• Sunday, 16 June 2024
logo

Bi sîstema mirî a cîhanê muamele bi serketinên pêşmerge re nayê kirin

Gulan Media February 11, 2015 Raport
Bi sîstema mirî a cîhanê muamele bi serketinên pêşmerge re nayê kirin
Con Kêrî di gotarekê de ku heftiya borî li hember korbenda aboriya Davos pêşkêşkirî û taybet bû bi rûbrûbûna Hevpeymaniya Nêvdewletî dijî terorîstên DAIŞê, tekez li wê yekê kir ku ew ne hevhizire ligel wan hizirmendan ku dibînin sîstema cîhanî a paş şerê sar ji ber hev hilweşiye û Rojhilata Navîn para mezin a wê ji ber hev hilweşandinê ye. Kêrî di gotara xwe de zelal bersiva dawî gotara Rîçard Has serokê şîretgeha pêwendiyên derve daye ku di hejmara November û Dîsember a dawiya sala borî di Forên Efêrz bi navnîşana (Ji ber hev hilweşiye: em çawa bersiva ev cîhana bê sîstem bidin?) belav kiriye, derbarê vê pirsyarê wezîrê derve yê Emerîka zelal û li ser rewşa Rohilata Naverast destnîşankir ku ew ên dibînin sîstema cîhanî li vê navçeyê ji ber hev hilweşiye, ne wihaye û ew sîsteme ji ber hev hilneweşiye û dewletên wê navçeyê hemû bihêzin û endamên Hevpeymaniya Nêvdewletî a dijî DAIŞê ne, ev bersiva wezîrê derve yê Emerîka temam wekî bersiva wê pirsyarê ye ku Kirîstiyan Amanpor di kenala CNN de li Hezîrana 2013ê ji wezîrê derve yê Îraqê pirsî: (gelo sîstema siyasî a Îraqê ji ber hev hilweşiye? Di bersivê de wezîrê derve yê Îraqê tekez li ser wê yekê kir ku na sîstema siyasî a Îraqê ji ber hev hilneweşiye û Îraq dewleteke demokrat û federal e. lê pirsyar ew e li Hezîrana 2014ê me çi dît? Bêgoman dagîrkirina Mûsilê bû ji aliyê terorîstên DAIŞê ve û ragihandina xîlafeta îslamî bû li Îraq û Sûriya!

Renge wezîrê derve yê Îraqê li sala 2013ê bi xwe bawerî bi wê bersivê nebe, û ji ber sedemên siyasî û diplomasî bi wî rengî bersiva CNN dabe, ew jî ji ber ku wezîrê derve yê Îraqê di wê demê de kurd bû û renge heger rastî ji CNN re bigota ku belê sîstema siyasî a Îraqê ji ber hev hilweşiye û kar pê nayê kirin, renge wê demê kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê girantir bibin, lewra wî bi şêweyekî diplomasî bersiv da. Pirsyara giring li vir ew e: gelo Con Kêrî bo çi mebestê ew bersive daye gelo ew jî wek wezîrê berê yê derve yê Îraqê bawerî bi bersiva xwe tune ye? Bersiva vê pirsyarê ne tenê li vekolîna nû a Rîçard Has belku ji pir hizirmend û diplomatkarên xudan ezmûn yên Emerîka bi dest dikeve ji wan:

1- Li Novembera 2013ê Dînîs Ros ku demê zêdetir ji 20 salan di herdu rêvebiriyên komarî û demokratî de alîkarê wezîrê Emerîka bû û di herdu rêvebiriyên serok Boş û rêvebiriya yekemîn a Obama de şîretkarbû, niha jî vekolerekî mezin e li şîretgeha Waşinton bo siyaseta Rojhilata Nêzîk di muhazereyekê de bi navnîşana diplomasî ji bo xwendekarên pêwendiyên nêvdewletî li zanîngeha Şîkago, tekez li ser wê yekê kiriye ku nexşa Saykis Bîko êdî nikare aramiyê li navçeyê peyda bike, ew dibêje: ((li sala 2007ê paş ku rêzistina Qaîde beşek ji Rojavayê Îraqê dagîrkir, min ji wan pirsî: gelo wê çi bibe heger ji bo aramiya Rojhilata Naverast em nexşeya Sayks Bîko berdin û vegerin bo nexşeya Lorans yê Ereb? Min ji rêvebiriya Corc Debilyo Boş re got: destkarî di nexşeya Sayks Bîko de neyê kirin baş e, lê di bersiva eynî pirs di heman korde paş şeş salan dibêje: ((heger niha (dawiya 2013ê) rêvebiriya Obama ji min bipirse, ez ê bêjim baştire dev ji Sayks Bîko berdin û vegerin bo nexşeya Loransa Ereb)).
Ev muhadereya Ros nêzîkî 100 rojan berî peydabûna DAIŞê û neh mehan berî damezrandina xîlafeta îslamî ye li Îraq û Sûriya.

