• Sunday, 16 June 2024
logo

Konfiransa Miyonîx û amadebûna Serokê Kurdistanê û paşeroja ewlehiya cîhanê

Konfiransa Miyonîx û amadebûna Serokê Kurdistanê û paşeroja ewlehiya cîhanê
((Heger em li navçeya Rojhilata Naverast binêrin, em ê bibînin tehedayên bi tirstir derketine ku bûne gef li ser hebûna pir ji wan dewlet û sîstema, ev ji sê salan zêdetire ku li Sûriya şer e, bi sed hezaran kes bûne qûrbanî û bi milyonan kes jî neçar bûne malên xwe berdin û koçberbibin, niha çirîskên wî agirî ber bi navçeyê ve dere û bingeh hate amadekirin ji bû ragihandina Dewleta Îslamî û zêdetir bûye sedema derzîn û ji ber hev hilweşandina sîsteman li navçeyê. Ew sîstemên ku li Rojhilata Naverast hatine binyatnan, bingeheke faşil û sist heye, tu cihek li dinyayê wek Rojhilata Naverast tineye ku ber bi derdan û ji ber hev hilweşandinê ve dere, niha roja wan sîstema ber bi avabûnê ve dere. Sinûr tên ji nav birin, asoya tu sîstemeke nû jî derneketiye, miştûmireke heye li ser rol û serkirdatî û berpirsyariyên Emerîka di vê derbarê de. Gelo destdirêjiya Emerîka pirtir ber bi paşdeçûnê de ye? Yan Emerîka hemû kar kirine ji bo cêbecêkirina berpirsyariya li ser milê wê? Con Makîn dibêje: ((dema em seredana navçeyên cuda cuda yên cîhanê dikin, ez pir dengan dibîsim di derbara ku Emerîka ber bi şûnde ye, herwiha destdirêjiya Emerîka ber bi şûndeye)), lê Con Kîrî sala borî di vê konfransê de got: ((dereka cîhanê nayê hizira min ku tê de em ber bi şûnde ne, yek cih jî tune ye. Ez ji we re dibêjim ku ev şaşiyeke eşkere ye û ew rastiya wê yekê reddike ew e ku em li cîhanê her karekî encamdidin)) lê ev gotine di cîhanê de tê bîstin, hevpeymanên li Rojhilata Naverast jî dilgiraniya xwe anîne ziman ku Emerîka ne pabende di asta berpirsyariyên xwe de û xwe dûrxistiye)).

Rapora Konfransa Asayîşê li Miyonêx
Şubata 2015ê

Çima li Miyonixê Kêşa Okraniya kete pêş terorîstên DAIŞê?

Paş Berîtaniya, Elmaniya û Ferensa du dewletên mezin yên nav Yekîtiya Ewropa ne, nêrîna wan du dewletan di nav NATO de herwiha li ser astê siyaseta cîhanî jî heta astekê pir ji nêrîna Emerîka û Berîtaniya cudaye, wate nêrîn û boçûna Ferensa û Elemaniya ji bo çareserkirina kêşeyan ji nêrîna Emerîka û Berîtaniya cuda ye, wek nimûne li sala 2003ê di şerê azadkirina Îraqê de Ferensa û Elemaniya nehîştin şer bikeve bin siya rêxistina giştî a Neteweyên Yekgirtî, lê li şerê Efganistanê û derxistina Îraqê ji Kiweytê li sala 1991ê, ew herdu dewlet bi Emerîka û Berîtaniya re hevdeng bûn, niha li ser pirsa terorê û nehîştina Dewleta Îslamî DAIŞê, bi Emerîka û Berîtaniya re hevdengin û şerê hevpeymanên li dijî terorîstên DAIŞê li bin siya nêvdewletî de ye û biryara Civata Ewlehiyê li pişte, lê li ser pirsa dagîrkirina Kirîma ku herêmeke bi ser Okraniya bû ji aliyê hêzên leşkerî ya Rûsiya ve, jeneralên NATO para mezin ji wan boçûna wan bi wî corî ye ku bijardeya leşkerî ji bo derxistina Rûsiya ji Kirîma wê şerekî xwînî li pê be, lê jeneralên Emerîkî dibînin heger bi rêyên diplomasî rê nehatin çareserkirin wiha gereke hizir di hemû mîkanîzmên din de werin kirin, ev cudahiya di boçûnên navbera Emerîka ji aliyekî û Ferensa û Elemaniya ji aliyekî din ve wiha kir ku Mîrkilê şîretkarê Elemaniya û Holandê serokê Ferensa berî destpêka konfransa 51ê a Miyonêx bi serokê Rûsiya Filadîmêr Potên re kombibin daku kêşeya kirîma bi aştî were çareserkirin, ev çûna Mêrkil û Holand heger em bi çavekî din bixwînin wê xuyabibe ku sîstema cîhanî a paş şerê sar êdî bi destêwerdana leşkerî nayê parastin lewra dewletên NATO neçarin berê xwe bidin Rûsiya daku bi şêweyekî diplomasî û aştiyane kêşeya lezqandina Kirîma bi Rûsiya ve çareserbikin, tevî ku ev çareseriye karîgeriyê li balansa hêzê a paş şerê sar û ewlehî û aramiya dewletên Yekîtiya Ewropa heye di heman dem de destpêkirina şerekî din yê sar e di formeke cuda de, lê ev dîfaktoyê niha yêê cîhanê ye û gereke helwêst li ser were kirin, li her aliyekî kêşeya Kirîma were çarekirin wate dawî hatona sîstema paş şerê sar e ji ber van hokaran:

1- Heger wek Ferensa û Elemaniya hewil didin kêşeya Kirîma bi aştî çareserbikinwiha ev bi xwe dawî hatina sîstema cîhanî a paş şerê sar e, ji ber ku li gor binemayên sîstema nû a cîhanê, nabe tu welatek bi destêwerdana leşkerî sinûran binpêbike, lê Rûsiya bi destêwerdana leşkerî ev kar e kir û heta niha cîhanê nikariy vê yekê rastbike.
2- Heger wek jeneralên leşkerî yên Emerîka li Miyonêx amaje pêkirine ku dema hewlên diplomasî bi ser neketin wek ew bi xwe dibêjin wê hemû mîkanîzim li berdest bin, migirtîk yek ji bijardeyan penabirine ji bo hêza leşkerî, pirsyar li vir ew e: her êrîşek li dijî Rûsiya were encamdan wê bê rewatiya nêvdewletî be ji ber ku Rûsiya endamê hertim yê Civata Ewlehiya Nêvdewletî ye û tu biryar li dijî wê dernakevin, ka em wê migirtiyê bikin heger dewletên NATO êrîşî Rûsiya bikin wê çi çêbibe? Bêgoman ji bilî ku kes nizane wê encamê şer çawa be û kes nikare pêşbîniyê bike di heman dem de wê rêkxirawa Neteweyên Yekgirtî jî bi dawî bibe.

Ji vê em hest dikin ku paşeroja ewlehiyê li cîhanê li hember tirseke mezin e, ji aliyekî ve Rûsiya binemayên vê sîstemê binpêkirine ji aliyekî din ve giropên wek terorîstên DAIŞ di du dewletan de (Îraq û Sûriya) xelafeta îslamî ragihandine. Terorîstan ji Pakistan ta bi Neycîriya sîstema cîhanî xistine metirsiyê, lewra û li gor bernameya konferansa ewlehiyê li Miyonixêçareserkirina kêşeya Okraniya kirine destpêkê daku Rûsiya jî hewlên xwe li kêleka hewlên cîhanê bikarbîne ji bo nehîştina metirsiya terorîstan.

Paşeroja Elehiya Cîhanê pêwîstî bi hevpeymaniya Leşkerî û Hewlagêrî heye

Walfeng Şînger serokê Konfransa Miyonêx ku bi fermî dewet ji serokê Herêma Kurdistanê re şandiye ji bo konfransa 51ê a Miyonêx ji bo ewlehiyê, wî di pêşekiya ew raporta ji bo konfransê amadekiriye, nivîsandiye: ((dema ev konfranse tê girêdan, saleke pir giran li pişt siyaseta ewlehiya nêvdewletî dimîne û mawê 12 mehane hejmarek tengasî bi şêweyekî bilez pêşveçûne ku bûne tehda û metirsiyên rasteqîne li ser aştî û ewlehiya nêvdewletî, ev metirsiyane jî şêweyê dirustbûna wan bi wî rengî bû ku pir ji biryarder û şirovekaran pêşbîniya wan nedikir ku çêbibin)).

Ev axaftina serokê konfransa Miyonêx a ji bo ewlehiyê, wê bernameyê rondike ku armanca vê konfransê ye, ew jî ew e ka çima ew nikarin pêşbîniya bpyeran bikin û dema çêdibin jî ew nikarin pêşiya wan bigirin? Ev jî wate renge pirsgirêk ne her tenê di çawaniya rûbirûbûn û berengarbûna metirsiyan de be, belku di wê yekê de berceste dibe ku em nikarin pêşwext hest bi wan serhildan û mezinbûn û pêşveçûna wan metirsiyan bikin!

