• Sunday, 16 June 2024
logo

Turkiye: Paş seredana Îmralî, HDP wê axaftina xwe ya dawî bike

Turkiye: Paş seredana Îmralî, HDP wê axaftina xwe ya dawî bike
Aso Kerîm

Di 1/6 û her di vê kovarê de, min boçûna xwe derbarê helbijartinên Turkiya de derbirî û bi piştgirêdan bi navend û kompaniyên navdar yên rapirsiyan min digot wê HDP di navbera 9 – 12 % dengan bi dest xwe xe. Herhal Partiya Demokrat a Gelan ji texmînan jî derbazkir..

Li gorî datayan, piraniya kurdên li wîlayetên ku piraniya wan kurd in û herwiha li metrepolên Turkiye jî dengê xwe dane HDP, kes nikare bêje HDP ne nûnerê rewa û bawerî pêkirî yê xelkê ye, ku di 14 wîlayetên piraniya wan kurd, piraniya dengan û di 6 wîlayetan de jî hemû kursî bidest xwe xistin û êdî ew axaftina Erdogan vala derket ku digot: Em, wate partiya AKP, partiya herî mezin a Kurd e. lê nabe em ji wê rastiyê jî xafil bin ku kesên kemayetî yên olî û neteweyî wek (Ermen, Siryan, Elewî, Ereb, Çerkes, Êzîdî û …) û kesên leberal û demokrat û aştîdost û çep jî deng dane HDP … bi kurtî, HDP bûye simbola xelkê bêmaf û aştî dostan …..

Pêkhata HDP, pêkhateyeke ferereng a siyasî û aydiyolojî û civakî û neteweyî û olî ye …. Temaşekin, di nav ew perlementarên ku derketine, kesên nerim yên îslamî wek (Altan Tan û Mihemed Dengîr Firat) û kesên kurdperwer û demokrat xwaz û aştîdost wek (Leyla Zana û Osman Baydemîr) û kesên ulmanî û çep wek (Fîken û Sirî Sureye Onder) û nûnerên kemîneyan hene … pirsyar ew e gelo ew çi bendîwareke ku ev tora ferereng di nav partiyekê de komdike û bi hev dixe? Ew aydiyolojya ye yan bernameyeke hevbeşe?

Ew bendîware, heger ne bername û pilatformeke hevbeşe! Gelo aştî û çareseriya pirsa kurd ne tiştê serekî a bernameya HDPê bû? Gelo ne nivîsandina destûreke demokrate ku Turkiya ji dewleta neteweyî a serdest bike bi dewleteke welatiyan yê ferereng? Gelo ne derfet vekirine ji bo xwebirêvebirin û dîsentralîzmê di Turkiyê de? Gelo ne geşeya abûriya hevsenge di Turkiyê de? Gelo ne rêvebirina siyaseteke hêmin û dostane ye ligeli derdûr û dunyayê de? Gelo ne berevanî kirine ji maf û azadiyên bingehîn yê mirovane? Belê ev diroşim û armancbûn, wate HDP welatekî dixwaze ku têre rengên cuda cuda bike… ji bo ev armanc û bername ye yan beşek jî were cêbecêkirin, gereke HDP çi bike? Ev pirsyareke di demeke nêzîk de wê were bersiv dan. Yan gelo HDP dixwaze bi van 80 perelementeran çi bike? Hên çav li ser Turkiya ne ….

Em di dema borî de bûne şahidhalê piştevanî û hevkarî û pêrozbahiya tevgera siyasî û xelkê beşên din yên Kurdistanê ji bo HDP. Wate, pir karekî siruştîye ku tevgera siyasî a Kurdistanê sirinc û têbînî û pêşinyar û boçûnên xwe derbarê ev pirsa li ser ji HDPê re bêjin, vêca çi bi nivîsîn be yan rastewxo …

Li Turkiya li gor hejmara kursiyên her çwar partiyên nav perlemanê, behsa çend sînaryoyan tê kirin û Daûd Oglo jî got: hemû bijarde li ser mêsa danûstanê ne:

1- Hukumeta Hevbeş a Nîştimanî ku her çwar aliyan kombike, ev bijarde pir çetine û karekî bizehmete …
2- Hukumeta Kiwalsyonê ku AKP aliyekî bihêz a wê be, vêca çi di navbera AKP û CHPê de be yan di navbera AKP û MHPê de yan di navbera AKP û HDPê de, ev bijarde ji hemûyan karatir û têkirintire, ku yek ji wan sê partiyan yan du bi AKP re di kiwalsyonê kevin … heger HDP ajxwe nebe renge di wê navbirê de şaş bibe …
3- Yan hukumeteke kiwalisyonê di navbera her sê partiyên CHP, MHP, û HDPê de bê AKPê, ev bijardeye li gor axaftina çavdêran ji hemû bijardeyên din bê şanstire …
4- Yan hukumeta kemîne ku AKP bi tenê avabike, ji bo dema salekê yan zêdetir û helbijartinin din li pê wê werin. Bi wataya ku AKPê di mawê salekê de barê aliyê xwe rastbike.
5- Yan helbijartinên berî dema xwe yên perlemanê .. ev bijardeye ne dûre … lê ez nabînim ku AKP û Erdogan berê xwe bidin tektîka avanekirina hukumetê di 45 rojan de, çûnkî li gor piraniya çavdêran AKPê wê rastî biserneketineke din were …

