• Sunday, 16 June 2024
logo

Wêneyê rasteqîne yê serok di esmanê mijawî yê rojên giran de

Wêneyê rasteqîne yê serok di esmanê mijawî yê rojên giran de
((Tengasî û serok, du tuxmên karlihevker yên di nav dîroka neteweyê de ne. ezmûna gelan di vegotina gef û tirsan de, çîroka serzar yên xelkê ne, lewra dema rewşa bi tirs hate pêş, pêdivî bi standina biryar û pêrabûnên bilez heye. Di rewşeke bi vî awayî de çav hemû li ser serok in û ew tê çaverêkirin ji bo bizanin ka wê çawa gavan bavêje û çawa biryarê bide, lewra dema serok dikare biryarê bide û guvaş û giraniya li ser neteweyê kêm bike û rewşê normal bike, wiha ew di çavê gel de wek serokekî rasteqîne tê temaşekirin û bawerî bi wî çêdibe, edaya serketî di demên tengahî û rojên bizehmet yên netewe de, serok dewlemend dike, lê dema edayê serok xerab bû, yan nikarî di tengasiyan de here hawara wan, wiha serok bi xwe dibe qûrbana wê tengasiyê)).

Ercîn Boyn û Pawil Hart
Lêkolênerê serkirdeyê cemawerî di tengesan de: erkên mehal?

Danûstan ligel tengasî û dariştina biryarên giran

Pir pispor û vekolerên warê dîrok û siyasetê, ew tengasî û karesat û şerên di qûnaxeke dîrokî de rastî neteweyê tên, wek pencerekê ji bo nîşandana wêneyê rasteqîne yê serokê wê netewwê di qûnaxeke dîrokî a dîyarkirî de dizanin. Ev wêneye jî ji ber ku berhemeke xorisk a nav boyerên nav wê tengasiyê ye, yan ew şerê ku bi dawê neteweyê girtiye, lewra di hundirê her kesekî de dibe çîrokek û di dema vegotinê de bi her vegotinekê re wêne û sîmayê serok di wê qûnaxê de berceste dike. Lewra her serokekku hest bi berpirsyariya dîrokî dike, di dema tengahî û şeran de dizane ku ew ketiye di çi rewşekê de û dizane ew biryara ku ew distîne vêca çi biryara ragihandina şer be yan aştî, ne biryareke asane. Wate dizane ew biryare coreke ji zoranbaziyê ligel nav û dengê wî di nav dîroka neteweya wî de, ji vê jî zêdetir aje wê rastiyê jî heye ku ew wek serok kesê yekeme û gereke berpirsyariya encamên xerab yên wê biryarê rake û heger biserneket gereke ew bi xwe berî hemûyan rastgoyane şikestina xwe ji neteweya xwe re rabigehîne, daku nîşanbide ku ew serokekî rastgoye bi gelê xwe re, herwek çawa di dema serketinê de gelê wî bi wî re rastgoye.

Wate danpêdan bi serketin yan şikestina serok di qûnaxên bizehmet ji dîroka neteweyan , ne hewceyî dîroknûsan e ku binivsînin yan hewil bidin ku ciwan bikin yan hicetan jê re bibînin, belku wîjdana her takekî neteweyê edaya serok di nav hûrkayî û zehmetiyên şer de dike çîroka serzaran û wek ezmûn ji bo neviyên paşerojê, ev ji wan bingehan çavkaniyê dibîne ka çawa serok danûstanê bi zehmetî û gefan re dike û çawa şiyan û karînên gelê xwe rêkdixîne daku wan giranî û zehmetiyan ji ser millet kêm bike, ew rolê ku serok di ew şûnaxa dîrokî de dilîze raste navê wî dike stêreke geş di dîroka neteweyê de lê di heman demê de îrada neteweyê jî dike nimûneya îrada neteweyekî azadîxwaz di nav hemû neteweyên cîhanê de. Wate serok di nav neteweya xwe de dibe kesatiyeke karîzma yê cêwaz û cihê baweriya her takekî netewe li ser astê hudir yê neteweyê, lê li ser astekî ferehtir astê cihê neteweyê di nav neteweyên cîhanê de, serok bi xwe jî dibe takekî neteweyê û bi îrada neteweya xwe serbilind dibe.

