• Sunday, 16 June 2024
logo

Qûnaxa parastina sinûrên Kurdistanê têgehîştine ji ew jîngeha DAIŞ li xwe digre

Gulan Media January 25, 2015 Raport
Qûnaxa parastina sinûrên Kurdistanê têgehîştine ji ew jîngeha DAIŞ li xwe digre
Hemû welatên azad û demokrat ku niha di eniyekê de bi hevre ji bo şerê li dijî terorîstên DAIŞê kombûne, her yek ji wan kêşeyek mezin bi geşeya hizira cîhadîzmê û pêşveçûna wê ber bi hizira cîhada tekfîrî re heye, cudahiya kêşeyên welatên azad û demokrat wek cudahiya navên rêkxirawên terorîstên cîhadî cudaye, ji ber ku raste rêxistinên terorîstî çend navên cuda wek (BokoHeram û Şebab û DAIŞ û Qaîde .. HWD) hene, lê her hemû ji yek çavkanî derketine û yek armanca wan heye, lewra kêşe û tehediyên terorîstan jî li ser welatên azad û demokrat tevî ku li her welatekî cudahî heye, lê hemû kêşe û tehedî di yek xal de rastî hev tên, ew jî peydakirina gef û metirsiyê ye li ser paşeroja demokrasî û paşeroja azadiyê, di nav vê de Kurdistanê taybetmendî û cêwaziya xwe heye, ji ber ku hêza pêşmergê Kurdistanê di eniya pêş a şerê teqlîdî a bi DAIŞê re ye û di vî şerî de biserketiye, lewra niha li hember qûnaxeke nû ye ku ew jî parastina sinûrên Kurdistanê yeû bi dijminê mijawî û nexuya re îrada xwe diceribîne.

Di mawê 25 salan de tenê pêşmerge li pêşiya terorîstan sekiniye

Taybet kirina gotara roja Îyiniyê a mizgeftê xîlafeta îslamî a DAIŞê li ser pêşmerge û gef û mefên wan ku wê heyfê vedin, ev baştirîn danpêdane ji aliyê rêxistina Qaîde ve (Ji ber ku DAIŞ heta 2014ê Qaîde bû) ku li hember hêzekê şikîne ew jî hêza pêşmerge ye, êrîşa şeva Înê li ser şemiyê jî bo ser navçeya Guwêr nîşandana ew kîna reş e ku paş serketinên pêşmerge di dilê EboBekir Bexdadî xelîfet de peydabûye, wek serpereştyarê mihwerê Guwêr Mexmûr ragihandî xelîfe EboBekir bi xwe serpereştiya wê êrîşê kiriye. Ew tektîka ku di êrîşa xwe a ser Guwêr de bikaranîbûn rastiyê ji me re derdixîne ku ew êdî nikarin şerê teqlîdî (Eniya Leşkerî) bi pêşmerge re bikin, lewra berê xwe didin şerê biçûk yên terorîstî û bi şêwazê partîzane êrîş dikin û talandikin û reşkujiyê dikin û vedikşên, ev jî daku tirsê di nav xelkê Kurdistanê de peydabikin û wêriya pêşmerge bişkînin!

Wate em çi ji guhertina ev tektîka DAIŞê dixwînin? Bêgoman em şikest û şermezariya xelîfeya Dewleta Îslamî DAIŞê dixwînin ku paş dagîrkirina Mûsil û ragihandina xelîfeya îslamî, ji Pakistanê heta biyabana Efrîqiya ew bejirandin, ev şermezariya xelîfeya dewleta îslamî a DAIŞê li hember îradeya pêşmerge rewşeke dînkirinê peydakiriye, ew ketiye rewşeke ku her çi bi dest bikeve ew diceribîne, ji ber ku di saykolojiyeta erebên çolê de dema serok eşîretek dişkiya, rûyê wî di nav eşîreta wî de reş dibû, ka em bala xwe bidinê heger xelîfeya dewleta îslamî DAIŞ şikîbe li hember hêzekê ku bi qasî çekdarên DAIŞê nehatine meşqpêkirin û çekên nû ne li ber dest e wê dema çawa xelîfe EboBekir Bexdadî dikare di nav terorîstên DAIŞê de serê xwe rake?

