• Sunday, 16 June 2024
logo

Bê pêşmerge dîroka nû ya cîhanê nayê nivîsandin

Gulan Media September 27, 2015 Raport
Bê pêşmerge dîroka nû ya cîhanê nayê nivîsandin
Cozêf Nay, ku dahênerê têgeha Hêza Nerim e, daku wê hêzê tevilî Hêza Hişik bike û ji herdu hêzan Hêza Zana berhembîne, ev mawê çarekyek sedsale ku li ser têgeha hêzê û paşeroja hêzê kardike û di vê derbarê de ne tenê gotar belku pirtûk jî nivîsandine, tevî ku Cozêf Nay demeke dirêj alîkarê Wezîrê Bergiriya Emerîka bû lê di heman dem de ew li ser astê cîhanê wek hizirmendekî binavûdenge û wek hizirmendekî hizir û boçûnên wî bi berçav tên wergirtin, lewra li semînar û civînên nêvdewletî jî wek hizirmendekî ji bo çareserkirina kêşeyên cîhanê ew tê vexwendin. Her wek çawa li paş ragihandina Xîlafeta Îslamî a DAIŞê, li sala 2015ê ew ji bo penêla paşeroja sopa ji bo korbenda Davos hat vexwendin, daku li ser wê yekê biaxfe ka çi modeleke sopa ew karîn heye ku terorîstên DAIŞê li ser erdê bişkîne.

Xuyaye ji bo vê korbendê ji bilî Cozêf Nay û balyoz Walfing Şînger serokê konfransa 51 emîn a Miyonêx, jeneralekî sopa Emerîka û wezîrê bergiriye Kolombiya û Dr. Roj Nûrî Şawîs endamê pîlotbîroya siyasî a Partiya Demokrata Kurdistanê jî wek fermandeyekî pêşmerge hatibûn vexwendin, di vê penêlê de Cozêf Nay behsa modela çwarem a sopa kir di şerê hevçerx de ku ew jî şerê bê serbaz e, wek êrîşên sayber û balefirên bê balefirvan û bikaranîna robotan li şûna leşkeran ji bo yekalîkirina şeran. Wî li meha Kanûna Duyê a 2015ê wiha didît ku take sopayek bikare şerê hevçerxa paşerojê yekalî bike, tenê ew sopaye ye ku leşker têde beşdar nakin, lê li Şubata 2015ê wate tenê paş yek, du hefteyan ji korbenda Davos û yek, du rojan berî girêdana konfransa 51 emîn a Miyonêxê ji bo asayîşa nêvdewletî wî gotarek bi navûnîşana paşeroja hêza serbazî belavkir, ew di wê gotarê de wê yekê destnîşan dike ku ji bo rûbirûbûna terorîstan gereke modela pêncem a sopa were damezrandin û pêwîste Emerîka piştevaniya logîstî a leşkerî bide ew hêzên ku li Rojhilata Naverast li ser erdê şerê terorîstan dikin. Ev wê watayê dide ku eger modela yekem a sopa di şerê hevçerx de sopayê Napilyon be û modela duyem sopayê Şerê Yekem a Cîhanê be û modela sêyem bikaranîna tabora pêncem be li ser destê Hêtler di Şerê Duyem a Cîhanî de û piştî wê jî li serdemê şoreşa teknolojiya sopayê sayber û balefirên bê balefirvan û bikaranîna robotan be li şûna serbazan, wiha şerê DAIŞê û girêk û tevliheviyên Rojhilata Naverast derxist ku ew şer e hewceyî bi leşkerekî heye ku bikare li ser erdê terorîstan bişkîne.