Ev arasteye vê yekê ji me re dibêje ku tu neteweyek ne vê îradeye, lê dibe di qûnaxeke diyarkirî de bê serokekî jêhatî be, lê dema serokekî jêhatî di qûnaxeke dîrokî a neteweyê de derdikeve, wê demê îrada netewe wek ku her takekî netewe dixwaze derdikeve û di nav neteweyên din de rêz lê tê girtin. Wate serok pişt û hêza îrada neteweya xwe ye û bê îrada netewe tu şiyan tune ne û tu biryaran jî nikare bide, lê cudahiya serokê jêhatî ew e ka çawa di dema şer û tengasî û karesatan de, şêwazeke taybet dibîne daku şiyan û karînên netewa xwe ji bo rûbirûbûna zehmetî û gefan rêkbixe û tirsa û guvaşan li ser neteweya xwe dûrxîne. Bo nimûne: dema hêzên Nazî Parîs dagîrkirin, ev wê watayê nade ku xelkê Ferensa şiyanên berxudanê tune ye û serê xwe li hember dagîrker daxistiye, lê wataya wê ew e ji ew dema Naziyan Parîs dagîr kirî serokekî wek Dîgol tune bû, ku serokekî wek Dîgol derket, Ferensa carek din di nav hevpeymanan de cihê xwe dît û gelê Ferensa jî pêşê kirin ka çawa Ferensa ji destê Naziyan azadikin. Dîsa heger em bala xwe bidin qûnaxa paş azadkirina Ferensa di mawê salên 1946-1958, ku carek din Dîgol dûrket em ê bibînin ku carek din Ferensa keta qûnaxa rezîliyê û li sala 1956ê paş êrîşa sê alî a Ferensa Berîtaniya Îsraîl bo ser Misirê, Yekîtiya Soviyetê ew gefe li Ferensa kir ku heger paş ve neçin, wê Parîsê bişewitînin! Lewra gelê Ferensa li sala 1958 carekî din bawerî bi Dîgol dan û dawî bi komara çwarem anîn û komara pêncem ragihandin, her çiqas Ferensa li serdemê Dîgol rastî mezintirîn raperîn û nerazîbûna çekdarî bû û heta gîşte wê astê ku leşker têkeve nav kêşeyê, lê ji ber ku Dîgol ew serok bû ku dikarî di dema xwe de biryarên giran bide karî di sala 1968ê de ew kêşeya mezin çareserbike û cardin aramî û jiyana asayî ji bo welatê xwe vegerîne. Ji ber van tiştan ew Ferensa ku niha em dibînin ku ji ber hemû Rojava û Emerîka ve biryarê dide ew Ferena ye ku Dîgol li sala 1958ê bingeha wê daniye, ne ew Ferensa ku berî Dîgol dihate dagîrkirin û gefa şewtandina Parîsê lê dihat kirin, ev rûyekî serketî yê biryarên giran yên serokane, lê rûyekî din yê şikestî yê biryarên serokan heye, her bo nimûne: Cemal Ebdulnasir li sala 1956ê bi xumalîkirina kendava Siwês û paşê li hember êrîşa sê alî a (Ferensa, Berîtaniya û Îsraîlê) ne tenê bûye serokekî bawerî pêkirî yê nav Misirê belku gîşte astê rêberê neteweya erebî û ew hizire jî hate pêş ku çend welatên erebî jî bi Misirê re bibin yek, lê li sala 1967ê paş ku leşkerê Misirê di şerê 6 rojî de li hember leşkerê Îsraîlê şikiya, Cemal Ebdulnasir bi xwe hate ser televizyonê û berpirsyariya şikestinê kire stoyê xwe û daxwaz kir ku dest ji kar berde, lê welatiyên Misirê ew yek qebûl nekirin, nimûneyeke din a şikestina biryarên serokan, mawê serokatiya Cêmî Kartir 1977-1981, Cêmî kartir bi îmzekirina rêkeftina KampDîvîd di navbera Misir û Îsraîlê de, mezintirîn serketin di dîroka Partiya Demokrata Emerîka de tomarkir, ev serketina Kartir pir ji serketina 1971ê a Nîkson mezintir bû, ku karî komara Çîna Milî bixe nav Neteweyên Yekgirtî, lê paş rûxana şahê Îranê û hatina komara îslamî, Kartir nikarî revandiyên balyozxana Emerîka li Tehranê azadbike, lewra ne tenê li hember Ronald Rîgin yê Komarî şikest belku partiya wî jî bo mawê sê xolan li ser hev ji hukumraniyê dûrket, ev nimûnane û pir yên din ku em li vir nikarin amajê pêbikin, me fêrî wê yekê dikin, ku her serokek din qûnaxên dijwar de neçarin biryarên giran bidin, lê biryar bi xwe mucazefeyeke mezine li ser nav û deng û kesatiya wî di dîroka neteweyê de.

