• Sunday, 16 June 2024
logo

Piştî Serketinên Pêşmerge Emerîka Stratîjiya Şerê Dijî DAIŞê Pênasedike

Gulan Media January 14, 2015 Raport
Piştî Serketinên Pêşmerge Emerîka Stratîjiya Şerê Dijî DAIŞê Pênasedike
((Berpirsên Emerîka cardin tekezê li wê yekê dikin ku şerê li dijî terorîstên DAIŞê şerekî domdirêje, heta li Îraqê jî ku rêveberiya serok Obama ewlewiyet dayê ye, lê serketinên vê dawiyê yên Hêza Pêşmerge amajeye ji bo berûvajîbûna arasteya êrîşa terorîstên DAIŞê, ku renge derencam di şiyandebe terorîst werin dorsinûr kirin û ji (Mûsil û Feloce û Tekrît)ê jî werin derxistin, herwek çawa di her piroseyeke serbazî de dema Emerîka û hevpeymanên wê karê xwe dikin, gereke piştgiriya wan gavan bikin ku serkeftinên zêdetir jê werin bidestxistin .. Eger Emerîka bikare bersiva vê pirsyarê bide: kî hêza beja ji bo piroseya êrîşkirinê peydadike? Beşeka vê bersivê bi xwe damezrandina ew 12 fîrqeyên serbazî bû ji sopayê Îraq û Hêza Pêşmerge ku gereke werin meşqkirin û hemû kelûpel ji wan re werin amadekirin)).

Cêmis Cêfrî
Balyozê Berê Emerîka Li Çraqê
29/12/2014

Berî Serketinên Pêşmerge Cîhanê Çawa DAIŞ Didît?

Serok Obama dema li 11î Septembera 2014ê stratîjiya şerê dijî terorîstên DAIŞê ragihand, bi ew a gereke karek were kirin daku terorîst werin bêomêdkirin û paşê werin têkşikandin (degrade and ultimately destroyed), ew rastî rexneyeke mezin a pisporên biwarê ewlehî û serbazî hat ji navendên hizir û vekolînan li Emerîkaa û li seranserî cîhanê jî, lewra paş yek du heftiyan bi mezinên sopayê 20 welatên hevpeymaniya nêvdewletî re civiya daku karekî bikin tenê êrîşa terorîstên DAIŞê rabigrin, sedema vê jî ew bû ew leşkerê Îraqê ku di mawê heşt salên hukumraniya Nûrî Malikî de kojmê 25 milyar dolar ji aliyê Emerîka ve lê hatibû xerckirin, di demjmêrek duduyan de bi hemû ew çek û teqemenî û tank û hemer û teknolojiya pêşketî xwe radestî terorsîtên DAIŞê kirin, lewra ev serketina mezin a DAIŞê bi ser leşkerê Îraqê de û li Sûriya bi ser leşkerê Esed de ku parêzgeha Req bidest xwe xistibû, wiha kiribû ku navendên hizirê li Emerîka bi gîştş û şîretgeha pêwendiyên derve a Emerîka bigehin wê baweriyê ku ew a bi serê Împratoriyeta Romanî hatî bi destê berberiyan, heman tişt wê bi serê Emerîka jî bê bi destê terorîstên DAIŞê.

Profîsor Maks Bot, nivîserê pirtûka Leşkerê Veşartî (Invisible Armies), şerê terorîstan bi şêweyekî giştî wek şerkirina ligel tarmayî û leşkerê sîber pênas kiriye û dibêje: (Siruşt û taybetmendiya şerê terorîstan, şêwazê şerê grop gropê biçûk û tunebûna bingeheke fermandeyî serbazî ku bikare vê hêzê kontrol bike, ev leşkere ne leşkerekî rêkxistî ye, kok û tamara şêwazê ew şerên terorîst didin meşandin, kok û tamareke kora dîrokî ye û renge vegere bo destpêka dîroka mirovatiyê, wê demê ew corê şer êlan li dijî hev radike, tektîkê wan şeran jî pêkdihat ji êrîşkirin, belefirotin û talankirin û paşê vekişîn û veşartin, di dîrokê de Împratoriyeta Romanî ku ew jî di serdemê xwe de wek Emerîka niha soper hêzeke bê hevrik bû, rûbirûyî şerê berberiyan bû, berberî xêl bûn wek Împratoriyeta Romanî ne xudan bingeheke leşkerîbûn, lê bûn çavkaniya tirseke mezin bo ser ew împratoriyeta mezin û derencam di kabê de lêxistin)).

