• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokê bihêz û biryarên giran, dirustkirina paşerojeke geş di nav kirêz û şeran de

Gulan Media September 5, 2015 Raport
Serokê bihêz û biryarên giran, dirustkirina paşerojeke geş di nav kirêz û şeran de
Hinek dewlet bi serbexweyî ji dayikbûn, hinekên din jî serbixweyiya xwe bidestxistin, lê Sengapora serbixweyî bi ser de hat çespandin. Nêzîkî 45 kolonêlên Berîtaniya mijolî ahengan bûn bi helkefta veguhestina deshelatê ji kloniyalîzma Berîtaniya bo hukumeta niştimanî, lê li 9 Aba 1965ê dema me serbixweyî ragihandî, ew ne helkefteke şahî û kernevalî bû, me qet hewil nedabû ku em serbixwe bin, heta li sala 1962ê refrandomek hate sazkirin ji bo xuyakirina çarenivîsa Sengapore, di vê refrandomê de 70% xelkê dengê xwe ji bo mana li gel Malîziyayê dan. Di mawê wan 3 salan de tu guhertin çênebibûn, heta em aje serbixweyîyê jî nebûn. Wê demê me digot heger Sengapora serbixwe be, wê demê wê dewletek be ku şiyana berdewamî û mayînê tunebe, erkê me yê giring niha ew e ku em ji bo dewleta xwe karbikin ku kariye bibe dewletek hêjayî jiyanê. Me çawa karî dewletek ji komek zimanên cuda vî dewletî avabikin, ku pir koçberên cuda ji Çîn û Hîndistan û Malîziya û Endenûsiya û perçeyên cuda yên din ji Asiya têde dijiyan? Ev çîroka avakirina Sengapora ye ji sala 1965ê heta 1995ê, çîroka welatekî ye ku dihat texmînkirin nikaribe li ser lingên xwe bisekine, niha yek ji welatên zindî yên cîhana yeke e.

Yadaştên Lî Kiwan Yo
Serok Wezîrên Sengapora
1965 - 1995

Kirêz û tengasî û şer, ezmûnin ji bo serokan

Kirêz û tengasî û şer, baştirîn helsengandin û ezmûnin ji bo serokê neteweyê. Ew serokê bikare di nav mija kirêz û tengasî û şer de bi her şêweyekî be dergehê omêd û paşerojeke geş di rûyê neteweya xwe de veke, wiha netewe bi xwe wê navekî hejî li kêleka navê serok dîne, hinek netewe bi Bavê Damezrêner, hinek jî bi Bavê Netewe, ji vê jî zêdetir rewşenbîr û nivêser di çarçovê zanîneke siyasî yan felsefî navekî nû jêre dadihênin, herwek çawa ji Linkolin re tê gotin: Mîrasê Azadiyê, ji Gandî re tê gotin: Meşxelê Neviyên Paşerojê, ji Bismark re tê gotin: Sîmbola Yekîtiya Elemaniya, hemû ev naznavane berhemên kirêz û tengasî û şeran e ku netewe di qûnaxên cuda yên dîroka xwe de têre derbazbûne û di bin sîbera rêberatî, serokê wan yê mezin de, guhertinên mezin bi ser paşeroja neteweya wan de hatiye.

Sîmayeke din a serkirdên mezin yên neteweyê, şêwazê biryardanê ye ku di dîroka neteweyê de bi biryara giran û çarenivîssaz tê bi nav kirin û neviyên paşerojê serê xwe pê bilind dikin, şêweyê dirustkirina van curê biryaran jî rengvedana mejî û hoşê neteweyê ye di xalekê de ku serokên mezin di demeke çarenivîssaz de biryarê didin, li gor wê yekê ka çawa helsûkewt bi wê kirêz û tengasiyê re were kirin ku di rûyê millet de derketine û paşeroja millet xistiye metirsiyê, ji vê jî zêdetir hemû serokên mezin dema ku şêwazekê heldbjêrin ji bo çawaniya çareserkirina tengasî û kirêzan, ew rastî rexneyeke hişk ji neyar yan ew ên xwe wek siyasetmedarên rikaberên serokên mezin dizanin tên, ji vê jî zêdetir pir caran biryarên serokê mezin di nav perlemanê de nayê pesendkirin, ev jî ji ber wê yekê ye ku perlementarên neteweyên cuda bi dirêjahiya dîrokê nûneratiya partiyên xwe dikin ne milletê xwe, lewra dema serokê neteweyê biryareke çarenivîssaz ji bo paşeroja neteweyê dide, ew biryara dibe xala guhertinê di jiyana neteweyê de û serok jî dike wîjdana neteweyê, di vê rewşê de partiyên siyasî, berjewendiyên wan yên partî yan karta wan yê helbijartinan dikeve metirsiyê, lewra rexneyên hişk û bê bingeh li serokê xwe dikin.

