• Sunday, 16 June 2024
logo

Xelata Jeneral Masûd Barzanî Ji Bo Cejina Rojiya Êzdiyan Rizgarkirina Şengalê ye

Gulan Media January 10, 2015 Raport
Xelata Jeneral Masûd Barzanî Ji Bo Cejina Rojiya Êzdiyan Rizgarkirina Şengalê ye
((Mesûd Barzanî temen 68 sal hîn dîrokê ji bo neteweya xwe dinivisîne, ew kurê Mistefa Barzanî ye, ku li paş Jeneral Selahedîn Eyobî li sedsala 12ê, Mistefa Barzanî bi nav û dengtirîn kesatiyê kurd e û di heyama 60 salan de di rêça damezrandina dewleta serbixwe a Kurdistanê de xebatkiriye, niha jî serok Mesûd Barzanî serokatiya miletekî bê dewlet dike.

Paş ku DAIŞê di Hezîrana borî de mezintirîn bajarê Îraqê dagîr kir û paşê devê xwe daye Kurdistanê, ev bûye xala guhertinê di dîroka kurdên Îraqê de herwiha 22 milyon kurdên din li navçeyê, destpêkê ji ber çek di destê pêşmerge de hindik bûn ş di destê terorîstên DAIŞê de pir û pêşketî bûn, pêşmerge neçar bû hinekî paşve biçe, lê Barzanî ferman da (heta nefesa dawiyê û heta dawî dilopa xwînê ew ê şerê terorîstên DAIŞê bikin).

Niha li ser erdê tevî ku Mesûd Barzanî serokê miletekî bê dewlete, lê ew li pêgehekê ye ku biryarê li ser paşeroja Îraq û herwiha biryarê li ser paşeroja Rojhilata Naverast dide)).

Kovara Time di nasandina kesayetiya salê de

Operasiyona Hilgirtina Alayê Li Mezarê Şêx Şerefedîn

Destnîşankirina roja ala Kurdistanê ji bo destpêkirina operasyona azadkirina devera Şengalê û hilgirtina alayê Kurdistanê li mezarê Şêx Şerefdîn li Sinûnê û serê çiyayê Şengalê, ne tenê serketineke leşkeriye, belku waneyeka dina dîrokiya neteweya me ye ku siba zarokên êzîdî û misliman li dibistanekê bi hev re dixwînin û bi waneyên hesta nîştimanperwerî wê werin perwerdekirin, destnîşankirina roja alayê Kurdistanê ji bo ev operasyona mezin ku hemû cîhan ecêbmayî kiriye û hovtirîn terorîstên cîhanê bi çûkkirine, pirsyara mezin a Mesûd Barzanî rêberê Kurdistanê ku ji me dipirse em kîne? Çawa em ê nasnama xwe nîşanî cîhana azad bidin? Serok Barzaî bi xwe li eniyên li pêş yên pêşmerge wek nivîsandina dîrokê ev bersive bi hevsengerên xwe re ji bo cîhana azad dinivsîne û ji wan re radigehîne: ew roja DAIŞ êrişî Kurdistanê kir, min ji cîhanê re ragihand ku ta dawî dilopa xwînê û nefesa dawiyê û heta rizgarkirina her bostekê ji axa Kurdistanê, em ê şerê seranserî li dijî terorîstên DAIŞê bikin). Barzanî di ev operasyona ku bi xwe serpereştiyê dike de, serketinên wî ji me re dibêjin: Barzanî niha peyameke din ji bo kurd û kurdistaniyan û hemû cîhanê radigehîne û dibêje: (destpkirina operasyona rizgarkirina devera Şengalê li roja alayê Kurdistanê û gîştina pêşmerge bo çiyayê Şengalê li 18/12/2014ê watayê xwe heye, bila hemû dijmin û nehez bizanin heger carekê fersen pêkevin kînê xwe li hember kurd û kurdistanê derxînin, li dawiyê wê baca tawanên xwe bidin û gereke terorîstên DAIŞê bibin pend ji bo hemû dijminan).
Ev a di nav kevanê de bi deq peregirafeke ji peyama Barzanî ye ku bi helkefta serkeftinên hêzên pêşmerge ji her kurdistaniyekî û hemû cîhanê re şand. Ka em wê pirsyarê ji xwe bikin, gelo ev peyama Barzanî ku bi xwîna her takekî vê Kurdistanê ji kurdên Sune û Şîe û Kakeyî û Şebek û Êzîdî û bi xwîna kurdistaniyên Kilûaşûr û Siryan û Turkman hatiye nivîsandin, gelo ev peyame çi ji me re dibêje? Xuyaye ev peyame ji bo kurdan wataya wê ew e ku kurdbûn û hizira kurdayetiyê di ser ol û mezhebê re ye, normale ola me cuda be, lê em yek netewe ne ew jî kurd e, lewra di yek enî de û li pişt serokê xwe, kurdên Şîe û Sune û Şebek û Kakeyî û Êzîdî, herwiha kurdistaniyên Kildûaşûr û Siryan û Turkman û Ermen xwîna hemûyan bi nav hev dikeve û bi wê xwînê nasnameya gelekî dinivsînin ku gelê Kurdistanê ye û yek armanc hemûyan kom dike ku beşek bin ji cîhana azad û di piroseya avakirina Kurdistanê de îrada wî gelî nîşanbidin û ji bo paşerojeke azad hazirin dawiya dîrokê peydabikin.

