• Wednesday, 22 May 2024
logo

Topa fitarê kesek kuşt û du yên din jî birîndar kir

Gulan Media August 19, 2010 Corane
Topa fitarê kesek kuşt û du yên din jî birîndar kir
Endazyarekî Tûnisî û du leşkerên Tûnisî, kevtin ber agirê topa fitara rojîya Remedanê de. Endazyar hat kujtin û herdu leşker jî birîndar bûn.
Li angora evê nûçeya radiyoya Dicle, ev bûyera han li bajêrê Sefaqis ê Tûnisî di demjimar 07:10 de û di şeva sêşemba derbasbûyî de çê bû.
Li angora evê nûçeya ku bi xwe ji rojnameya Elşirûq a Tûnisî hatiye wergirtin, endazyar Ebdurrezzaq El`ayidî û çar hevalên xwe yên leşker çûne da ku topa fitarê bixebitînin, ji ber ku nedixebitî.
Dema ku endazyar Ebdurrezzaq guh li dengê bangê dibe, yekser fitîla topê vêdixe û ji ber ku berê lûleya topê li wî bû, pê ve diteqe û yekser wî dikuje.
Dema ku teqemenîyên topê diteqin û endazyar dihê kujtin, du leşkerên nêzîkî wî jî birîndar dibin.
Li angora rojnameya Elşirûq, ev topa han a ku li bajêrê Sefaqis e, ji destpêka salên şêstan ve kar dike û heta niha evê topê, sê kes bi evî awayî kujtiye.
Jêder: PNA
Top