• Sunday, 16 June 2024
logo

Vatîkan gîştiye wê baweriyê ku Kurdistan take penageha aram a Kirîstiyanên Îraqê ye

Vatîkan gîştiye wê baweriyê ku Kurdistan take penageha aram a Kirîstiyanên Îraqê ye
Paş rûxana rijîma berê a Îraqê li sala 2003yê berdewam tawanên cînosayd û veguhastinê li dijî Kiristiyanan tê meşandin, wek ew komkujiya li sala 2010ê li kilîseya Seyde Necat li Bexdadê hatî encamdan û bi dehan kiristiyanên ku ji bo nimêjê li wê kilîseyê bûn hatin kuştin, li sala 2014ê jî rastî tirsinaktirîn jînosayd bûn di dîroka niha de, lewra Kiristiyan wek ol û çand li Mîzopotamiya di nemanê de ne, sala borî zêdetir ji 125 hezar Kiristiyan bi zorî hatin neçarkirin ku ji navçeyên xwe birevin ji ber ku bi mercên DAIŞê razînebûn û xwastin li ser ola xwe bimînin, ew tenê karîn bi şev birevin û di tariyê de bi riyên cuda cuda çend demjmêran bi meş reviyan û tenê cilên ku li bejna wan bûn bi wan re bûn û xwe gandine Kurdistanê û niha nizanin gelo ka wê bikarin carek din vegerin ser malên xwe?

Mitran Beşar Wirde li hember Kilîseya Wîstmînister li Londonê
10 Şibata 2015ê

Hebûna gefan li ser nasnama Kiristiyanan li Îraqê

Heger dewleta Vatîkanê sîmboleke ji bo nasnama kiristiyanan li cîhanê di demekê de ku gefa nemanê li ser nasnama kiristiyanan li Îraqê tê kirin wiha nabe êdî bêdeng be di asta ew berberiyeta ku DAIŞ li dijî Kiristiyanan û hemû mirovatiyê encamdidin û gereke helwîsteke zelaltir û cidîtir hebe, helwêsta Vatîkanê ne ew e ku Vatîkan bibe endamê hevpeymaniya nêvdewletî li dijî terorîstên DAIŞê ji ber ku Vatîkanê ne sopa û ne leşker tunene, lê helwîsta vatîkanê ji aliyê siyasî ve karîgeriyeke pir mezintir li ser hevpeymaniya nêvdewletî a li dijî DAIŞê heye, herwiha dikare deriyekî diyalogê veke di navbera cîhana kiristiyan û cîhana îslamî de ji vê jî zêdetir dewleta Vatîkanê ku niha nasnameye ji bo aştî û kiristiyanan li cîhanê dikare dîroka şerê xwînî nav vî olî bike ezmûnek ji bo hevkarîkirina cîhanê ji bo dawî anîn bi ew tundî û berberiyeta ku terorîst li jêr perdê ola îslamî encamdidin. Li hemberê giringe Vatîkan zelaltir li ser astê civaka nêvdewletî piştgiriya zêdetir a wan dewlet û navçana bike ku bi şêweyekî mirovdostane û di bin siya kiltora bihevre jiyanê û lêborînê jîngeheke aram ji bo bihevre jiyana netewe û olên cuda çêkiriye, xuyaye ku ciwantirîn cih jî ji bo pêkvejiyanê û lêborînê Herêma Kurdistanê ye û hemû mitran û qeşeyên kilîseyên Îraq û Kurdistanê vê rastiyê destnîşandikin, heger Herêma Kurdistanê bi wî astî pêşwaziya birayên kiristiyanên Îraqê nekiriba, wiha niha kiristiyanên Îraqê wê rastî kuştin û teqandina kilîseyan batana û heta heger li navçeyên li jêr deshelata xîlafeta îslamî a DAIŞê jî bimana, wiha wek mitran Beşar Metî Werde li kilîseya Wêstmînîster li Londonê bi zelalî ji cîhanê re ragihand wê demê gerekbû dest ji ola xwe berdana û li ser destê DAIŞê bibanaa îslam.

Mitran û qeşeyên Îraq û Kurdistanê ku niha piraniya wan li Kurdistanê ne, ew yeke veneşartine ku ew bê omêd bûne carek din vegerin ser mal û milkên xwe û bikarin bi azadî dab û nerîtên xwe yên olî û çandî birêvebibin lewra tevî ku ew wê daxwazê dikin ku hevpeymaniya nêvdewletî a li dijî DAIŞê li ser astê leşkerî bi beja beşdariyê di azadkirina wan navçeyan de bikin ku niha li jêr destê DAIŞê ne, di heman dem de wê ji hev cuda dikin ku azadkirina navçeyên wan ji aliyê leşkerî ve wate azadkirine jî ji aliyê siyasî ve, lewra tevî ku ev pirse wek gava yekemîn bi azadkirina leşkerî destpêdike, lê di pê re gereke ew jîngehe jî were amadekirin ku azadiya siyasî û olî û ferhengî berdestbike, ev jî ku sîstema siyasî were amadekirin wek sîstema siyasî a Herêma Kurdistanê li ser bingeha pêkvejiyan û lêborînê were avakirin, ev bingehe gereke wek pirensîp helwîst li ser were dayîn, ne wek tektîk ku niha Hizbulaha Lobnanê û rejîma Elewî a Esed bi navî kemîne bi kiristiyanan re helsûkewtê dikin.

