• Monday, 29 April 2024
logo

Guhertinên piştî Koronayê!

Guhertinên piştî Koronayê!
Nivîsîn: Ako Mihemed
Ji Rudaw hatiye wergirtin

Vîrusa Koronayê (COVID-19) tenê weke şewbekê namîne, belkû guhertinên mezin di hizirkirina takekes, hizb, dewlet û netewan de li cîhanê pêk tîne. Herwiha gelek ji hevpeymanî û hevbeşiyên cîhanî dixe ber pirsyar û dariştina nû. Ev jî guhertinên mezin ên zanistî, aborî û civakî tînin.

Ev guhertin jî di berjewendiya hizirkirina hejar û pêşkevtina zanistî de dibin, bi taybetî jî zanista pizîşkî û pêşkevtina asta tendirustî bo hemûyan, ne ji bo çîn û destebijêrek li cîhanê.

Rengîn û biheşt nîşandana cîhana piştî Koronayê, xeyaleke xweş e, lêbelê guhertina hişyariya xelkê rastiyek nêzîk e û guhertineke mezin bi ser de tê. Guhertinên berdewam jî, di hizirkirinê de veguherînên bingehîn ên kirdeyî pêk anîne. Ji ber wê yekê, cîhana piştî vê hizirkirinê jî dibe ku rengîntir be.

Rojane li cîhanê, gelek zêdetir ji ew ên bi vîrusa Koronayê dimirin, bi şewba û vîrusên din dimirin, hejmareke zêdetir ji ber şewba û vîrusên din bi nexweşî ji dayîk dibin û li gel wan vîrusan bi êş û nexweşiyê dijîn. Lêbelê ev rewşa xerab, wijdana beşeke gelek kêm a mirovan dihejîne û gelek kêm kes jî kar ji bo rizgarkirina wan mirovan dikin ji wan vîrus û şewban û nabin cihê girîngiya lûtkeya dewletan û karbidestên cîhanê.

Gelo çima cîhan niha bi vî şêweyî karîger û daxbar e bi belavbûna vîrusa Koronayê? Ji ber ku bê çareserî ye heta niha û dewlemend û desthilatdaran jî ti çareseriyek û pêkuteyek bo xwe, malbat û hezkiriyên wan bi dest nakeve weke hejaran, lêbelê bêguman ji hejaran baştir şêweyên xweparastin û şiyana baştir a çareserkirinê li ber destên wan e. Herwiha şewb bi lez belav dibe û metirsiya wê zêdetir dibe.

Sedema duyem jî ew e, tevgera aborî li cîhanê û xweşîdîtina ji cîhanê rawestandiye, ev yek jî karîgeriyeke zêde li ser hemû mirovan pêk tîne, bi pileya yekem li ser dewlemend û desthilatdaran. Ji ber wê yekê vê carê hejar û dewlemend li gel hev ketine jêr karîgeriya yek ji wan şewbên ku rûhê mirov û aboriyê dikişîne.

Eger metirsiya şewba Koronayê bi vî şêweyî giştgir nebûya bo hemûyan, bêgûman ew karîgerî li ser cîhanê nedibû, weke gelek şêwb û vîrusên din ku çendîn sal e jiyana gelek civakan aniye ber mirinê.

Niha dema mirov bîr li cîhanê dike, hizir li ser kêm karî û kêm karîgeriya Netewên Yekgirtî dike ku di vê rewşê de deriyên xwe daxistine. Lêbelê di heman demê de bîr li karê mirovdost ê Bill Gates, damezrênerê kompaniya Microsoftê, dike ku berî 12 salan projeya pêkanîna avdesta pêşkevtî li navçeyên hejar ên Hindistan û Afrîkayê dest pê kir ji bo 2 milyar û 500 milyon kes ku li cîhanê avdesta pak bi dest nakeve, parastî bin, herwiha ji bo parastina salane jiyana 500 milyon zarokên sava ji mirinê.

Bill Gates ku sala 2018an, di pêşangehekê de li Çînê, nimûneya 20 cure avdesta guncaw a dosta jîngehê û guncaw bo navçeyên hejarşînên kêm av, xiste rû. Yek şûşe jî di dest de bû ku 200 trîlyon vîrus, 20 milyar bektîrya û 100 hezar kurm tê de bûn, ji bo ku cîhanê têbigihîne bê ka hebûna avdesta pak bo jiyana mirov çiqas girîng e.