Erkê bi zehmetê serok û mifagirtin ji dîroka neteweyê

Barak Obama serokê niha yê Emerîka di xola yekê a serokatiya xwe de di rêûresmên wergirtina wî postî de, got: ((dema em biryarê didin gereke em vegerin dîroka gelê Emerîka û em zanibin bavên damezrênerên vî komarî di rojên bi zehmet û giran de çawa kirine û çawa biryar dane)). Ev axaftina Obama amajeye ku dîroka neteweyê pêktê ji dîroka biryar danê ji bo gîştin bi azadiyê û redkirina zulim û zordariyê û sekinandin li hember wan dijmin û dagîrkerên ku dibine gef bo ser azadiya neteweyî, ev jî zelal ew ku biryar dan ji bo gîştina azadiyê û biryar dan ji bo parastina azadiyê du biryarên pir giranin û her serokek nikare di rojên giran de wan biryaran bidin. Bo nimûne: berî ku Ebraham Linkolin şerê li dijî koletiyê bide, koletî di rêveberiyên berî Linkolin de jî hebû, heta kongresê Emerîka jî ew koletiye qebûldikir, lewra dema Linkolin biryar da wî şerî bike, kongresê pişta wî negirt, lê ji ber ku biryara Linkolin biryarek bû ji bo parastina azadiyê û tekezkirin bû li banga serbixweyî a Emerîka û naveroka destûra Emerîka, lewra heta niha jî Linkolin wek mîratê azadiyê tê temaşekirin, lê serokên berî wî nexudanê wî navî ne, ev jî wê watayê dide ku Obama dixwaze wê yekê ji gelê Emerîka re bêje, çawa Linkolin ji bo biryarên giran vegeriya bavên damezrêner, niha jî Emerîka hewcî bi wê yekê heye ku bi heman şêwe û bi veger û mifawergirtin ji bavên damezrêner, biryarên giran ji bo paşerojê bide.

