• Sunday, 16 June 2024
logo

Riyalîzim di navbera Hewlêr û Waşintonê de, çima pêwîstiya Kurd bi hevkariyên zêdetir yên Emerîka heye?

Riyalîzim di navbera Hewlêr û Waşintonê de, çima pêwîstiya Kurd bi hevkariyên zêdetir yên Emerîka heye?
Jîngeha stratîjiya niha a Rojhilata Naverast di guhertineke mezin deye û fakterên ku bûne sedema serekî a ev guhertina stratîjî û berdewamiya guhertinan, sê sedemên serekî ne û pêktên ji:

1- Vekişîna hêzên Emerîka ji Îraqê di sala 2010ê de.
2- Xwepêşandan û raperînên welatên Erebî di sala 2011ê de ku jê re tê gotin Buhara Erebî.
3- Serhildana rêxistina terorîstî a DAIŞê û ketina Musilê û ragihandina dewleta xîlafeta îslamî.

Bêgoman vekişîna hêzên Emerîka ji Îraqê bûye destpêka beşekê ji wan guhertinên ku peydabûne, lê bi şêweyekî gîştî ew sê fakterane sedema serekî bûn jib o gorîna stratîjiya Rojhilata Naverast û peydabûna rewşeke nû li navçeyê, ew fakterên ku manîfîstûya wan guhertinan li ew jîngeha stratîjî berdewam dike pêktên ji:

- Peydabûna boşahiyeke stratîjî a asayîşê li Rojhilata Naverast.
- peydabûna dewletên şikestî (failed state) li navçeyê, ev jî ji Lîbiya heta digehe Yemenê û ji wir heta bi Sûriya û Îraqê.

Hilweşîn û cardin avakirina ew hevpeymaniyên ku berî ev jîngeha stratîjî a hatî guhertin li Rojhilata Naverast hebû, wek hevpeymaniya di navbera Turkiya û Îmarat û Seûdiye û Mîsr û Urden, herwiha di navbera Îran û Sûriya û Îran û şîeyên Îraqê û şîeyên Kuweyt û şîeyên Behrên û şîeyên Yemen û Huzbulaha Lubnanê de hebû. Ev hevpeymaniyane bi herdu şêweyên xwe ji navçû û niha di dariştin û polînkirinê de ne.

Ev jîngeha stratîjî a guhertî li Rojhilata Navîn nayê zanîn ka ber bi kuve dice. Rewş bi tevahî bûye qûnaxeke veguhestinê a tevlihev, di nav vê jîngeh û tevheviyê de wata û pêgeha sinûrê di navbera van welatan de hatiye guhertin, div ê çarçoveyê de heger em li sinûrên di navbera Sûriya û Îraq, Sûriya û Turkiya, Sûriya û Urden, Sûriya û Lubnan, Seûdiye û Yemenê de binêrin, em ê bibînin heta bi astekê wataya niha a sinûran hatine guhertin û watayên wan yên berî guhertinan nemaye, lewra em dikarin bêjin: Rojhilata Naverast a Kevin li ber mirinê ye û Rojhilata Naverast a nû di jidayikbûnê deye û sîstemeke nû a navçeyê jî di destpêka derketinê deye.

Xala giring a di nave v jîngeha guhertî de ku heta niha bi temamî ruxsarên wê yên serekî derneketine, hevrikiya di navbera wan projeyan deye ku li ser astê navçeyê dixwazin zêdetir şûnewarên pêçiyên xwe bi ser hevkêşeyên Rojhilata Naverast a nû de diyarbikin. Lewra em dibînin ku manîfîstoya vê gorankariyê berî hemû aliyan li hember projeya Emerîka ye û hewil dide her çawa be balansa hêzê biparêze û heta bikaribe rê li pêşiya wê yekê bigre ku Çîn û Rûsiya destê xwe die w Rojhilata nû de bikin, lewra Emerîka di wê hewlê deye ku balansa hêzê di navbera Îran û Turkiya de herwiha di navbera Şîe û Suneyan de li ser astê Rojhilata Naverast çêbike, lewra ew dixwaze li hember tundrewiya sunî hevsengiyekê çêke, heger em div ê guşeyê re li nêzîkbûna di navbera Emerîka û Îranê binêrin em ê bibînin ku jib o vê qûnaxê ew beşeke ji hevkêşê.

Ji bilî projeya Emerîkî jib o guhertinên navçeya Rojhilata Naverast a nû, projeyeke Turkî û Îranî jî heye û her yek ji wan dixwazin cihê xwe zêdetir li Rojhilata Naverast a nû bihêz bikin, herwiha projeya kurdî jî die v hevkêşa nû de heye, dema em dibêjin projeya kurd li ser astê Rojhilata naverast, bêgoman dînamoya vê projeyê Kurdistana Başûr e ku wek karakterek di nav hevkêşê deye daku di dobare rêxistina Rojhilata Naverast a nû de vê care kurd biker (subject) be û hebûna xwe hebe, ne ku tenê babetekî (object)ekî nav hevkêşê be jib o xelkê. Her di nav vê hevkêşê de projeya cîhada suneyên tundrê heye li ser wê yekê ka di Rojhilata Naverast a nû de kî wê serkirdatiya suneyan bike.