Rapirsiyên cîhanê li ser destneşûştina xelkê piştî çûna avdestê li seranserê cîhanê, gelek ecêbmayî ne. Lêbelê bêguman helmeta hişyarkirinê li gel belavbûna şewba Koronayê hemû cîhan girtiye. Ev rewş guhertinên mezin di çanda mirov û piraniya civakên welatên cîhanê de dirust dike. Lêbelê bêguman beşeke gelek navçeyên cîhanê jî ji ber nebûna av û xurekên pêwîst û şiyana darayî ya baş, niha nikarin hemû wan pêdawîstiyên jiyaneke pak bidest bixin. Lêbelê hişyarkirin dê bê wê astê ku bê zanîn hewlên zêdetir bo wan bên dayîn.

Cîhan di ware teknolojiyê de gelek pêşkevtî ye, lêbelê şewba Koronayê ew nîşan da, cîhan di ware tendirustiyê de, hevşêweyê warên aborî û teknolojî pêşkevtî nîne, herwiha di rûbirûbûna şewbên nû de, bê şiyan e, ji ber ku dewletan girîngî bi wan hişyariyan nedane ku pêştir Rêxistina Tendirustiya Cîhanî derbarê dabînkirina budceya rûbirûbûna wan şewbên çaverêkirî de, dane.

Bêguman ji bo parastina berjewendiyên xwe û ji ber bilindbûna hişyariya xelkê, tê çaverêkirin budceya terxankirî li ser asta niştimanî û cîhanî ji bo tendirustiyê zêdetir bibe. Herwiha ew guftugoyên niha ku tê gotin pêwîst e yeksanî di parastin û çareserkirina sîstema tendirustî de li ber çav bê girtin, bo ku çareseriyên pizîşkî bigihijin civakên hejar û dewlemendan li gel hev, girîngiyeke zêde heye.

Rast e, yekser yeksaniyê li gel xwe nayîne, lê Netewên Yekgirtî û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî dixe ber daxwazên gelek cidî, eger em nebêjin dixe ber şermeke gelek mezin.

Di ware siyasî de, şewba Koronayê gelek guhertinan bi ser hizirkirina xelkê de tîne ku ew jî bi şêweyekî aşkere li ser siyaseta welatên sîstem demokrasî de reng dide. Wê dema ku Îtalî bîr li wê dikin, wan rojên bav, dayik û hezkiriyên wan bikomel û bêyî amadebûna wan hatin veşartin û li şûna Yekitiya Ewropayê Çînê alîkariya Îtalyayê dikir, ev dê guhertineke mezin pêk bîne di şêweyê hizirkirina wan de, bi taybetî jî di heyameke ku rastgirî li Ewropayê li pêş e.

Ev jî bêguman guftugoyeke gelek tund li ser şêweyê karkirin û mana Yekitîya Ewropa û hevbeşên navdewletî yên cîhanî tîne rojevê û hevbeşiyên nû pêk tîne. Herwiha siyaseta niştimanî û netewî bihêz dike û hevbeşiyên navçeyî guhertin bi ser de tê û ev yek jî karîgeriyeke zêde li ser bazirganiya azad dike. Ev gotin li Îtalya û gelek welatên din ên Yekîtiya Ewropayê gelek bihêz dibe ku Yekîtiya Ewropo çarçoveyek e ji bo dabînkirina bazareke azad ji bo kelûpelên Almanyayê.

Di heman demê de, hemwelatiyên hemû cîhanê, bîr li karên hikûmet, serkirde û siyasetmedaran dikin ku di rojên belavbûna şewba Koronayê de çawa kar kirin, çiqas li ser kar bûn û çend li gel wan bûn. Niha hemû xelk û civak di qeyranê de ne, lêbelê piştî qeyran hat şikandin, karên hikûmet û serkirdeyan dibe guftugoyeke gelek germ li navxweya welatan.

Bêguman şêwazên nû yên karkirinê peyda dibin ku ev sedem û cihên karkirina nû li gel xwe tîne. Vê yekê jî bi dirêjiya dîrokê guhertinên binçînî li bîrkirin û peywendiyên civakî de li gel xwe anîne.

Top