• Sunday, 16 June 2024
logo

Projeya Destûra Herêma Kurdistanê: Milmilane yan Sazan?

Projeya Destûra Herêma Kurdistanê: Milmilane yan Sazan?
Bi mebesta helsenqandin û gotûbêjkirina pirsa projeya destûra Herêma Kurdistanê ku li ber roşnahiya yasaya hejmar 4 a sala 2015ê Perlemana Kurdistanê komîteyeka 21 kesîjêre damezrandiye daku projeya destûrê ji bo refrandomê amadebikin, li roja 13 Hezîranê kovara Gulan û peymangeha xwendinên nîştimanî û Komela Zanistên siyasî a Herêma Kurdistanê, mêzeke fereh li ser ev pirsa giring encamda.

Tewera serekî a vê pirsê ew bû: gelo projeya Destûra Herêma Kurdistanê di çarçovê milmilaneya siyasî yan sazanê de tê amadekirin? Bingeha serekî a bersvdana vê pirsyarê helsengandin û lêveger li projeya destûra Herêma Kurdistanê bû ku li sala 2009ê ji aliyê Perlemana Kurdistanê ve hate pesendkirin û hate şandin ji bo refrandomê, lê ji ber sedemên teknîkî komisyona helbijartinên Îraqê di yek dem de sê helbijartin bi hev re encam nedan, herwiha guvaşên nêvdewletî bi giştî û yên Emerîka bi taybetî û di heman demê de kêşeyên navxwe jî, refrandom li ser vî destûrî nehate kirin. Niha paş derbazbûna şeş salan bi ser wî destûrî re, raste pir tişt hatine guhertin, lê gelo çêdibe destûreke ku mawê 9 salane kesên pspor û şareza kar têde kirine û hemû qûnaxên yasayî birî ye û niha di nivîsîna destûra Herêma Kurdistanê de ku tenê 90 roj ji aliyê perlemanê ve jêre hatiye destnîşankirin, niha destûra sala 2009ê were piştguhxistin û wek binemayeke serekî ji bo nivîsandina destûrê neyê danan?

Ji aliyekî din ve haziran li ser guhertinên nû axifîn û rewşa heyî a paş şerê terorîstên DAIŞê xistine rojevê û mîkanîzma guncayî jî ji bo çareserkirina van pirsana di nivîsandina destûra Kurdistanê de diyarkirin. Aliyekî din yê giring di prsa destûra Kurdistanê de, pirsa abûrî bû, ji bo vê jî hemû aliyên pirsa abûrî û perepêdan û qerzên nêvdewletî, li ser pirsa serbixweyî û mafê çarenivîsê lojîkane û kûr axifîn.

Amadebûyên ser vê mêzê ev bûn:
- Dr. Şêrzad Necar.
- Dr. Letîf Kerîm Wehîd.
- Dr. Nejdet Akreyî.
- Dr. Kameran Salihî.
- Dr. Mihemed Şerîf Ehmed.
- Ferhad Ewnî.
- Dr. Emîn Ferec Şerîf.
- Ferhad Muhemed.
- Hêmin Xenî.

Pênasa Destûrê
Destûr di navbera Milmilane û Sazanê de

Dr. Şêrzad Necar wek mamostayê felsefa siyasetê û yasaya destûrî ku ji bilî wê ev çend dehsal in ew mamostayê yasaya destûrî ye, di heman dem de ew yek ji endamên komîta nivîsandina destûr Herêma Kurdistanê ye ji sala 2000 heta bi 2009ê, herwiha ew yek ji beşdarbûyên gotûbêjên destûra Îraqê bû li sala 2005ê, niha jî ew serokê peymangeha xwendinên niştimaniye û serokê komeleya zanistên siyasî ye li Herêma Kurdistanê, di destpêkaa korbendê bi vî rengî pênasa destûrê şirovekir:

(( Destpêkê gereke em wê pirsyarê bikin, gelo destûra Herêma Kurdistanê pêwendî bi sazana navbera aliyan siyasî ve heye, yan ew proseyeke ji derencama milmilaniya di navbera aliyên siyasî de? Xuaye ku bersivdana vê pirsyarê bi vê yekê ve girêdayî ye: gelo hizirmend û destûrdaner çawa pênasa destûrê kirine? Bingehê têgeha destûrê wek ku destûrdanerê ferensî Corc Sêl amaje pêkiriye, destûr ne tenê amrazeke ji bo çespandina hêza destbilind di civakê de, lê ew di heman dem de amrazeke ji bo hevsengiya siyasî û di ser wan aliyan re ye yên ku deshelatê bidestdixin. Lewra bingehên yasaya destûrî dibine bingeh ji bo hevsengiya siyasî zêdetir ji wê yekê ku bingehek be ji bo rewatî pêdanê, lewra di sîstemeke nûneratî de ku çend partiyeke siyasî di deshelatê de beşdarin, her aliyekî siyasî ku di deshelatê de ye, di projeya nivîsîna destûrê de hewil didin pransîp û aydiyolojiya xwe di wê destûrê de biçesipînin, ev jî dibe rengvedana deshelata siyasî, lê destûr ew çerçoveye ku siruştê deshelatê diyardike û rê li pêş wê yekê digre ku her yek di deshelatê de be li gor heza xwe karbike, belku pêwîste di çarçovê wê destûrê de karê xwe bike, di vê pirsê de tu pirsgrêk çênabin, heger tenê yek part, yan yek alî di deshelatê de be, ji ber ku ew part dikare bê rêgir hemû prensîp û aydiyolojiya xwe di nav destûrê de biçesipîne, lê pirsgrêk ji wê xalê tê ku çend partên siyasî û çend texên cuda di piroseya nivîsandina destûrê de beşdarin, ev jî bi wê watayê ku nivîsandina destûrê di cibakeke demokrasî de girêdayî ye bi milmilanêya hizirî û felsefî û siyasî a navbera aliyên siyasî de.
…..