Siyaseta Emerîka Û Kurd Di Gorankariyên Navçeyê De

Heger em li gor siyaseta Emerîka a li hember Rojhilata Naverast li siyaseta Emerîka a li hember Kurd binêrin, ew yeke rone ku Emerîka heta niha siyaseteke zelal û eşkere û fermî li hember kurdên Îraqê li Rojhilata Naverast û ew siyaseta ku heta niha birêvedibe we dibêjin siyaseta muamelekirin bi rewşê re bû. Zelaltir siyaseta Emerîka li hember kurdan di çarçoveyê siyaseta Grand Stratîjî bû li Rojhilata Naverast û Îraqê, lê bi sedema ew gorankariyên mezin û berdewam yên li Rojhilata Naverast çêbûn û xuyakirina rola kurd di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de û kartêkirina Herêma Kurdistanê li ser asayîşa navçeyê û role kurd weke lîstkvanekî çalak di nav rûdanan de û karîgeriya role serok Barzanî û serkirdatiya kurd di rûdanên Sûriya û Turkiya û li ser siyaseta wizeyê li navçeyê, rijdbûn li ser parastina Kurdistanê wek navçeyeke aram û ewle, ev wê watayê didin ku niha siyaseta Emerîka di qûnaxa xwe updêt kirinê û daraştinê deye jib o temama navçeyê û çi nemaye siyaseteke fermî a Emerîka li hember kurdan derdikeve.

Pirsyar li vir ew e: gelo em hest bi çi nîşanekê dikin ku amajeye jib o derketina vê siyasetê? Gelo tu pîver hene ku ev axaftin li ser hatibine bunyatnan? Bersiva vê pirsyarê ji wê xalê çavkaniyê digre, ku beşdariya rastewxo a Emerîka jib o parastina Kurdistanê bûye beşek ji siyaseta derve û li ser astê Koşka Spî û Kongres û Pentagonê bi fermî dakokî li ser tê kirin. Herwiha ew gotûbêj û pêşinyarên ku di nav Kongresê de tên kirin, ku daxwaz dikin rastewxo çekên giran bidine pêşmerge û hêza esmanî a Emerîka rastewxo beşdariya şerên pêşmerge a li dijî DAIŞê bike, herwiha ev cara çwarê ye ku cenabê serok diçe Koşka Spî, ev hemû amajene jib o em hest bi wê yekê bikin ku siyaseteke nû a Emerîka bo kurdên Îraqê heye, daku Kurdistan bihêz be û bikare hevkar be di dobare daraştina nexşeya Rojhilata Naverast a Nû de. Lê tevî van hemûyan hên jî bi hestyarî muamele bi siyasetê re tê kirin û hên bi temamî rengê xwe li navçeyê nestandiye. Ew a em wek kurd dixwazin çêbibe û daxwaz dikin û kar jê re dikin ew ku li ser çend astan ev siyaset û peywendiyane wiring kûr kirin bi taybet ku niha xala hevbeş jib o me herduyan şikandina terorîstên DAIŞê ye, lewra div î alî de pêwîstiya me bi berfereh kirina piştevaniya serbazî heye, herwiha pêwîstiya me bi piştevaniya Emerîka heye jib o encamdana proseya refrandomê daku xelkê Kurdistanê bi xwe biryara xwe li ser çarenivîsa xwe bide, jib o vê jî em hewil didin wê baweriyê li cem yên li hemberî me çêkin ku Kurdistan dikare bi fakterekî baştir û karîgertir be jib o aramiyê li navçeyê û wê bibe fakterekî baş jib o dobare dariştina nexşeya siyasî a navçeyê û rê need ew şaşiyên di daraştina Saykspîko de hebûn dobare bibin, ev jî ji ber ku sinûrên dewletên Rojhilata Naverast a Kevin derbirînê ji rastiya pêkhatiyên navçeyê nake, lewra kurd heceyî piştevaniya Emerîka ne daku div ê derbarê de role xwe bibîne.

Aliyekî din ku niha li ser astê daraştina sîstema nêvdewletî çinemaye bibe pirensîp, pêktê ji asayîş û geşesendin û nirxên sîstema nêvdewletî, jib o vê Sozan Rays di muhazereyekê de ku li Şbata 2015ê li peymangeha prokîngz pêşkêşkir, zelal tekez li wê yekê kir ku siyaseta asayîşa nîştimanî wê li ser bingeh çwar stûnên serekî be ku pêktên ji (asayîş, geşesendin, yasa û nirx) wê bibin bingeha sîstema nêvdewletî lewra heger ev bingehên siyaseta asayîşa nîştimanî a Emerîka bin, wiha Kurdistan pir baş dikare rolekî erênî û hevkar jib o binyatnana ev sîstema nû li Rojhilata Naverast bibîne. Lewra li vir ez ê temama vê behsê bi axaftineke serok Obama girêbidim ku li meha Aba 2014ê di dîmaneyekê de behs kir, dema Tomas Firîdman jê pirsî: te çima biryar da ku tu piştgiriya Kurdistanê bikî? Serok Obama bi vî rengî bersiv da: Ji ber ku Herêma Kurdistanê bi şêweyekî tê rêvebirin ku ew şêwaze xwasta me bû, heger navçeyên din jî wek Kurdistanê birêve biçûna wê bi me xwaşba, li Herêma Kurdistanê lêbûrîn û bihev re jiyan heye, bi me xwaş bû ku li navçeyên din jî wek Kurdistanê lêborîn û bi hev re jiyan hebûya, lewra em dibînin ku gereke Herêma Kurdistanê li Îraqê were parastin.

Lewra heger em li siyaseta niha a Emerîka binêrin, em ê bibînin ku êdî ev siyaseta nû cihê xwe digre.

Hêmin Hewramî
Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê
Top