• Friday, 17 May 2024
logo

Emaziya Baram bo (Gulan): Parta Beis a Sûrî tu carî bo çareseriya aştiyane ne amadeye

Emaziya Baram bo (Gulan): Parta Beis a Sûrî tu carî bo çareseriya aştiyane ne amadeye
Pirofîsor Emaziya Baram mamostayê dîroka rojhelata navîn û rêveberê navenda mîr û mîrmam îzrî ye bo xwendinên Îran û welatên kendavê ye li zanîngeha Heyfa, yeke ji pisporên diyare li ser parta Beis bi herdû balên Îraq û Sûriyayê ve, heyamê pirtir ji 30 salane kar li ser vê pirsê dike û di îdareya Kilênton û Corc Boş jî de yek bû ji ew rawêjkarên ku li ser pirsa Îraqê şîret dane, pirofîsor Baram berî destpêkirina pirosa azadiya Îraqê li sala 2003 ê yek ji mezintirîn vekolerên peymangeha Brokîngiz ya bi nav û deng û navenda Saban bo helsengandina rewşa Îraqê û çawaniya encamdana pirosa azadiya Îraqê bû, di vê derbarê de şîret pêşkêşî îdareya Emrîka kiriye. Sebaret karê wî yê niha jî ku vexwedine li ser Îran û welatên kendavê, bêgoman cuda li gel wê yekê ku Sûriya wek hevpeymanê Îranê tê hejmartin, di heman dem de Sûriya bo Îsraîlê ew welateye ku ta niha bi rengekê fermî şer di navbera wan de bi dawî nehatiye, lewa ji blî ku parta Beis li Sûriya deshelatdare û pirofîsor Baram pispore li ser, ji aliyekî din ve û ji ber ku Sûriya yek ji wan welataye ku ta niha bi fermî di şer daye li gel Îsraîlê, lewra ji vî alî ve jî Sûriya cihê giringî û taybetmendiya pirofîsor Barm e, bo axaftin li ser barê niha yê Sûriyê û pêşbînên paşerojê û helwîstên welatên dewirûber û paşeroja Sûriyê, me peywendî bi pirofîsor Emaziya Baram re kir û rêzdarî bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulanê da.
• Li vê dawiyê tê pêşbînî kirin ku civaka nêvdewletî pêdaçûnê di barodoxê Sûriyayê de bike û biryarên guncayî derxe daku rejîma Sûriya neçar bikin ku serkutkirina xelkê sivîl rabigre, belê wekî em dibînin Sûriya berdewamiyê bi tund û tîjiyê dide, astê tundûtîjîyê di bilindbûnê deye, pirsyar ew e pêşbîniya çi cure biryarekê tê kirin ku ji aliyê civaka nêvdewletî ve derkeve bo seknandina ew xwîna ku li Sûriyê tê rêtin?