Nêzîkî salekê berî niha giropeke terorîstî ku wê demê nav li xwe kiribûn (DAIŞ) tenê Feluce û perçek ji Remadî kontrolkiribûn, ji aliyekî din ve her sala çûyî xwepêşanderan bo mawê du mehan li Kiyêf a paytexta Okraniya nerazîbûn derdibirîn, ev boyere li cem pir kesan bi wî rengî dihat temaşekirin ku wê aştiyane û bi rêkeftin di hundirê Okraniya de were çareserkirin, bêgoman ev pêşbîniye wiha derneket, me encamên berûvajî dîtin, gelo li şûna hêwirbûnê me gomrehbûn nedît? Gelo li şûna daketina agirê kêşeyan me kizotê kêşeyan bi tîneke zêdetir û bilindtir nedît?

Wate ew a naveroka konfransa Miyonêx a bo ewlehiyê pêktîne, ew e ku gereke cîhan li sala 2015ê hemû şiyanên xwe têxe wê yekê ku netenê li ser astêhevpeymaniya leşkerî belku gereke ew hevpeymaniye were ferhkirin û astê hevpeymaniya ewlehî û dezgehên hewalgêrî bi xwe ve bigre, herwiha gereke ew karekterên dewletî yên dîfakto jî bi xwe ve bigre ku heta niha di rêkxirawa giştî a Neteweyên Yekgirtî de ne endamin, lê bi yasayên nêvdewletî pabendin û rêzê li bihayên mirov û temama mafên mirov digrin, bo nimûne li Rojhilata Naverast, Başûrê Kurdistanê û li Rojhilata Asiya Taywan.

Di rapora konfransa Miyonêx de amaje bi axaftineke sala borî a Con Kêrî wezîrê derve yê Emerîka hatiye kirin ku di 50emîn konfransa Miyonixê de kiriye, gotiye: ((ez nikarim hizir di derekê de bikim li cîhanê ku em tê de bişûndikevin, yek cih jî tuneye, ez ji were dibêjim ev şaşiyeke zelale ew rastiya ku vê yekê retdike ew e ku em li cîhanê her karekî encam didin ku em bixwazin)). Li hemberê axaftina Kêrî, raport amajê bi axaftineke Con Mekîn sînatorê komarî kiriye ku wî jî gotiye: ((dema em di navçeyên cuda cuda yên cîhanê re geştê dikin, em komdengiyekê dibîsin derbarê ku Emerîka di paşdeçûnê de ye herwiha destdirêjiya Emerîka êdî kin dibe, ev denge li cîhanê tê bîstin, hevpeymanên li Rojhilata Naverast jî bi taybetî dilgiraniya xwe dirbirîne ku Emerîka ne pabende û ne di astê berpirsyariya xwe de ye û xwe dûrxistiye)).

Rapora konfransa Miyonêx ji bo Ewlehiyê derbarê paşeroja Rojhilata Naverast û gorîna nexşeya siyasî a navçeya Rojhilata Naverast amaje bi axaftineke Volker Pêrses serokê navenda Berlîn ji bo xwendinên nêvdewletî û ewlehiyê dike ku bi vî rengî şiroveya rewşê dike: ((em li destpêka rojgareke dûr û dirêj a tengûçelemedane, ez dibînim ku tu welatekî navçeya Rojhilata Naverast namîne ku nekeve jêr karîgeriya vê tengejê. Bi rastî pir ji welat ji cîhana erebî dlgiranin, tevî ew xewşanên di sîstema paş rêkeftina SaykisBîko de hebûn di rojgara paş şerê cîhanî a yekê ku li Şamê kete rojevê, niha roja wê sîstemê ber bi avabûnê ve diçe. Sinûr tên ji nav birin, asoya tu sîstemeke nû jî di asoyê de derneketiye. Careke din şûnwarê xerab a şikestina çendîn dehekên nuxbeyan li pir dewletan ji peydakirina û desteberkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyan û avakirina sîstemeke siyasî ku hemûyan li xwe bigre, derdikevin. Şerê navxwe ku berî niha di sinûrên dewletan de rûdidan, niha li navçeyê rûdidin. Şerê herdu cêwiyên Sûriya û Îraqê gefe li ser pir dewletên cîran, pir ji welatên navçeyê di xana welatên zeîf û şikestî de tên pîvan)).