Eger em bi çavê cîhanê li ev peyama Barzanî binêrin, gelo berî ku em wek kurd û kurdistanî pirsyarê jê bikin, axaftinên wan ku dibine serdêrên mediyayên cîhanê çawa bersiva vê pirsyarê bidin? Diyare berî operasyona hilgirtina ala û paş serketinên pêşmerge li bendava Mûsil û Zumar, jeneralên Pentagonê û jeneralên 60 welatên nava hevpeymaniya nêvdewletî a ji bo rûbirûbûna DAIŞê, nav li kurdistanê kirin: ((Esparteya Rojhilata Naverast)), ev jî wek ku li şîretgeha Waşintonê hatiye belavkirin, wate Kurdistan welatekî biçûk, pêşmerge hêzeke bi hejmar kêm û çekên normal, heman evsaneya Esparte ya welatbajarê Yonaniyan paş zêdetir ji 2000 sal dobare kir, lewra cîhan neçare ji ber qehremanetiya hêza pêşmergeyê kurdistanê rêzê li kurdistanê bigrin. Kovara Time li ser zarê Karil Vîkî yê rojnamevan ku behsa evsaneyiya kesatiya serok Mesûd Barzanî dike, destnîşankiriye ku serok Mesûd Barznî, kurê Mistefa Barzanî ye, Mistefa Barzanî paş jeneral Selahedîn Eyobî li sedsala 12ê binav û dengtirîn kesayetiya kurd e di cîhanê de, vêca tê ser pênasandina serok Mesûd Barzanî û destnîşandike ku hên temenê wî 68 salin lê hên berxudana Mesûd Barzanî di nivîsandina dîroka neteweya xwe de berdewame, ev bi hev ve girêdana kovareke siyasî û binav û denga cîhanê çi ji me re dibêje? Em ê bi çend xalan bersivê bidin:

Bikaranîna peyva jeneral ji bo Selahedîn Eyobî, ji ber wê yekê ye ku Barzanî Mistefa jeneralê komara Kurdistanê û jeneral bûye pêşgirê navê Mistefa Barzanî û her demê navê wî bi jeneral Barzanî hatiye. Xuyaye Selahedînê Eyobî jî wek Barzanî Mistefa bi xwe serkirdeyê nav şeran bû.
Nasandina serok Mesûd Barzanî wek kesatiya salê û wek kurê jeneral Barzanî, wateya wê ew e ku li paş jeneral Mistefa Barzanî, jeneral Mesûd Barzanî binavûdengtirîn serkirdeyê serbaziye, ku ne tenê li Kurdistanê belku şêwazê fermandeyiya serbazî a vî jeneralî wek Selahedînê Eyobî û Barzanî Mistefa sinûrê welatê xwe û navçeya Rojhilata Naverast derbazkiriye û cîhan hemû ecêbmayî mane, ev hevberkirina serketinên jeneral Mesûd Barzanî ye, bi serketinên Selahedînê Eyobî re li temama Rojhilata Naverast û herwiha serketinên Barzanî Mistefa bi derbazbûna ji Araz û hejandina hemû cîhanê.
Girêdana navê jeneral Mesûd Barzanî bi jeneral Mistefa Barzanî û jeneral Selahedîn Eyobî ve, nîşandana rûyekî din ê jeneral Mesûd Barzanî ye, ji ber ku jeneral Selahedînê Eyobî û jeneral Mistefa Barzanî karîn neteweya xwe yekbixin û sinûran jinav bibin, niha jeneral Mesûd Barzanî ev yek jî kiriye û pêşmergeyên her çwar parçên Kurdistanê û kurdistaniyên her çwar parçên Kurdistanê di yek enî de û li hember dijminekî hevbeş komkirin. Herwek çawa li sala 2010ê dema profîsor Kînis Polak li şîretgeha Prokêngz xwastî Mesûd Barzanî bi amadebûna kurê wî bide naskirin got: ez nizanim çawa vî kesayetî bi we bidim naskirin, ew pêşmerge ye, lê ev pêşmerge di Rojhilata Navîn de wek Parîsê ye ji bo Ferensa û hemû rêyên Rojhilata Naverast diçine cem Barzanî, lewra ew a kovara Time jî ji bo wê ye ku xwînerên wê jî wek wê jeneral Mesûd Barzanî binasin.
Her di vê nasandinê de kovarê ew yek destnîşankiriye, jeneral Mesûd Barzanî ku temenê wî 68 salin, hên dîrokê dinivsîne, vê dîrokê li ser çi paşxaneyê dinivsîne? Bêgoman kovarê bi xwe destnîşankiriye, ew jî 60 sal xebata (Jeneral Mistefa Barzanî) ye, ew xebate jî ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê ye, lewra kovar zelal dibêje: tevî ku hên ev omêda jeneral Mistefa Barzanî li ser destê jeneral Mesûd Barzanî çênebûye û ew serokê gelekî bê dewlete, lê Mesûd Barzanî li cihekî ye ku biryarê li ser paşeroja Îraq û Rojhelata Navîn dide. Xuyaye kovara Time aje pirtûkên wan rojnamevanane ku dema xwe di derbarê jeneral Mistefa Barzanî de nivîsandine û behsa wê yekê kirine ku her demekê jeneral Mistefa Barzanî karîgerî li ser Rojhilata Naverast û welatên cîhana sêyemîn hebû. Vê kovarê destpêka vê mehê amaje bi berdewamiya nivîsandina dîrokê kiriye ji aliyê Mesûd Barzanî ve û tenê du heftiyan paş vê nasandinê, jeneral Barzanî mezintirîn serkeftin li navçeya Şengalê tomarkir û çavê DAIŞê li pêş hemû cîhanê şikand.
Jeneral Mesûd Barzanî, her demê navê pêşmerge ji postê serokê Kurdistanê mezintir dîtiye, nivîserê van dêran li roja 13/7/2014ê di dîmaneyeke taybeta Gulan de min ji cenabê wî pirsî: çima ewqas navê pêşmerge û kincên pêşmerge li cem te pîrozin û her demê em te bi cilên pêşmerge dibînin? Di bersiva Gulanê de serokê Kurdistanê got: ((li cem min cilên pêşmerge pir pir pîrozin, ez pê serbilindim, ji ber ku cilên pêşmerge ne, herwiha ez serbilindim ku ez bi wan cilan çûme Koşka Sipî û çûme koşka komarî a Turkiya ev jî di serdema xwedê jê razî Turkot Ozel de, ez van kincan li xwe dikim ji ber ku heta ez bimrim ez xwe bi pêşmerge zanim)), ev bersiva jeneral Mesûd Barzanî li vir bi dawî nabe, çûnkî piştî wê dîmaneyê û di serdemê serok wezîr Receb Teyib Erdogan de, serok Barzanî çûye bajarê Amedê û li nav bajarê Amedê û bi serok wezîr Erdogan re, hunermendê mezinê kurd Şivan Perwer strana (Wa Hatin Pêşmergê Me) stra û di ew civîna serok Barzanî bi şaredarê Amedê re wek cara yekê di dîrokê de ala Kurdistanê hate venan, lewra seredana serok Barzanî ji bo Amedê waneyeke dîrokî bû ji bo kurdên bakur û kurdên her çwar parçeyên Kurdistanê û Barzanî ji cîhanê re ragihand ku her bosteka axa Kurdistanê wê ala Kurdistanê lê bilind bikin, lê hevdem bi ew kesên ku baweriya wan bi aştî û demokrasiyê heye, wiha em jî bi şêweyekî aştiyane û bihevre jiyanê dixwazin.