• Berî her tiştî em dikarin bêjin ku destêwerdana Turkiya dê yarmetîder be, Turkiya pir giringe ji bo Sûriyayê, di rastî de Turkiya ji Emrîka jî giring tire bo Sûriyayê, wate seredana Dawd Ogilo bo Sûriyayê pir karîgertire ji her axaftineka Obama, bi vê nêrînê ez dibêjim bila em hîn jî bi wê omêdê bin ku tiştek wê rû bide, belê ez ji sedî 20 ta 30 egerê serketinê jê re datînim, û ji sedî 75 yan rêjeyeke bi wî şêweyî ku seredana Dawd Oglo tiştekî zor ji pirsgirêkê naguhrîne. Hez dikim ji te re bêjim bo çi ez bi vî rengî hizira xwe dikim? We pir baş parta Beisa Erebî Îştîrakî li Îraqê naskiriye, mebesta min serdema Sedam Husên e, ez pişt rastim win pir baş dîroka wî dizanin . pirsyara min li vêrê ew e gelo we çaverê ya wê çendê dikir ku parta Beis di bin sîbera Sedam de dest ji tiştina berda bo Şîe yan Kurdan? Bêgoman mebesta min çareseriya rasteqîne ye, ne wek rêkeftina 1970ê ya navbera Mela Mistefa Barzanî û Sedam Husên ku paşê lê poşmam bû, ji ber wê ez bawernakim ku parta Beisa Sûrya jî çi daketinekê bike, lewra ev rûnade, her ji ber wê ez vê dibêjim, her çende parta Beisa Sûriyê wek Beisa Îraqê ne bi hêz e, lewra dibe ku tenazilê bikin, belê ev çend nêzîkî mehalê ye, lewra ez dibêjim rêjeya serketinê ji sedî 25 e, lê bêgoman egerê tenazilên sîmbolî heye, ku ber bi demokrasiyê ve biçin, belê di rastî de ev çende wê tenazileka saxte be yan jî wext borandin, ev çede renge, belê sazişa rasteqîne ji bilî rêja 20 bo 25 ji sedê serketin ne pirtie. Bi vî rengî ez berê xwe didim pirsgirêkê ku saziş neyê kirin, di vê rewşê de gereke Turkiya û Rojava, mebesta min Ewropa û Emrîka ye, herweha welatên Erebî, Siûdiye û Ordun û Îraq jî siyaseta xwe bighorin, bo nimûne tu dikarî sinûran bigrî, hemû balyozan bikşînî, hemû alî Emrîka û Ewropa û Ereb dikarin pere û polên Esed bilok bikin, ekawtên bengî yên berpirsên Sêriyayê bilok bikin li bengên Ewropa û Emrîka û renge li Oman û Siûdiya jî ku ez ne dilinya me ku çiqas li Siûdiye heye, her çi nebe jî lê pir pir karîger dibe, paşê dikarin ebloqeyek nêvdewletî bisepînin, raste Rûsî û Çînî naxwazin karekî bi vîrengî bikin, belê ev ebloqeye wekî wê ebloqeyê dibe ya ku li navbera salên 1990 û 2003ê bi ser Sedam Husên de hatî sepandin, ev tê kirin û dikarin vê bikin, lê belê vî karî dikin? Ez nizanim, belê heger ez li cihê Obama bûma û min rawêj pêşkêşî Obama yan Encîla Mêrkêl yan Sarkozî li ferensa bikira, min ê pêşinyar bikira ku vî karî bikin, daku heman karê ku dijî Qezafî li Lîbiya kirine, nekiribana.
Qûnaxa duyê, yan gava duyê pêktê ji danana wî perey li ber destê opozisyonê li Sûriyê, belê em nizanin ew kîne, wate ev bi berawirdkirin li gel ewa li Lîbiya heye pir giran dibe û pêwîstî bi demek dirêj dibe û gereke tu zanibî kî di opozisyonê daye, çi opoziyoneke, gelo demokratin? Erê axaftin li gel wan tê kirin?, ev pêdivî bi demî ye, belê di şiyan de ye li dawiyê van pereyan bixin ber destê tevgera opozisyonê, ev çende deshelatek mezin dide wan. Take tiştê ku bi nêrîna min hizreka ne baş e, destêwerana serbaziye, bi nêrîna min gereke ev kar e li Lîbiyayê jî nehatiba kirin û nabe li Sûriyayê jî bikin, ev pirsgirêkek pir aloz e û li Sûriyayê aloztir jî dibe, renge em bikarin bêjin bila vî karî li Lîbiy bikin, belê ez li dijî hindê me ku ev kar e li Sûriya were encamdan. Ji bilî ku işiyan daye karekî din were encamdan, ji wan sepandin aploqa pir ji dil, heta heger civata ewlehiya neteweyên yekgirtî rêkê nede, di şiyan de ye bi rêketina hemû aliya ev kar e were kirin, bêyî Rûsiya û Çîn, başe bila ew beşdariyê nekin. Ev ew karin ku di şiyandane werin encam dan wate rêçare yên pir hene.

• Çavdêr bas li guhartina helwêsta Turkiya dikindi astê Sûriyê de, ku niha helwêsta Enqere û waşinton ji hev nêzîke û duhî jî wezîrê derve Dawd Oglo bo heyamê şeş seita kombûn bi Beşar Esed ra kir, pirsiyar ew e ta çiqasî Turkiya dikare kontrola rewşa siyasî ya Sûriya bike? Ji ber ku peyama Turkiya ji Sûriya re ew bû ku Turkiya berev ne aramiyê ve diçe di ast tundûtîjiya û xwînrêtina Sûriyê de?