Heger em di vê çarçovê de li şoreşên Kurdistanê wek zincîreke bi hev ve girêdayî bikin, em ê hest bikin ku ew serokên karîne guhertinên mezin çêkin û karîne mifayê ji ezmûnên serokên berî xwe bibînin û wan gustîlan bihev ve girêbidin. Ev yek zêdetir di qûnaxa Barzanî Mistefa de rengvedaye, ji ber ku di dîroka şoreşên Kurdistanê de, qûnaxa xebata Barzanî mistefa berî destpêkirina şoreşê û paş destpêkirina şoreşê jî, qûnaxeke xudan taybetmendî bû, herwiha mawê xebata Barzanî bi hevberkirin bi serkirdeyên din yên şoreşên Kurdistanê re zêdetir bû, ji vê jî zêdetir Mistefa Barzanî serkirdeyên berî xwe wek serok û serkirdeyên xwe hesab dikirin, bo nimûne me pir caran ji binemala Şêx Mehmûdê Hefîd ew yeke bîstiye ku Mistefa Barzanî ta astekê rêz li Hefîd û binemala wî dikir ku wek Paşayê Kurdistanê bin. Herwiha li hember pêşewa Qazî Mihemed bi heman şêwe. Rêzdar Muhsên Dizeyîdi gotarekê de ku îsal di bîranîna Barzaniyê nemir de di Gulan de belavkir, zelal helwêst li ser wê yekê kiriye ku dema behsa Pêşewa dihat kirin, Barzanî nemir digot: me pêşewayek hebû, ew jî Qazî Mihemed bû. Ligel serkirde û partiyên li serdemê xwe jî Mistefa Barzanî her dem hewil daye hevsengî û yekrêzî û yekhelwêstiya neteweyî biparêze, û heta heger di qûnaxekê de ew yekhelwêstî û yekrêziye derizîbe, Barzanî ew dirzandine tijî kiriye û nehîştiye bigehe ku yekrêziya nav mala Kurdistanê perçe perçe bibe, lewra her biryarek dabe di her rewşekê de gelê Kurdistanê hemû biştevaniya wî kiriye. Şoreşa Eylolê jî take şoreşe di dîroka Kurdistanê de ku karî dekomînteke dîrokî bi ligel hukumeta Îraqê mûrbike û nexşe rêyekê ji bo çareserkirina kêşeya kurd li Îraqê bibîne. Heta paş ku şoreşa Eylolê bi pilaneke nêvdewletî li 1975ê poçkirin rewşeke din peyda bûû jiyana siyasî li Kurdistanê hate guhertin û bûye ferealî, lê hemû partiyên Kurdistanê di mawê danûstanên bi hukumeta Îraqê re, lê veger bûye rêkeftina Adarê a di navbera şoreşa Kurdistan û Îraqê de, ev yeke berî ku wek dîrok were temaşekirin, çîroka serzimanê xelkê Kurdistanê bû û xelkê bi xwe ew rastiyane di şêwazê serkirdatiya Mistefa Barzanî de dîtine. Lewra heger em hemû wan dîrokan bi hev ve girêbidin wê di yek armanc de xwe berciste bike, ew jî ew e ku hemû biryarên giran yên Mistefa Barzanî ji bo gîştin bi azadî û serfiraziya Kurdistanê bûn, lewra û ji vê rastiyê her serokekî ku bixwaze biryarê ji bo azadî û parastina azadiyê bide, gereke vegere ji bo şêwe û binemayên ku Barzanî Mistefa biryarên giran li ser derdixistin.