Wek Bîrnard Hinrî Lîvî hizirmendê mezin yê firensî berî çend rojan di gotarekê de bi nav û nîşana (Pêşmerge baştirîn sopayê rojava ye ji bo şikandina Dewleta Îslamî a DAIŞê) belavkiriye, destnîşandike ku take hêza li ser erdê karîbe biselimîne ku dikare terorîstên DAIŞê bişkîne, hêza Pêşmerge ye, ew tekezê li ser wê yekê dike ku ev hêz e - Pêşmerge- modeleke nû a sopa ye ji bo şikandina terorîstan li ser erdê, ev sopa ye hewceyî rokêtên Mîlan û Tank û zirîpoş û çekên giran e û nabe ji ber xatirê serweriya Îraqê, Rojava di pêdana çekan de kêmtirxembe, li vir jî Bîrnard Lîvî vê pirsyarê dike, gelo bê Pêşmerge, cîhan dikare dîroka xwe ya nû binivsîne? Yan gelo cîhan dikare li dijî kurdan dîrokê binivsîne?

Serokê Pêşmerge Yan Pêşmergeyê Serok

Con Malkomalîn rêveberê berê yê dezgeha hewalgîriya Emerîka di lêkolînekê de ku meha derbazbûyî li navenda stratîjî ji bo xwendinên nêvdewletî bi nav û nîşana (hêzên mezin li rojhilata naverast a nû de) belav kiriye, têde tekezê li wê yekê dike ku rewşa niha a Rojhilata Naverast wekî şeş paloya rîbîk e ku bi asanî tu dikarî rengan tevhev bikî lê pir bi zehmet tu dikarî rêkbixî, ji vê jî zêdetir behsa wê yekê dike ku niha pirsa cihê matmayî yê li Rojhilata Naverat ew e, ku nayê zanîn kê dest bi vê kêşeyê kiriye? Nayê zanîn kî hevpeymanê kê ye? Nayê zanîn sedem çine ku aliyên cuda parvebûne? Ev xwendina Malkomalîn amajeye ji bo wê yekê ku serkirdatîkirin di ev rewşa aloz de ne tenê bi zehmete belku çênabe, lewra tevî ku ew piştraste ku Emerîka û Rûsiya û Çîn û Ewropa wê di çawaniya rêvebirina tengasiya Rojhilata Naverast de serketî bin, lê wê siyaset hevdij bin lê giringe ku gavên cidî bavêjin ji ber ku tu rêçareyek din tuneye.

Heger em bala xwe bidin kesekî wek Con Malkomalîn ku çend salan rêveberê ajansa hewalgiriya Emerîka bû, em ê hest bikin ku şêwaz û rêçareya kêşeyan çiqas bizehmetbûne herwiha em ê hest bikin ku Emerîka jî li hember kêşeyên Rojhilata Naverast de çawa destgirêdayî maye, di nav ev mija Rojhilata Naverast de tenê yek serok heye ku kariye ne tenê bi dirêjiya zêdetir ji hezar kîlometir eniya şer li dijî terorîstên DAIŞê biparêze û wan bişkîne, di heman dem de welatê wî jî di rewşeke asayî deye û bûye cihekî aram ji bo koçberên şerê DAIŞê li navçeyê û zêdetir ji du milyon koçberên Îraq û Sûriyê hewandine, şêwazê serkirdatiya serok Mesûd Barzanî di serkeftinên pêşmerge de li dijî terorîstên DAIŞê, destpêkê li navendên leşkerî yên Rojava û Emerîka wiha dihat temaşe kirin ku heger alîkariyên locistî û leşkerî bi her hêzeke navçeyî were dayîn, wê heman ew serketinên li jêr serkirdatiya serko Barzanî bidesthatine, li cihek din jî bidestkevin, ev boçûne li ser astê Rojava û herwiha li ser astê welatên navçeyê jî hebû, lê her zû navendên hizir û lêkolînên stratîjî û odeyên wezaretên bergirî, bi xwe dan bi wê rastiyê kirin ku serkirdatiya serok Mesûd Barzanî li şerê dijî terorîstên DAIŞê dobare nabe, bi taybet ku paş serketinên pêşmerge di rizgarkirina bendava Mûsil û çiyayê Şengalê de, hewleke pir hat dan ku li Tekrît û Remadî jî wê serketinê dobare bikin, lê wek me dîtî hemû sopayê Îraqê û Heşda Şeibî û bi alîkariya rastewxo a Komara Îslamî a Îranê mawê 19 rojan nikarîn têkevin nav bajarê Tekrîtê, li Remadî jî ne tenê nikarîn li pêşiya DAIŞê bisekinin belku bajarê Remadî jî kete destê DAIŞê û bi qasî ketina Mûsilê carek din çek û teqemenî ketin destê terorîstên DAIŞê.