2- Paş ragihandina xîlafeta îslamî ji aliyê DAIŞê ve, Hinrî Kîsincer pirtûkek bi navnîşana (sîstema cîhanî belavkiriye, di korekê de ku Rîçard Has li ser vê pirtûkê li şîretgeha civata pêwendiyên derve ku ji bo Kîsincer rêzistibû, destpêkê bi ken jê dipirse: (çima navnîşana pirtûka te tenê sîstema cîhanî ye û te tu navnîşanên lawekî jê re danennaye?) di vê pirsyarê de mebesta Has ew e çima amaje nekiriye ku sîstema cîhanî a paş şer ê sar bi dawî bûye? Di bersiva vê pirsyarê de Kîsincer dibêje: (dema birêtanî vê pirtûkê dixwînin, ew bi xwe navnîşaneke lawekî jê re datînin. Xuyaye ji bo Emerîka pêwîstî bi navnîşana lawekî tuneye, çûnkî Emerîka xwe bi xudanê sîstema nû a cîhanê dizane, ji ber ku ji destpêka salên nûdî ji sedsala borî Corc Boşê bavikk ev sîsteme ragihand)).

Heger em ji ev bersiva bi henek a Kîsincer bersiva Con Kêrî bidin, diyare Kîsincer di pirtûka xwe de zelal ew yek destnîşankiriye heger dewleta hevçerx berhema rêkeftina wîstvaliya be ji bo dawî anîn bi şerê 30 salî, wiha ew şerê 30 salî wekî Ewropa ku niha li Rojhilata Naverast vêketiye berhema wan dewletane ku paş rêkeftinnameya Sayks Bîko li Rojhilata Naverast hatine çêkirin, vê jî ew şerê niha ku terorîstên DAIŞê û Qaîde û Şebab û Bokoheram li Pakistan heta bi Neycîriya vêxistine, bi rêkeftineke din a wekî Wîstvaliya bidawî dibe û dewlet bi şêweyekî din tên avakirin û bi corekî din sîstema cîhanî tê rêxistin. Ev jî wê watayê dide ku ne tenê sîstema cîhanî a nû ku Corc Boşê bavik ragihandibû bi dawî bûye, belku ew sîsteme jî bi dawî bûye ku berhemû rêkeftina Wîstvaliya bû.

3- Firansên Fokoyama ku her ji dema çêbûna xîlafeta îslamî a DAIŞê bergê dûyê a pirtûka (bingehên sîstema cîhanî) bi navnîşanaa (sîstema siyasî û heldêra siyasî) belavkiriye, di muhazereyekê de derbarê bergê dûyê yê vê pirtûkê amaje bi wê yekê dike ku ew paş sala 2001ê ku Emerîka Efganistan dagîrkir û paşê li sala 2003ê Îraq dagîrkir, ew mijolî lêkolînê ye li ser avakirina dewletê, ev jî wate Fokoyama hewil daye di avakirina Efganistanê li paş Talîban û Îraq paş rejîma Beis alîkariya dewleta xwe bike, paş ku ji Fokoyama re derket ku Emerîka di avakirina Îraq û Efganistanê de wek dewlet, ketiye rêyeke şaş wî pirtûka (avakirina dewletê di sedsala bîst û yekê de) gehande çapê, di vê pirtûkê de Fokoyama tekez li ser wê yekê dike ku dewleta zeîf ne tenê gefe bo ser dewleta xwe belku dibe gef li ser aştî û ewlehiya cîhanê di sedsala bîst û yekê de, di mawê hewlên wî yên berdewam bi dirêjiya 10 salan ji 2001 heta bi 2011an ew gîşte wê baweriyê ku careke din vegere ser pirtûka Hintingitin, mamostayê (sîstema siyasî di civakên qûnaxa veguhastinê de) û vê pirtûkê fereh bike, lê wek ew bi xwe dibêje: dema wî ew pirtûke carek din xwend wî hest kir ku temama sîstema siyasî a dewletê ji çêbûna dewleta Çînê ve 300 sal berî zayînê heta çêbûna dewleta neteweyî li Ewropa, ew pêdivî bi carek din lê vegerê heye, ji vê jî zêdetir pêwîste ew kodane werin dîtin, ka çima dezgehên hinek dewletên wek Danîmark û dewletên Bakurê Ewropa pir baş kardikin, lê li Somal û Neycîriya welêt xeradikin? Ew dipirse: çima ew faksîna li nexwaşxanên Emerîka vayrosa (HIV) a Aydizê disekinînin, lê heman vaksîn li nexwaşxaneyên Neycîriya zêdetir vê vayrosê belavdike?