Heger em vegerin dîroka serhildan yan damezrandina rêxistina terorîstî a Qaîdê, em ê bibînin ku rêxistina terorîstî Qaîde di mawê 25 salan de di tu êrîş û şerekî de wek vê carê bi destê pêşmerge neşikiyaye, xelîfeyê DAIŞê baş dizane, serketina pêşmerge ji kûratiya hezkirina Kurdistanê û îradeya leşkeriya pêşmerge ye û ev şikandine jî nayê veşartin lewra berê xwe dide şêwazên tirsandinê yên din û herwiha êrîşkirina ser baregehê rojnameyekê di nav dilê Parîsê de her wek çawa demekê berî niha êrîşî gazînoyekê kirin li bajarê Sîdnî a Ustraliya.

Ew ên hevsozin bi hizira DAIŞ û Qaîde û hiceta ji reftarên DAIŞê re dibînin, bê şerim li kor û kombûnên nêvdewletî venaşêrin ku mezintirîn asteng li hember DAIŞ û Qaîde dewleta Kurdistanê ye, DAIŞ peydabûye daku pirojeya damezrandina dewleta Kurdistanê bisekinîne, lê wek Emîl Elmeyda sernivîserê berê yê rojnameya Şerqul Ewset a çapa îngilîzî di rojê 4 Dîsembera 2014ê û paş azadikirina Zumarê nivîsandibû, xelîfe EboBekir Bexdadî hesab ji bo îradeya pêşmerge nekiribû loma êrîşî Kurdistanê kir, lê dema pêşmerge terorîstên dewleta DAIŞê dişkînin û navçeyên dagîrkirî yên Kurdistanê ji wan pakdikin, wiha ev şer e dibe pirove û taqîkirin ka çawa sinûrên Kurdistanê tê parastin, ev ne axaftina rojnamevanekî Kurd yan Kurdistanî ye daku em bêjin ji ber dilsoziya bi pêşmerge re wiha wesif dike, belku ev axaftina mamostayê zanîngeha Lendin û sernivîserê rojnameyeke cîhaniye, lewra heger em ji mejiyê çolê yê xelîfe EboBekir Bexdadî û ji kûratiya hizira vî rojnamevanî bixwînin û rewşa derûniya niha a Ebobekir Bexdadî bixwînin ku bi xwe dibîne pir ketiye pêşiya BinLadin, em ê hest bikin ku vê şikandinê çi şermezariyek têde çandiye, ev peyayê tirsok ku leşkerek ji gencên Musliman li seranserî cîhanê leşkerekî xwekuj li dijî mirovatiyê jê dirust kiriye, niha ewqas biçûk û tirsoke ku nikare xwe jî bikuje.

Req û kîna paş şikestinê û mirina ji şermezariyê

Dîroka serjêkirin û komkujî û kirina jina bi kole, dîroka şerê êlî a erebên çolê ye, mêrê erebê çolê wek Elî Werdî dibêje, karkirinê bi çûkbûn dizane, peyva pêşe (senet) ku bi erebî jê re dibêjin (mihne) ji (mehane) hatiye, anku kesek bibe xudanê karekî û bi karê xwe bi serbilindî mala xwe xudanbike, di mejiyê erebên çolê de ew mirovekî nizim û zeîf e, lewra têgeha mêrbûnê li cem erebên çolê ji wan kesan re dihat gotin ku dikarin bi zora şûr şer bikin û êlên derdora xwe dagîr bikin û peyayên wan êlan xezû bikin bikujin û keç û jin û malên wan wek xenîme ji xwe re bibin.

Destnîşankirina mejiyê erebên çolê ku xelîfe EboBekir Bexdadî sedî sed cêbecê dike ji bo têgeha peya û xezûkirinê ew e ku nabe peya di şer de bişkê, ku şikiya jî gereke xwe bikuje, ev taybetiye berê îslamê hebû û bi nav dîroka îslamê jî ketiye heta bi niha, lewra dema EboBekir bi navê îslamê serê xelkê jêdike û destê xelkê qutdike û komkujiyê dike û jinan jî wek xenîme dibîne û dikire difroşe wiha Bexdadî mejiyê erebên çolê cêbecê dike.

