• Sunday, 16 June 2024
logo

Îraqa paş DAIŞ, seredana Barzanî ji bo Koşka Spî û cihê kurdan di hevkêşa siyasî de

Îraqa paş DAIŞ, seredana Barzanî ji bo Koşka Spî û cihê kurdan di hevkêşa siyasî de
((Niha welatê me di şer deye û şerjî temam nebûye, lewra pirsa encamdana rêfrandomê li Kurdistanê bi paşketiye, lê bêgoman wê were kirin, Perlemana Kurdistanê gava yekê ji bo damezrandina Komisyona Bilinda Helbijartinên Herêma Kurdistanê ji bo vê pirsê avêtiye û her dema hinekî rewşa şer rêbide ew rêfrandome wê were encamdan, ji ber ku gereke ew derfet bi xelkê Kurdistanê were dan daku azadane derbirînê ji hizir û xwesta xwe bike û ji cîhan û ji me re jî bêje ka çi dixwaze)).

Serokê Herêma Kurdistanê
Semînareke hevbeş a Etlentîk û navenda aştî a Emerîka
6 Eyara 2015ê

Biryara Kongresê û pirçekkirina Hêza Pêşmerge

Cozêf Nay hizirmend û dîplomatkarê navdar yê Emerîka, di dawî pirtûka xwe de a bi navûnîşana paşeroja hêzê (The Future Of Power) ku di sala 2011ê de hatiye derxistin, behsa tirsa du cor veguhastina hêzê dike di navbera dewletan de û herwiha karekterên dewletî bo karekterên bilî dewletî dike. Derbarê veguhastina hêzê di navbera dewletan de, mebesta wî ew e ku hêz ji dewletên Rojava digînin dewletên Asiya, ev jî wate rûniştvanên Asiya ku 50% rûniştvanên cîhanê ne, dibine xudanê 50% ji berhemên cîhanê, di demekê de ku ev rêjeye di sedsala bîstê de tenê 20% bû. Derbarê gehandina hêzê ji karekterên nêvdewletî bo karekterên bilî dewletî, Nay behsa du cor rêxistinên bilî dewletî dike. Yekem: rêxistinên ne hukumî yên nêvdewletî ku karê sivîl û xêrxwazî dikin, Duyem: rêxistinên terorîstî yên wek Qaîde û DAIŞ û herwiha ew kes û giropên ku bi rêya enternêtê hewila hakkirina kompiyoteran didin. Derbarê vê veguhastinê de boçûna wî bi vî rengî ye ku tirsa mezin di wê xalê deye ku wek niha hêz ketiye destê terorîstan û ew kes û giropên ku karê hakkirinê dikin, ev jî wek çakoçeke ku ketiye destê zarokekî û cîhan hemû jî bibin mêx û li gor heza xwe ew lêdixe, di vê rewşê de çiqas leşkerê bi hêz li cem me hebe herwiha roketên kiroz, ji ber ku çavkaniya gefan ne xuyaye em nikarin mifayê jê bigrin. Ev tirsa Cozêf Nay amajepêdike ji bo sala 2011ê bû, wate 3 salan berî çêbûna rêxistina terorîstî DAIŞ û damezrandina dewleta xîlafeta îslamî li Îraq û Sûriyê. Pirsyara giring ew e: gelo paş damezrandina dewleta DAIŞê, wê demê wê hizira hizirmendekî wek Nay çi ba? Zelaltir heger berî çêbûna DAIŞê Nay gîştibe wê baweriyê ku leşkerê modern yê Emerîka û Rojava nikarin tiştekî bikin li hember terorîstan, gelo heger terorîstên DAIŞê tenê ji leşkerê Îraqê bi buhayê 25 milyar dolar çekên modern biribin, wê demê paşeroja leşker bi şêweyekê giştî li cîhanê gereke çawa be? Ev pirse ku li korbenda abûrî a DAVOS di sala 2015ê de bûye navûnîşana panêleke giring û têde hate gotin ku tu leşkerekê teqlîdî li ser astê dewletên NATO û Emerîka û Yekîtiya Ewropa û cîhanê nikare li ser erdê terorîstan bişkîne.