Fokoyama derbarê serketina terorîstan û terorîstên DAIŞê bi taybetî zelal dibêje: DAIŞ û terorîst ne bi wî astî bihêzin wek ku xuyadikin, bihêziya DAIŞ û terorîstan ew ku dewlet ji Pakistanê heta Neycîriya lawaz û serneketî ne. lewra gereke hizir li avakirina dewleteke hevçerx wiha were kirin ku bersiva guhertinên vê qûnaxê bide.

Ji bilî hizirmend û diplomatkaran, medyakarên mezin yên Emerîka jî giringî bi vê pirsê dane wek (Zibîncîyo Birjiniskî, Cozêf Nay, Tomas Firîdman û hinekên din) hemû li ser wê xalê hev hizirin û di wê baweriyê de ne ku êdî ew dewletên Rojhilata Naverast û cîhana îslamî nikarin ewlehiyê dirust bikin. Li ser astê serokên vê navçeyê jî, Receb Teyib Erdogan serok komarê Turkiya li dawiya sala borî, di korekê de ku li şîretgeha pêwendiyên derve a Emerîka jê re hate li darxistin, wî jî di dema pesinkirina dîroka împratoriyeta Osmanî amaje bi wê yekê kir ku çend sedsalan ew navçeye di çarçoveya împratoriyeta osmanî de bû û navçeyeke aram bû şer tê de çênedibûn. Ew dibêje: ((em xelkê wê navçeyê nasdikin û dîroka wê navçeyê dizanin û em dizanin ew kêşeye çawa çareserdibe)). Axaftinên Erdogan amajeyeke rone ji bo cardin zindîkirina îmbiratoriyeta Osmanî bi şêweyekî din, bi kêmasî veger bo sinûrê ew wîlayetên ku li serdemê îmbratoriyeta Osmanî hebûna xwe hebû.

Wate tu goman di wê yekê de tune ye ku diplomatkarê mezin û navdar wek Con Kêrî ji van gorankariyan bê agah be û van rastiyan hemûyan retbike. Xuyaye ku Kêrî berê serokê komîta pêwendiyên derve bû li Kongrisê û aje hemû hûrbîniyên pêwendiyên nêvdewletî yên Emerîka bû bi temama cîhanê re û sedema serekî ji bo kirina wî bi wezîrê derve yê Emerîka wek di dema xwe de hate destnîşankirin, ew bû ku Con Kêrî pêwendiyeke pir fereh bi hemû cîhanê re hebû û ji kêşeyan famdikir û şiyana çareserkirina kêşeyan hebû, lewra ev hemû ji me re dibêjin ku Con Kêrî bi xwe bawerî bi bersiva xwe tuneye, lê ew rêvebiriya Emerîka ye ku naxwaze ji çarçovê ev sîstema mirî derkeve.

Çima Rêvebiriya Emerîka Mirina Sîstema Kevina Cîhanê Vedişêre?


Wûnston Çarçel ku di mawê şerê cîhanî yê duyê de serok wezîrê Birîtaniya bû û hevalê nêzîk yê Rozfeltê serokê wê demê yê Emerîka bû, bi hev re hevpeyman di şer de bi serxist û her bi hev re jî bingehê neteweyln yekgirtî ji bo şerê dijî dewletên mihwer rêkxist û her ew neteweyên yekgirtî jî paş temambûna şerê duyem yê cîhanê, bûye ev rêxistina nêvdewletiya ku niha cihê civaka gelan girtiye. Çerçel derbarê helwêsta Emerîka li hember boyeran dibêje: ((Emerîka gavên baş davêje, lê paş ku hemû rêyên xerab taqî dike))! Ji vê jî zêdetir Fokoyama dibêje: ((danpêdan bi gorankariyan wek diyardeyeke siroştî li cem dewletan pir girane, heta heger ew gorankariye di berjewendiya dewletê bi xwe de be, wek nimûne dema ku barot hatiye dîtin û çek jê hate çêkirin û dawî bi şûr û tîr û kevanan anî, piraniya ew dewletên li wê serdemê nedixwastin biselimînin, ku çekê agirî yê barotê wek şûr û tîrkevanan muamele pêre nayê kirin, heta kar gîşte wê radeyê ku çekê agirî yê barotê metirsiya nemanê li wan kir, vêca bi eşkere dan bi wê yekê kirin ku pêwîste berê xwe bidin çekê agirî yê barotê û dest ji şûr û tîrkevanan berdin)).