Lê pirsyar li vir ew e: gelo Makis But wek hizirmend û lêkolerekî ji xwendina dîrokê ev metirsiye destnîşankiriye, erê dezgehên hewalgiriya rojava û hevpeymanên dijî terorê wan jî hest bi vê metirsiyê kiriye? Bersiva vê pirsyarê di koreke Rob Bîrsol rêveberê hewalgiriya Holenda li amojgeha Waşintonê de bidest dikive ku bi navûnîşanê (Cîhadîzim li Ewropa zêdetir dibe: dîdekî holendî), behs kiriye. Sedema lidarxistina vê korê ji bo Rob Bîrsolî ji bo wê yekê vedigereku dezgeha hewalgiriya Holenda namêlkeka 58 laperî bi navûnîşana (Guhertina Cîhadîzmê li Holenda, Dînamîkiyeta Sêber û Hêzeke Nû) belavkiriye, ev namêlke û xala hevbeşa vê metirisiyê ji bo Rojava û Emerîka giringiya xwe hebû, ev pirtûke ji bo zimanê Îngilîzî û hemû zimanên Ewropî hate wergêran, ev jî wate metirsiya ev leşkerê nexuya, hemû welatên Rojava kontrol kiriye, rêveberê hewalgiriya Holenda di wê korê de dibêje: ((dezgeha hewalgiriya Holenda ji destpêka hezara nû ve pir bi hûrî û bi pir şêwazên cuda liva tevgerên cîhadî û cîhadiyên şerker li Holenda xwendiye, ji destpêka sedsala bîst û yekê, ew tevgera cîhadî ku li Holenda çêbibû, pêkdihatin ji xelkên aram ku bi şêweyekî tiyorî piropaginde ji bo cîhadê dikirin, lewra karê dezgeha hewalgêrî û ewlehiya Holenda asanbû, heta heger hatiba zanîn kesek ji şerê cîhadî hezdike , banêdikirin û me şîretdikir û rastdikir, lê ji destpêka sala 2013ê ve me hest kir ku di mawê çend mehan de, hat dîtin ku rewş bi temamî bi şêweyekî seyir hat guhertin, bi sedan welatiyên Holenda çûne cîhadê li Sûriya û li gor texmînan niha bi sedan welatiyên Holenda li Sûriya ne ji bo cîhadê, 19 ji wan di şeran de hatine kuştin, ku sêya xwe teqandine, ji vê bi tirstir ew ên li Holenda hevsozn ji bo wan cîhadiyan bi hezarane, dezgeha hewalgiriya Holenda çwar gorankariyên serkî li ser zêdebûna rewta cîhadîzmê destnîşankiriye ku pêktên ji:

Ev zêdebûna seyir a cîhadîzmê vedigere ji bo wê yekê ku cîhadiyan ji şaşiyên xwe yên berê fêrbûn û niha bûne terorîstên temam, bi şêweyekê kardikin ku nebin cihê baldariya xelkê, ew ên seferê dikin, fêrbûn derewan bikin, ji dezgehên hewalgiriyê re dibêjin em diçin ji bo şahiya zewacê, yan ji bo seredana mirovên xwe, lewra hukumeta holendî tu sedemên yasayî li ber dest tuneye ta rê li wan bigire.
Tevgera cîhadî li Holenda pir baş tora civakî bikartîne ji bo gehandina peyama xwe, lewra ev hokare bi şêweyekî bingehî têkelî û karlêkiya navbera cîhadiyan de guhertiye, berê gehandina peyamê bi şêweyekî stonî bû ji serokên wan bo pêketiyan, lê niha bûye asoyî û hebûna peyamên cuda nîşana ew fereh peyamiyeye.
Aliyekî din ê metirsiya cîhadiyan çawaniya bikaranîna torên civakî ye, ew jî germkirin bi şêweyê sîber, ev dînamîke ne sentralîke, belku bilez û nerme, endamên tevgera cîhadî bi şêweyekî serbixwe kardikin, lê hemû bi başî ji wê yekê famdikin ka wê çawa bigehin wê armancê ku dixwazin pêgênê.
Cîhadiyên Holenda ji cîhadiyên Belçîka û Berîtaniya fêrbûn, ku hizir û boçûnên xwe bi şêweyekî îstifzazî lê yasayî derbibirin, lewra azadiya raderbirînê biwarekê mezin daye cîhadiyan, ew zanane û xwe ji wê yekê dûrdixin ku bi wî corî gotarê bidin û pê rastî sizayên yasayî werin.

