• Monday, 29 April 2024
logo

Guhartina hêza serbazî bo hêza darayî li Îraqê

 Guhartina hêza serbazî bo  hêza darayî   li Îraqê
Nivîsin Hejar Avdel .. Taybet bo Gulan

Pşitî ji nafçuna rijêma beis li 2003 û sepandina hukmê zurîne lser Îraqê ji layê Şîan ve bi serperşitiya rastewxu ya Îranê her hkumetek li Îraqê hatibu pêk înan mezntirîn arîşe çewaniya lihefhatina nîşitmanî û kudengiyê bû li ser razîbunê bi kandîdên her dû wezaretên bergirî û navxwe û di hindek hkumetan da ev poste bi wekalet ji layê serok wezîrî ve dihat birêvebrin lê di hikumeta nha da hemî netewe û layenan heza wergirtina postê wezîrê darayî û kuntirula sêkterên dahatî heye .

Lê pşitî buyera kuşitina Qasm Suleymanî ku bi karîgertirîn kes dihate niyasîn lser berprsên Îraqê bi taybet yên Şîe meziheb , bu sedemê lasengiya hêz û kuntirulê di berjewendiya Emirîka da û rêgirtina hejmona îranê lser Îraqê û berprsên wê berev dakeftinê ve br , di heman demda tirsa serkirdeyên Şîa ji tureya Emirîka zêdetir lê hat ku bi derdê abu Mehdî mihendis da biçn .. lewra ji lêdwanên xwe yên agrîn li dijî Emirîka û pêkhateyên dî yên Îraqê bi rêka mîlîşiyatên xwe yên çekdar dûrkeftin, alayên xwe yên hêz û tuqandinê danan û beref qurxkirina dahat û budceyi ve çûn wek eltirinatîfekê giring li cihê hêzê, zêdebarî gvaşitinên berdewam yên Emirîka lser aburê Îranê û belafbuna vayrusê Kuruna bi şêweyekê gelekê metirsîdar lser hawelatiyên vî welatî bu eger ku berprsên Îranî serqalî navxweya welatê xwe bin û bandurî û hêza wan li Îraqê berev kêmiyê ve biçît

Dakeftina bihayê neftê li bazarên cîhanê da ji egerê milmilanêya dinavbera endamên rêkxirawa Opêk bi taybetî Rusiya û Siudiyê lser biha û rêja berhem înana neftê û herwesa ziyanên meznên aburî ewên ji egerê belafbuna vayrusê Kuruna lser hemî sêkterên giringên dahatê welatan ketî rêxuşker bwîne berprs û layenên Îraqê siyaseta xwe ji kuntirulkirina hêza serbazî û eminî berev destibsergirtina budce û dahatê welatî biguhurin wek xwe amadekirineka pêşwexte bu rûbirúbuna her qeyraneka meztir ku bibîte egerê ji nafçûn lawaziya hêza wan eger rewşa nuke ya abûrî ber bi xirabitir ve biçît ...

siyasiyên Îraqê di vê rewşê da bi temamî ew bawerî li dev dirust buye her layenê postên siyadî û sêkterên darayî û aburî û neft di destan da bît dê şêt kuntirulê lser siyaseta nafxwe û ji derve ya Îraqê ket û peywendiyên bi hêz digel zilhêzên cîhanê dirustket û bi rêka mezaxtina dahatê Îraqê bu grêbestên aburî û serbazî divan kawdanên aluzên darayî yên cîhan têda diburît ..bi vê dê şên zall bin lser rikaberên xu yên neteweyi û mezihebî li nafxweya Îraqê ...

jiber giringiya postê wezareta darayî û hebuna yedekekê neqdî yê baş ji pareyi û zêrî .. Îraqê ji welatên pêşîneye bu berhengarbuna her krîzekê bi rêka destibrinê bu vî yedekî , ji ruxana rjêma beis ta nuke bi tinê lser demê hkumeta Ebadî yedekê Îraqê hatiye rakêşan bu rubrubun û ramalîna daişê . lewra divêt layenên siyasî yên Kurd bi êk deng hemî hewllan biden xudan pişk bin li rêvebrina dahatî û sêkterên giringên aburî bi taybet postê wezîrê darayî wek mafekê desturî ji serwerya neteweyi li Îraqê bêyi berêxudana layenê siyasî û divêt kesanên bispor û xudan ezimun bihêne kandîd kirin li dûv destelatên heyi li desturî da parêzvaniyê li dahatê Îraqê biken û wek bergirîkarên ser sext kar biken bu msugerkirina behra Kurdan ji dahatî ...
Top