Ev ji bo dagîrkirina Herêma Kirîma ji aliyê Rûsiya ve herwiha şerê navxwe yê Sûriya û rewşa niha yê Îraq û Efganistanê raste, ji ber ku Emerîka dewletên Ewropî bi sedema lezqandina Kirêma bi Rûsiya ve dizanin, Rûsiya ne tenê Kirêma belku xwe bi xudanê Okraniya dizane û Kîyêfa paytexta Okraniya wek paytextê ola Kirîstiyan a Ersodosk dizane, ev heman hiceta Sedam Husên bû ji bo dagîrkirina Kiweytê li sala 1990, lê çima hevpeymaniya nêvdewletî li sala 1990 ji bo derxistina Sedam ji Kiweytê çêbû, lê li dijî Rûsiya çênabe? Xuyaye ew sîstema cîhanî a li sala 1990 karî hevpeymaniyeke nêvdewletî di çarçovê biryara civata ewlehiyê de çêbike û hevpeymaniya nêvdewletî bi xwe karîn biryara civata ewlehiyê cêbecêbikin, lê niha ev sîstema mirî ye û nikare wek sala 1990 xweşbibe!

Pirsyara din ew e: gelo çênebûna hevpeymaniya nêvdewletî dijî Rûsiya ji ber wê yekê ye ku Rûsiya welatekî bihêz e? xuyaye boyer ji me re dibêjin: na, ne ji ber hêza Rûsiya ye, ji ber ku Yekîtiya Sovyet li sala 1990 ji aliyê leşkerî ve ji Rûsiya niha bihêztir bû, wê demê Yekîtiya Sovyet ji ber hev hilneweşî bû, lê Emerîka niha ne li hember Rûsiya heta li hemberê Sûriya jî nikare hevpeymaniyeke nêvdewletî çêke, belku nikare hemû dewletên NATO jî kombike, her wek nimûne: di êrîşa ser Lîbiya de ji bo hilweşandina Muemer Qezafî, Turkiya wek endamekî NATO beşdar ne bû, niha jî di şerê li dijî DAIŞê de, Ehmed Dawod Oglo mihekê berî niha zelal ji kenala CNN re ragihand ku Turkiya merca xwe heye û ew mercane her wek xwe ne û gorankarî bi ser de çênebûne û heta ew mercane neyên cêbecêkirin, ew beşdariya vî şerî nakin, Erdogan jî wek serok komar berî Oglo li nav Emerîka ji wan re ragihand: em dizanin kêşe tên çareserkirin, li ser vê helwîstê jî em bi wê yekê hatine tometbarkirin ku em hevkariya DAIŞê dikin, lê me pêşwaziya 1.6 milyon koçberên Sûriya kiriye û me çend milyar dolar ji bo bicihkirin û peydakirina xizmetgozariyan ji wan re xerckiriye, lê heta em negihin baweriyê em beşdar nabin. Aliyekî din ew a niha di derbarê danûstanên navbera rejîma Beşar Esed û aliyên opozisyonê bi serpereştiya Rûsiya em dibînin û Emerîka jî piştgiriyê dike, wê wateyê dide ku Emerîka bi temamî dest ji ladana Beşar Esed ji deshelatê berdaye, di demekê de ku salekê berî niha Emerîka bikaranîna çekê kîmyayî ji aliyê Esed ve wek hêla sor dazanîn û derket ku Esed ew hêla sor derbaz kiriye û Emerîka jî nikarî tu tiştî bike. Lewra ev rewşe bûye rastî û êdî nayê veşartin, her çiqas Emerîka naxwaze danpêdanê pê bike. Pispor û hizirmendên siyasî sedeman bi wê yekê ve girêdidin ku Emerîka wek mezine hêzek û civaka ewlehiya nêvdewletî wek dawî lêveger ji bo biryarên cîhanê êdî nikarin kêşeyan çareserbikin, Emerîka jî ku di sîstema paş şerê sar de xwe bi xudanê sîstema cîhanî dizanî û heta berî boyerên welatên erebî daxwaza serkirdatîkirina wê sîstemê dikir û nexşe ji bo hukumraniya global yan cîhanê dadirişt, niha sîstem maye û ne hukumraniya global jî çêdibe.