Sedema ev rexneyên hişk ku di dîroka siyasî a neteweyan de pir caran geheştiyê astê nizimkirina nav û sivkatîpêkirinê, ji bo wê yekê vedigere ku ew siyasetmedarên lokal bi wî corî li biryara serokên mezin dinêrin ku paşeroja partiyên wan ji paşeroja neteweya wan giringtire, ji ber siyaseta wan a partayekî a teng baweriya gel bi siyasetmedarên lokal namîne, wiha jî di demên hestyar û nazik yên neteweyê de ew kêşeyan ji bo serokê xwe çêdikin.
Lî Kiwan Yo serok wezîrên Sengapora ku li 9 Aba 1965ê serbixweyiya Sengapora ragihand, di bîreweriyên xwe de amaje dike ku ((yê ku pir ez dêşandim, ne êrîş û rexneyên medyayên Berîtaniya û Malîziya bûn, belku ew êrîş û rexneyên bê bingeh bûn ku ji medyayên Sengapora rastî min dihatin)). Ev axaftine bi şêweyekî din Ebraham Linkolin jî kiriye, ji ber ku dema şerê li dijî koletiyê ragihandî û kongresê piştgiriya wî nekirî, ew rastî rexneyeke hişk û êrîşeke ne rewa hat lewra di pirtûka (Linkolin: Mîrasa Azadiyê) ew axaftina Linkolin pir bi ciwanî hatiye nivîsandin dema dibêje: ((heger em di vî şerî de biserketin, ew ên niha êrîşî me dikin, qîmeta wan nabe pûş jî, heger em bi ser jî neketin, wê demê tu nirxek ji axaftina me re namîne)). Ev diyardeyên nexweş di jiyana her serkirdeyekî mezin de heye, lê dema biryarên giran û şêwazê taybet yê serokên mezin arasteya dîroka neteweyê duguhêrin, wiha hewlên wan siyasetmedarên lokal jî dibe bilqa li ser avê.