• Sê hokarên cuda hene we dikin ku Turkiya dilteng be di ast Sûriyê de. Ya yekê heger barûdox bi vî rengî berdewam be, Turkiya ji wê yekê ditirse ku jimara awareyan bigîne milyonekê ne çend hezar kesan wek ew a niha heye anku Turkiya pir dil tenge ji kêşa awareyên Sûriya. Ya duyê ew e ku hikûmeta Turkiya bi AKP û partên piştevanên wê li Turkiya bi wî rengî li rejîma Esed sedikin ku rijêmeke cîhangîrî ye û hev bîre bo rejîma Kemal Etatork, ku ew ji wan xuline, herweha efserên supaya Sûriya, supaya wan tîne bîra wan, lewra weha dibînin ku baştire rijêmê biguhêrin. Hokarê sêyê, ew e ku piraniya rûniştvanên Sûriya Sune ne, û piraniya alîgirên Erdogan îslamiyên Sune ne û bi vî rengî li Sûriya sedikin ku rijêmeke ne Suneye û hema ne Şîe ne jî çûnkî Elewî ne Şîe ne, belku leqekin ji Şîeyan, wate sêrdikin ku rejêm ne Suneye û ne Îslamî ye belku leşkerî ye û radibe bi serkutkirina piraniya pêkhata Sune ku di heman dem de Îslamî ne jî, ev cihê giriftê ye li cem wan û her ev e ku wan nîgeran û dilteng dike, ji ber vê hestdikin ku gereke tiştekî di vê bareyê de bikin, hokar ji min re pir ron e, pirsyar ew e dikarin çi bikin? Ez ê ji te re bêjim dikarin çi bikin, dikarin her bazirganîkirinekê bi Sûriya re rabigrin, dikarin hemû pere û poleke Sûriyê li Îsenbol û enqerê blok bikin, Esed hinek ji pere û polên xwe li Enqere û Îstenbol daniye, dikarin Sînûr bigrin daku hatina awareyan bo nav Turkiya zêdetir ne be, hemû peywendî û danûstanan bibirin, tu seredanên dîplomasî encam nedin û tu siyasî yan diplomatekê Sûrî neçe enqere, tenê aliyê Aborî û dîplomasî pir pir giringin gelo tiştekî din heye dikarin bikin, ez ne pişt rastim ji ber ku destêwerdana serbazî ne yek ji rêçareyane, destêwerdana serbazî Turkî di Sûriya de rûnade, çûnkî ev ji rûyê siyasî ve pir aloze, ji ber ku heger vî karî bikin, wê hemû welatên ereban dilteng bibin û ragehînin ku çawa çêdibe Turkiya welatekê erebî dagîr bike, ev vegeriyana împratoriyeta Osmanî ye , bo serdemê Ebidul hemîd Samî vegeryane bi xelîfeyên turkan, ji ber vê dibêjin pir sipas em vê yekê naxwazin. Wate destêwerdana serbazî ne mumkine, belê vebirîna aborî û dîplomasî mumkune. Heger Turkiya biçe pal Ewropa û Emrîka û hinek ji welatên erebî, hinek welat ne hemû, daku aploqeyek aborî bê neteweyê yekgirtî bisepînin, ev dê pir karîger be, ev dê guvaşeke pir rasteqîne be.

• Hinek ji welatên erebî bangî balyozê xwe kirine li Sûriya, belê welatên din yên erebî ev helwîste wernegirtine, pirsyar ew e gelo bo çi welatên erebî ne xudan helwîstek yekgirtîne di ast Sûriyê de, çûnkî aku vî karî nekin, ew nikarin ew xwîn rêtina li Sûriya rawestînin?

