• Sunday, 28 April 2024
logo

Rûhê Eşmeyê

Rûhê Eşmeyê
Rûhê Eşmeyê dîsa cebanî bû, bi cina ket.

Serokwezîrê „Tirkîyeyê“ yê vê dawîyê, berîya çend rojan ji „nişkeva“ derbasê rojavayêbaşûrê Kurdistanê bû, çû serdana gora bapîrê xwe Silêman şahî.

Silêman şahê avakarê dewleta osmanî. Osmanîyên sembola hovîtî, talan û dagirkerîyê.

Ew Silêman şahê ku hestîyên wî berîya bi çend mehan ji cîyekî rojavayêbaşûrê Kurdistanê birin cîyekî wî yê din ê bi navê „Eşme“, li wir jê ra gorekî nû çêkirin, alaya tirk-osmanî lê pêçan.

Serokwezîrê Tirk, li her du kêlekên wî erkanê îlmîye û seyfîye, li ser gorê sûretan dan çapemenîyê. Dûre dûrbînê da destên xwe li enîya şer nihêrî. Dûrayîya yekîneyên çeteyên xwe el-Nusra, Daiş û yên YPG kontrol kir.

Yên berîya wî jî mîna leşkerekî çûbûn bereyên şer.

Ewqas dilsoz in ji hestîyên bav û kalên xwe ra, çima wan hestîyan nabin ji cîyê ku jê hatine, li Turkmenistanê, yan jî li Stenbola ku ewqas bi dagirkirina wî xwe dipesinin, li ba hestîyên bav û kalên xwe Fatih û Yavuz bin ax nakin?

Bi vê resmê xwest bibêje; „Kurdistan a me ye, ji bav û kalên me da ma ye, em kevirekî jî, jê nadin kesî!“

Eynî mîna Silêman Demirelê mezinê xwe, ku wî jî di salên nodan da gotibû; „Em ji Feradê çaqilek nadin kesî!“

Piştê vê „sefera Eşmeyê“ ya serokwezîrê tirk, PYD daxuyanîyên mîna „Me nikaribû pêşî li çûyîna wî bigirta!“ yan jî „Me nexwest têkilîyên me bi Tirkan ra xirab bin!“ dan.

Ji ber manûplasîyona „Tirkîyeyîyê“ ku rûh û mejîyên tevgera bakûr xwarîye, rizandîye û ji vir jî xwe gîhandîye başûr û rojavayêbaşûrê Kurdistanê û van deran jî dikoje û diherimîne, helbet we yê nikaribûya.

Nemaze piştê ku vê alaya „rûhê Eşmeyê“ bi serokê we yê giştî di Newroza par da dan bilindkirin û sîya wî rûhê, agirê azadîyê hîşt di nava mij û dûmanê da, çavan şil û şîlo kir, hiş û serîyan ger û gêj kir, helbet we dê nikaribûya pêşî lê bigirta.

Çi ne ev têkilîyên we yên ku hun naxwezin xirab be?

Bêjin bila milet jî bizane!

Em wek millet hîn jî nizanin dagirker hestîyên wan pakrewanên me, li kuderê belawela kirine. Mîna meseleyên neteweyî yên din, partîyên Kurdan vê jî ji xwe ra nekirine derd. Ne jî dersê jê girtine.

Bi sucdarkirina çend kesan, bi çend gotinên besît yan jî bi hin analîzên boyaxkirî em nikarin ji binê vê barê giran derên.

Gîyanpakên cangorîyên doza Kurdistanê jê dertînim.

Ji Selaheddînê Eyûbî heya îro xizmetkarîyeke bi bandor a mezin, ji neyarên xwe ra heye di nava rêber, mezin, şêx û beg, mir, serok û partîyên ku bi navê Kurdan tevdigerin da.

Îdrîsê Bedlîsîyê ku ji bedenên mirovên Kurd, zervanan cêkiribû, ji sînorên osmanî ra. Ku heta îro jî bi can û rûhê xwe van bedenan diparêzin.

Ji Seîdê Nûrsîyê ku gotibû; „Erebî ferz e, tirkî lazim e, kurdî wacib e!“ virda, zimanê kurdî hîn jî ne pêwist e, ji bo Kurdan. Hetta hatîye rewşeke wisa, îro vacib jî nîne li bakûrê Kurdistanê.

Ewqas ku kûr hatîye qewirandin mejîyê hişmendîya neteweyî ya Kurd û bi bêtona rûh, ol, ziman û îdolojîya dagirker têda hatîye tijekirin.

Carcarinan qircînî bi vê bêtonê bikeve û were ber şikestin û belavbûnê, îcar ne yek, bi sedan S. Nûrsî dertên û careke din vê betona şikestîyê siwax dikin.

Geh bi rûhe alayên Hemîdîye, ger bi rûhên rasîstîya Kemalîzmê, mîna kurmên bêjimar diqilqilin di rehên Kurdistanê da.

Hemû jî hatine bikaranîn û dûre ne mîna pênc quriş jî hatine xerckirin ji alîyê dewletên Tirk, yan jî yên dagirkerên din va.

Rewş li rojhilatê Kurdistanê, ji vî ne cudatir e, ku „generalekî“ rejima ayetullahên Îranê, tam jî di dema serhildana Mahabedê da gotibû. „Pasdarên me yên herî mêrxas Kurd in!“

Heta wisa kûr e ev êş, xwe berdaye cane partîyên ku gelek cangorî dane, ji doza Kurdistanê ra xizmetên hêja kirine jî.

Pircaran diramim, Mela Mistefayê gorbihûştî ji Dr. Şivanî ra negota: “Ez nahêlim hun fîşekek jî li dijê dewleta Tirk biteqînin û têkilîyên me yên bi wan ra xirab bikin!“ Gelo rewşa tevgera azadîya bakûr, îro dê çawa ba?

Kîjanî bêjim, kîjanî nebêjim?

Bi hêsanî dikarim vêya bêjim:

Dewleta Kurdistanê, hem pir nêzîk û hem jî pir dûr e.

Mîna her gav û demê!



Berlîn 14 gulan 2015

Ewdil Dirêj (*)



(*) Min pêşnavê xwe yê “Evdila” ku wergereke xirab a ji “Ebdella” ya erebî û ji “Abdullah” a tirkî bû, kir Ewdil. Di bûyînê da bêyî vîna min wî nave “Abdullah” li min kiribûn. Di mirinê da jî naxwezim bîhna erebî û tirkî ji navê min bên.

Ji vir şûn da ez ê nave Ewdil Dirêj bi kar bînim.

Rêz û silav
Top