Guhertinên dîrokî di qûnaxeke diyarkirî a neteweyê de

Guhertinên dîrokî di jiyana neteweyê de, ne tenê rûbirûbûn û berxudana leşkerî yan çekdarî ye, belku guhertina dîrokî wate ji hev qutbûna du serdemane di dîroka neteweyê de, bo nimûne, dema Mistefa Barzanî di 30 Temoza 1943ê de bi rawêj ligel Şêx Mehmûdê Hefîd biryar dayî ku şoreşê vêxe, ev biryare ne tenê vêxistina şoreşekê bû belku guhertinek bû di watayê şoreş û kurdatiyê de, ku êdî şoreşa Kurdistanê ne şoreşa navçeyeke destnîşankirî a Kurdistanê ye, belku şoreşa seranser a Kurdistanê ye li dijî dagîrkeriyê, ev jî wê vebirînê ji me re xuya dike ku heger wateya şoreş û berxudanê heta şoreşa duyemîn a Barzan, berxudan û qorbanî dan be li navçeyeke diyar a Kurdistanê, ji wir û pêve şoreş, şoreşa hemû Kurdistanê bû û hemû serkirdeyên navçeyên cuda yên Kurdistanê piştevaniya wê kirine, her di vê şoreşê de dema biryar hate dan ku biçin piştevaniya Komara Kurdistanê bikin û bibin leşkerê parastina wê komarê ev jî gaveke din a wê guhertinê bû bi wataya ku nabe êdî kurd baweriyê bi ew sinûrên çêkirî hebe ku dagîrkeran pê ev millet ji hev perçekirine. Bê goman şoreşa mezin a Eylolê jî guhertineke din e di dîroka neteweya me de, ev guhertine ne tenê ew e ku yekrêzî û yek helwêstî di nav gelê Kurdistanê de çêkir û ne tenê ew e ku ev şoreşe bûye nasnameya hemû kurdistaniyan bi cudahiyên xwe yên netewe û ... Olî ve, belku guhertina ji vê mezintir di dîroka neteweya me de ew e, şoreşa Eylolê bûye rwestgeheke dîrokî daku cudahiyên siyasî û olî û neteweyî biparêze û hewil bide li ser xalên hevbeş bi hev re xebatê bikin, ne ku cudahiyan tûj bikin û reşî û kînê berhembîne û bibe çavkaniya zeîfiya neteweya me, berûvajî şoreşa Eylolê take şoreşe di dîroka kurd û temama neteweyên cîhanê de ku karî cudahiyên siyasî û olî û neteweyî bike hêzeke mezin ji bo neteweya me. Di dîroka şoreşa Eylolê de hewil hebûn ku cudahiyan bi taybetî cudahiyên di hizirên siyasî de bibin reşatî û kîn û derzîn, lê ji ber ku Barzanî Mustefa wek serokekî mezin helsûkewt bi wê hestyariyê re dikir, lewra karî carek din derzîna di nav mala kurd de bike yek mal û yek armanc û yek siyaset. Ev guhertina şoreşa Eylolê li salên paş 1975-1988ê jî ji aliyê serok Mesûd Barzanî û Idrîsê herdem zindî berdewamî hebû, ev berdewamî pêdane bi watayê parastina ew guhertina dîrokî bû, ne çêkirina guhertineke din, sedema wê yekê jî ku nikarîn guhertineke din çêkin, ew kêşe û şerê navxweyî bûn ku cudahî kiribûn kerib û kîneke wiha ku şerekî xwînawî li pê xwe wîne! Cihê baskirinê ye ku ew kerib û kîne berhemê derzîn û tûjkirina cudahiyan bû ji bo ji hevdabirînê, ne bihevre karkirin, lê serok Mesûd Barzanî û Idrîsê herdem zindî hewila wan ji bo wê yekê bû ku cardin cudahiyan ji hev dabiranê buguhêrin ji bo bihevre xebatkirin û bi hev re karkirinê, ev hewilane di zistana 1987ê de gîşte wê astê ku Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê aşt bibin û rêkeftinê îmze bikin, bi aştbûna van du aliyan jî bingeha Eniya Kurdistanî hate pêş.

Paş dirustbûna Eniya Kurdistanî û dilinyabûn ku cudahiyên siyasî xala bihêzbûna neteweya me ne, careke din zemîneya guhertina dîrokî di jiyana neteweya me de hate pêş, yekemîn guhertin ku paş 10 piroseyên binav Enfal û paş kîmiyabarankirina Helebçe û pir navçeyên din yên Kurdistanê û paş ku leşkerê Sedam Husên wek leşkerekî serketî ji şerê Îraq û Îranê derketibû, take armanca wan bibû ew ku yek pêşmerge li Kurdistanê nemîne. Hevdem serok Barzanî li havîna 1988ê li dastan Xwakurk ew xewna leşkerê mezin û serketî yê Beis pûçkir. Heger di nav netewe de derzîn tunebin, wiha ew leşkerê ku 8 salan şer bi welatekî wek Îranê re kir û xwe bi serketî dizane, gerek bû li ber îrada pêşmerge de xwe li ser kaba berdana erdê, pirsyar ew çima şerê Xwakurk biguhertineke dîrokî tê hejmartin, di demekê de ku Hêza Pêşmergê Kurdistanê pir serketinên din jî tomarkirine? Bersiva vê pirsyarê dema hestyara dîroka neteweyê û şêwazê biryar û helsûkewta Mesûd Barzanî li hember ew êrîşa leşkerê Îraqê bersivê dide, ev jî ji ber wê ye ku dijmin dixwast bi serketin di şerê Xwakurkê de, dema nemana kurdan rabigehîne, lê biryara Mesûd Barzanî cardin zindîkirina diruşma ((Kurdistan yan Neman)) bû, û bûye sedema wê guhertinê û mifawergirtin ji bingeha pêkvekarkirin û pêkvexebatkirin, lewra di mawê salên 1988-1994qn, îrada kurdistaniyan ji bo aştî û demokrasî û pêkvejiyanê wek muicîzeyeke siyasî nîşanî cîhanê da, lê mixabin li salên 1994 - 1998an ku carek din şerê navxweyî derzîna siyasî û rêveberî li Kurdistanê dirustkir, lewra carek din hewlên veger ji bo her çawa be ew guhertina çêbûyî û berhema wê Perleman û Hukumeta Herêma Kurdistanê bû werin parastin. Ev hewil her çiqas alîkariya dostên kurdan jî hebû, lê ji hev têgeheştinê di navbera serok Mesûd Barzanî û cenabê Mam Celal Talebanî de hate pêş ku hemû hewilan di wan xalan de siq bikin ku cardin cudahiyên siyasî aştî û bihevre jiyanê dirustbikin ne şer û du eniyî, li ser vê bingehê karîn nexşerêyekê ne tenê ji bo rêkeftineke asayî belku ji bo rêkeftineke stratîjî dabrêjin.