Wate pirsa rûbirûbûn û serkirdatîkirinê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê û hemû rêxistinên terorîstî yên din ji Pakistanê heta bi neycîriya, mezintirîn kêşeya welatên hevpeymana li dijî terorîstên DAIŞ û terorîstan bi giştî ye, lê ne dikarin sopayeke wekî Pêşmerge li ser erdê çêkin û ne dikarin wek Mesûd Barzanî serkirdatiya wê bikin.

Aliyê veşartî a serokatiya Mesûd Barzanî li eniyên şerê li dijî DAIŞê herwiha serkirdatîkirina wî wek serokê welatekî demokrat ku rengvedana fererengiya neteweyî û olî û rengvedana azadiya raderbirîn û hizir û boçûnên siyasî a cudaye, van sîmayê serokekî bihêz û balkêş bi şêwazê serkirdatîkirinê bi kesatiya serok Mesûd Barzanî pexşiye, ev hêza ku reftar û lojîka Mesûd Berzanî berhemaniye, şêwazeke nû a hêzê ye û rengvedana taybetmendî û reftarê pêşmerge ye ku ew ji temenê 16 salî yê xwe ve fêrbûye.

Lewra di demekê de ku kêşeya niha mezin a cîhanê pênasa hêzê û belavbûna hêzê ye ji karekterên dewletî bo karekterên nedewletî, yan hewildane ji bo dîtina şêwazeke nû a sopa ji bo paşeroja cîhanê, niha di çarçoveya serkirdatiya Mesûd Barzanî de, çi wek pêşmergeyekî di rûbirûbûna terorîstan de û çi wek dewletmedarekî ji bo parastina azadî û ferehî û bihevrejiyanê, nimûneyeke nû a hêzê ye, ev hêze cudaye ji ew hêza di şerê têkel de tê bikaranîn, herwiha cudaye ji ew hêza ku niha hevpeymana NATO û hevpeymana nêvdewletî a li dijî DAIŞê ji bo rûbirûbûna terorîstan bikartînin, ji ber ku niha ew têgeha hêzê a cîhan hizir lê dike ku berhembîne, tenê hêzeke ji bo şikandina terorîstan, lê ew hêza pêşmerge ku bi serokatiya Mesûd Barzanî berhem hatiye, hêzeke li eniyên şer dujmin û terorîstan dişkîne, di dewletmedariyê de pêşketin û hezkirin û lêborînê berhem tîne. Bi dirêjahiya dîroka Rojhilata Naverast di mawê 100 salên borî de hêzeke ji vî corî tenê li ser destê Mistefa Barzanî û serokatiya ew rêberê neteweyî berhem hatiye û niha li sedsala bîst û yekê de li ser astê navçe û cîhanê carek din li ser destê Mesûd Barzanî hatiye berhemanîn, bingehê çêbûna vê hêzê jî reftara pêşmerge ye ku Mesûd Barzanî li ser hizira Barzanî û hizira neteweyî û Kurdistanê berdewamî bêdaye û wê berdewamiyê pê bide.