Destûr di navbera milmilaniya siyasî yan muzayedeya siyasî de

Dr. Mihemed Şerîf serokê korbenda hizira îslamî Kurdistan, pispor û taybetmend di felsefa yasa û felsefa ol de, bi vî rengî li ser siruştêmilmilanêya destûra Herêma Kurdistanê helwîsta xwe da û got: ((ji ber ku hinekî têkiliyê min bi felsefa yasa û felsefa ol re heye û Dr. Şêrzad jî bi pênaseyê destpêkir, ez dixwazim li ser vê pirsê helwêsta xwe bidim. Derbarê pirsa destûrê û pênaseyê, ez dixwazim bêjim ku pênase ta astekî pir giringe , hemû jiyana Seqrat giringîdan bi pênaseyan bû, Seqrat di nav xelkê de digeriya û pirsyar dikir daku bizane pênasa Maf li cem xelkê çiye. Lewra pênase kirina her têgehekê pir giringe ji bo çespandin û xuyakirina hizirê, ji bo vê yekê jî Seqrat zanistek danî nav lêkir Zanista Lojîk ê, ev zaniste jî du beş in, Yekem: Mezinde. Duyem: Yasa. Li vir mebesta min mezinde ne, ji ber ku mezinde kirin pênaseya. Raste niha ev zaniste pir guhertin bi ser de hatiye, lê wek hizir her maye, lewra dema ku em pênaseya têgeh yan peyvekê dikin, gereke ew pênaseye rengvedana hemû wan hizir û boçûnan be ku beşdar dibin di nasîna wê têgeh yan peyvê de. Bo nimûne dema ez dibêjim ev qelem e, ev xuyaye, lê dema ez dibêjim siyaset, li vir her kes li gorî xwe siyasetê pênase dike, yan yasa, bi dehan dibistanên yasayê hene û bi dehan pênase ji bo yasayê hatine kirin. Ev pênase hemû ji kesan çavkaniyê dibîne. Wate di civakê de tak bingehe, di nav kesan de jî hejmareke xerîze û xweperestî hene, lewra milmilanê di nav takan de çêdibe, ev milmilane pir caran digîne milmilanê a navbera giropên cuda di nav civakê de, vêca ji bo ev milmilane were rêxistin, pêwîste hevsengiyek di navbera berjewendiyên cuda de peyda bibe. Destpêkê ji bo vê hevsengiyê Urif çêbûye, piştre padîşa û ol û dawî tişt yasa ye, wek şêwazeke şaristanî ji bo çareserkirina milmilaniyê. Vêca ji derencama pêşketina civakê û çêbûna dewletê û hebûna hejmareke partiyên siyasî, em dibînin her aliyek bi hejmarek berjewendî tê milmilanêya xwe dike. Di vê rewşê de gereke bihayek hebeku vê milmilaniyê rêkbixe, bê goman ew bihaye a mezin destûr e, lê gereke ev milmilaniye li ser bingehê bihayekê be û li gorî bingeha siyasî û abûrî û civakî a civakê be. Lewra dema em destûrê dinivîsin, gereke armanc ew be ku vê milmilaniyê rêkbixe. Pirsyara min ew e: gelo arasteya pêkolan ji bo rêxistina vê milmilaniyê ye yan ji bo kûr kirina milmilaniya siyasî ye? Ez ê bersiva vê pirsyarê bi pirsyarek din ve girêbidim, ku heger hewil ji bo rêxistina milmilaneya bin, gelo çawa çêdibe ku projeyeke destûrê were piştguhxistin ku demeke dirêje kar li ser hatiye kirin û perlemanê pesend kiriye û hatiye amadekirin ji bo refrandomê û tenê refrandom nehatiye kirin? Heger ez bersiveke sade a vê pirsyarê bidim: ev qûnaxa niha em têre derbazdibin, bara pirtir muzayedeya siyasî biryarê li ser dide, ne rastî. Zelaltir piştguhxistina projeya destûra 2009ê ne ji ber wê ye ku hinek kesên din bingeheke hizirî yan yasayî nû heye û cuda ye ji yên din, lewra ew neçarin yê berê piştguhbixin û ber bi arasteyeke nû ve gavan bavêjin. Na, pirsa serekî ew e ku hejmarek navan ew nivîsandine, çima wê li ser navê wan here û niha em di deshelatê de ne, bila bi navê me be, lewra milmilane, milmilaneyên kesî ne, ne zanistî, heger em bala xwe bidin ev komîta niha û a berê, tu cudahî li ser perleman û hukumet û deshelata dadwerî heta serokatiya Herêma Kurdistanê tuneye. Raste serokê Herêma Kurdistanê bi hejmar, 24 deshelat hene, lê bi kirdar 3, 4 deshelat hene û yên dî mercdarin bi razîbûna perleman û hukumetê, yan ji ew dema ku serokê Herêma Kurdistanê destbikar bûye tu qorxkirineke deshelatê çênebûye, heta ku em bêjin ha ha serok bê vegera perlemanê filan biryare daye, lewra pirs zêdetir kesî ne, ev aliyê yekemîn. Aliyê duyê ew e ka ev destûre gereke milmilane be yan sazan? Bêgoman raste destûr girêbesteke civakî ye û gereke xelk bi wê girêbestê razî be û sazaneke civakî be, ji aliyê din dema kesên şareza û pispor tên destûrê dinivsînin, tenê ji bo dariştina birge û madane bi şêweyekî yasayî a din gel pesend dike. Pirsyar li vir ew e bo çi gereke her gel pesend bike? Ji ber ku tu aliyek nikare bibe milet, ji aliyê zanistî jî ve her wihaye, ku tu alî ne xudanê girêbesta destûrê ye, ji bilî millet, lewra bi boçûna min di sala 2009ê de şaşiyeke mezin hat kirin dema destûr nexistin rapirsiyê, gereke ew şaşiye nehatiba kirin, lê ku ev şaşiye hat kirin, niha ev qûnaxe taqîkirina pêgeheştiya siyasî a milletê me derdixeka ta çiqasî millet li ser berjewendiya xwe disekine û ew berjewendiya partatî poç dike, ez nabêjim partiyên siyasî milmilanê nakin, lê ez dibêjim ku milmilanê nekin bingeha nivîsandina destûrê, wate milmilaneyeke sinûrdar be û berjewendiyên giştî yên xelkê li ber çavan bigre, lê xuyaye ku her aliyek wiha famdike ku temama rastiyê li cem wî ye, ev jî wate her aliyek bi boçûna xwe ve têgirêdan, û nirx tên binpêkirin. Lewra ez dobare dikim ku ew a li Kurdistanê tê kirin ne milmilaneya siyasî ye, belku muzayedeya siyasî ye û berçav negirtina nirxan e.