Ew a li vir giringe em li ser bisekinin, ew e ku herdema nav mala Kurdistanê yekrêzbibe, parastina guhertinên dîrokî yên neteweyî li pê hatiye û gavên rast ji bo guhertinên din hatine avêtin. Heger em bi lez em wan guhertinan destnîşanbikin, ji wan: (hildana ala Kurdistanê bi şêweyekê fermî li sala 1988ê, rolê kurd di kongrên opozisyona Îraqê de û çespandina federalîzmê di karnameya opozisyona Îraqê de, kurd bûn beşek ji Hevpeymaniya Nêvdewletî, û xistina ezmûna Kurdistanê wek heye di nav destûra Îraqê de, mana pêşmerge wek zêrevanên Kurdistanê û beşek ji sîstema berevaniya Îraqê, yasaya neft û gaz û berhemanîn û hinardekirina neftê, şerê DAIŞ û serketinên pêşmerge, gav avêtin ber bi serxwebûnê ve) ev guhertinên me amaje pê kirin hemû li ser bingehê yekrêzî û yekhelwêstiya part û alî û netewe û olên cuda yên kurdistanê çêbûn, lewra take tiştê ku serok Mesûd Barzanmî jê bitirse derzîna nav vê yekrêzî û yekhelwîstê ye û ji bo parastina vê yekrêziyê jî ew hazire her qûrbaniyekê bide.

Bûna Pêşmerge bi medaliya rêzê bi nasnama kurdistanbûnê ve

Tevî ku şerê DAIŞê karesateke mezin û şerekî xwînawî û nexwastî bû ku bi yaqa Kurdistanê girt, lê biryara giran a serok Barzanî bi ragihandina şerê (Kurdistan yan neman) ê û beşdariya wî a rastewxo li kêleka Pêşmerge li hemû eniyên şer û şandina Pêşmerge ji bo alîkarîkirina kurdên Kobanê, di mawê kêmtir ji salekê li ser astê cîhanê navê pêşmerge kir bi medaliyeke rêzê bi nasnama Kurdistanî bûna me, cîhan gehande wê baweriyê ku ji ber xatirî pêşmerge û serkirdatîkirina vê hêzê a bê nimûne li cîhanê, gereke rêz li Kurdistanê were girtin. Rêzeke wiha ku ferzkir ku gereke rastewxo wek welatekî serbixwe helsûkewtê bi Kurdistanê re bikin, ev rêze gîşte astekê, cuda ji wê yekê ku serok Mesûd Barzanî wek hevtayên serokên Emerîka û Yekîtiya Ewropa û cîhanê helsûkewt pêre were kirin, di heman dem de wezareta Pêşmergê Kurdistanê gehande astekê ku ligel wezareta bervaniya Emerîka û Berîtaniya û Ferensa û Elemaniya û temama welatên Yekîtiya Ewropa re bicive, ev di demekê de wezareta pêşmerge ser bi partiyekê ve ye ku hêza wê a pêşmerge tuneye, lê şêwazê serkirdatî kirina Barzanî wiha kiriye ku hemû hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê wî bi wezîrê xwe bizanin û fermanên wî cêbecêbikin. Ji vê jî zêdetir ewqasî fermandeyê hêzên 70 a ser bi YNK ji serok Barzanî nêzîkin û şîretan pê dikin, ewqas fermanda hêzên 80 a ser bi PDK ji serok Barzanî ve ne nêzîkin, ev jî axaftina zelal a fermandeyê hêzên 70 ye ku di hemû mediyayan de hatiye belavkirin, herwiha wezîrê pêşmerge jî ku yekser pêwendî bi serok Barzanî re heye wek fermandeyê giştî a hêzên çekdar, bi xwe di dîmaneyekê de ji Gulanê re ragihandiye, ku serok Barzanî odeyeke operasyonan çêkiriye, endamên wê odê fermandeyên hêzên pêşmerge û asayîş û zêrevanî li xwe digre û bi rawêj û giştdengî rêveberiya ev şerê mezin dikin û wezîrê pêşmerge bi xwe fermana şandina çek û hêzê ji bo eniyên şer dide û li gor hewceyiyê dişîne eniyên şer.