Ji bo gotûbêjkirina vê pirsê (paşeroja sopa – The Future Of Military) di peêlê de mêvandariya her yek ji van rêzdaran kirin: (Dr. Roj NûrîŞawîs wek fermandeyekî pêşmerge, Xiwan Karlos Bênzon wezîrê bergiriya Kolombiya, Cozêf Nay wek hizirmendekî di warê Leşker û asayîşê de, Walfang Şinayder serokê konfransa Miyonêx ji bo asayîşê û nûnerê leşkerê Emerîka yê ji bo DAVOSÊ, ew a di vê penêlê de cihê serincê bû ew bû ku tenê pêşmerge xudan ezmûna şikandina DAIŞê bû li hemberê wezîrê bergiriya Kolombiya behsa şikandina mafiya welatê xwe kir. Heger em bala xwe bidinê, ew rastiye derdikeve ku di ev cîhana mezin de ji bilî pêşmerge tu hêzek ne xudanê ezmûna şikandina terorîstan e, nûnerê leşkerê Emerîka di penêlê de zelala ragihand, ku wan wek leşkerê Emerîka berê xwe dane wê yekê ku mifayeke mezin ji ezmûna borî a leşkerê Kolombiya di şerê terorîstan de bibînin, xuyaye di dema girêdana vê penêlê de li destpêka 2015ê serketinên pêşmerge nû bûn û nebibûne babetek ji bo xwendina teknîka leşkerî a nû li cîhanê, lê leşkerê kolombiya ezmûneke 15 salî hebû, ji bilî van jî serketinên pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê de, cudahiyeke mezin heye ligel şerê partîzanî û şerê giropên mafiya, wate raste berê terorîstan wek giropên biçûk bi şêweyê partîzanî û giropên mafiya karê terorîstî encamdabûn, lê şerê pêşmerge bi terorîstên DAIŞê re, şerekî bi dirêjiya zêdetir ji 1000 km û bi dewletekî terorîstî re bû. Lewra ne ecêbe ku hizirmendekî mezin wek Nay ku xudanê pirtûkên (Hêza Nerim û Hêza Hişk û paşeroja hêzê) ye, pir zelal bêje: ew leşkerê ku bikare terorîstan bişkîne, gereke neweyekî nû yê sopa be û zêdetir pişta xwe bi teknolojiya ropot bihêz be, ne çavkaniyên mirovî wek serbaz). Ev boçûna Nay amajeyeke hûrbîne ku terorîstên DAIŞê ji bilî ku çekine pir û moderin ji leşkerê Îraq û leşkerê Sûriya bidestxwe xistine, di heman dem de ew xudanê bi hezaran bombeyên mirovî ne ku xwe kirine bombe û xwe diteqînin, lewra take hêza ku bikare li ser erdê van çekan bişkîne, teknolojiya robot e, ne pêşmerge yan serbaz. Ji vê jî zêdetir şerê sopayeke wek yê Kolombiya li hember giopên mafiya ji şerê pêşmerge ya li dijî terorîstên DAIŞê cudahiyeke mezin heye, ji ber ku mafiya şer dikin ji bo pereyan û ne xudanê tu aydiyolojiyayekê ne, raste çekdarin lê wek terorîstên DAIŞê ne xudanê bombeyên mirovî û xwekujane, lewra ezmûna serketina pêşmerge bi ser DAIŞê ezmûneke bê wêneye û heger em bi hûrbînî bala xwe bidin piroje biryara komîta bergirî a kongresê. Em ê hest bikin ku kongresmanên komîta bergiriyê pir bi hûrbînî serketinên pêşmerge nirxandine û gîştine wê baweriyê ku siyaseta niha a Emerîka li hember Îraq û Rojhilata Naverast ecêbmayî mane, ji ber ku piroje biryar zelal destnîşan dike ku rêveberiya Emerîka yekser çekan bide hêza pêşmerge wek sopayê Kurdistanê û zêrevanên niştimanî a erebên sune wek sopayê erebên sune û çekan bide leşkerê Îraqê jî. Derbarê vê yekê de profîsor Maykil Nayt lêkolerê mezin yê peymangeha Waşinton ji bo xwendinên Rojhhilata Nêzîk û rêveberê programa Îraq û Herêma Kurdistanê li peymangeha navborî, di dîmaneyeke taybet de ji Gulanê re ku di vê hejmarê de tê belavkirin, destnîşandike ku ew piroje biryara endamên komîta bergiriyê a Kongresê amade kirine, zelal behsa Kurdistan û suneyan dike ev jî di siyaseta niha a Emerîka de wate perçekirina Îraqê, ji ber ku li gor vê pirojê biryare 3 leşkerên serbixwe li Îraqê çêbibin.

Ew a li vir cihê helîstê ye, ev pirsyare ye: gelo komîta serbazî a Kongresê çawa gîşte wê baweriyê ku ev baştirîn rêye jib o şikandina terorîstan? Bersiva vê pirsyarê wek ku Naytji bo Gulanê amaje pêkirî, ew e ku ew kongresmanane ne şarezayî siyaseta Îraqê ne, wate tenê kar li ser şêwazê leşkerê serketî jib o şikandina DAIŞê kirine û ev xalane li ber çav girtine:

1- ew hêza mirovî a leşkerî ku li ser erdê karî terorîstên DAIŞê bişkîne, hêza pêşmerge ye, raste vê hêzê mifa ji alîkariyên leşkerî yên hevpeymanan dîtiye, lê pêwîste ev hêze serbixwe bimîne û mifayên zêdetir ji ezmûnên wan were dîtin û hewil were dank u modêla leşkerekî din wek yê pêşmerge li cihên din werein taqîkirin.