Ev vegera ji bo mejiyê erebên çolê, di dema serketinê de xwe ji hemû teybetmendiyên mirovan xelasdike û ew tiştê xwedê jê heznakewek gurekî hov li hember dijminê xwe dike, di dema derdan û şikestinan de jî cardin hemû taybetmendiyên mirovan ji xwe xelas dike û kîn û dilreşiyê berhemtîne, wek me di dîroka erebî û îslamî de xwendiye digehe wê radê ku were xwestin xwîn birjê heta gelî tijibibin, ji aliyekî din ev mejiyê çolê ne tenê di nav îslamê de ye, wek nimûne ku Zeîm Sedîq fermandeyekî leşkerî yê Besiyan sala 1963yê li Silêmaniyê, ewqas hest bi şermezariyê kir ku leşkerê wî li hember hêza pêşmerge yê şoreşa Eylolê bi rêberiya Mistefa Barzanî şikest, qedexekirina hatinûçûnê li Silêmaniyê ragihand û yê ku xeber ji Mistefa Barzanî re negotana bi xweşî di nav hamiya Silêmaniyê de dixiste bin axê, ev yek ji me re dibêje ku bi xweşî bin ax kirin jî berhemeke din yê mejiyê erebên çolê ye, ev yek di sedsala şeşê û heftê a zayînî de hatiye cêbecêkirin, lewra gereke niha em ji astê şermezariya xelîfe EboBekir fambikin û em bizanin ku ew ji bo veşartina şermezariya xelîfeya xwe wê hemû tiştekî bikin, herwek çawa Sedam Husên berê xwe da kîmyabaran û Enfalê, lewra tê çaverêkirin bi Kurdistanê re wek eniya pêş yê şer berdewam bin di şerê xwînrijînê de û bi hevpeymanên nêvdewletî re jî êrîşên Parîs û Sêdnî li paytextên din jî dûbare bibin.

Zimanekî zelal ji bo berhemanîna hêza zana

Kêşeya Kurdistanê bi terorîstên DAIŞê re bi rizgarkirina Mûsilê re nayê çareserkirin, ji ber ku heger hemû hêzên Îraq û Kurdistan û Hevpeymanên Nêvdewletî bikarin bi şêweyê şerê teqlîdî Mûsilê rizgarkin û heta karekî wiha bikin wek çawa Ferensa li sala 1957ê li Cezaîrê kirî, ku tenê di mawê yek salî de şer li Cezaîrê nema û li sala 1962 Şarl Dîgol bineçarî kişiya, lewra bi zimanekî zelal kêşa Kurdistanê bi terorîstên DAIŞê re ne tenê rigarkirina Mûsilê ye, herwiha ne tenê ew terore ye ku cîhan pênase dike, kêşa Kurd bi wî mejî re ye ku di hemû aydiyolojiyekê de heman reftar li dijî Kurd û Kurdistanê berhem tîne, mejiyê erebên çolê tenê di nav îsalmê de geş nabe, belku baştir di nav hizira şovînî a netewa erebî de geş dibe, me ev jî di dîroka xwe ya nêzîk de dîtiye, lewra ji niha ve zimanê zelal carek din hemû têgehan pênase dike, pênaseyek ku carek din me neke şer û karesatên din.