Tevî ku destpêka vî şerî enfaleke mezin bû li dijî hebûna me a neteweyî bi hemû netewe û olên cuda yên Kurdistanê ve, tevî ku wîjdana her kesekî pir êşiya, bi taybet helsûkewta hovane a terorîstên DAIŞê li hember xwîşk û birayên me yên êzîdî, tevî lîska bi şeref û kerameta me a neteweyî ku paqijên me wek koleyên seksî bazirganî pê kirin, tevî zêdetir ji 1500 pêşmergeyên vî welatî ku bûne qûrbanî û zêdetir ji 6000 pêşmerge ku birîndarbûn, lê ji ber belêna di navbera partiyên siyasî de derbarê avakirina kabîneya heştê û parvekirina para kurdan di postên Bexdadê de, ew bû ye hokar ku em çwar salên aram birêbikin, serok pir bi asanî karî biryarên giran bide û şêwazê guncayî ji bo muamelekirin li gel hemû kirêzan (Abûrî, Koçber ku nêzîkî du milyon kesin) bibîne, lewra karîn karesata Êzdiyan jî bi serketin li eniyên şer sivikbikin, herwiha hemahengî û hevkarî di navbera Hukumet û Perlemanê de berdewam be, tevî wê jî yekeyên 70 û 80 jî her hene, lê bikirdar bûne yek hêz li jêr sîbera yek serkirde de. Herwiha rêvebirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdadê de û beşdariya kurdan di kabîneya Ebadî de, rêvebirina eniyên şer ji Celewla heta Kobanê, ji vê jî zêdetir ew cihê serbilindî şanaziyê bû ji bo her kesekî di vê Kurdistanê de, bi hemû netewe û olan ve, ew e ku serok Mesûd Barzanî bi ew şêwazê lojîkane ku rêveberiya hemû kirêz û eniyên şer dike, heman hestê kurdbûn û kurdistanîbûnê a sala 1961 zindîkir ku her kesekî vê Kurdistanê amadebe ji bo parastina xelkê Kurdistanê xwe bi kuştin bide. Ev şêwazê Mesûd Barzanî carek din wek Mistefa Barzanî, temama part û çîn û texên cuda yên civaka Kurdistanê di çarçovê kurdistanî bûnê de rêkbixe. Xelk xwe bi xudanê pêşmerge dizane û pêşmerge xwe bi parêzerê gel û niştiman dizane. Di mawê vê salê de şêwazê serkirdatiya serok Barzanî, bingehê hejêkirin û rêzgirtin û soza neteweyî û niştimanî di nav takên vê kurdiatnê de çêkir, hemû xelkê Kurdistanê bi cudahiya xwe a olî û neteweyî û boçûnên siyasî ve xwe bi bira û kes û hevniştimanê vî welatî dizanin. Serok Barzanî ji bo ku vê yekrêzî û xweşewîstî û rêze berdewam be, berî seredanên xwe bi partiyên siyasî re diciviya û bi wan dişêwirî daku di wê seredanê de bernama wî çibe. Di hewlên xwe yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê de daxwaza piştgiriyê ji wan dikir, ev gavên serok Barzanî bingeh dirustdikir ji bo guhertineke yekcarî û serbixweyiya Kurdistanê, lê mixabin bê ku tu sedem hebin tevgera Goran hewila da ev bingeha ku hbû, ji ber hev hilweşîne, tu sedemek jî tune bû daku vê hejhevkirinê û rêz û soza neteweyî