• Sunday, 16 June 2024
logo

Gelo Îraq maye heta Rojhilata Naverast li ser were rêxistin?

Gulan Media April 28, 2015 Raport
Gelo Îraq maye heta Rojhilata Naverast li ser were rêxistin?
((Binyamîn Natanyaho di helmeta helbijartnan yên vê dawiyê de li Îsraîlê ragihand, ku heta ew mabe rê nade dewleta Felestînê çêbibe, çend rojan paş vê gotinê, mezintirîn hevpeymaniya erebî paş sala 1967ê çêbû, lê vê carê ne li dijî Îsraîlê lê li dijî Husiyên Yemenê û destdirêjiya Îranê li navçeyê, ev nîşaneke ku hevrikî û dijatiya di navbera Şîe û Sune çiqas ji kêşeyên di navbera Ereb û Îsraîlê mezintire)).

Robert Satlof
Rêveberê Cêbecêkar yê Peymangeha Waşintonê
Waneya (Famkirina Tevheviya li Rojhilata Naverast)
Nîsana 2015ê

Xeyala Yekperçeyiya Îraqê di siyaseta rêvebiriya Emerîka de

Rewşa siyasiya Îraq û Rojhilata Naverast û ew şerê fere alî ku destpêkiriye, ji wê nexşê aloztire ku li nav ofîsên Pentagonê jeneralên serbazî destnîşandikin, kêşeya serekî di nav rewşa Rojhilata Naverast û Îraqê de hebûna heykelê wan dewletane ku paş şerê cîhanî yê yekê û li ber roşnahiya rêkeftina (SayksPîko) ku wek xelata bo serketiyên şer hatibû çêkirin, lê li ser nexşên nav ofîsên Pentagonê, kêşe û pirsa serekî parastina sinûr û heykelê wan dewletane ku êdî di şiyan de tuneye were parastin û nemana wan jî xizmeta siyaseta niha û bê ya Emerîka û cîhanê nake.

Niha Rojhilata Naverast wek neyzekekê ku azadane li boşahiya ber bi erdê tê û kes nizane dema li erdê dikeve wê çawa bibe û bibe çend perçe, herwiha ew perçeyên ku belavdibin wê hîn ber bi ku ve herin, li hember ev tirsa mezin ku tu hêzek nikare rê li pêşiyê bigre, navçe ber bi dereke ecêb ve dere, wek Robert Satlof rêveberê peymangeha Waşintonê amaje pêkirî, niha li cîhanê û li ser asta Neteweyên Yekgirtî behsa berpirsyariya parastinê (Responsibility To Protect), ev jî bi wê watayê ku heger welatek nikaribe welatiyên xwe biparêze yan bûye gef bo ser welatiyên xwe wê demê ew serweriya dewletê namîne û erkê civaka nêvdewletî ye welatiyên wê dewletê biparêze, lê niha li Rojhilata Naverast li şûn ku behsa erkê dewleta moderin were kirin, vegeriyan û behsa modêla dewleta Osmanî û Sefewî û Fatimî kirin, ev amajeya Satlof wê yekê ji me re xuya dike ku ne tenê dewletên navçeyê zeîf û faşilin û êdî ne hejî hukumranî û parastina sinûr û welatiyanin, lê çi nemaye çend şêwazên din yên modêlên dewletan werin ku gefen li ser dewletên Sayks Pîko, ev jî bi wê watayê ku ew sîstema dewletên Rojhilata Naverast li ser hatine damezrandin di bingehê de ji ber hev hilweşîne û tiştek nemaye ku bikare wê sîstemê wek xwe bêle, zelaltir wek Kofî Enan di konfiransa Miyonêx de bi ronî axaftinên Giramşî dobare kir (yê kevin miriye û hîn yê nû jidayiknebûye), ev jî wate êdî çênabe civaka nêvdewletî bi giştî û Emerîka bi taybetî xwe bi tiştekî ve mandî bike ku miriye û carek din xweşnabe, lê gereke hewil bide sîstema nû bi şêweyekî tendirust jidayikbibe. Rojnamevanekî naskirî yê cîhanê li ser vê pirsê bi şêweyekî din tekez li ser heman hizir kir û zelal amajê bi wê yekê dike, li şûna ku Emerîka hemû hewlên xwe bikartîne daku ew sîstema kevin biparêze, baştire ku rolê pîrikeke baş bibîne daku sîstema nû bi şêweyekî tendirust jidayikbibe û ev sîsteme dewletina berhembîne ku bikarin leşkerekîçêbike û terorîstan bişkîne û serokekî wan hebe wek Mandêle lêborde be û bikare deng û rengên cuda li hev kombike. Ew dewleta Firîdman dixwaze, seda sed Herêma Kurdistanê ye ku niha li ser erdê heye, lê kêşeya vê dewletê ne xudan serwerî ye û Emerîka li şûna ku danpêdanê pê bike hewil dide carek din di piroseya xwe a xeyalî de bike Îraqî, di demekê de ku wek hemû pspor û şaraza tekezê li ser dikin, ew jê re tê gotin Îraq, tiştekî ji pêşerojê bû, berhema boyereke destpêka sedsala bîstî bû û paşê hevrikiya şerê sar a di navbera Emerîka û yekîtiya Soviyeta berê bû, niha gereke ne bes Îraq belku gişt sîstema dewletê li navçeyê gorankarî bi ser da were û dewletên din yên wek dewleta Kurdistanê jidayik bibin.

