vê serweriyek ji bo Kurdistanê çêkiriye ku cîhan bi şanazî behsê dikê, her ev jî bi kirdar ew pênaseye ku serokê Kurdistanê dakokî lêdikir û Îraq û Emerîka jê famnedikirin.

Pêşmerge Taca Serweriya Neteweyekî Bê Dewlete

Dema em dibêjin Pêşmerge bûye taca serweriya neteweyekî bê dewlete, ev naznave ne hestekî neteweyî ye ku em ji bo pêşmerge derdibirin, belku ev zimanê jeneralên Pentagon û Hevpeymaniya NATO û Hevpeymaniya Nêvdewletiya dijî terorê ye, ku danpêdanê bi wê rastiyê dikin, cîhan ji ber xatirê pêşmerge bi rêzdarî helsûkewtê bi gelê Kurdistanê re dikin, vedana ala Kurdistanê bi lola tivingê pêşmerge lewra serokê Firens û serok wezîrên Îtaliya li ser pata sora firokxaneya peytexta Kurdistanê silavan jê re dişînin û li hember sirûda nîştimanî Eyreqîb disekinin, ji vê jî giringtir ew serweriya pêşmergeye ku wezîrê bergiriya Berîtaniya û welatên din yên Ewropa di bin ala Kurdistanê de bi serokê Kurdistan û serokê hukumet û şîretkarê civata ewlehiyê û wezîrê pêşmerge re rûdinin û stratîjiyeta Hêvî Birîn û şikandina terorîstên DAIŞê rasdikin. Ev dîfaktoye wek profîsor Hanz Morgintaw di pirtûka (Siyaset Di Nav Gelan De) pir bi hûrbînî destnîşan kiriye, wate (pêgeh û şko)ya Kurdistanê di ev şerê cîhanî de nîşandide û ew pêgeh û şkoya Kurdistanê ye wiha kiriye ku ji Kurdistanê stratîjiyetek were rastkirin ku serokê Emerîka bi hevkarî û rawêja serok erkanê 21 dewlet ku piraniya wan welatên endamên NATO ne dariştine, lê nikarin arasteya şer biguhêrin, ew a arasteya vî şerî guhart hêza pêşmerge bû û ji Kurdistanê guhartin, mezintirîn belgeh jî li ser guhertina vî şerî , çûna ew hejmare pêşmerge bû ji bo hevkariya birayên xwe li Kobanê û bi çûna wan jî arasteya şer hate guhertin, ev berpêşçûne ku li jêr fermande û serkirdatiya serokê Kurdistanê bi dest ket, Kurdistan kiriye cihê rastkirina vê stratîjiyê ji bo guhertina ev şerê nêvdewletî.

Di dawî lêkolîna Rîtçard Has serokê şîretgeha civata pêwendiyên derve a Emerîka de ku têde cîhan bi eniyeke ji ber hev hilweşayî û bê sîstem wesifdike, derketiye ku di ev cîhana bê sîstem de, Rojhilata Navîn ew navçeye ku sîstema nû ya cîhanî têde bi dawî hatiye yan zelaltir bi sîstemê paş şerê sar helsûkewt pêre nayê kirin.

Rîtçard Has pêşbîniya wê yekê dike ku niha Rojhilata Naverast ber bi şerê 30 saliya sedsala Hefdeh yê Ewropa ve diçe, ev jî wate 30 sal tarîtî, ew tarîtiya ku Rojhilata Naverast ber ve diîe, rengvedan yan encama bê şiyana yarîzanên serekiye di siyaseta cîhanî de, diyare berî hemûyan jî pênc welatên hertim yên Civata Ewlehiya Nêvdewletî û welatên NATO bi xwe ve digre, niha jî ev welat ne dikarin helsûkewtê bi vê kêşeyê re bikin û ne dikarin ewlehiyê vegerînin.