Mesûd Barzanî û biryardana giran, DAIŞ wek nimûne

Di dîroka xebata pêşmergatiyê a (Serok Mesûd Barzanî) de biryara şerê man û nemanê li dijî terorîstên DAIŞê, ne biryara yekemîn a girane di dîroka şoreş û xebata gelê me de, belku di pir wêstgehên cuda yên qûnax û rojên bizehmet de, Mesûd Barzanî biryarên giran daneû her yek ji wan biryaran pêşveçûnek di qûnaxa xebat û dîroka neteweya me de dirustkiriye. Ji wan: ((biryara berdewam bûn li ser şoreş û berxudanê paş Enfal û kîmiya barana li Xwakurk, biryara berxudanê paş koça buhara 1991ê, vêxistina agirê Newrozê li 21 adara 2003yê li ser kela Hewlêrê di demekê de ku tenê 48 demjmêr bi ser destpêkirina operasyona azadiya Îraqê re derbazbibûn. Biryara mana hêza pêşmerge wek hêza parastina Kurdistanê û sepandina ku gereke pêşmerge wek hêzeke nîzamî were hejmartin û di sîstema bergiriya Îraqê de bimîne. Retkirina raporta xwendina îraqê naskirî bi raporta Bîker Hamilton, retkirina deweta serokê Emerîka li ser wê yekê ku PDK û YNKê di lîsta reş de hatine tomarkirin, … HWD, ev biryarane tevî ku hemû biryarên giran û çarenivîssazin, lê biryaraa şerê man û nemanê a li dijî DAIŞê li meha Aba 2014ê, biryareke din a giran bû di heman dem de biryareke cuda jî bû, ev biryare ragihandina şer bû li dijî dewleteke terorîstî ku tenê di Îraqê de bi qasî 25 milyar dolar çekên giran bi dest ketibû li Sûriya jî bi hezaran çek û bi dehan kogehên çekan yên leşkerê (Rejîma Esed) bi dest ketibû. Herwiha di demekê de bû ku bi deh hezaran kurdên êzîdî li ser çiyayê Şengalê awarebûn û ji Herêma Kurdistanê hatibûn qutkirin, bi hezaran jin û mêr hatibûn komkujkirin û bi hezaran jinên êzîdî hatibûn revandin û wek kole muamele pêre dikirin. Hevdem ji aliyê leşkerî ve çekên di dest pêşmerge de kevin û kêm bûn, mawê heşt mehan bû ku hukumeta Bexdadê bodce û mûçe ji Herêma Kurdistanê birîbû, Kurdistan di nav kirêzeke abûrî mezin de bû. Herwiha li wê demê bibû du meh ku terorîstên DAIŞê Musil û Tekrît û beşek ji Diyala û Enbar dagîrkiribûn, lê civaka nêvdewletî tu amajeyek ji bo alîkariya hêza pêşmerge nîşannedabû, heta piroseya biryardan li dijî terorîstên DAIŞê di nav welatên Rojava de bi giştî û Emerîka bi taybetî gîştibûye rêyeke girtî. Ev hemû ji bilî guvaşa navxwe ku tenê li parêzgeha Duhokê zêdtir ji nîv milyon koçber lê kombibûn. Rewşeke nearam û mijawî li seranserî Herêma Kurdistanê hebûû. Di ev rewşa dijwar de Mesûd Barzanî wek serkirdeyekî dîrokî biryara çarenivîsaz a (şerê man û nemanê) da, wek bi xwe jî çend rojên borî tekez li ser kir, ((yan wê hemû gelê Kurdistanê bê cudahiya ol û netewe wê bi hev re bijîn, yan em ê hemû bi hev re bimirin)). Ev biryara dîrokî jî ev guhertinane li pê xwe anîn:

1- Di mawê tenê 6 rojan de ji 2-8 Abê, hêza pêşmerge bi serpereştiya yekser a Mesûd Barzanî ne tenê karî êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê bisekinîne, belku êrîş berûvajî bû û pir navçe wek Mexmûr û Guwêr û derdûra wan hatin azad kirin û bi vê jî tirsa li ser Hewlêrê hate dûrxistin.

2- Ev berxudana Pêşmerge rêveberiya Emerîka gihande wê baweriyê ku bi hêza esmanî piştgiriya hêza pêşmerge bike. Ew piştgiriye tevî ku cihê rêz û sipasiyê ye û alîkariyeke baş bû ji bo serketinên pêşmerge, lê heger hêza pêşmerge ew qehremaniye nîşannedaba, wê demê Emerîka nedikarî biryarê bide. Sedema vê jî ji ber wê yekê ye ku berê hêzeke wek pêşmerge li wan navçana tune bû, lewra heta heger biryara êrîşên esmanî bidana, wê êrîşên wan bê mifa bana, ev jî danpêdana temama jeneralên Emerîka û welatên hevpeymanane, heger hêza pêşmerge li ser erdê şer nekiriba, wiha hevpeymanan nikarîn biryarê bidin.