Her di derbarê heman pirsyarê de Ferhad Ewnî perlementarê berê û neqîbê berê yê rojnamevanên Kurdistanê tekez li ser şêwazê destûra negor û destûra nerim kir û behsa wê yekê kir ku dariştina proseya destûrê pêwîstî bi wê yekê heye ku em mifayê ji ezmûna dewletên din bibînin. Bo nimûneezmûna projeya nivîsîna destûra Başûrê Efrîqabi yek ji ezmûnên herî dewlemend yê projeya destûrê paş projeya destûra ne nivîsandî a Berîtaniya tê hejmartin ku heft salan dirêjkir. Ew komîteya ku ji bo vê destûrê hatibû raspartin, temaşedikir ku bizane pêkhateya Başûrê Efrîqa ji çi hatiye pêkanîn û ka welatiyên wê reşin yan sipî yan di navbera herduyan de, paşê destûrek anîn ku jêre dipêjin destûra negor, cudahiya di navbera destûr negor û destûra nerim de ew e ku destûra negor pir bi zehmet tê hemwarkirin, lê destûra nerim di her xoleke perlemanê de di şiyan de heye were hemwar kirin wate dibe wek destûreke katî, lewra ji destûr başûrê Efrîqa re dibêjin destûra negor, ji ber ku heft salan dirêj kiriye û tu kelênek têde tune ye, her vê jî we kiriye ku ew bihevre jiyana li Başûrê Efrîqa heye li tu cihên din yên cîhanê tune be. Lewra ez piştgiriya axaftinên Dr. Muhemed Şerîf dikim. Ji ber ku pêkhata niha a Perlemana Kurdistanê û boçûna wan li hember pirsa destûrê ligel rêza min a ji bo perlementerên niha û xola berî niha, lê ez wiha hest dikim ku di vê pirsê de core zeîfîyekê heye, hinek tişt di çarçoveya muzayedeya siyasî dernakeve, wê yekê nadin ber çavê xwe ku pirsa destûrê pirseke dibe rêkxerê hemû yasayên Kurdistanê û di paşerojê de kêşeyên welat diyar dike ka çawa hukumranî tê kirin, lewra dema em bala xwe didinê em hest dikin ku pirs bûye muzayedeke siyasî û ji pirsa serekî derketiye, lewra ev rewşe pêwîstî bi wê yekê heye ka her çawa be sazan were kirin, dema ez dibêjim sazan were kirin, mebesta min ne tenê ew pênc aliyên serekî yên nav perlementûyê ne belku pêwîste ew komîta ku niha hatiye damezrandin gereke projeya destûra 2009êli ber çav bigre û bikira çavkaniya yekemîn ji bo destûrê, ji ber ku demeke dirêj kar li ser hatiye kirin ji vê jî zêdetir boçûna pispor û şarezayên din jî hatiye standin gerekbû perlemana Kurdistanê hizir di wê yekê de bike dema komîteyekê datîne ji bo nivîsandina destûrê, ew komîte tenê nûneratiya pênc aliyên siyasî yên Kurdistanê neke, gereke feretir bayaû heta berê xwe bidana hinek peymangehên şîretkarî yên Rojava û Emerîka , herwiha hinek pispor şareza hene ku ne kurd in lê ew pispor û xudan ezmûnin wek: (Dr. Munzêr Fazil, Ebidulmuhsên Seidûn, Dr. Ebdulmuhsên Şeiban, Dr. Zuhêr Kazim Ebûd) herwiha gereke pirsa xwe bi yekîtiya perlementarên Kurdistanê jî bikin ji ber ku ji xolên berî niha yên perlemanê kesin pir şareza û pispor hene, lê mixabin perlementoya Kurdistanê tu ji van nekir.