Dewleta Pêşmerge ji bo pênasekirina nirx û mafan

Peyva Pêşmerge, ji tu ferhengeke siyasî yan leşkerî a cîhanê nehatiye wergêran, belku di kûratiya hizira neteweyî a Kurd û Kurdistanê deye û peyveke pir bi wateya (Kurdistan yan neman) di wîjdana me a neteweyî de jidayikbûye, lewra heger em li dîroka xebata rizgarîxwaza Gelê Kurdistanê binêrin, em ê zelal hest pêbikin ku pirsa bûn bi pêşmerge pirseke neteweyî û nîştimanî bû, ne aydiyolojî û partiyatî, ji vê jî zêdetir heger em dîsa vegerin dîroka tevgera rizgarî xwaza Kurdistanê, em ê bibînin rêjeya ew kesên rêkxistî di partiyan de ku bûne pêşmerge bi hevberkirin bi ew rêjeya bi karîgeriya neteweyî û nîştimanî bûne pêşmerge, rêje 1% kêmtire, lewra heta niha di hundir dil û wîjdana her takekî vê Kurdistanê de rayeleyeke cuda di navbera partiyan û pêşmerge de heye û xelk pêşmerge bi parêzerên Kurdistanê dizanin ne wek çekdarên partiyan, li meha Aba borî de jî li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê, carek din Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê name ji partî û Serokatiya Herêma Kurdistan û Perleman û Hukumetê re şand, daku sazanê bikin û pirsên siyasî têkelî pêşmerge nekin, ev helwîsta pêşmerge raya giştî bi wî cihî bir ku carek din ew rastiye seliman ku pêşmerge heta heger di rewşekê de bi ser hêzeke siyasî be, lê di demên çarenivîs saz de tenê bi ser Kurdistan û xelkê Kurdistanê ve ne.

Ji ber vê yekê nabe navekî din bibe hevtayê navê bilind yê pêşmerge, ji ku dema her kesek bi dirêjiya dîrokê biryar dabe bibe pêşmerge, yan niha ku xwepexiş dibin pêşmerge, ji bilî karîgeriya hest nîştimanî û neteweyî, karîgeriya tu partiyeke siyasî li ser tuneye, bila ew kese endamê yek ji partiyên siyasî yên Kurdistanê be jî, lewra biryardan ji bo bûn bi pêşmerge di sadetirîn pênase de wate biryardan bi gavekê dûrketin ji aydiyolojiya partîtî û ziyatir tekezkirine li ser întîmaya ji bo xak û Kurdistanê, lewra heger em vegerin dîroka mirovatiyê her ji împratoriyeta Romanî heta niha, raste grop û hêz hebûn karîne bi şêwazê mîlîşiyayî yan şerê partîzanî împratoriyeteke wek Roma hilweşînin, raste grop û mîlîşiya hebûn ku karîbûn hemû şaristaniyeta Rojava bixin di metirsiyê de, lê nikarîne hêzek wek pêşmerge çêkin, tenê li Kurdistanê hêzek li ser bingeha hizireke wiha dirust bibe ku bikare pênasa dost û dijmin bike û ji hev cuda bike, hêzeke ne li du heyfvedanê be û bikare lêborîn û bihevre jiyanê di nav netewe û olên cuda de dirust bike, lê li hemberê heger em li ew gropên çekdar temaşekin ku bi dirêjiya dîroka mirovatiyê şerê partîzanî kirine, hemûyan paş serketinê wêrankarî kirin û heza di navbera netewe û olan de ji navbirine. Bo nimûne Mandêla nimûneyê yek ji serkirdên aştîxwazên cîhanê ye, lê ew hêza ku (Kongreya Nîştimanî a Efrîqiya) bi serokatiya Mandêla berhem anî, ne hêzeke xudan taybetmendiyê pêşmerge ye, ji ber ku Mandêla nikarî lêborînê di nav wê hêzê de dirust bike, piraniya me jiyanname û ew filmane dîtine ku li ser jiyana Mandêla hatine çêkirin, em dibînin ku Mandêla bi xwe bawerî bi aştiyê hebû, lê hêz û xelkê wî bawerî bi heyfvedan û wêrankirinê hebû û daku proseya aştiyê biserbikeve li Başûrê Efrîqiya, ew neçarbûn serkirdeyên partîzanî ji jiyana siyasî û leşkerî dûr bixin, lê heger em li reftar û rewiştê pêşmerge binêrin, em ê bibînin netenê li hember neteweya ereb heta li hember ew leşkerên ku li sala 1991ê ketine destê xelk û pêşmerge de, bê ku eniya kurdistanî tu biryarekê bide, xelk û pêşmerge bi xwe ne tenê ew n êşandin belkualîkariya wan kirin û bi silamet şandin ji xudanê wan re, ev di demekê de bû ku tenê sê salan berî wê buyerê rejîma Beis proseya Enfal û kîmiyabarankirinê li Kurdistanê didameşandin û zêdetir ji 4500 gund û bajarên Kurdistanê bi erdê re dozkiribûn, heger em hovatiya Beis bi hovatiya rejîma Epartayd re berhevbikin, ew a rejîma Beis bi Kurd û Kurdistanê kiriye, Epartayd bi reşikên Başûrê Efrîqiya nekiriye.