Pêşmerge û dewleta Kurdistanê dîfaktoya yekem û duyem

Herwek çawa kêşeyên Rojhilata Naverast ji dest derketine û Emerîka di asta wê de nikare tiştekî bike û tu siyaset û stratîjiyeteke wê ya zelal tune yeû hemû hewlên wê ew e ku balansa hêzê di navbera kêşe û hevrikiyên şîe û sune de bêle ku ev yeke jî tenê xewneke, bi heman şêwe hebûna hêza pêşmerge wek hêzeke karîger li ser erdê û şikandina terorîstan li ser destê wan bûye dîfakto, ev dîfaktoya hêza pêşmerge ku li ser erdê hatiye çêkirin gavan ber bi dîfaktoyeke din ve davêje ku ew jî jidayikbûna dewleta Kurdistanê ye, ev jî ne bi biryareke yek alî a serkirdatiya siyasiya Kurdistanê belku wek bêwîstiyekê ji bo rêxistina hevkêşa aloz a Rojhilata Kurdistanê û parastina balansa hêzê di navbera herdu sentralên kêşê de ku nûneratiya sune û şîeyan dikin. Ji vê rastiyê heger em li rêkeftina Lozan a di navbera Emerîka û Îranê de bikin li ser pirsa pirojeya etomiya Îranê em ê hest bikin ku Erebistana Seûdî û welatên kendavê û heta Niisir û Urdin bi qasî ku ji şerê bi siponser a şîe li yemen û Behrên û Îraq û Sûriya û Libnanê ditirsin ewqas natirsin ku Îran çekên etomî berhembîne yan berhemîne, her vê yekê jî we kir ku Îran û Emerîka rêkeftina xwe îmzebikin, Erebistana Seûdî bê veger li Emerîka êrîşî Husiyên Yemenê kir, herwiha çawa li sala 2011ê û careke din bê vegera li Emerîka û civaka nêvdewletî Seûdiye hêz şande Behrênê û xwepêşandanên şîeyan li wir vemirand, ji vê zêdetir heger em vegerin axaftinên Robert Satlof ku me di destpêka vê raportê de destnîşankiriye, tirsa ferebûna şîe û îranê li cem welatê Seûdiye û welatên din yên erebî pir ji tirsa Îsraîlêê mezintire, ji vê jî zêdetir li cem Erebistana Seûdî û welatên din yên erebî tirsa belavbûna DAIŞ pir ji tirsa belavbûna DAIŞ mezintire, ev di demekê de ye ku dewleta îslamî a DAIŞ yekser gefê li serweriya hemû dewletên erebî yên sune dike li navçeyê.