Li vir pirsyar ew e: gelo di nav ereban de mejiyê moderin û pêketî ku bawerî bi pêkvejiyan û aştî û demokrasiyê hebe, tuneye? Di bersiva vê pirsyarê de em ê bêjin: mixabin ew bira erebê ku baweriya wan bi aştî û demokrasî û pêkvejiyan û mafê gelan hebe, ne li Îraqê, belku li temama cîhanaa erebî jimara wan kême û ew dibin deshelata ew ê baweriya wan bi deshelatdariya mejiyê bedewî heye de ne û nikarin hevkêşê biguhêrin, bo nimûne: di nav erebên Îraqê de, niha ew bira erebên ku di siyasetê de bi mejiyê sedesala heft û heyşta zayînê hizirdikin, hejmara wan 1-3 % derbaz nake, dengderên erebên Îraqê 98% li ser bingehê Şerê Cemel (Merekit Cemel) di helbijartinan de den dane, ew ê şîe dengê xwe daye şîe û yê sine dengê xwe daye sine, ev jî ne ku dengê xwe daye erebekê şîe ku xwe bi îraqî bizane belku daye şîeyekî ku mezhebê xwe bi lêvegera xwe bizane herwiha erebê sine jî li ser heman tişt dengê xwe daye, dengê xwe daye siniyekî ku wek sine hizir bike ne îraqî. Vêca heger erebekî şîe yan sune di dema li îraqê hukumraniyê dike, hewil bide ji bo berjewendiya neteweyê jî kêşeyan çareserbike, vêca gereke li hêviya kodeta yan terorkirinê be, bo nimûne Ebdul Kerîm Qasim danpêdan bi wê yekê kir ku Îraq nîştimanê hevbeş yê Kurd û Ereb ye lê li sala 1959ê hewla kuştina wî hat kirin, li 1961ê êrîşî Kurdistanê kir, ev jî wate tevî ku Ebdul Kerîm Qasim efser bû, ne siyasî, zelaltir ew ne Besî bû, lê ew neçar kirin ku wek Besî bi mejiyê çolê hizirbike, erebê îraqê serê xwe bi mejiyê çolê bilinddikin, ew bi xwe dibêjin: (Ihna bedo, wênel edo?) Wate em erebên çolêne kanî dijmin? Ev xwendina ji bo mijiyê erebê çolê yan erebê biyabanê, ne kêmkirina neteweyeke cîrane, ev xwendineke ku bi şêweyekî giştî piraniya ereban bi taybet ew ên xwediyê hizira netewiya erebî serê xwe pê bilind dikin, bo nimûne heger em wînin ber çavê xwe Sedam Husên ku her şevekê gotarek hebû, di hemû gotarên xwe de pendên erebê çolê tanîn, wek nîşandana heybeta peyayên ereb.

Wate zimanê zelal klîta berhemanîna hêza zanaye, ev jî wate em wek Kurd û Kurdistanî, ne em dikarin û ne em dixwazin wan bi hêza leşkerî bikulînin û ne bi zimanê nerim û rêkeftinan jî em dikarin baweriyê li cem wan çêkin û bi hev re bijîn, sedema sade ji bo vê rewşê, ne pirsa bê omêdbûnê ye, belku têgeha şer, rêkeftin û bihevrejiyanê di mejiyê erebê çolê de pir cudaye ji ew wateya ku me Kurd û Kurdistaniyan famkirî, bo nimûne:

Di mejiyê erebên çolê de (çi ew ên bangeşa îslamê dikin û çi ew ên bangeşa netewa ereb dikin) rêkeftin û hevpeymanî û bihevrejiyan tektîkin di demekê de girê didin yan pê razî dibin ku ew nikarin şer bikin, mejiyê erebê çolê ev bi pêxember re kirin ku nav lêkirin Sulhê Hudeybiye, lê pêgirî pê nekirin, ev ji me re dibêje: rêkeftin, hevpeymanî û bihevrejiyan di mejiyê erebê çolê de xwe radestkirine û radestkirin jî nayê qebûl kirin.

Ezmûnên şoreşên Kurdistanê ji 1943-1991, ji sala 1943yê ve hukumetên li du hev yên îraqê bi padîşayetî û komarî ve, her demekê zeîf bibin daxwaza rêkeftin û diyalog û danûstanan kirine, lê hemû caran rêkeftin û danûstan ji aliyê hukumetê ve bi dawî hatiye pişter hovanetir belê xwe bi me dane.
Ji sala 1992-2003an kurdan ezmûneke din bi opozisyona îaraqê re destpêkir, heta Sedam ket di mawê 11 salan de hemû aliyên opozisyona Îraqê bi zimanekî dipeyvîn dema çûn Bexdadê bi zimanekî din peyivîn, bala xwe bidinê li sala 2003yê pêşmerge hevpeymanê Hevpeymana Nêvdewletî bû ji bo hilweşandina SedamHusên, lê ji mawê 2003yê het bi 2014ê mejiyê erebê çolê pêşmerge wek beşek ji sîstema bergiriya Îraqê ji bodce û moçe û meşq û rahênanê hatibû bêbeşkirin.