Di nav ev serdemê tarî de take hêvî bo yarîzanên serekî yên nav siyaseta îro ya cîhanê Kurdistane ku nav lê kirine: (Esparteya biçûka Rojhilata Navîn). Navendên lêkolînan li ser astê cîhanê ev axaftinên ceneralan kirine pirsyar: gelo Kurdistan wê bibe Esparteya Rojhilata Naverast? Bersiva vê pirsyarê biryara 10 Novemberê a serok Obama yeku daxwaz ji Kongresê kiriyekojmê 1.6 Milyar Dolar ji bo meşqpêkirina 3 firqeyên Pêşmerge û 6 firqeyên leşkerê Îraqê terxan bike. Bersiva vê pirsyarê biryara Kongresê ye ku daxwazê li rêvebiriya Obama dike hemû corên çekên teqlîdî bi pêşmerge din, ji vê zêdetir bersiva vê pirsê rexneya hizirmendê mezin yê firensî Rîcîs Dubriyê ye ku di dîmaneyeke taybet a Gulanê de rexne li serokê Firensa Firanso Holand girt ku firokeyên leşkerî nedane Kurdistanê. Wî got: ((Li şûna ku Firensa ji esmên hevkariya Kurdistanê bike gereke firokeyên leşkerî bide hêza pêşmerge û hêza esmanî ji pêşmerge re dirust bike).

Ev rexneya Rîcîs Dubriyê tenê axaftina hizirmendekiye yan ne axaftina feylesofekî hevçerxe, belku ev axaftina partîzanekiye ku 47 salan berî niha bi Gîvara re şerê partîzanî wek pêşmerge kiriye û dizane şiyan û îradeya pêşmerge çiye û heger bi çekên serdem werin pir çekkirin wê çi gorankariyekê çêke. Wate hemû ev serbilindiya ku îro çîhan bi tivinga li ser milê pêşmerge dike, hevkêşeke nû dirust kiriye, ew hevkêşe jî ew e ku her neteweyek li cîhanê dewletekî serbixwe heye, lê pêşmergê wan tune ne, lewra niha mijolî avakirina pêşmergeyane daku di şerê dijî terorîstan de bi serkevin, ev jî wê watayê dide ku her neteweyek li ser modêlê pêşmerge hêzeke karîger tunebe wê dewlet serweriya wan di metirsiyê debe, heta ger ew dewlet Emerîka take zorhêza cîhanê be, yan ew Berîtaniya mezin be ku niha roj lê ava nabe, ev jî wê yekê ji me re dibêje: niha cîhan bi wî corî pênasa dewletê dike, ku dewlet wate pêşmerge û pêşmerge wate dewlet, ewê ku pêşmerge hebe taca serweriya li ser neteweyê ye û ew ê pêşmerge tunebe, taca serweriya wan di bin gef û metirsiya terorîstan de ye.