3- Serpereştî û beşdariya rastewxo a Mesûd Barzanî di eniyên şer de li kêleka pêşmerge, wek ku Hemîd Efendî pêşmergeyê herdu şoreşên Eylol û Gulanê di romaleke Gulan de li eniyên şer ragihandî ku heman şêweyê Mistefa Barzanî dobare kiriyeku çawa di şeran de li kêleka pêşmerge serpereştiya yekser a şeran kiriye û serketinên mezin tomarkiriye. Ev serketinên pêşmerge bûye sedema ku cardin hemû gelê Kurdistanê bi temama ol û neteweyên cuda bawerî û bawerî bi xwebûn ji nû vejînbibe, ev bawerî bi xwebûne jî corek ji hevsengî û yekrêzî û yekhelwêstî di nav hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê de dirust kir û bingeha yekxistina hêza pêşmergeyê Kurdistanê jî çêkir, ev hemû bi hev re bûne sedema ku gotara siyasî a Kurdistanê li ber ronahiya guhertinên nû dobare werin daraştin.

4- Paş serketinên hêza pêşmerge li bendava Musil û Zumar û navçeyên din yên deşta Neynewa û ji navbirina efsaneyiya DAIŞ ku hêzeke nayê şikandin û cuda ji wê yekê ku jeneralên hevpeymanan nav li Kurdistanê kirin (Esparte), ev jî bi wê watayê ka çawa cîhanê rêzê li welatekî biçûkî wek Esparta digre ew jî ji ber leşkerê wê yê merd, bi heman şêwe pêwîste cîhan rêzê li Kurdistanê jî bigre ji ber qehremaniya pêşmerge, di heman dem de ew hizire jî hate pêş ku hevpeyman hewil bidin di nav erebên şîe û sune hêzeke wekî pêşmerge çêkin daku bikarin li ser erdê terorîstên DAIŞê bişkînin, lê di vî karî de biserneketin, bi taybet di proseya azadkirina Tekrîtê de, cuda ji wê yekê ku nêzîkî mehekê nikarîn biçine nav Tekrîtê di heman dem de Emerîka ragihan ku heger ne ji hevkariya hêza esmaniya Emerîka baya, niha jî wê Heşda Şebî nikarîba biçûya nav Tekrîtê, dema çûne nav Tekrîtê jî wek hemû mediyayên cîhanê belavkirin, corek ji heyvedana mezhebî encamdan û vê yekê jî ji giringiya serketinê kêm kir û nîşanda ku hêzeke wek a pêşmerge çêkirina wê esteme.

5- Serkirdatiya rêzdar Mesûd Barzanî di vî şerî de, stratîjiya dijî trorê ji bo hevpeymaniya dijî terorê darişt, paş azadkirina bendava Musil û Zumarê, Perlemana Ewropa rêzdar Mesrûr Barzanî şîretkarê Civata Ewlehiya Niştimanî a Kurdistanê daxwaz kir ku li nav PE gotinekê derbarê şerê DAIŞê pêşkêşbike û paşê yekser pirsyaran jê bikin, wezîrên bergirî û nûnerên erkanên hevpeymanan hemû hatine Kurdistanê û bi serok Barzanî û wezîrê Pêşmerge û civata ewlehiya niştimanî a Kurdistanê re civiyan. Li munteda DAVOS ku serok Barzanî nikarî amade be, birêz Dr, Roj Nûrî Şawîs cîgirê serokwezîrê Îraqê wek fermandeyekî pêşmerge daxwazî panêlekê hatibû kirin, daku mifayê ji ezmûna pêşmerge wergirin. Di ser van hemûyan re jî serok Barzanî wek take serokek ku ne xudan dewleteke serbixweye, bi fermî û yekser hate dewet kirin ji bo kongra Miyonêx a ji bo asayîşê daku wek serokekî meydanî di şikandina terorîstên DAIŞê de guhdarkin û mifayê ji ezmûnên wî bibînin, ev danpêdana temama hevpeymana bû bi ew guhertina giringa ku biryara Barzanî dirust kirî.
Top