Niha ku terorîstên DAIŞê li navçeyên Neynewa di wê hewlê de ne ku hemû sîmayên kiristiyan û hemû paşmaweyên dîrokî yên Aşûrî û Kurd li wî bajarî jinavbibin û şûnwarên dîrokî diteqînin, êdî tu goman li ser wê rastiyê namînin ku raste giropek bi navê xîlafeta îslamî vî karî li hember Kiristiyanan li Neynewa dikin, lê nabe em wê yekê ji bîr bikin ku kiltorek jî heye di asta ew reftara berberî de bêdenge, bi watayeke din raste ne beşdarin di jinavbirin û teqandin û hemû şûnwarên kevin de, lê ew pê xemgîn nabin bara mezin a Kiristiyanan hest bi vê yekê kirine, civaka nêvdewletî bi şêweyekî din hizir di parastina nasnama hemû wan ol û neteweyan de bike ku ne ereb û ne îslamin, ji ber ku raste hizira DAIŞ destpêkê bi olên cuda destpêdike û wan pakdikin, lê derencam tamareke kûr di nav hizira şûvînî a erebî de heye û yê ku ne ereb be yan nebe ereb wek kafir li wan dinêrin û kuştina wan helal dike.

Lewra di vê çarçoveyê de giringe Vatîkan û qedaseta Papa zêdetir bi rolê xwe rabin û bi kêmasî hizir di wê de bikin ka çawa Firanso holand serokê Ferensa bi xwe seredana Kurdistanê kir û kiristiyan dîtin, giringe Papayê Vatîkanê jî seredana Kurdistanê bike û ji nêzîk ve rewşa aram û jîngeha lêborînê û pêkvejiyana di navbera netewe û olên cuda yên Kurdistanê de bibîne û li ser axa Kurdistanê piştgirî û piştevanoiya xwe ji bo Herêma Kurdistanê wîne ziman.

Dîdara di navbera Qedaseta Papa û Serokê Hikumeta Kurdistanê de

Mebesta seredana Nîçirvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Vatîkanê û dîdara wî a bi Qedaseta Papa re, di wê de rengveda ku yek ji endamên şanda pêre, wezîrê ewqafa Hukumeta Herêma Kurdistanê bû, em bi vê yekê dibînin ku peyama serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo Papayê Vatîkanê nîşandana wê yekê bû ku kiltorê lêborîn û pêkvejiyanê li Kurdistanê beşeke giringe ji rengvedana şêwazê têgehiştina kurd ji ola îslamî û bi dirêjiya dîrokê pirsa olî wek pêwendî di navbera xwedê û mirov de têkelî siyasetê nehatiye kirin û jîngeha Kurdistanê wê yekê qebûl nake ku siyaset û ol tevhevbibin û di nav pêkhata neteweyî a kurd de jî raste beşê mezin a kurdan Muslimanin, lê di nav kurdan de pir olên cuda hene wek Kakeyî û Êzîdî û Kiristiyan û herwiha di nav Îslamê de jî cudahiya mezhebî a Şîe û Sune heye lê tu carî cudahiya olî nebûye sedema ku Kurdbûn wek netewe biderize, ev nasnama nîştimanî ku niha li Kurdistanê heye û netewe û olên cuda hemû pê ser bilindin pêwîstî bi piştevanî û parastineke zêdetir heye bi taybetî piştîwaniya Vatîkanê wek dewletekê ku simbola kiristiyanetê ye li ser astê cîhanê.

Aliyekî din yê seredana serokê Herêma Kurdistanê ji bo dewleta Vatîkanê û axaftina bi qedaseta Papa û berpirsên din yên wê dewletê, avakirina diyalogeke rasteqîne dûr ji pesna ye ji bo pêkvegirêdana û muamelekirin li ser astê mirovbûn di navbera cîhana îslamî û cîhana kiristiyan de ku bibe rastî û bi kirdar were cêbecêkirin, raste qedaseta Papa seredana çendîn dewletên îslamî kiriye û hewil daye diyalog bi dewletên îslamî re encam bide, lê ew hewil sîmbolîkbûn û neketine di asta civakê de yan nebûne diyalogeke cidî di navbera kiltora îslamî û kiristiyanî de, di demekê de ev diyaloga cidî û ev têkeliye bi kirdar li Kurdistanê heye, ne tenê di navbera Kiristiyan û Îslamê de belku li Kurdistanê bingeh ewqas amadeye bi şêweyekî ku heger tu li navçeyeke biçûk ji cihekî bilind ve temaşebikî tu dê mizgeftên mislimanan û kilîseyên Kiriistiyanan û perestgehên Êzîdiyan bihev re bibînî, ji vê jî zêdetir şaşeya televizyoneke Kurdistanê , peyayên olî yên (Misliman û Kiristiyan û Êzîdî) bi hev re komdike û bi hev re bi zimanê aştî diyalokê dikin û tu kes bêrêziyê bi ola li hember xwe nake, ev wê watayê dide ku ew kiltora pêkvejiyan û lêborînê li Kurdistanê wek diyardeyeke siruştî û dîrokî heye ku li ser astê cîhanê pir kême, ku em dibêjin kême mebesta me ew e ku ew lêborîn û pêkvejiyana sîstema lîbral demokrat a li welatên rojava çêbûye, berhemê piroseyeke dîrokî ye ji bo xwe rizgarkirin ji şer û tundrewiya olî û ne merce ku ew diyarde ye li welatên rojava bi şêweyekî siruştî ketibe nav kûratiya kesan, ji ber ku hên li rojava nerazîderbirîn li dijî diyardeya koçberiyê û cudahiya îtnî û olî heye, lê li Kurdistanê di nav naxê kesan de ev heste tuneye.
Top