Temaşekin , samanên siruştî yên jê erdê, xwedê daye netewa Kurd, kurd nabêje ev samane tenên ji min re ye, lê mejiyê erebê çolê zelal dibêjin ew axa ku çavkaniyên siruştî têde be ne Kurdistan e!, berê nizanîn ku Kurdistan hemû nefte wiha dizanîn ku tenê neft li Xaneqîn û Kerkûk û deşta Nînewa heye, bala xwe bidin ka tenê di mawê kêmtir ji yek du dehsalan de çi bi serê wan navçana neanîn, Kerkûk 12 salin ji aliyê deshelata kurdî ve tê hukumkirin, lê li dawiya 2014ê û li dema bilindkirina ala Kurdistanê, ereban ala DAIŞ bilindkirin! Wate ew hazirin di bin ala DAIŞ de bijîn lê ne amadene di bin ala Kurdistanê de bijîn, ev di demekê de ew erebane hatine anîn daku sîmayê kurdistanî bûna Kerkûkê hindabikin.

Bala xwe bidin mawê salên 2005-2014an, bi hesab ev neh salane qûnaxa cêbecêkirina destûra îraqê bû, ew destûra ku wan bi xwe dengê xwe li ser da û di bingeh de ji bo demokrasiya lihevkirinê hatiye dariştin daku carek din kemîne nekevin jêr destê piraniyê, lê di cêbecêkirinê de her ji sala yekê ve bûye demokrasiya piraniyê, şîe û sune li dijî kurd disekinîn, wiha dihate zanîn ku ev reftarê kesekî ye ger were ladan rewş wê baş bibe, kurdan bi xwe Malikî li cihê Îbrahîm Ceferî helbijart, paşê em bi xwe razî bûn ku Ceferî bibe navbir di navbera Kurd û Malikî de, ka em bala xwe bidin rojên dawî yên pêdana baweriyê bi hukumeta Ebadî, ku du kesan rûniştin birêvedibir (Dr Selîm Ceborî û Aram Şêx Mihemed) daxwaz hat kirin ku tenê 30 xolekan rûniştin were paşxistin, bi piraniya reha a dengên perlementarên sune û şîe ev daxwaz hate refzkirin, paş wê jî ka em li qûnaxa şerên li dijî DAIŞê binêrin, pêşmerge û Heşda Şebî bi hev re Amirlî azadkirin û rêya Bexdadê hate vekirin, Hadî Amirî ku berê wek dostê kurdan dihate temaşekirin, Kerkûk wek bajarekî îraqî (mebest erebî) danaskirin, heger ne wiha be Hewlêr û Silêmanî û Duhok jî heta niha sê bajarên îraqî ne.

Hêza Zana hevsengî û aramiyê peydadike

Pir caran ji ew dostên cîhanî yên kurd ku heta niha di jiyanê de ne û ji nêzîk ve bi Barzanî Nemir re danûstandin kirine, em dibîsin ku her demê Mistefa Barzanî omêda wî ew bû ku heger tenê yek dewleta heba piştevaniya kurdan kiriba û danpêdan bi dewleta Kurdistanê bikira, wiha dewleta Kurdistanê wê di salên heftiyan di sedsala borî de ragihandiba, wate berî nîv sedsalî Barzanî Mistefa gîştiye wê baweriyê ku Kurdistan Başûr nikare bi mejiyê erebên îraqê re bijî, gîştin bi vê baweriyê li cem Barzaniyê Nemir ne tişteekî asane, ji ber ku wî bi destpêka şoreşa Barzan re li sala 1943yê hewil daye bingehekê ji bo pêkvejiyana kurd û ereb dîne ji bo ku herdu neteweyên Kurd û Ereb ji destê dîktatoriyetê rizgarbin.