Pêşmerge wata û nasnameye ji bo ew kurd û kurdistaniyê ku ji bo azadî û serbixweyiya kurdistanê rêya Kurdistan yan neman helbijartiye û dema Kurdistan jî serbixwe be, armanca pêşmerge ew e ku gel bi xwe dûr ji aydiyolojiya partiyên siyasî welatê xwe birêvebibin, herwek çawa li buhara 1991ê paş azadkirina Kurdistanê Mesûd Barzanî wek pêşmergeyekî û serokê wê demê yê eniya kurdistanî daxwaz kir ku gel bi xwe biryarê bide û hilbijartin werin encamdan û yasa serwer be. Ev jî wate di pênaseya pêşmerge de tiştek tuneye bi navê deshelata leşkerî yan leşkeraterî, yan xwe sepandinî hizbî, her dema li Kurdistanê ev diyardeye çêbûye xelkê nexwestiye ku bibe beşek ji leşkertariyeta xwesepandina hizbî, baştirîn nimûne jî li destpêka salên hiştiyan ji sedsala borî kurd û kurdistaniyan biryar dan beşdariyê di şerê Îraq û Îranê de nekin, nêzîkî 100 hezar leşkerên ji Kurdistanê bajar berdan û çûne çiyan, lê ji ber ku mercên salên heştiyan nasnameya hizbî didan pêşmergeyan, pir kêm nebe kes nebû pêşmerge, lê di şoreşa Eylolê de ku ew diyardeye tunebû, bûn bi pêşmerge du şêwaz bûn, zêdetir ji 100 hezar xortên kurd xwepexşane wek kar pêşmerge bûn, yên din ku xelkê navçeyên azadkirî bûn xwe rêxistibûn wek hêza bergirî û pêşmergeyên xwepexiş di dema şer û êrîşên dijmin de hevkariya hêzên pêşmerge dikirin.

Niha jî ku pêşmerge di şerekî cîhanî û giran deye li hember hovane tirîn terorîst li cîhanê û astê hovatiya DAIŞê pir zêdetir ji Elqaîde jî derbazkiriye, lê heta niha pêşmerge sivkatî bi kuşriyên DAIŞê yan sivikatî bi dîlên DAIŞê nekiriye, li hemberê jî hemû cîhan dibîne çawa DAIŞên terorîst muamelê ligel kurd û kurdistaniyan dike û çawa li ber kamîra pêşmergeyan serjêdikin.

Niha û di bin siya serokatîkirina pêşmergeyekî de ku ew jî serok Mesûd Barzanî ye, Kurdistan wek kesatiyeke meinewî nêvdewletî hevtayê wata û mêrxwaziya pêşmerge tê temaşekirin, zelaltir wek dewletekî di çarçoveyê nirxên pêşmerge muamele pêre tê kirin, ev jî ji nûneratîkirina serokê me ye ku bi xwe pêşmerge ye. Mesûd Barzanî bi wî corî nûneratiya pêşmerge kiriye li ser astê cîhan û civaka nêvdewletî ku (pêşmerge wate nirx û akarê mirovatiyê) lewra dema pêşwazî jî lê tê kirin, bi taybet li navendên hizir û lêkolînan, bi vî rengî bi hazirbûyan didin naskirin: ((Mesûd Barzanî pêşmerge ye û kilîta Rojhilata Naveraste û rê hemû diçin cem wî)), ev jî wate pêşmerge dikare girêka demokrasî û lêborîn û bihevre jiyanê li Rojhilata Naverast veke, ku ne her niha, belku di dîroka borî de jî ev kiltûre li piraniya welatên Rojhilata Naverast tune ye.

Dewleta Kurdistanê, destpêka şoreşa çwarem li cîhanê
Top