• Nêrîna min ew koma welatên erebî çi mifayek tune ye û rêkxirawek bê sude, ez ê wînim bîra we, demê Sedam li sala 1990ê Kuweyt dagîrkirî, li wê demê jî koma welatên erebî helwêstek yekgirtî nebû, her welatekî erebî xudan hesabên taybet bi xwe hebû, hinek cara piştevaniyek zêdetir hebû bo siyaseta wan û hinek cara kêmtir bû. Niha heta d astê Lîbiyayê de jî helwêsta hemû welatên erebî ne yekgirtiye, û bi dilinyayî di astê Sûriyê de jî ne yekgirtiye, belê heger niha biryarek hebe ku ji aliyê zorîneyê ve hatibe derxistin li kombenda erebîda, ew biryara zorîne wê biryarek ne xerab be, renge ew tişte mumkun be, belê heta helwêsta zorîneyê jî tu hêzeka zor tuneye, ji ber wê gereke her welatekî erebî bi xwe biryarê bide, gelo ew dijî Esed e yan li gel Esed e, her welatekî jî hesabên xwe hene. Bila em vê bêjin, heger ez li cihê paşayê Siûdiye bama, ez ê li dijî wan kara bama yên Esed dike, heger ez paşayê Orunê bama, piştrast ez ê dijî wan karan bama yên Esed li Sûriyayê dike, belê tirsa min ji wê çendê heye ku heman tişt li welatê min jî dubare bibe û ez neçar bim hêzê bikar wînim, ji wê zêdetir jî dibêjim, heger ez hikûmeta serbaziya Misrê bama, ez ê li dijî karên Esed bama, anku her welatekê erebî, her rejîmek erebî ditirse û wisa hizir dike ku renge pêwîstiya me jî bi hêzê hebe, li vêrê em dikarin têbigihên ka bû çi û bi hemû ew tiştên henî ew li pêşiya Sûriyê nabin.

• Em zanin ku hebûna helwêstek heveş di ast kêş û girifteke weku Sûriyê pir giringe, heger komelgeha nêvdewletî helwêsteke hevbeş nebe, li wê demê tu biryarên rasteqîne dernakevin, bû nimûne piştevaniya Rûsiya, ku serokê Rûsiya jî Sûriya agahdar kir heger xwîn rêtin û kuştin raneweste li wê emê encamek pir xerab çaverêya rêjîma Sûriyê dike, ev peyama rûsiyayê ji Sûriyê re, pirsyar ew e heta çi astê piştevaniya Rûsiya dibe egerê bihêzkirina helwêsta civaka nêvdewletî? Gelo vê yekê karîgeriya xwe li ser helwêsta Çîn û Hindistanê heye?

• Çîn û Rûsiya pir ji Hindistanê giringtirin, ez ê ji te re bêjim bo çi? Ji ber ku Rûsiyayê alîgoriyek bazirganî pir fereh bi Sûriyê re heye, herweha Rûsiya û Çîn çekan ji Sûriyê re dabîn dikin, Hindistan vî karî nake. Heger Rûsiya û Çîn ji Esed re bêjin heger tu vê kuştarê ranewestînî li dijî xwepêşandanên aştîxwazane, emê dabîn kirina hemû curên çekan rabigirin, ev çende dibe fişarek pir mezin li ser leşkerê Sûriyê. Li wê demê leşkerê Sûriya wê berê xwe bide Esed û bibêje gereke em karekê cidî bikin û gereke em bi rastî dest bi lîbralîzekirinê bikin, bi nêrîna ev take fişare we dike ku leşker piştevaniya demokrasiya rasteqîne be, ne demokrasiyek sexte, wate ez dibêjim Rûsiya û Çîn pir giringin. Hinistan jî giringe, çûnkî wan jî alîgoriya bazirganî bi Sûriyê re heye , belê Hindistan wekî Rûsiyayê çekan ji Sûriyê re peyda nake, di demekê de ku Rûsiya û Çîn vî karî dikin.

• Tu biryarek nêvdewletî bê piştevaniya welatên deorûbrê Sûriya serketî nabe, hinek welatên cîran piştevaniya rijêma Sûriyê dikin hinekên din jî piştevaniya xelkê sivîl yê Sûriyê dikin, Îran bi temamî piştevaniya rejîma Sûriyê dike, helwêsta Îraqê ne ron e, Îsraîl bê denge, anku helwêstên cuda cuda hen, pirsyar ew e çawa danûstanê li gel van helwêstên cuda bikin?