Guhertina Rewşa giran û tevlihev ji bo berjewendiya Kurdistanê

Hejmara wan serkirdeya pir kêmin ew ên dikarin di rewşa bi zehmeta neteweya xwe de rewşa giran û tevlihev ji bo berjewendiya welat û neteweya xwe rêkbixin, heger em di vê derbarê de li dîroka neteweyên cîhanê temaşe bikin, em ê bibînin ew serkirdeyên ku karîne di rewşa şer de vê hevkêşê bigyhêrin, hejmara wan pir kêmin, em dikarin di dîroka damezrandina komara Emerîka de jeneral Corc Waşinton destnîşanbikin û di dîroka komara Ferensa de jeneral Şarl Dîgol destnîşanbikin, ji bo beşdariya Emerîka di şerê cîhanî yê duyem de em dikarin amajê bi deplomatkar Çerçil û azatiya Rozfelt bikin û di nehîştina sîstema koletiyê de em dikarin amajê bi Ebraham Linkolin bikin, xuyaye ev serkirdane ku her yek di nav eniyeke şer de jeneral û serbaz bûn, şer bi ser wan de hate sepandin û ji bo azadî û ji bo damezrandina komarên azad dîrok ji bo berjewendiya neteweya xwe guhertin, hinek serkirdeyên din jî hebûn ku ji bo heman mebest bi xwe di eniyên şer de beşdar bûn, lê hewlên wan ne ji bo damezrandina komaran bûn li ser binemayên azadiyê, her wek nimûne: Hoşî Mîne karî Vîtnama Bakur ji destê firensiyan rizgar bike û Vîtnama Başûr jî ji destê Emerîka derxîne û herdu Vîtnaman jî bike yek, lê Hoşî Mîne di piroseya binyatnana neteweya vêtnamê de serketî nebû, herwiha Kîm Îl Song li Koriya Bakur karî mezintirîn şer bike, lê welatê wî hate perçekirin û paşê ew komara ku niha em dibînin (Koriya Bakur) gefe bo ser hemû cîhanê.