Li vir heger em vegerin ser şêwazê danûstandina Emerîka bi hêza pêşmerge re, xuyaye ku heta meha Aba 2014ê ku DAIŞê êrişî ser Kurdistanê kir, ew tirs ji pêşmerge hebû ku eger ev hêze were pirçekkirin û meşqa mûderin pê were kirin, wiha damezrandina dewleta Kurdistanê dibe dîfakto, lê paş ku DAIŞê êrîş kir ku çend navçeyên Kurdistanê dagîrkir û paşê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve biryarê şerê seranserî a li dijî DAIŞê hate dan û di mawê çend rojan de ne tenê pêşveçûnên terorîstan hatin sekinandin belku çend navçeyên giring wek Mexmûr û Guwêr hatin azadkirin, vêca rêveberiya serok Obama gîşte wê baweriyê ku hêzek heye dikare êrîşa terorîstên DAIŞê bisekinîne û jinavbibe, lewra biryar da hevkariya esmanî a hêza pêşmergeyê Kurdistanê bike, ji vê zêdetir rêvebirya Emerîka gîşte wê baweriyê ku guhertinê di siyaseta xwe a li hember hukumeta îraqê de bike û hemû guvaşan bike daku Nûrî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê dûrxe û hukumeteke nû were avakirin ku bikare kêşeyan li gel Herêma Kurdistanê çareserbike. Di ser van tiştana re guvaşên mezin kirin daku hêza pêşmergê Kurdistanê wek beşek ji sîstema bergiriya îraqê di bodceya serweriya Îraqê de para xwe hebe, ev guhertinane hemû ji qûrbaniyên pêşmerge û serkirdatiya meydanî yekser a serok Barzanî ji bo hêza pêşmerge û serketinên pêşmerge li hember DAIŞê hatin, ev bûye sedem ku hevsengiya hêzê were guhertin û îraq nikaribe carek din nikaribe bi zimanê hêzê gefan li Kurdistanê bike. Lewra vê yekê rewşek peydakir ku dergehek di navbera Bexdad û Hewlêrê de vebe, tevî ku niha jî hevpeymaniya şîe bi hemû aliyên xwe ve ew rastiye famnekirine ku hevsengiya hêzê hatiye guhertin û pêwendiya di navbera Bexdad û Hewlêrê de hevsengiya hêzê rêkdixîne, ne ku ji Bexdadê nivîsînekê bişînin Kurdistanê û binivsînin: (me biryar da win van tiştan cêbicê bikin), xuyaye ev rewşa nû û famkirina ev rewşa nû ji aliyê hevpeymaniya şîe ve ne karekî asane û pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku bigehin wê baweriyê ku qûnaxa federalî ew şêweya federalî ku berê di destûrê Îraqê de hatibû ku wan baş jê famnedikir, bi dawî hat û federalîzim bi wata û mîkanîzmeke din hatiye, ew jî bi hev ve girêdana Kurdistan û Îraqê ye, ne vegerandina Kurdistanê wek perçek ji Îraqa yek perçe û yekgirtî.