2- Bi navkirina zêrevanên niştimanî a sune, danpêdane bi feşela avakirina leşkerê Îraqê bo mawê 11 salan ku Emerîka mijolê bû, vêca li şûna ku heman hewla berê were dobare kirin, gereke mifa ji şêwazê praktîkî û tektîka hêza pêşmerge wergirin, herwek çawa niha komîteke hevbeş pêkhatiye daku mifa ji ezmûn û şiyana pêşmerge bibînin jib o rizgarkirina Musilê.

3- Li gor boçûna hemû şareza û pisporan, heger ev biryara komîta bergiriyê neyê hemewar kirin û wek xwe di kongresê de dengdanê li ser bikin, wiha wê dengê pêwîst wine, lê cêbecêkirina biryarê ji aliyê rêveberiya Emerîka ve wê astengî jê re werin çêkirin. Li ser vê pirsê pirofîsor Entonî Kurdsman rêveberê programa Îraqê li navenda xwendinên stratîjî (CSIS) di dîmaneyekê de ji Gulanê re zelal destnîşankir ku niha ew nikarin li dijî siyaseta rêveberiya Obama bin li hember Îraqê û gerentiya piştgiriya leşkerî misoger bikin. Profîsor Maykil Nayt derbarê razîbûna serok Barzanî ku çek bi rêya Bexdadê bên Kurdistanê, ev helwîsta serokê Herêma kurdistanê bi siyaseteke hekîmane bi nav dike ji ber ku li cem Barzanî a giring ew e ku çek bigehin destê pêşmerge ne ku bi çi rêyê bigehin.

Pêşwazîkirina serokekî serketî di şerekî cîhanî de

Wilyam Tayler rêveberê navenda etlentîk, li navenda xwe û li şîretgeha wîlayetên yegirtî yên Emerîka ji bo aştiyê semînara Barzanî bi rojeke dîrok bi nav kir û destnîşankir ku ew îro pêşwaziya serokekî dikin ku bi xwe li kêleka pêşmerge li eniyên şer yên dijî terorîstên DAIŞê ye û serketinên mezin bidestxistine. Behsa wê yekê kir ku ew pêşwaziya serokekî dikin ji bilî ku herdem li eniyên şer bû xwe bi şexsa xwe seredana xudanê şehîd û birîndarên şer dikir. Di ev serketinên mezin de ku yekser bi serkirdatiya Barzanî hatine tomarkirin, zêdetir ji 1200 pêşmerge şehîd bûn û 7000 pêşmerge jî birîndar bûn. Ev nasandina Barzanî wek pêşmerge li navendên hizir û lêkolînan li Emerîka ne cara yekê ye, berê jî li peymangeha Prokîngiz û rêveberê navenda Saban, Barzanî wek pêşmerge bi haziran daye nasandin, wê demê profîsor Kîns Polak bi vî corî Barzanî wesif kir ku: (wek parîsê ye jib o Ferensa), lê nasandina Wilyam Tayler peyameke mezintir hilgirtibû, ku Barzanî kilîta serketinê ye di şerekî cîhanî de ku ew jî şerê şikandina terorîstên DAIŞê ye. Raste Emerîka û hevpeymanên dijî terorîstên DAIŞê, stratîjiya şikandin û bêomêdkirina DAIŞ demekê bilind kirin, lê lie w cografiya ku terorîstên DAIŞ û Qaîde û rêxistinên wek wan têde kar dikin, ku sinûrê wê ji Pakistanê heta bi Neycîriya dirêj dike, tenê hêza pêşmerge bi serokatiya Barzanî kariye efsaneya DAIŞ poç bike û bişkîne, ev yeke jî cihê ecêbê ye ne tenê ji xelkên asayî re li cîhanê belku jib o hemû ew jeneral û fermandyên leşkerî ku li ser astê Emerîka û welatên hevpeymaniya li dijî DAIŞ, mijolî şikandina DAIŞê ne.

