• Sunday, 16 June 2024
logo

Zêdebarî cudahiya hizrî lawên Kurdistanê li dijî tîtorê hebûna xwe mezin danîşandan

Zêdebarî cudahiya hizrî lawên Kurdistanê li dijî tîtorê hebûna xwe mezin danîşandan
Şerê teroristên DAIŞ xuya kir ku serbarî guhnedana daxwaziyên gencan ewan xuyakir ku ewin xwedî viyana mezina netewatî û parêzvanên welatî ne , rolê gencan di nav rêzên Pêşmerge û canguriya wan xuya li berçave, xurtên Kurdistanê serbarî cudahiya hizrî û neteweyî û ayînî tuşî şerekê mezinê tîroristî bûne û ji bakur û rojhelat û rojavayê Kurdistanê jî beşdar bûne di şerê parastina Kurdistanê de îro xurtê Kurd 80% ji Pêşmergê li çeperan pêktîne, loma dikarin bêjin gencê Kurd sîmayekê neteweyî welatparêz û yekdengî heye saziyên gencan û lawan di vê raportê de behsa rola xwe ya bibandûr di nava rêzên Pêşmerge de ji kovara Gulan re dikin.
Îro xurt di xema parastin û berevanîkirina welat û netewa xwe de ye û bi serfirazî di nav hêzên Pêşmerge de ye ku bi serokatiya barazniye,

Li destpêkê Teymor Teymor Ebdal sikirtêrê yeketiya lawên dîmokrata Kurdistan ê di daxuyaniyek teybet de ji gulan re got: dema welat rûbirû şerê teroristên DAIŞ ê buyî gencan xwebexş berê xwe dan eniyên şer biradeyekê ku eweên li eniyên pêşiyê 80% lawên şehîd û Pêşmergên şûreşane , xudan hesteka bilinda neteweyîne û netewê xswe bi mafdar dizanin , li vir ezê mînanekê li ser hesta bilinda neteweyî ya gencan înim ziman, me weke yekêtiya lawan li navçên cidayên Kurdistanê li ser pirsa destûr û wîlayeta serokê Kurdistanê24 simînar sazkirin ku têde xuya bu ku nêrîn û hestên gencan cudane ji yen partan, îro gen xemxwerê welat û ewlehî û xweşkirina jiyan gele gencê Kurd canê xwe dide dak bibe parêzerê welatê xwe.
Di bara hebûna xurtan di nav rêzên Pêşmerge de got: xwêndidngeha barzanê ya hizrî ne tenê xwedî hizra şoreşgêrî û cangurî buye, belê helgira nûkirinê û avakirinê jî buye damezrandidna komît û rêkxirawên lawan û xêndkaran û jinan di demekê de bû ku wan komîtan şehîd didan, nihajî dema ku Kurdistan buye sembula cîhanê li şerê dijî tîrorê me wek genc piştgêriya bizavên barzanî ji bo bihêzkirina sipayê Kurdistanê kir, hêza Pêşmerge ne tenê bergêriyê ji herêma Kurdistanê dikin belku ji her Kurdekî dikin weke me dî li Kobanê berxwedan kir, li vir gereke pêtir giringiyê bi xurt û hezên wê bê dayin bi taybet di warê jiyanê û hevjiniyê de.

Xurt heye şehîd ketiye û tenê 10 hezar dînar di kîrkê de bû
Hêriş Mamend berpirsê senterê Hewlêr yê rêkxirawa azadiya lawên Kurdistanê di bersiva pirsyarên kovara Gulan de got: hebûna gencan li eniyên pêşîn di nav rêzên Pêşmerge de bi awayekê bercav bê cudahiya etnî bersiveke ji bo wan kesên digotin hesta neteweyî li cem xurtan nemaye, cangurî û birîndar û Pêşmergên lawan hevkariya lawan ji bo aware bi muçekê kêm û çekekê lawaz dijî dewleteka tîroristî karek berçave, genc rêgiriyê li dijî her dijminkariyekê hember netewe û welatî diek.
Di bara rolê genc di warê bihêzkirina hêza Pêşmerge de navhatî got: pêdiviye ji vir û şûnde pêtir giringî bi xurtan bêdayin bitaybet dinav rêzên Pêşmerge de, ku di nava rêzên supa de gencên nû xuwedî çi pust nînin, vê yekê bandur kiriye ser muçe û dahatê wan heta di dema bîreweriya şehîdan jî cudahî heye, di bara yekrêziya Pêşmerge û wezareta Pêşmerge erkekê giran li ser milê barzaniye, dema xurtek li eniyên pêşîn yên şer şehîd dikeve û tenê 10 hezar dînar vêreye ev yek wateyek mezine ji tev rayedarên partan re, gerek şerekê din dijî naedaletî û gendelî bêkirin.

Gencên Kurdistanê bi tundî rûbirû hizrên hişk dibin
Di bara bilindkirina viyana axa welat de Ehmed Eskender sikirtêrê giştiyê geşepêdana xwêndekaran go: ji bo nîştîmanî kirina hêzên Pêşmerge û pêtir bilindkirina hesta neteweyî ya xurtan gereke pêitr çavdana malbatên şehîdan bikin ev yek dê pêtir hêzê bide parêzvanên Kurdistanê de bi giştî paş hêrişên DAIŞ bo ser Kurdistanê em hest bi bilindbuna hesta netewî û parastina axa welat dikin.
Di bara hizrên nerim û durketin ji hizrên hişk di perwerdekirina gencan de navhatî xuyakir: eger aliyekê serkeftina Pêşmerge li dijî DAIŞ ciyê şanaziyê be û piraniya wan gencin li aliyekê din ciyê şanaziyê ye ku xurt parêzvaniya hizrên nerim û pêkve jiyanê ne û dijî hizrên hişk û tindin me weke rêkxirawa geşepêdana xwendekaran karê xwe yê sereke kiriye giringî dan bi hizrên nerin di nav xurtan de û piştgêriya Pêşmerge.

werg;ran j.k.x
Bijar Şêxmemî
Top