Gelo wê kîjan ji van sînaryoyan çêbibe? Bi boçûna min, stêrin hîn di destê AKPê û Erdogan deye, wate biwarê manor û bijardeyên cuda cuda li pêşiya wî ye û ez dibînim ku amadeyiya sazanê jî heye … ne bi wê watayê ku her sê partiyên din nekarabin û tenê li devê AKPê û Erdogan binêrin … bêgoman her aliyekî nêrîna xwe ji bo her yek ji van bijardan heye û kertên xwe jî hene … her aliyek di her eger û sînaryoyekê de dizane çiqas qazanc û çiqas ziyan heye … li vir jêhatî û siyaset niwandin, berpirsyariya li hember dengderan, karabûn û manora serkirdeyên van partiyan tîne pêş ….

Berpirsyaretiya HDPê ji herdu partiyên din yên opozisyonê cudaye, çûnkî piraniya kurdan berpirsyarî xistin stûyê HDPê ew jî peydakirina aştî û aramî û geşepêdan û xwerêvebirinê ye … wate çavê kurdan li Turkiya li HDPê ye ka wê çi ji wan re bike û çi peydabike hema wisa ji vala ji HDPê re nayê gotin: Kurdish issue-focused Peoples Democratic Partys (HDP).

Di vê tevheviyê de, wek ku ez têdigehim, gereke HDP di xwendina her bijareyekê de, sê xalan li berçav bigre û bike bingeh ji bo danûstan û liva xwe:

1- Di kîjanê de wê piroseya aştiyê ji bo çareserkirina pirsa kurd li Turkiye berdewam be û bigehe armanc û kurd têde zererê nake …
2- Di kîjanê de wê destûrek were nivîsandin ku maf û azadiyên bingehîn yên mirov têde werin çespandin û danpêdan bifere rengiya civaka turkiyê were dan û hukmê yasayê wê destbilind be …
3- Di kîjanê de wê pêwendiya dostane a Turkiye bi welatên derdor re li ser bingeha berjewendiya hevbeş û rêzgirtinê ku hum ji bo kurdên başûr û hum ji bo kurdên rojava baştir be …

Bi baweriya min egera piraktîkî ji bo nêzîk bûn ji wan sê bingeh û armancan ku li hemberê HDPê ye, xwe di du bijardeyan de dibîne:

1- Rastewxo bi AKPê re bikeve diyalogê ji bo beşdarîkirin di hukumet û biryardanê de, yan:
2- Bi hinek mercan di nav perlemanê de baweriyê bi hukumeta bê a AKPê bide bê ku beşdariyê di hukumetê de bike … bi vê yekê jî hum rê li pêşiya herdu partiyên opozisyonê digre ku li ser hesabê kurd û piroseya aştiyê ji AKPê nêzîk bibin û hum rê li pêşiya helbijartinên berî demê digirin, hum Turkiye ji kirêz û nearamiyê ku navçeyên Kurdî jî bixweve digre derbaz dikin … gereke HDPê di vê qûnaxê de rêformxwazane hizir bike, destê xwe di ser vê serkeftinê re bigre û biçespîne û bike rastiyeke jiyana siyasî a Turkiye, bike kevirekî bihêz li pêşiya her fîtne û tevhevîkirinekê ku ne dûre ji HDPê re li navçeyên Kurdistanî çêbikin û di encam de ew a hatî avakirin were herifandinû kurd pir ziyanê bike û ji HDPê bêomêd bibin …

Hên HDPê axaftina xwe a dawî a paş helbijartinên 7/6 nekiriye. Renge nikare dawî axaftina xwe jî bike, heta ku rêbarê rasteqîne yê HDPê wate Ocelan li Îmralî nebîne û ferman û destûra yekalîker ji wî nestîne … ez dibînim ku axaftina dawiyê yê Ocelan e, ku bidestekî bi HDPê girtiye û bidestê din bi PKKê, Ocelan HDPê ji bo wê yekê dixwaze ku wek partiyeke rewa roleke giringtir di navbera Qendîl û Îmralî û Ewropa û Enqere a AKPê de bibîne ji bo bicihkirina proseya aştiyê û ew bernameya wî daniye … di vê navbir û hat û nehatê de Ocelan rolekî mezin dilîze ….
Top