Manora Siyasî cihê Milmilane û Sazanê girtiye

Ev komîta 21 kesî ku ji aliyê perlemanê ve hatiye raspartin daku di mawê 90 rojî de pirojeya destûrê ji bo refrandomê amadebikin, gelo wê karên xwe di wê mawê de temam bikin? Di bersiva vê pirsê de Dr. Kamîran Salihî pisporê yasayê û mamostayê yasayê li zanîngeha Behreynê, ku niha jî ragirê kolîja yasayê ye li Solin, ew dibîne dema digehin ser pirsa deshelatan di nav destûrê de, kêşeya serekî di wê xalê de çêdibe, ji ber ku di gotûbêjan de aliyên siyasî manora siyasî dikin, ne sazan û milmilanê li ser berjewendiya giştî, her li ser vê pirsyarê got: ((di proseya nivîsîna destûra Kurdistanê de pirsa sazanê ne asan elewra pirs zêdetir manora siyasî ye di navbera partiyên siyasî de, her partiyek dixwaze zêdetir berjewendiyên xwe biparêze. Hinek hizir di berjewendiya millet de nakin, wiha dizanin ku ev destûre tenê ji bo qûnaxekê ye û tenê ji bo kesekî tê nivîsandin, di ser hemû tiştan re wê komîteyê guneheke mezin kir ku projeya destûra 2009ê derbazkirin û wek çavkaniyeke giring berê xwe nedanê, lewra dema em li ev komîta 21 kesî dinêrin, tevî rêza me ji wan re, lê pirsyar ew gelo çend kes ji wan pisporin û xudan ezmûnin di vî biwarî de? Wan çiqas nivîsîn û lêkolîn li ser vê pirsê çêkirine û belavkirine? Gelo çend ji van kesan zimanê biyanî dizanin û çiqas agehdarî zimanên cudane wek (Ferensî, Elemanî, Înglîzî, îtalî, …û HWD) lewra heger ez wê rastiyê bêjim em bibînin ku piraniya endamên wê komîtê tu zimanekî biyanî nizanin û hinek ji wan heta erebî nizanin, ev di demekê de ku nivîsandina destûreke federal pêwîstî bi vegera nav hemû destûrên federalî yên cîhanî heye, renge pir kêm jê bi erebî hatibin nivîsandin. Di nav komîteyê de kesekî wiha tuneye amade be bêje ev şaşe û ev raste. Ew di astê îrada partiyên siyasî de tên ajotin, li vir ez ê werim ser projeya destûra sala 2009ê ku hinek têbîniyên min hene ez ê zelal bikim bi hêviya ku di vê destûrê de jî neyên dobare kirin:

1- Di madeya 1 de tiştekî baş kirine ku hemû sinûrê kurdistanê destnîşankirine, lê di madeya 2 de ev yeke bi cêbecêkirina mada 140ê ve girêdane, ev yek gomanê çêdike, di destûrê de tu tiştek cihê gomanê tuneye û bingehê federaliyetê jî sinûre lewra gereke sinûr wek xwe were xuyakirin.

2-Di madeya 5 de ku hatiye nivîsandin Gelê Kurdistanê ji Kurd, Turkman, Siryan û Ereb pêktê, ji bo niha ku rewşek hatiye pêş û hejmara koçberan li Kurdistanê zêdetire baştire peyva resen were zêdekirin, ji ber ku eger ne ji wê peyvê be renge çend salên din ew jî bêjin em xelkê Hewlêr yan Silêmanî yan Duhok yan Kerkûkê ne.

3- Di madeya 8 di birgeyên 1,2,3 yê de deshelat tên pêşandan, lê di birgeha 4ê de bo nimûne behsa girêdana wan peymanan dike ku Herêma kurdistanê bi dewletan re girêdide, ku pêwîstiya wan bi Bexdadê heye, ev wate ew mafên kuu di birgehên 1,2,3ê de me ji xwe re destnîşankirine di birgeha 4ê de me daye Bexdadê.

4- Di mada 9ê de behsa wê yekê dike ku me pareke adil ji dahata Îraqê heye, bi nêrîna min pareke adil peyveke pir nerime û pir şiroveyan li xwe hildigre lewra gereke bi hejimar were xuyakirin.

5- Di madeya 12ê de hatiye ku pêşmerge hêzeke bergiriyê ye, bi nêrîna min ku ev made were hemwarkirin baştire, ji ber ku pêşmerge bi tenê bergiriyê li Kurdistanê nake, dibe ku ev jî lê were zêdekirin ku pêşmerge destkeftan jî diparêze.

6- Di madeya 17yê de hatiye ku samanên siruştî mulkê gelê kurdistanê ye, gereke lê were zêdekirin ku dahatên wê jç milkê Gelê Kurdistanê ye.