Pêşmerge koda ew sîstema cîhanî ye ku hîn jidayik nebûye

Kêşeya serekî li Rojhilata Naverast modêla wan dewleta ye ku wek xelata şer ji bo bi serketiyên şerê yekê yê cîhanê hatine çêkirin, ev dewletane jî berî şer wek destkeftiyên şer hatine belakirin û rengvedana corê wan dabeşkirina ye ku berjewendiya serketiyên şer pê tê parastin, zelaltir jî ji vê mirov dikare bêje: ew dewletên Rojhilata Naverast hevsengiya hêzê û berjewendiya hevbeş dirust nekiriye, belku çêkirî ne ji bo parastina hevsengiya hêzê û parastina berjewendiya ew welatên ku wan bi xwe ji bo wê mebestê çêkirine, paş şerê duyem yê cîhanê jî carek din ew dewlet wek xelateke hazir carek din bi ser welatên serketî yên şerê cîhanî a duyê hatin parvekirin. Xuyaye paş şerê duyê yê cîhanê serketiyên şer zêdetir bûn û Sovyet û Emerîka jî hatine ser, vêca ji ber ew têgeha Ewropî a derbarê dewletê, dewletên Ewropî dewletên xwe cuda dizanin ligel ew dewletên ku wek xelataa şer tên dirustkirin, lewra ew tenahî û aştiya li welatên Ewropa û li Bakurê Emerîka peydabûye, wiha li dewletên din yên Emerîka Latînî, Efrîqiya, Bakurê Efrîqiya û Rojhilata Naverast nayê dîtin, heta li beşeke mezin a Asiya ku ji modêla dewletên Ewropî ne, ji bilî Çîn û Japonê jî, wan jî berdewam nakokî hene û şer di navbera wan de hebû, ew modêleke din a dewletan in, lê paş şerê duyem yê cîhanê Japon jî her li ser modêla dewletên Ewropa hate avakirin, lewra paş bi dawî hatina şerê duyem yê cîhanê cuda ji wê yekê ku para mezina welatê wan wek xwe bi yekperçe bûne xelataa şer, di heman dem de li ser pir dewletaan li hev nekirin û ew perçe kirin, bo nimûne perçekirina Koriya bo Koriya Bakur û Koriya Başûr, herwiha Elmaniya bo Elmaniya Rojava û Elmaniya Rojhilat, ji vê jî zêdetir Berlîn hate perçekirin, ji ber ku ev dewletane ji bo mebest û berjewendiya dewletên din hatine çêkirin, ne dewlet hatine çêkirin ji bo berjewendiya neteweyê û armanc ne ew bû ku netewe di nav wê dewletê de bi xwe xwe çêbike, wiha berdewam kêşeya wan heye, ji ber vê jî ew hêzên mezin xwe bi xudanê wan dewletan dizanin, berdewam destêwerdanê dikin û dibine kêşe ji bo dewletên mezin jî, dewletên mezin daku ew dewlet wek xwe bimînin, hemû berjewendiyên wan dewletan bi bijardeyekê ve girêdane ku ew bi xwe piştgiriyê lê dikin, vêca çi ew bijardene baş bin yan xerab bin, ew bergiriyê lê dikin! Bo nimûne bergiriya rêvebiriya Obama li Malikî û bergiriya niha a Emerîka li Heyder Ebadî, lê tevî wê jî Con Kêrî bi xwe pir baş dizane ku yê guhertin li ser erdê çêkiriye, hêza pêşmerge ye, ne hukumeta nû a Ebadî, ew hemû serketinên pêşmerge ji Kobanê heta Celewla di demekê de ye ku heta niha yek bendê rêkeftina taybet bi Herêma Kurdistanê ku pêktê ji şandina bodce û moçeya pêşmerge nehatine cêbecêkirin, hefteyekê paş gotara Con Kêrî li Davos nûh bodceya Îraqê hate pesend kirin, ev veşartina Con Kêrî ku di gotara xwe de behsa rizgarkirina Tekrîtê dike, ku hên nehatiye azadkirin ji aliyê leşkerê Îraqê ve, ku heta heger were azadkirin jî wê ne leşkerê Îraqê bi tenê azad bike belku wê hêza millî û hêzên navçeyê jî pêre bin, ev wê nagehîne ku Con Kîrî wek ji xewrabûna leşkerê Îraqê amajê pêdike!