Îraq û navçe paş şikandina DAIŞê

Eger destpêkatiyên serekî a hevpeymaniya dijî DAIŞê ji bo Îraq û navçeyê şikandina terorîstên DAIŞê be, pirsyara giring wê li vir ew be: gelo paş şikandina DAIŞê, wê navçe çawa were rêxistin? Gelo cografiya vê navçê wê her wekî xwe bimîne? Derbarê bersiva van pirsyaran xuyaye îro arasteya siyaseta nêvdewletî wiha xwe derdixîne ku cografiya û ew sîstema Kevin biparêze ku 100 salin li navçeyê heye, lê pirsyara giringtir li vir wê ew be: gelo heger bi zorê ev cografiye û sîsteme bi ser navçê de were sepandin wê navçe aram û tene be? Yan wê ew cemserbendiya niha li ser astê navçe û cîhanê li navçeyê çêbûye, bi dawî bibe? Derbarê vê pirsyarê xala hevbeş jib o têgeheştin li paşeroja vê navçeyê ew e ku hemû alî gîştine corek ji baweriye ku carek din ev navçeye wekî berî damezrandina dewleta DAIŞê nabe, lewra eger rewş wiha hestyar be ku nikarin careke din ji nû ve nexşeyeke nû jib o navçeyê dabirêjin û di nav çarçova nexşeyeke nû de hevkêşan rêkbixin, wê demê wek balyoz Îtmara Rabonûvêç di lêkolîna xwe de ku li peymangeha Pirokîngiz bi nave (dawiya SaykisPîko) belavkiriye, tekezê li ser wê yekê dike ku gereke di nav nexşa her welatekî navçeyê pêkhatên nav welatan bi şêweyekî din werin rêxistin, ev rewşe jî wek ku li semînara Etlentîkk ku bi pirsyarekê ji aliyê profîsor Dîvîd Filîps li zanîngeha Kolombiya hatî arastekirin bo serok Barzanî, ku gelo win rijdin li ser wê yekê ku refrandomê bikin? Di bersivê de serok Barzanî pir zelal destnîşankir ku pirsa refrandomê bi sedema şerê DAIŞê bi paşketiye û heger şer hêdî bibe û rewşeke baş were wê demê bêgoman wê refrandom were encamdan, ev bersiva serok Barzanî ku paş kombûnên wî yên bi serok û rêveberiya Emerîka re bû, nîşaneke jib o wê yekê ku rêveberiya niha a Emerîka baweriyeke nû li cem çêbûye li ser paşeroja Îraqê û ew baweriya nû ew e ku nabe carek din ew pişta hukumeteke sentralî a bihêz bikin daku Îraqê yekperçe bêle, herwiha ew şêwazê federalîzmê jî ku mawê 10 salên borî nehate cêbecêkirin û nikarî aramî û asayîşê li Îraqê berqerar bike, wataya wê ew e ku paşeroja Îraqê pêwîstî bi şêwazeke din a sentralîzma ferehtir heye ku sinûrê federalîzmê derbaz bike, hizirkirin di sentralîzmeke ku ji federalîzmê zêdetir be jib o çareserkirina kêşeyên Îraqê, berê ji aliyê sindoqa aştî a cîhanî ve kar li ser hatiye kirin û bûye pêşinyar jib o yekîtiya dewletên Îraqê. Ev pirse ku pir çavdêr bi razîbûna welatên cîran bi taybet Turkiyayê ve girêdidin ku pêwîste her gaveke ji vî corî Turkiya wek cîraneke giring a Kurdistanê, dilgiran neke. Lê ew ê cihê balkişandinê ye ku niha Turkiya ji hemû dewletên navçeyê zêdetir gîştiye wê rastiyê ku sedema serekî a ew rewşa niha li Îraqê heye, siyaseta sentralî û hukumeta mezhebî û şîegeriya Bexdadê ye. Di vê derbarê de Mewlod Çaweş Oglo wezîrê derve yê Turkiya roja 24 Nîsana borî li peymangeha karîncî di penêlekê de zelal amaje bi wê yekê kir ku baştirîn rê jib o mana Îraqê bi yekperçeyî, ew ku sîstema federaliyê li Îraqê bi wî şêweyî were cêbecêkirin wek ku di destûr Îraqê de hatî li sala 2005ê, ev jî bi wê watayê tê ku hukumeta federal a Bexdadê deshelateke zeîf û sinûrdar hebe û hukumetên herêmê deshelatên fereh hebin, gîştina Turkiya bi vê baweriyê ku zelal bi xwe wek karekterekî herêmî li ser astê cîhanê dibîne û bi wezîrê derve yê Emerîka re tekezê li ser vê çareseriyê bike, wê watayê dide ku hizirkirin di Îraqeke wekî a berî Huzeyrana 2014ê karekî mehale û ne Îraq bi wî şêwazî bi yekperçeyî dimîne û ne navçe jî aram û tena dibe. Lewra di hevkêşa siyasî û nû a navçeyê de ku aliyê kurdî toxmekî sereke û rolekî karîger û yekalîker e di şikandina DAIŞê de û şikandina DAIŞê jî destpêka rêye jib o paşeroja navçeyê, wiha biryardana kurdan wê karîgeriyeke giring li ser rêxistina navçeyê hebe, ji bo vê yekê jî wek serok barzanî destnîşankirî ku bi dawî bûna şikandina DAIŞê re wê gavên cidî ji bo bavêjin.
Top