7- Di madeya 19ê de hatiye ku nabe kar bi zîndaniyan were kirin, ev nemaye û li dijî peymanên nêvdewletî ye jî, lewra gereke were labirin.

8- Di mada 20ê birgeha 3yê de hatiye ku hukumet hewildide ji bo yeksaniya jinan, ev jî gereke were nivîsandin ku hukumet yeksaniya jinan gerentî dike.

9- Behsa wîlayeta Serokê Herêma Kurdistanê dike û bi 4 salan diyar dike, wîlayeta serok pêwîste bibe 5 sal daku ne bi perlemanê re be û boşahiya siyasî çênebe.

10- Mada 65ê ku pir kêşe li ser in û behsa deshelatên serokê Herêma Kurdistanê dike, tu têbîniyên min li ser ew deshelatên ku di destûrê de hatine diyarkirin tunene, çûnkî tenê 3,4 deshelatin û yên din hemû mercdarin bi razîbûna perleman û hukumetê, lê têbîniya min li ser wê yekê heye ku dibêje: ji bilî van deshelatan hinek deshelatên din ku wê bi yasayê werin diyarkirin, li cem min ev zêdeye ji ber ku em hemû dizanin destûr ji yasayê bilindtire.

Di qûnaxên veguhastinî de destûra demkî baştire

Ev rewşa ku niha Kurdistan têre derbaz dibe, rewşeke ku ji hemû aliyan ve têçaverêkirin ku guhertinên mezin li ser astê siyasî û cografî çêbibin. Lewra Dr. Nejdet Akreyî pisporê Yasa û Asayîşa Neteweyî û endamê rêveberiya peymangeha xwendinên niştimanî, bi vî corî li ser vê pirsê helwêsta xwe dide û dibêje:
((projeya destûra 2009ê ku mawê 9 salan hejmareke kesên pispor û şareza pêre mandîbûn û hemû qûnaxên yasayî derbazkirine û tenê refrandom mabû, pirsa refrandomê jî xuyaye li ber çi hate paşxistin, her hal di mawê ji 2009ê heta bi 2015ê hejmareke gorankariyên mezin li ser astê navxwe û derve hatine pêş, bi taybetî ku paş helbijartinên temoza 2009ê ku nexşeya siyasî hate guhertin û tevgera Goran çêbû, paşê jî bûn bi opozisyon û piştre serhildanên buhara erebî û 17 Şubata Silêmaniyê. Lewra pir tişt hatiye guhertin û gereke li ber roşnahiya wan guhertinan em li distûrê vegerin. Xuyaye ku karên destpêkî yên vê komîtê ew e ku destûreke nû dînin û di mawê 90 rojan de were amadekirin ji bo rapirsiyê, ev pirse wê bi serkeve heger ev komîteye projeya destûra 2009ê wek bingeh werbigre û pêdaçûnê di wan 122 madeyan de bike, ji bo vê qûnaxê dibû ku sazan li ser were kirin, ev tevî ku dekomentên destûrî û yasayî gereke ji sazanê werin dûrxistin, ji ber ku yasa rengvedana rewşa siyasî û civakî û abûrî ye, lê siyaset milmilanê ye, ew pirsgrêkên ku niha derdikevin pêş di ev dema hestyar û çarenvîssaz de ku em têre derbazdibin, pirsgrêkên rewatiyê ne, yan rewatiya destûrî ye, ew jî ji ber ku piroje destûrek ku mawê 9 salan kar li ser hatibe kirin were guhertin ji bo projedestûrek ku di mawê 3 mehan de were amadekirin, ev yeke gomana destûrî dirust dike. Pirsa din a giring di destûrê de, pirsa asayîşa niştimanî ye, destûr pirseke girêdayî asayîşa neteweyî ye, xuyaye ku asayîşa neteweyî jî pirseke negore, vê jî wekiriye ku siyaseta asayîşa nîştimanî pêşandera diyardeya her kiyanekî be. Lewra asayîşa neteweyî wek heremê qanûnî tê dariştin, pirseke din cudakirina destûr û destûriyetê ye, xuyaye ku destûriyet ji destûrê fereh tire û gereke ev pirse jî li ber çav were girtin. Aliyekî din behsa guvaşa nêvdewletî û rolê nêvdewletî tê kirin, xuyaye ku ev du halete ji hev cudane)).

Berdewamiya babetê heye
Top