Con Kêrî û rêvebiriya Emerîka bi xwe baş dizanin, ku leşkerê Îraqê bi asanî rast nabe û heger şer tunebe jî bi kêmasî 5-6 salan dixwaze heta bibe leşkerek ku bi kêmî bikare zêrevaniya sinûran bike, ne şerê dewletekê bike. Sedema serekî ji bo ev piştgiriya Con Kêrî bo hukumeta Ebadî û behskirina leşkerê Îraqê, ne ji ber wê yekê ye ku Ebadî û leşkerê Îraqê serkeftîne, belku sedem vedigere ji bo wê yekê ku Emerîka Îraqa niha wek xelata şşer dibîne û dixwaze ev xilate her ji wan re be, lê pirsyar li vir ew e? gelo Îraq wê wek xelata şer di destê Emerîka de bimîne, heger Kurdistanê dewleta serbixwe ragihand? Bêgoman di dest de namîne, ev jî ne ji ber ku ew migirtî ye heye ku dewleta Kurdistanê di bazina hevpeymaniya Emrîka derkeve, belku ji ber wê yekê ye ku Îraq bê Kurdistan di bazina Emerîka de namîne.

Xuyaye destbijarên hukumraniya Îraqê li Bexdadê, yan bi şêweyekî giştî erebên Îraqê bi sune û şîeyên xwe ve, qet nabin hevpeymanê Emerîka, herdu alî Emerîka bi dagîrker û şeytanê mezin dizanin, herwek ew çipila Emerîka li Sûriya dibîne, ji aliyekî ve rejîma Esed dijî Emerîka ye, ji aliyekî din ve jî opozisyona serekî ku gef be li ser rejîma Esed, ew Qaîde û DAIŞê ji Emerîka baştir dizanin. Pirsyara ji vê giringtir ew e: heger ev sîstema mirî her wek xwe ma û karî rêgiriyê li damezrandina dewleta Kurdistanê bigre, gelo wê berjewendiyên hemû dewletên mezin bi giştî û Emerîka bi taybetî çi lê were? Bêgoman bi êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser Kurdistanê, derket ku cihê ciyosiyasiya Kurdistanê ji bo hevsengiya hêzê û parastina berjewendiyên dewletên mezin li navçeya Rojhilata Naverast û Bakurê Efrîqiya çiqas giringe, derket ku ev cihê ciyosiyasî ji bo parastina hêzên mezin çiqas giringe, ev jî ji ber wê ye heger dewletên mezin dewletên Rojhilata Navîn wek milkê xwe bibînin, wiha wê li nav dewletên xwe de jî wê hêzên ne ji wan xwe bi xudanê wan dewletan bizanin û ew hêzên ne ji wan dewletan wê li ser astê cîhanê bibin hêzên nedewletî yên nêvdewletî. Bo nimûne kompaniyên mezin yên neftê, kompaniya Maykrosoft û hemû kompaniyên mezin yên din, lewra heger serok Obama li roja 8 Ab a 2014ê biryar nedaba û paşê hevpeymaniya nêvdewletî li dijî DAIŞê ranegihanda, wiha dewletên din û hêzên din yên ne nêvdewletî wê batana ser xetê û wê yekê jî wê bi du aliyan zerer biganda berjewendiyên Emerîka, a yekê wê wek hêzeke mezin xatirê xwe ji navçeyê bixwasta, a duyê wê di hundirê welat de kartêkirin li rêvebiriya Emerîka bikira û ew ê biketa di berjewendiya hêzên ne dewletî yên Emerîka, herwek çawa li sala 2008ê êrîşî Word Strît û paşê derket ku Tî Partî xwe kire xudanê wê xwepêşandanê, ev jî wate tu gefek li ser paşeroja komara azad a Emerîka nayê qebûlkirin, heta heger ew gefe ji berhemê lîbral demokrat û pêşketinên Emerîka be. di vê goşeyê de giringiya Kurdistanê ji bo dewletên mezin yên din di nav de Rûsiya jî giringe, lewra hemû pispor û hizirmendên siyasî zelal wê yekê destnîşandikin, Kurdistan take navçeye li Rojhilata Naverast û hemû cîhana îslamî ku kiltor û bihayên mirovî yên wê tu kêşe bi kiltor û bihayên mirovî yên Rojava re tune ye, ji vê jî zêdetir ji ber ku Rojava bigiştî û Emerîka bi taybetî, hejmareke mezin ji koçberên welatên erebî û îslamî li xwe digrin, heger rapirsiyek were kirin, renge hejmarek mezin ji wan DAIŞ bi terorîst nizanibin û bi eşkere piştgiriyê bikin û di meydanên giştî de gotara li ser bidin, lê li Başûr û perçeyên din yên Kurdistanê, heger çend kes çûbine nav terorîstên DAIŞê, wan ji bilî ku mal û zarokên xwe bi xwe re birine, di heman dem de mirovên wan xwe ji wan dûrdixin, ev jî wê watayê dide ku bi têgehîştina kurdan ji îslamê, bûne bi terorîst wek derketin ji ola îslamê tê temaşe kirin, lewra heger rapirsiyek li Kurdistanê were kirin, encama wê wê biselimîne ku tu civakek wek Kurdistanê terorîstan rednake, wate Kurdistan ji bo welatên cîhana îslamî û temama sîstema cîhanî bûye kodê hevsengiya hêzê û parastina berjewendiyan, ev kode heger winda bibe, wiha sîstema cîhanî wê were kilîtkirin, lê heger ev kode bimîne, wiha cîhanê bikare hizir li sîstemeke din bike.