û niştimanî ku çêbibû, buguhêre bo kerb û kîn û heyfvedanê! Heyfvedan ji çi? Bêgoman ji wê yekê ku nabe ev welate di bin sîbera serok Mesûd Barzanî de aram û yekrêz û yekhelwêst be! Ew biryara Newşêrwan Mistefa ji bo ku vî welatî bişêwêne, bi corekî wekî dînbûneke siyasî ye, ji ber ku Kurdistan di Hezîrana 2014ê de, Hezîrana 2015ê de, ne tenê di rewşeke ne asayî a şer de bû, belku di rewşeke tijî kirêzên hemealî yên darayî û abûrî û civakî de bû, Perlemana Kurdistanê di mawê sala bûrî de bi xwe di rewşeke ne asayî de bû, beşeke mezin ji perlemantaran jî - bê cudahiya siyasî- evqas mijolî vê rewşê bûn karê xwe yê perlemanê bi pêşeyî nekirin, serokê hukumet û cîgirê wî ewqas mijolî kêşeyên koçber û karesata êzdiyan û peydakirina pêwîstiyên pêşmerge û tunebûna moçe û bodceyan bûn, nikarîn karê hukumetê bikin, ev ji bilî ku bi dirêjahiya sala 2014ê heta niha roj tuneye, hêza pêşmergeyê Kurdistanê êrîşên terorîstên DAIŞê neşkîne û berdewam û rojane welatiyên Kurdistanê pêşwaziya tabûtên bi xwîna lawên xwe yên şehîd dikin û birîndaran hemêzdikin. Di ev dema hestyar û nazik de, serkirdeyê partiyekê hewil bide ji bo dirustkirina astengan û hewil bide ji bo şikandina serok û tevlîhevkirina welatê xwe, tenê ji ber ku naxwaze serketinên serok Mesûd Barzanî bibîne, ev bi zehmet e di pênasa siyasetê de hebe! Heger em li vir, helwestekê li ser ew du mehên tijî ne aramî bidin ku Newşêrwan Mistefa û tevgera Goran li Kurdistanê diustkirî, em ê bibînin çawa hevkêşa siyasî û civakî li vî welatî berûvajî bûye, berî ku Newşêrwan Mistefa vê tevheviyê çêke, xelk ji derve dihat û dibû pêşmerge û li eniyên şer şehîd dibûn, birîndar dibûn, xelk wek xwebexiş dibûn pêşmerge, lê niha lawên me bi kom berê xwe didin derve û rêyên mirinê taqîdikin! Berî vê tevliheviyê hemû gelê Kurdistanê dua ji bo serkeftina pêşmerge dikirin, lê ev du mehin hemû takên Kurdistanê dua dikin ku xwedê Kurdistanê ji şer û belayê Guran û Newşêrwan Mistefa dûrbixe.

Niha ku bi alîkariya xwedê û îrada xêr a aliyên siyasî êdî rewş ber bi arasta xwe ya rasteqîne ve dere, ku peydabûna rêz û hezkirinê ye di navbera aliyên siyasî û temama gelê Kurdistanê de bi cudahiya neteweyî û olî, dema wê yekê ye ku hemû bi hev re kok û tamara kerib û kînê hilkişînin û em hemû destê xwe di destê hevkin û hevkarê serokê xwe bin, daku biryarên girantir ji bo guhertina yekcarî û serbixweyiya Kurdistanê bide û em hemû gavan ji bo bavêjin. Ji bo vê rojê zêdetirî 100 salî ye ev gele qûrbaniyê dide, niha wek Lî Kiwan Yo dibêje, serbixweyiya Kurdistanê bûye ferz û geringe ev ferze were cêbecêkirin



Top