Hatina Ebadî Bo hewlêrê Berî Çûna Wî Bo Waşintonê

Ji sala 2014ê ve pêwendiya di navbera Hewlêr û Bexdadê de zêdetir wek pêwendiya di navbera du paytextan de bû ne pêwendiya di navbera herêmekê di nav dewleteke federalî de, ji vê jî zêdetir ew rêkeftina ku ji bo beşdariya kurdan di hukumeta Ebadî de hatî êmzekirin, ku bi eşkere nerazîbûna erebên sune û şîe jê tê xwendin û heta wek di dengdana Perlemana Îraqê de ji bo bawerî dan bi kabîneya Ebadî de me dîtî nerazîbûneke eşkere a her du aliyên erebên şîe û sune bo ji bo baykotkirina kurdan ev jî nîşanek bû ku erebên şîe û sune bi wê yekê razînabin ku Bexdad danpêdanê bi serweriya abûrî û leşkerî a Kurdistanê bike ku wek şêweyê dewleteke serbixwe be û li hember wê rêkeftinê neçar û bê deshelat bin, ew karvedane jî paş dest bi karbûna hukumeta Ebadî ji bo cêbicêkirina yasaya bodceya 2015ê hate pêş, dîsa wek karvedana dewletekê bû li hember dewleteke din, hiceta hukumeta Bexdadê ew bû ku Hewlêr ne pabendî ew rêjeya şandina neftê bû ku îmze li ser kirî, lê piştî ku kêşeyên teknîkî hatine çareserkirin, niha pêwendiya Hewlêr û Bexdadê ji bo cêbecêkirina yasaya bodceya 2015ê ber bi başbûnê ve dere, li vir heger em bala xwe bidin hinek daxuyaniyên rojnamevanî ku paş rêkeftina Bexdad û Hewlêrê, em ê hest bikin ku hevpeymaniya şîe ji hestyarî û rastiya rewşê famdikin, zelal behsa wê yekê dikin ku ew para bodceyê a ji Herêma Kurdistanê re tê şandin tev nefta Kerkûkê jî digîne astê ew 17% a bodceya Îraqê ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye destnîşankirin, ev yek ji aliyê siyasî ve bo Kurdistanê ew peyame jê tê xwendin ku eger win nefta Kerkûkê jî ji xwe re bifroşin û ji Îraqê cuda bibin wê bodceya we negihe asta ku niha ji Bexdadê ji were tê şandin. Ev çend rêzane giringin daku em amajê bi wê yekê bikin ku pêwendiya navbera Hewlêr û Bexdadê çiqas guhertin biserde hatine, ev guhertinane ji wê mezintirin ku li sala 2005ê di destûra Îraqê de hatiye nivîsandin, ji ber ku rewşa nû neçarkiriye ku hizir di mîkanîzm û şêweyekê nû a pêwendiya di navbera Hewlêr û Bexdadê de were kirin, ev şêwazê nû herçiqas Bexdad û Waşinton dixwazin di nav destûra 2005ê a Îraqê de cih jêre bêlin, lê dîfaktoya nû kiriye ku şiroveyeke nû û locîkî ji bo destûra Îraqê were kirin û codahî û taybetmendiya Kurdistanê bi zelalî di paşeroja pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de rengvede. Li ber ronahiya van guhertinan û herwiha serketinên Tekrîtê, hatina Ebadî bo Hewlêrê û pêşwaziya wî ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê û paşê civîna wî ji bo dirustkirina hemahengiya leşkerî ji bo encamdana operasyona hevbeş, bi taybet ku wek tê behs kirin ji bo rizgarkirina Musilê, nîşaneke rone ku Ebadî dixwaze bi peyamekê here Waşintonê û bi serok Obama re rûne, ku razîbûna Bexdadê bi rewşa nû a îraq û Kurdistanê pêre be, bi taybetî ku civîna navbera serok Barzanî û Heyder Ebadî wek civîna di navbera fermandeyê hêzên çekdar yên Kurdistan û fermandeyê hêzên çekdarên Îraqê bû, ev hemû di demekê de ku Emerîka pir hewcî bi rizgarkirina Musilê ye ji destên terorîstên DAIŞê, herwiha dûrxistina nifoza Îranê li ser şîeyan, herwek çawa li şerê Tekrît, Emerîka êrîşên esmanî sekinandin daku ji îraqiyan re biselimîne ku ev şerê Îranê di nav de ye bi ser nakeve. Lê di heman dem de ji ber ku piştevaniya ji bo hukumeta Îraqê bi nêrîna Îranê piştevanîkirina şîeyane û parastina şîeyane ji tirsa DAIŞê, lewra ew pirse ji aliyê Îranê ve jî heta bi astekî cihê qebûlkirinê ye, eger Emerîka hestyariya Sûriya ji bo Îranê li berçavbigre û rê nede rejîma Esed hilweşe û sune cihê wî bigrin wê demê wê ev alovêre di navbera Emerîka û Îranê de cihê sewda û hevkariyê be, heger rêkbikevin û Îran nifozê xwe li Îraqê kêmbike, lê li hemberê gereke Emerîka jî li Sûriyê xwetirê Îranê bigre, eger Îran razîbe li Yemen û Behrênê dilgiraniya Seûdiye sivikbike, herhal di nav ev hevkêşa aloz de hemahengiya di navbera Hewlêr û Bexdadê de her çawa be û bi her mîkanîzmekê be, li cem Emerîka giring û bi nirxe û bi gava yekê û kevirê bingeh yê stratîjiyeta siyaseta Emerîka ji bo niha û paşeroja Rojhilata Naverast tê hejmartin.

Bi Têgeha Kevina Dewletê Îraq Nemaye

Dema behsa wê yekê tê kirin ku êdî di nav nexşa ew dewletên ku SayksPîko berhemaniye de kar nayê kirin, mebest ew e ku ev dewlet pêkhateyekê bi ser pêkhateyeke din de ferzdikin û dikin dîktator û pêkhateyên din vê yekê qebûlnakin, lewra ji destpêka damezrandina van dewleta hertim heykelê dewletê bûye jêdera tevlihevî û nearamî û tepeserkirin û komkujiyan, lewra heger Emerîka bi şêweyekî taybet û Civaka Nêvdewletî bi şêweyekî gîştî mebesta wan ew be ku ev sinûrên teqlîdî yên SayksPîko wek xwe bimînin, wiha gereke hizir di wê yekê de bikin ku ew modêlên kevin a ji destpêka sedsala bîstê ve heta niha hukumranî pê hatiye kirin bi dawî bibe û di nav ew sinûrên teqlîdî de modêleke nû a dewletê carek din were avakirin, zelaltir gereke danpêdanê bi wê yekê bikin ku ew modêla kevin a mirî bi dawî bû, gereke modêleke nû were piyade kirin, ev jî take rê ye daku dewleteke were avakirin ku nav Îraq be.
Top