Sengerê Pêşmerge Wek Mêzeke Diplomasî

Ji bo ev hejmara Gulan me pirsyar ji rêzdar Dr. Roj Nûrî Şawîs cîgirê serok wezîrên Îraqê kir, ka gelo gerentî çiye ku rêkeftina vê carê a navbera Hewlêr û Bexdadê de were cêbicê kirin û Kurdistan rastî kirêzan neyê? Me ev pirsyarê ji wê goşê jê nekir ku cîgirê serok wezîrên Îraqê ye belku zêdetir ji ber wê bû, Dr. Roj di sala 2003yê ve heta niha yek ji karekterên serekî yên hemû rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdadê de hatine îmzekirin bû, ji vê jî zêdetir paş rêkeftina Hewlêrê li sala 2010ê heta bi sala 2014 wek nûnerê serokê Kurdistanê çavdêriya cêbicêkirina rêkeftinê kiriye, wek me dît jî rêkeftin pir fereh û hemealî bû, lê nehat cêbecêkirin!! Di derbara ev babetê hestyar de Dr. Roj ji Gulan re ragihand: (Di siyasetê de gerentî tuneye û baweriya min bi xwe bi gerentiyê tuneye di siyasetê de, belku ew a dibe gerentî ji bo cêbecêkirina her rêkeftinekê hevsengiya hêzê ye niha jî ev hevsengiya hêzê di navbera Hewlêr û Bexdadê de dirust bûye). Ji vê zêdetir cîgirê serok wezîrên Îraqê ji me re got: (Di nav piroje yasaya bodceya 2015ê a Îraqê de me nivîsandiye: (Her aliyek vê rêkeftinê cêbecê neke, aliyê din nayê girêdan bi cêbecêkirina vê rêkeftinê). Zelaltir wate heger Bexdadê ev rêkeftine cêbecê nekir wiha Kurdistan jî wê nefta xwe bifroşe û pêwendî bi Bexdadê re namîne, ji vê jî giringtir di vê rêkeftinê de bodceya pêşmerge kete nav piroje bodceya Îraqê û li ser bodceya wezareta bergiriya Îraqê tê xerckirin di vê derbarê de jî Dr. Roj ji me re got: (Me birgehek di nav piroja bodceya Îraqê de zêdekiriye, ku para pêşmerge bi tu mercan ve nayê girêdan û di her rewşekê de gereke ew beşe ji pêşmerge re were terxan kirin), na be ev wek guhertinekê di mijiyê hukumranên Îraqê de li hember Kurdistanê were xwendin, ji ber ku bingehê wê pêşveçûn û guhertinê çênebûye û bi asanî dirust nabe, lê ew a guhertin bi ser de hatiye derketina îradeya pêşmerge ye ku rewşeke nû peydakiriye û ew ên niha li Bexdadê hukumraniyê dikin, baqiltir ji Malikî û stafê Malikî rewşa niha a Îraq û Kurdistanê dixwînin û dizanin ew niha kurd li gel Bexdadê dikin, ji ber xatirê dewletên hevpeyman herwiha derfetdane bi Îraqê ji bo xwe rast bike û bizane çawa li nav dewleteke federal de hukumraniyê bike, heger em di ev hevkêşa nû de li helwêsta kesekî wek Dr. Husên Şehristanî wezîrê berê yê nefta Îraqê binêrin ku di îmzekirina vê rêkeftinê de hazirbû, em ê bibînin ji bilî serok wezîrên hukumeta Îraqê, cîgirê serok wezîrên hukumeta Kurdistanê jî ew şehdeyiye daye: Dr. Husên Şehristanî ji bo îmzekirina vê rêkeftinê rolekî erênî dîtiye, ku destpêkê di mediyan de wiha hat belavkirin ku Şehristanî ji bo wê yekê amade bûye daku mercan li ser kurdan ferzbike, lê rastî tiştekî din bû. Pirsyar li vir ew e: gelo em dikarin bêjin: Dr Şehristanî ku mawê heşt salane rêgirbû ku Bexdad û Hewlêr li ser dariştina yasaya neft û gazê bigehin tu rêkeftinan û hemû hewlên wî ew bû ku Kurdistanê tu deshelatek di siyaseta nefta Kurdistanê de nebe, niha di du mehan de hemû hizrên wî li hember Kurdistanê hatin guhertin û razî bû nefta Kerkûkê di boriyên nefta Kurdistanê re were şandin? Bersiva vê pirsyarê ne asane û em nikarin bawer bikin, ev jî ji ber wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê di damezrandina ev kabîneya Dr. Heyder Ebadî de hemû hewil kirin ku wezareta neftê nedin Dr. Şehristanî, ji ber ku nayê karîn bi wî re bigehin rêkeftinê, ev baweriye li cem Neteweyên Yekgirtî û Emerîka û Berîtaniya jî çêbibû lewra wezaret dane Dr. Adil Ebdulmehdî, her li ser vê pirsê û di dema hewlên ji bo avakirina vê kabîneyê de, rêzdar Xalid Salih (heznake navê wî bi Dr were gotin) serokê zanîngeha Kurdistanê gotarek bi vî navûnîşanê ji Gulan re nivîsand: (Aje Şehristanî be), naveroka gotarê metirsiya dobare pêdana wezareta nefta Îraaqê bû bi Dr. Şehrstanî, hemû alî jî dizanin rêzdar Xalid Salih ji bilî ku yek ji stafê şîretkarên nêvdewletî bû ji bo dariştina destûra Îraqê, ew herwiha şîretkarê yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê jî bû.

Min lewra dirêjî bi vê bagrawendê da daku ew rastiye ji xwendevanan re eşkere bibe, ku gîştin bi rêkeftinê bi Bexdadê re ne pirsa guhertina Malikî ye bi Ebadî, belku pirs xwendina Ebadî û sitafê wî ye bi şêweyekî aqilane ji bo rewşa niha a Kurdistan û ew rewşa îradeya pêşmerge çêkiriye, raste Hukumeta Herêma Kurdistanê hemû gafên xwe li gor destûrê avêtine û destûr piştevaniya siyasetên Hukumeta Herêma Kurdistanê ye, lê wek rêzdar Mihemed Tofîq Rehîm berpirsê oda pêwendiyên diplomasî yê Tevgera Goran di dîmaneyekê de ji Gulan re ragihandî, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdadê bi destûrê nayên çareserkirin, belku bi hêzê tê çareserkirin, bêgoman xuyaye ew pêgeh û şikoya îro Kurdistanê heye ji îrade û hêza pêşmerge ye.