Pirsyara giring li vir ew e: Heger rojava bi ev leşkerê nexuya hatibe dorpêçkirin, û rojava bi xwe bibe çavkaniya şandina terorîstan ji bo wan cihan ku niha terorîst heta astekî şerê teqlîdî têde dikin, gelo ta çiqasê ev yeke metirsiyê dirust dike? Maks But di lêkolînekê de bi navnîşana (Pirbûna Şerên Biçûk) di hejmara meha November û Dîsembera kovara Forên Efêrz belavkiriye, dibêje: ((Nabe tu ji cîhana serdem têbigehî, heger te ji şêwazê şerê terorîstên wek şêwazê şerê partîzanî – ku têkiliyekî nêzîk bihev ve girêdide- tênegehî, herwiha li gor ew kesên lêkolînê di derbara dîroka leşkerî dikin, ew rastiya biecêb ku rastê tên ji pêwendiya şanoya nêvdewletî aserdem, ew e ku niha û di vê demê de tu şerekî teqlîdî di navbera du welatan de tuneye, dawî şerê teqlîdî a dinavbera du dewletan de şerê di navbera Rûsiya û Corciya de bû li sala 2008ê, wate ew ê niha têpêşandan şereke ku hêlên wê ne roşinin, wate xala destpêkê û dawiyê nediyarin, tevî wê jî şerekî xwînawî û kujeke û bi piranî sivîl kirine armanc, ji aliyekî din ve taybetmendiyeke din a ev dema cîhan tê re derbaz dibe ew e ku şer di çarçovê sinûrê welatan de û di nav welatan bi xwe de derdikevin, ne tenê di navbera welatan de belku niha komele welatek hene, wek Îraq, Kolombiya, Îsraîl, Meksîk, Nîcîriya, Pakistan û çend welatên din ku xwe di rewşekê de dibînin ku rastî dujminekî hatine di şerê xwe de tektîkê şerê partîzanî û terorîstî bikartînin, em dikarin destnîşanbikin ku îsal Îraqê bi xwîntirîn sala xwe birêkir, ku pirtir ji 15 hezar kes ji xelkên sivîl û hêzên ewlehiya welêt hatin kuştin, bi sedema bihêz bûn û basikstûrbûna rêxistina terorîstî DAIŞê, ku xuyaye ev ne şerekî teqlîdî bû ku bi dawê Îraqê girt)).

Pêşmerge Karî Bergiriyê Bike
Sopa Îraqê Ji Ber Hev Hilweşiya

Ji bo Îro, serdemê teknolojiya û şoreşê zanyarî û torên civakî, şerê li dijî terorîstan ne tenê şerkirine li dijî giropekî ku bi tektîkê partîzanî û xwepeqandinê şer bi te re dikin, belku şerekî teknolojiya têkder û terorîstane bihêz dikin, ji vê jî giringtir ew a terorîstên DAIŞ kirine bi wehşiyeteke hovane ew çek û teqemeniyên pir ku ji Sûriya û Îraqê bi dest ketine herwiha hebûna nefteke pir li ew navçeyên ku dagîr kirine, lewra ev cara yekê ye di dîroka mirovayetiyê de giropek bi şêwazekê ne teqlîdî şer dike û wek dewletekî xudan bingehê leşkerî yê mezin û abûrî rûbirûyî mirovayetiyê dibe, lewra di vê derbarê de şikandina wehşa DAIŞê dûrdirêje, lê pêşmerge ew hevkêşe jî guhertiye. Wek Cêmis Cêfrî balyozê berê yê Emerîka li Îraqê, di dawî gotar de bi nanîşana: (Em çawa muamelê ligel serketinên dijî DAIŞê bikin?) nivîsandiye:
Serketinên Pêşmerge karî arasteya şerê DAIŞê ji êrîşkirin bo şûveçûn û bergirîkirinê biguhêre, ev jî wate ev serketina pêşmerge di mawê kêmtir ji çwar mehan de ku hên ew meşq û rahênan bi pêşmerge nehatiye kirin ku li bere Emerîka û hevpeyman pê bikin, herwiha ew çek û teqemeniyên ku Kongres razîbûye bide pêşmerge, hên nedanê ye, tevî vê jî ev serketinên mezin bi dest xistine, di demekê de hemû hizirmendên cîhanê û mezinên leşkerî yên hemû welatên hevpeymanan tekezê li wê yekê dikin ku ev şer e şerekî domdirêje. Bi taybet hizirmendekî wek Rîçar Has ku xudan pir pêşbîniyên siyasî û dîplomasî yên mezin bû di mawê 20 salên borî de, ew destnîşandike ku ev şerê DAIŞê teşbîhî şerê 30 salî yê Ewropa dibe, lê niha cîhan dibîne, pêşmerge di mawê kêmtir ji 100 seat de û berî ku balefirên hevpeymanan êrîşên esmanî encambidin, pêşmerge karî DAIŞ bisekinîne û Mexmorê azad bike, ji vê jî zêdetir di mawê tenê sê meh de 3200 KM çwargoşe ji terorîstên DAIŞê pakkir, ev wek Makis But di pirtûka xwe de behsê dike pêwendî bi serkirdatiya wî welatî ve heye ku çawa di nav dilê miletê xwe de dijî, bo vê jî nimûneya serketina Gîvara li Koba û şikestina li Polîviya berhev dike.