Renge ew raporta ji bo ecîndeya konfransa Miyonêx a ji bo ewlehiyê hatî amadekirin, ji bo wê armancê hatibe amade kirin ku Emerîka di sala 2015ê de weke sala 2014ê hizirnake, lê li gor ew a me di korbenda abûrî a DAVOS de bîstî destpêka îsal, em ê hest bikin ku hên Emerîka naxwaze wê rastiyê bibîne ku sîstema cîhanê ji ber hev hilweşiyaye, ev ji ber hev hilweşîne ne tenê navçeya Rojhilata Naverast bi xwe ve girtiye, belku dunya hemû bi xwe ve girtiye û heger mîkanîzma karkirina hemû dinyayê bi hev re ji bo çareserkirina vê kêşê neyê guhertin û cîhan li ser hemû astan di asta guhertinan de hevkariyê nekin wiha wê paşeroja ewlehiyê li cîhanê bikeve di metirsiyê de, ev rewşe li penêla korbenda abûriya cîhanê îsal jî li DAVOS rengvedaneke berçav hebû, lewra hinek dirûşim bûne navnîşana penêlan wek: (Paşeroja Sopa û Paşeroja Hewlagiriyê) ku wek pêşkêşkarên penêlan destnîşandikirin, ev cara yekê ye di dîroka korbenda cîhanî a DAVOS de, penêla taybet bi navnîşana paşeroja hewalgiriyê bi wateya paşeroja ewlehiyê hebe, beşdarbûyên penêla paşeroja ewlehiyê li DAVOSê pêkdihatin ji serokê dezgeha hewalgiriyên (Nerwîj, Berîtaniya, Ferensa) di vê penêlê de beşdarbûyan zelal destnîşandikirin ku êdî tiştek namîne jê re were gotin ewlehiya welat û ewlehiya nêvdewletî, hêleke ji hev cudakirinê namîne di navbera peydakirina ewlehiyê û parastina taybetmendî û azadiya kesan, ev ew tirseye ku gereke cîhan ji bo wê hevpeymaniya asayîş û hevpeymaniya di navbera dezgehên hewalgirî de peydabike, gereke hewil were dan ku hevsengiyek di navbera asayîş û taybetmendî û azadiya kesan de bi yasayê were rêkxistin, çûnkî nabe asayîş bibe qûrbaniya parastina taybetmendî û azadiya kesan, herwiha nabe ji bo peydakirina asayîşê dest ji taybetmendî û azadiya kesan were berdan, ev gava Ewropa ji bo hevpeymaniya di navbera dezgehên hewalgêrî de paş bûyera Şarlî Îbdo a Parîsê tê ku cîhan hejand, lewra heger di vê çarçovê de şerê terorîstên DAIŞê were kirin û em ji çarçoveya carek din çêbûna şerê sar di navbera Rûsiya ji aliyekî û Ewropa û Emerîka ji aliyekî din derkevin, wiha şerê terorîstên DAIŞê ji bo Rûsiya û Ewropa û Emerîka û temam cîhanê gefa di astê yekê de ye û di nav vî şerî de Kurdistan aliyê serekî yê vî şerî ye ku li ser destê Hêza Pêşmergê Kurdistanê û hêzên kurdî û bi serpereştiya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê terorîstên DAIŞê hatine şikandin, şikîna terorîstên DAIŞê li ser destê hêza pêşmerge û hêzên kurdî nexşe rêye ji bo paşeroja asayîşê li cîhanê, lewra nabe ev hêza serekî li ser nexşeya paşeroja asayîşa cîhanê were pişguhxistin, di vir de gereke sipasiya Elemaniya û Ferensa were kirin ku zûtir û baştir rastiya cihê ev hêza serekî li ser nexşa paşeroja asayîşê li cîhanê naskirin û bi taybet dema serokê Ferensa bi xwe wek yekemîn serok dewlet seredana Kurdistanê kir û li balefirxaneya nêvdewletî a Hewlêrê silav li ala Kurdistanê û sirûda EyReqîb kir, herwiha Elmaniya ku çendîn car wezîrê wê yê derve hatiye Kurdistanê û rahênan bi pêşmergan kiriye û vê carê berî ku Mesûd Barzanî bigê axa Elmaniya perlemanaa wî welatî ew biryare pesendkir ku yekser alîkariya hêza pêşmergeyê Kurdistanê bike û serokê Kurdistanê wek serokî dewletekî dewetî konfransa Miyonêx kir.

Wateya Beşdarbûna Serokê Kurdistanê di Konfiransa Miyonêx a ji bo Asayîşê de

berdewamiya babetê maye
Top