• Ez ji Îsraîlê dest pêdikim, Îsraîl nikare tu tiştekî bike, ji ber ku bi rengekî ji rengan şer di navbera Îsraîl û Sûriyê de heye, tu tişt li ser Sinûrên wan rûnade, ne alîgoriya bazirganî, ne geştiyarî, ne peywendiyên dîplomasî, ne tiştek, di rastî de di navbera wan de hêşta şer heye, heger Îsraîl biçe li pal ew welatên ku rexnê li Sûriyê digrin, wê demê Esedê yekser bêji temaşekin her kesekî dijî me be , ew sîxorê Îsraîle, ev çende jî pir xerabe ji opozisyonê re, ji ber vê yekê Îsraîl nikare çi tiştekî bêje û nabe çi tiştekî bêje û nikare çi tiştekî bike, gereke li dûr raweste û çi tiştî neke. Îran bi hemû rengan di her demekê de piştevaniya Sûriyayê dike, tu nikarî helwêstê Îranê biguhêrî, Îranê ji bîr bikin, Îran tu carî hevkariya civaka nêvdewletî nake. Ya ku peywendî bi Îraqê ve hee, win rast dibêjin, helwêsta Îraqê pir mijawî ye, serok wezîran Nûrî Elmalikî di nakokîyê de ye li gel xwe ji ber ku ji aliyekî ve pir ji Esed toreye ji ber teqînên meha abê ku du salan berî niha li Bexdayê rûdan, ez ê ji we re bêjim her çawa ez dizanim ku Sûriya li pişt wan karan bû, ji min e Malikî jî vê dizane, heger ez bizanim ew jî dizane, ji ber vê Malikî pir ji Esed tûre ye, ji bilî karên din yên Esed, wek rê dan bi têroristên Elqaîde daku Sinûran derbaz bikin û Îraqî û Emrîkîyan bikujin. Ji aliyekî din ve Malikî bi wî rengî berê xwe dide Esed ku serkirdeyeke ji aliyê Şîeyan ve tê piştîvanî kirin li dijî Suneyan dubare her wekî min berî niha bas kir Elewî ne temam Şîene, belku ji Şîeyan nêzîkin ku di Îraqê de jî heman kêşe heye Şîe li dijî Suneya ne. ji bilî Îranê ku jêre dibêje: Malikî ey Serok Wezîrên Îraqê, heger tu rastî êrişê hatî gereke tu bêlayen bî, belê tu nikarî êrişî Esed bikî, tu nikarî rexneyê li Esed bigrî, em rêkê nadin te ku tu rexnê li Esed bigrî, gelo tu ji vê rastiyê têdigehî, bersiva wî jî erê ez têdigehem, wate nikare rexnê li Esed bigre.

• Wate bi boçûna te hikûmeta Îraqê bûye dûvelanka siyaseta Îranê?

• Sed ji sedî na, ji ber ku Îraq piştevaniya Esed nake, belê di heman dem de ne dijî Esed e jî, Îraq bêlayene, ev bo Îraniyan bese, wate tu nikarî pêşbîniyê bikî ku Malikî karekê zêdetir di dest de ye. Heger abloqeyek nêvdewletî ji derveyî Neteweyên Yekgirtî bi ser Sûriya de bê sepandin, wê demê Malikî wê tenê beşdariyek sembolî tê de bike ne rasteqîne. Wê berdewamiyê bi de bazirganiya bi Sûriya re, reng kêmtir be, belê hên jî wê di astê bilind de be. Wate Îraq kêm ta zor wê di gel helwêsta Îranê de bimîne. Ew a peywendî bi Urdunê ve hebe, Urdun dikare pir karan li dijî Sûriyê bike, belê Urdun jî bi heman şêwe dabeşbûye, ji ber ku Melîk Ebidulah jî yê nîgerane ku neçar bibe hêzê li dijî xwepêşanderên welatê xwe bi karbîne, li wê demê wê çi rûbide. Ji ber vê demê bas li welatên cîran tê kirin tu dikarî tenê pişta xwe bi Turkiyayê germbikî, paşê jî Lubnan heye, Lubnan ji aliyê Sûriyê ve tê kontrol kirin û tu carî dabirînê bi Sûriyê re nake, Sûriya di navberê Îraq û Urdun û Lubnanê de ye û her vê yekê Sûriya xweşhal kiriye, ji ber ku tu carî û tu carî dabirîn bi temamî nayê cêbecêkirin, belê heger beşê dinê cîhanê di nav de Turkiya û bi dilinyayî Rûsiya_ her wekî min berî niha amaje pê kirî_ biryar dan ku tiştekê cidî bikin, ev yeke wê bibe fişarek cidî bo ser Esed.