Niha Emerîka ku her di wê xeyalê de ye ku bi xwe serkirdatiya sîstema cîhanî a paş şerê sar bike, ji vê jî zêdetir veneşartiye ku xwe bi xudanê Îraqê dizane û siyaseta wê eşkere ye û heta berî şerê DAIŞê bi wî corî bû ku bi rêya Bexdadê muamelê bi Hewlêrê re bike, di ev çend mehên dawiyê de neçar bû bi şêweyeke din muamelê bi Kurdistanê re bike û neçar bû biryarê bide ku 3 lîwayên leşkerî ji bo pêşmerge pirçek bike û meşq û rahênanê pê bike, lê paş serketinên pêşmerge ji Şengal heta bi Celewla û herwiha azadkirina Kobanê paş çûna pêşmerge, vê wiha kir, wek di gotara Con Kêrî de li Davos me bîstî, her wiha banghêştnekirina nûnerê Kurdistanê ji bo kombûna Londonê a ji bo hevpeymaniya dijî terorîstên DAIŞê, van derxist ku heger ji dest wan derkeve ew ji bo kombûna 18yî Şubatê jî nûnerê kurdan bangnakin! Ev wê watayê didin ku Emerîka dixwaze tenê pêşmerge wek kodê serketina bi ser terorîstan û DAIŞê de di nasnameya Îraqê de bimîne û di çarçovê Îraqê de muamelê pêre bike, vê yekê pir caran Emerîka ber bi şaşiyan biriye û ziyanên mezin gehandiye berjewendiyên wan, ji ber ku heger em li dema 14 salên borî binêrin, ku Emerîka dixwast Îraq û Efganistan bi wî corî be wek ew dixwaze, wiha û li gor ew rastiyên ku çavkaniyên Emerîka eşkere kirine, heta berî şerê DAIŞê 5-6 tirilyon dolar li şerê Îraq û Efganistanê xerckiriye, encam jî ew bû ku di welatên faşil çêkirin, herwiha derket ku hêzên NATO karîn rejîma Muemer Qezafî hilweşînin, lê wan nekarî heta rejîmeke wek a Qezafî jî çêkin, lewra ev serketinên hêza pêşmerge ku bûye kodê serketinê di şerê terorîstan de, lê nikare ew sîstema mirî xweşbike, baştire sîstemeke nû li ser wê were çêkirin, di sîstemê de coreke dewletan werin çêkirin ku leşkerê wê wek pêşmerge bikare terorîstan bişkîne û serokê wê jî wek Barzanî ew şiyane hebe ji bo bi hev re jiyanê wek Gandî û Mandêla be û ji bo parastina azadiyê wek Dîgol û Corc Waşinton be.
Top