Li vir li cihê xwe ye em bipirsin: çima pêşmerge bi çikekî kêm serketin bidestxist, lê leşkerê Malilî ku bi buhayê 25 milyar dolar çekên nû li ber dest bû hilweşiya? Ji bo bersiv dana ev pirsyara giring ka em vegerin bo şêwazê avakirina hukumraniyê ji aliyê serok wezîrê berê yê Îraqê, ka em bizanin Malikî çawa helsokewt kir bi dilgiranî û nerazîbûnên xelkê re? xuyaye taybetmendiya serekî a Hukumraniya Malikî pêkdihat ji takrewî û mejiyê navendî û xwe sepandinê, dema destpêka sala 2014ê çekdarên li dijî hukumetê di nav de Elqaîde destê xwe dane ser navçeyeke parêzgeha Enbarê, di nav de Feloce û çend taxên bajarê Remadî navenda parêzgehê bidest xwe xistin, Malikî bi pozbilindî û dilreşiyeke zêdetir helsokewt kir û li şûna çareserkirna dilgiranî û nerazîbûnan, berê xwe da belvpêkirin û dûrxistin û paşguhxistina zêdetir a xwepêşander û mangirtiyan, wate berûvajî mirovekî bi aqil yê dewletmedar, ev jî wate stratîjiya xulikirina meji û dilan dameşandin, herwiha li hember Herêma Kurdistanê jî li şûna çareserkirina kêşeyan û yekalîkirina nakokiyan berê xwe da biryarên takekesî û binpêkirina destûrê û metirsîdartirîn gav avêt ku ew jî birîna bodceya xelkê Kurdistanê û sepandina dorpêça abûrî bû bi ser Herêmê de ..! lê wek me dît encamên berûvajî çêbûn û Malikî di kêmtirîn dem de pirtirîn axa Îraqê ji dest da û leşker jî rastî şikandineke mezin kir li hember rêxistina terorîstî a DAIŞê, welat ber bi asoyekî nediyar bir û kire welatekî bargiran bi şerê terorê û kirêza darayî li paş xwe hîş, lê nikarî îradeya xelkê Kurdistanê bişkîne, Terorîst jî ketin şaşiyan ji wan bû ew a bi leşkerê Îraqê re kirine dikarin bi pêşmerge re jî bikin, DAIŞ dema di sergermiya serketina xwe a bilez û ecêbbûn li hember leşkerê Îraqê, ji wan bû dikarin heman ezmûn bi Kurdistanê re jî dobare bikin, ev didemekê de li Kurdistanê serokekî rewa û hilbijartî heye, ku rewatî ji îradeya xelkê Kurdistanê standiye û pişta wî bi dengê xelk û cemawer bi hêz e, lewra DAIŞ li vir kete şaşiyan di hesabên xwe de û renge berêxadan bo Kurdistanê destpêka avabûna roja wan be li Îraqê herçiqas ev girêdayiye bi çawaniya helsokewtkirina hukumeta Îraqê û çawaniya çareserkirina kêşeyên siyasî yên welêt ku ew kêşane çavkaniya piraniya kêşeyên ewlehîne û dibine dermanê wan derdan jî, wate DAIŞ li Kurdistanê rastî rewşeke temam a cuda hat û li hember hêza pêşmerge sekinî ku pêwîstiyên serketinê di dest deye, çûnkî herwek Mawtis Tong dibêj: (di şer de xelk wek avê ne û leşker jî wek masiya ne), ku ev pêwendiye pir bi ciwanî hatiye bercestekirin di navbera hêza pêşmerge û xelkê Kurdistanê de, herwiha tekez li ser perepêdana baştirîn û nêzîktirîn pêwendî di navbera leşker û xelkê asayî de dike, ev jî ji ber wê rastiyê bû ku baş fêmkiribû ku şerê niha ne wek şerê sedsala yekê ye û nabe tu şerekî bikî û boçûna giştî û piştevaniya xelkê ne li gel te be.

Lewra û ji bo niha ku temama fakterên bihêz yên serketina hêza pêşmerge û fakterên lawaz yên leşkerê serdema Malikî derketine, gereke ji niha ve hevpeymanên nêvdewletî bi giştî û Emerîka bi taybetî di avakirina leşkerê Îraqê de, take armanca wan ne ew be leşkerekî li ser bingeha hizira serbazî a mucered avabikin wek di mawê salên 2003 – 2011 an de kirin, belku a giring leşkerek be Îraqî bi leşkerê xwe bizanin, bi kêmasî erebên Îraqê bi Şîe û Sune bi leşkerê xwe bizanin, berûvajî tu encamek nabe.
Top