• Gelo ta çend civaka nêvdewletî wê berpirsyar be ji rûdana her karîsatekê li Sûriyê?

• Civaka nêvdewletî ji vê berpirsyar nabe, belê dikare karên zor tir bike, civaka nêvdewletî dikare karên zêdetir bike li dijî rijêma beis a Sûriya û ez dibînim pêwîste karên zor tir bike. Ez wisa nabînim ku ew berpirsyare li ew a li wêrê rûdide, belê gereke karên zêdetir bike, ev Rûsiya û Çînê jî bi xwe ve digre heger karekî zêdetir nekin, ew ê berpirsyarbin ji rdana her kuştarekê, ji mirina hejmarek pir tir ya xelkê, belê heger karî zêdetir bikin, wan ê şansekê diyarkirî hebe nek şanseê zor, 25 ji sedî herwekî min amaje bêkir bo rûdana gorankariyan di Sûriya de.

• Em hez dikin li dawî vê axaftinê bikin , heger tiştek hebe me pirsyar nekiribe û tu hezkî amajê pêbikî?

• Peyamê min bo kurdên Sûriya, ku piraniya wan heyanî nasname jî tuneye û ev çende tiştekê pir nexweşe, gereke otonomîyek kelturî ji wan re hebe, ku niha wan tuneye, gereke rêkê bidinê ku giringiyê bi zimanê kurdî bidin, bi kulturê kurdî bidin, zarokên xwe fêrî kurdî bikin, herweha fêrî erebî jî, ku niha rêyê nadinê. Ez vê ji kurdên Turkiya û Sûriya re dibêjim ku pêwîste hikûmet rêyê li pêşiya pêşvebirina keltura kurdî veke û piştevaniyê jî bike, ev tişte li Îraqê heye li serdemê paşayetî û heta li serdemê Sedam jî. Ev pir giringe, ez wisa nabînim ku pêwîstî bi wê çendê hebe ku kurdên Sûriya hewla bidestveînana serbixweyîyê bidin, yan li gel kurdên Îraqê bibin yek, ev ne tiştekê harîkare bo helwîstê Turkiya, gerekê kurdên Suriyê bin, belê gereke yeksanî hebe û pasportê wan hebe, herweha gereke rêkê bidinê k kulturê kurdî berpêş ve bibin. Li Îsraîlê nêzîkî ji sedî 18 û renge 19 rûniştvanan erebin, ne tenê rêyê didinê ku kelturê xwe berev pêşvebibin belku tên paldan jî bo vî karî, li bajarên xwe û li gundan û li navçeyên têkel fêrbûn bi zimanê erebiye, herweha fêrî zimanê îbrî jî dibin ji ber ku demê ku xwendevanek diçe bazrê kar li beşê cihûyan heger zimanê îbrî nizanibe derfetê kar bidest nakeve, ji ber ku gereke îbî zanibe û bixwîne û binivsîne. Belê zimanê daykê erebî ye û bi erebî xwendiye û giringiyê bi kulturî erebî dide, li vêrê weku li Urdun û Misrê giringî pê dan. e pêşinyara ev şêwazê Îsraîlê bo Sûriya û Turkiya dikim, ku rêkê li pêş kurdan vekin kelturê xwe pêşvebibin , heger vî karî bikin ew ê bibin welatîyên pir baş, heger na dijminatiyek pirtir û tureyîyek pirtir peyda dibe û ev jî ne bîrokeyek başe. .

Veguhaztin ji K-jêrî: Kalo Kalo
Top