Lewra dema behsa dîroka hevçerxa Kurdistanê tê kirin paş dîroka îslamî a Selahedînê Eyobî, cîhan li ser astê siyasî behsa dîroka Jeneral Mistefa Barzanî dike û ji destpêka şoreşên Barzan û piştre şoreşa Eylolê nasnama kurd û kurdistanê li ser astê siyasî û diplomasî dixwînin, ev wê watayê nade ku berê Rojava giringî bi dîrok û keltûra kurd û Kurdistanê nedaye, na, Rojhilatnasan bi dehan pirtûk li ser kurd û dîroka kurdan nivîsandine, lê lêkolînên rojhilatnasan li ser kurd û kurdistanê wek Îdward Seîd dibêje ne I bo wê yekê ye ku ew hişyar bibin ber bi azadî û gavan bavêjin û xebatê bikin, belku ji bo wê yekê bû çawa me dagîr bikin, zelaltir ew hatine lêkolîn li ser me kirine daku bizanin xalên me yên zeîf çine lê bi destpêka şoreşa Barzan û paşê çûna Barzaniyê nemir û pêşmergeyên wî ji bo komara Kurdistanê û piştre derbaz bûn ji araz û li sala 1961ê serhildana şoreşa Eylolê, şêwazê nivîsînê li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bû bi şêwazê rêzgirtin li îradeya neteweyekê ku ji bo azadiyê têkoşînê dike, lewra ku em dibêjin dîroka nasnameya siyasiya kurd û kurdistanê bi derketina jeneral Mistefa Barzanî re destpêdike, mebest ne ew e berê nasnameya me a siyasî tunebû, na, mebest ew e di çavê rojava tunebû, herwek çawa di şerê cîhanî a duyem de eger ne ji jeneral Dîgol nebûya, wê nasnameya neteweyî a neteweya ferensa ev şikoya niha nebûya, eger hevpeymanan bi tenê Parîs azad bikirana, wê komara azada Emerîka tineba eger jeneral Corc Waşinton biryara şoreşê nedabaya, di şerê cîhanî a duyem da wê Berîtaniya Mezin şikoya miznatiya wê nemaba eger Çerçel Rozfelt bi metirsiyên Hêtler bawernekiribana, bêgoman eger Jeneral Mistefa Barzanî jî nebaya niha Herêma Kurdistanê hebûna wê wê tineba (ji ber Herêma Kurdistanê berhema rêkeftina sala 1970î ye û jeneral Barzanî danpêdana bi kurd li Îraqê kire dekomenteke yasayî), heta biryara 688yê civata ewlehî li ser bingeha têgehiştina hukumeta Beis ji bo rêkeftina Adarê (1974 ne 1970) hatiye derxistin, ku me bawerî bi têgehiştina Beis bo rêkeftina adarê tuneye û şer li ser wê hate vêxistin ji ber ku jeneral Mistefa Barzanî bawerî bi şiroveya 1974ê a Beis bo rêkeftina adarê tinebû.

Ev bagrawende ji bo wê bû ku em rewşê wek heye rêbixînin û armanca vê nivîsînê di berhevkirina şer de neyê biçûkkirin, belku armanca vê nivîsînê ji bo berhevkirina dîroka neteweyan ne ji bo gîştin bi azadiyê.

Ev şerê DAIŞê baştirîn nimûneye ji bo nêrîna cîhanê derbarê ew serkirdeyên ji bona paşeroja azadiya neteweya xwe de xebatê bikin, paş dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve û paşê dagîrkirina Tekrîtê û beşeke mezin ji Diyala û Enbar, Emerîka û hevpeymanan nekarîn hevkariya Hukumeta Îraqê bikin bi serokatiya Nûrî Malikî, lê ku li 2 Abê serok Barzanî biryara şerê seranserî li dijî DAIŞê ragihand, di demê kêmtir ji 100 seat de biryar dan ku alîkariya Kurdistanê bikin û hemû dewletên hevpeymanan haziriya xwe derbirîn ku alîkariya serokê Kurdistanê bikin, ku bi xwe wek pêşmergeyekî û jeneralekî pêşmerge biryara ragihandina şerê seranserî li dijî terorîstên DAIŞê dabû, pir ji ew ên xwe bi çavdêr û şirovekarên siyasî dizanin, sedema zû bidenghatina cîhanê ji bo Kurdistanê bi wê yekê ve girêdan ku pirs parastina kêlgehên neftê ye li Kurdistanê yan parastina diplomatkarên xwe li Herêma Kurdistanê lê ev pirse kêm zêde pêwendî bi wê ve tinebû, ji ber:

Ew nefta li başûr û naverasta Îraqê heye pir ji wê neftê zêdetire ku li Kurdistanê heye, di ew dema Emerîka û hevpeymanan biryara alîkarîkirina Kurdistanê dan, kurdistanê şiyana şandina 150 hezar bermîl neft di rojekê de hebû, li hemberê Îraqê şiyanên nêzîkî 2.4milyon bermîl di rojekê de hebû.
Eger li Kurdistanê hejmarek ji diplomatkarên Emerîkî û hejmarek şîretkarên sivîl hebin, wiha balyozxana Emerîka li Bexdadê mezintirîn balyozxaneya wî welatî ye li cîhanê û nêzîkî 40 hezar serbaz û şîretkarên serbazî û sivîl yên Emerîka li Bexdadê bûn.
Xaleke dina giring ew metirsiya li ser bajarên din yên Îraqê peydabûyî bi taybet Bexdad pir mezintir bû ji ew metrsiya hatiye ser Hewlêrê, ev jî je ber wê bû ku li Îraqê leşker ji ber hev hilweşiya lê pêşmerge tenê kêmasiyên çek û şêwazî nû yê şer hebû.
Emerîka 25 milyar dolar li avakirina leşkerê Îraqê xerc kiribû, tenê 92 milyon dolar di mawê 8 salan de ji pêşmerge re terxankiribû, ev jî wate ta çiqasî Îraq û yekperçeyiya Îraqê li cem Emerîka giringbû.

Ji ber van xalan û bi hemû hesaban gereke Emerîka zûtir li ser Bexdadê batadeng ne Hewlêrê, lê hemû cîhan şok bûn ku Barak Obama karî ji bo alîkariya pêşmerge biryarê bide, ev jî ji ber vê bû ku Obama geheşte wê baweriyê ku Herêma Kurdistanê bi serokatiya serok Mesûd Barzanî dûrgeheka azadiyê ye di nav eqyanûsek ji tevheviyê de, lwra heger ev dûrgeha azad jinvhere, wiha hebûna Rojhilata Naverast namîne.

Giringiya serok Mesûd Barzanî di guhertina ev hevkêşa aloz de ew bû ku wî çaverê nedikir cîhan alîkariya Kurdistanê bike yan na, belku berî cêhan biryarê bide, serok Barzanî wek pêşmergeyekî biryara (Kurdistan yan neman) da û wek jeneralekî serbazî pilan ji bo jinavbirina efsaneyiya DAIŞê darişt û nîşanda ku efsaneya terorîstên DAIŞê nayên şikandin hêza pêşmerge dikare wan bişkîne, ev berovajîkirine jî ji rizgarkirina qeza Mexmûrê destpêkir ku serok Barzanî bi kesatiya xwe serpereştî dikir, ev serketina jeneral Mesûd Barzanî ji bo dariştina ew pilana leşkerî vedigere ku di mawê kêmtir ji 100 seatan û berî ku firokeyên hevpeymanan dest bi êrîşan bikin, bajarê Mexmûrê azad kir û metirsî li ser paytextê dûrxist, ev dibe waneyek ji bo şerê hevçerx re bi terorîstan re ku gereke li hemû ekadîmiyên leşkerî yên cîhanê were xwendin û were destnîşankirin, ji ber ku paş karesata 11yê September 2001, ev cara yekemîne di dîroka şerê terorîstên Elqaîde, DAIŞ, BokoHeram, Şebab bi vî corî terorîst tên şikandin.

Ev serketine ku paşê serketinên bendava Mûsil û Zumar li pê hatin, serjinû stratîjiyeta şerê dijî DAIŞê gorî, îro jî ku bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî wek pêşmerge û jeneralekî serbazî ew bi xwe serpereştiya şer dike, pêşmerge bi ala Kurdistanê diçe nava Şengalê û ev jî wate serok Mesûd Barzanî pêşmerge û jeneralekî leşkerî cîhaniye ku mezintirîn girêka aloz di şerê dijî terorê de bo hemû cîhana azad vekir û gereke hemû cîhan li ser modêla pêşmerge û di çarçoveya pilana serbaziya jeneral Mesûd Barzanî stratîjiyeta dijî terorê dabirêjin.
Top