Heger em hinekî ji helsengandinên navxweyî derkevin û pirsyarê bikin: gelo li navendên hizir û lêkolînan çawa li vê rêkeftinê tê temaşekirin? Li vir ji bo bersivdana vê pirsyarê em ê çend xalan destnîşanbikin:

Maykil Nayt birêveberê pirogramên Îraqê li Şîretgeha Waşinton bo Xwendinên Siyaseta Rojhilata Nêzîk, di gotarekê de bi navûnîşana: (Vê rêkeftinê bikin dîtina çavkaniyên dahatên nû), destnîşankiriye, her du alî (Îraq û Kurdistan) di vê rêkeftinê de biserketin, lewra gereke Emerîka piştgiriyê bike, daku were cêbecêkirin. Her di vê gotarê de ew jî destnşankiriye ku ev rêkeftinname berhemê salek navbergiriya Emerîka û sê meh kombûnên navbera Hewlêr û Bexdadê ye, li gor vê rêkeftinê wek wî vekolerî destnîşankiriye, Bexdad razîbûye bodceya 2014ê a Kurdistanê li ser bingeha 150 hezar bermîl di rojekê de were çareserkirin, wate hesabê 150 hezar bermîlên nefta Kurdistanê were kirin, paşê ew dikeve ser Bexdadê bide Kurdistanê, di meha November û Dîsember li gor vê rêkeftinê Bexdadê bi du caran kojmê milyarek dolar ji Kurdistanê re şand, yên mehên din jî gereke were çareserkirin, Bexdad di vê rêkeftinê de serketî bû, çûnkî Kurdistan razîbû rojane 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê û 250 hezar yên xwe jî ji bo bazarên cîhanê bişîne, ev jî take rêye niha û ji ew dema buhayê neftê daketiye. Ji bo Kurdistanê jî pêşmerge mehê 100 milyon dolar ji bodceya serweriya wezareta bergiriya Îraqê jê re tê xerckirin, ev jî danpêdane bi pêşmerge wek beşek ji sîstema bergiriya Îraqê.

Kîns Polak serokê navenda Saban li şîretgeha binavûdenga Birokîngiz li ser vê rêkeftinê gotarek nivîsandiye bi navûnîşana: (pênc hokar bûne sedema rêkeftina Hewlêr û Bexdadê) ku pêktên ji (Niha ragihandina dewleta Kurdistanê ne asane, Kurdistan naxwaze ew ewlehiya ku lê heye jinabiçe û ev li cem Hukumeta Kurdistanê pir giringe, daketina buhayê neftê, parastina Kerkûkê ji aliyê pêşmerge ve cihê kurdan pir bi hêz kir, xwendina aqilane a Heyder Ebadî), pirofîsor Polak ku li ser astê rêvebiriya Emerîka li ser pirsa Îraqê hesab ji axaftinên wî re tên kirin, xala cewherî kiriye parastina Kerkûkê ji aliyê pêşmerge ve, ew dibêje: ev rêkeftine danpêdan û razîbûna Îraqê ye ku pêşmerge Kerkûkê biparêze û nefta wê bifroşe, li aliyekî din ev rêkeftine danpêdaneke navokî ye ji aliyê Bexdadê ve bi Kurdistaniyeta Kerkûkê û bi razîbûna Bexdadê dibe beşek ji Kurdistanê.

Heger em bala xwe bidin boçûna van du pirofîsoran ku her yek ji wan mawê zêdetir ji 10 salane li ser pirsa Kurd û Îraq lêkolînên hûr û babetiyane dikin û ji bo rêveberiya Emerîka hizirê berhemtînin, em ê hest pêbikin ku sedema serekî vedigerînin bo îradeya pêşmerge ku çawa hevsengiya hêzê guhartine û cihê Kurdistanê bi hêz kirine.
Top