Barzanî Mistefa hevrê û hevxebatê Cemal Ebdulnasir bû ku demeke pir dirêj wek rêberê dayika erebî dihate temaşekirin, lê paş 30 salaan ji xebatê ew gîşte wê baweriyê ku bihevrejiyan mehale, ji ber ku tu hêzek tineye ji bilî hêza pêşmerge bikare kêşeya Kurdistana Başûr bi ereban re çareserbike, lewra her rêkeftin û aştiyek bi erebên îraqê re sune be yan şîe, tenê bêdengkirina çekane û piştî wê agirbestê hovanetir bela xwe bi me didin, eger em ev dîrok û ev ezmûnên ku bi erebên îraqê re hene bikin pend ji paşeroja xwe re gereke bi kêmasî em di van xalan de hizirbikin:

Ji ber ku em gîştine wê baweriyê ku niha xelîfe EboBekir Bexdadî ji şermezariya şikestina li hember pêşmerge, kerb û kînek li hember kurdan hilgirtiye, lewra gereke em hazirbin ji her tiştekî re herwiha nabe hêza pêşmerge bi tu hêzeke erebî (Sune yan Şîe) re têkelkirin û operasyonên hevbeş encam bidin.

Ereb bi gîştî û erebên îraqê bi taybet baweriya wan bi wê yekê tune ye ku kurdan dewleteke serbixwe hebe yan dewletek hebe navê xwe Kurdistan be, niha ew dewlete wek dîfakto heye lewra gereke sinûrê Kurdistanê ji bo vê rewşê ku dewleteke terorîstî cîranê me ye, ev sinûrane bi tamamî di bin kontrola pêşmerge de bin.

Gereke welatên Hevpeymaniya Nêvdewletî bi taybet hersê welatên mezin yên Cibata Ewlehiyê (Emerîka, Berîtaniya û Ferensa) herwiha welatên Yekîtiya Ewropa û bi taybet welatên mezin yên Yekîtiya Ewropa wek (Berîtaniya, Ferensa, Elemaniya û Îtaliya) û temama welatên din yên endam di wê yekîtiyê de, stratîjiya hevkarîkirina eniya dijî terorîstên DAIŞê biguhêrin bo stratîjiyeta damezrandin û danpêdan bi dewleta Kurdistanê, ev jî ne ji ber xatirê kurd, belku ji berxatirê berjewendî û aştî û ewlehiya wan û ewlehiya nêvdewletî, gereke lezê bikin di xwendina ew rewşa dewleta xîlafeta îslamî li ser welatên erebî û îslamî û Rojhilata Naverast û Bakurê Efrîqiya û biyabana Seb peydakirî, di ev cugrafiya nû de, ji bilî Kurdistanê tu welatek bingehê dewleta hevçerx têde tuneye ku bikare li ser erdê şerê terorîstên DAIŞê bike, gereke welatên Hevpeymanên NATO û Yekîtiya Ewropa pendê ji Turkiya bigrin ku zêdetire ji 60 salan endamê NATO ye û çend dehsalin kandîdê Yekîtiya Ewropa ye û heta niha nekariye şerê terorîstên DAIŞê bike, Misir mezintirîn welatê erebî ye tevî ku amadeyiya xwe nîşandaye ku şerê terorîstên DAIŞê bike lê nikare wî karî bike, Seûdiya û kendav ku nêzîktirîn hevpeymanên Emerîka ne, ne tenê nikarin şerê DAIŞê bikin belku ji destê wan derkeve wê alîkariya Cebhetul Nusre bidin ku ew jî tayekî rêxistina Qaîde ne. lewra pêwîstekurd di vê qûnaxê de piroja avakirina dewleta Kurdistanê wek pirojeyeke nêvdewletî ji bo berjewendiya mirovatiyê û şikandina terorîstan bi fermî rêbixin û erkê parastina vî dewletî jî bike berpirsyariya nêvdewletî.


Top