• Friday, 17 May 2024
logo

Naveroka hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Televizyona El Cezîre

Naveroka hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Televizyona El Cezîre
Li hevpeyvîneke Telefizyonî de birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kanala asîmaniya El Cezîre, balê dikşîne li ser çendîn meseleyên girîng û hestiyariya ku îro grupên siyasiya Iraq û navçeyê û çendîn babetên dinê navxoya Kurdistan û Iraqê. Eve jî naveroka wê hevpeyvînêye:

* Li meseleya Tariq Haşimî ve destpêdikîn ku niha li Herêma Kurdistanê daye û Encûmena Bilinda Dadwerî daxwaza destgîrkirina wî kiriye û Nûrî Malîkî Serok Wezîrê Iraqê jî daxwaza radestkirina wî dike. Gelo radestnekirina we ne retkirina biryara Encûmena Dadweriye? Hun çawa vê meseleyê şîrove dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em ji du aliyan ve temaşa vê meseleyê dikîn. Aliyekî qezayî û aliyeke siyasî. Ji aliyê qezayiyê ve pêwîste aliyê dadwerî axaftina xwe bike û hemû aliyek pêwîste bi biryara dadgehê ve pabend bibin. Li ruyê siyasî ve jî pêwîste hemû aliyek vekolîna wê bike û li civîneke serkirdeyê siyasî de çareseriyek ji bo wê peyda bikîn. Ji ber ku pirsgirêk, pirsgirêkeke tirsnaka siyasiye. Ji bo wê yekê pêwîste cudahî li navbera her du aliyan da bêkirin.

* Haşimî li dema derbasbûyî de ragihand ku ew ji aliyê Malîkî ve bûye armanc û ew serkirdeyên dinê Sunne hişdariya eve jî da ku piştî wî vê carê dora serkirdayetiyên Kurdistane. Gelo metirsiya wê heye yek alî bi takekesî hukma Iraqê birêve bibe, êdî Nûrî Malîkî bê yan her kesekî din be?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger her niyetek bi vî alî ve hebê, pêwîste hemû aliyek bi yekrêzî li dijî wan rawestin. Ji ber ku wateya vê dawî hatin û rûxana Iraqe.

* Li wê dema ku we destpêşxeriya xwe pêşkêşkir ji bo dawî anîna qeyrana niha ya Iraqê û pêşengê vê meseleyê bûn bi bestina kongreyekî Iraqiya bi lez û ji bo derketina ji vê qeyranê Tirkiye jî piştgiriya we kir. Aliyê Iraqî çawa pêşwaziyê li vê destpêşxeriya we kir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nêrîna min piştî rûxana rejîma berê, niha em tirsnaktirîn qeyrana siyasî dijîn ku Iraqê têda derbas dibe. Belê destpêşxerî gelek pêşkêşkirin û li rastiyê da min daxwaz nekir ew civîn li Hewlêrê bê kirin. Min got bila hevgirtineke nîştîmanî hebê, êdî li her cîhek peymanê li ser bikin û birayên me li ser rêkbikevin em piştgiriyê lê dikîn. Lê belê eger ew ji bo wan baş be ku ev hevgirtin û civîn li Hewlêrê bê kirin, em amadene her awayeke alîkariyê pêşkêş bikîn. Girîng eweye civîn bê kirin û serkirdeyên siyasiyan amade bin ji bo axaftina di derbarê vê qeyranê û derxistina Iraqê ji wê qeyrana ku li rastiyê da qeyranekî rasteqîneya tirsnake.

* Eyad Ellawî Serkirdeyê Lîsta Iraqîye li ber Dewleta Yasa 3 hilbijarde danî ku hevbeşa nîştîmanî yan guhertina Malîkî yan jî encamdana hilbijartineke pêşwext. Gelo hun çawa temaşa van xalan dikin û gelo Iraq gihîştiye wê astê aliyek aliyê beramberê xwe bixe ber hilbijardeya diyarkirî?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev qeyran êrîşê li cewhera hevbendiya nîştîmanî dike. Ji bo wê yekê ez dibêjim eve qeyranekî tirsnake û pêvajoya siyasî li jêr êrîşa rûxanê daye ji bo wê yekê em carekî din ji bo vê pirsê daxwaza girêdana civîneke bi lezgîniya serkirdeyên siyasiyan dikîn. Niha nabê hilbijarde û mercên pêşwext hebin, lê belê gelek pêwîste pêvajoya niha û prensîpên hevbendiyê li ber çav bigrîn. ji ber ku ew prensîp birastî li bin êrîşê daye.

* Lîsta Iraqiye û hinek aliyê Rewta Sedir daxwaza encamdana hilbijartina pêşwext kirin. Gelo hun vê hilbijarteyê qebûl dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger ev civîn şikest anî bêguman pêwîste hilbijartina pêşwext bête encamdan.

* We li gotarên xwe yên li Parêzgeha Dihokê de balkişand li ser wê yekê ku hun weku Kurd eger her şerekî tayfegerî rûda bi bê alî radiwestin. Gelo metirsiya li hilpêkirina vê şerê heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Xwedê neke. Belê me metirsî li vî derbarî de heye û niha jî dibêjim eger xwedê neke şerek yan gengeşeyeke tayfegerî rûda em nabîn aliyek ji wê gengeşeyê. Lê belê em aliyekîn ji nakokiyên siyasiyan.

* Eger xwedê neke ev şer rûda û aliyê Kurd bi bê alî rawesta, eve wateya wê ewe ev şer bandorê li ser aliyê Kurd û Herêma Kurdistanê da nake?

Serokê Herêma Kurdistanê: Em nikarin bibêjîn ewê li Bexda rû dide bandorê li ser Herêma Kurdistanê nake. Her tiştek li Bexda rû bide karîgeriya xwe li ser Herêma Kurdistanê da jî dibe. Lê belê em hemû hewlek didîn bo ku nakokiyên tayfegerî rû nede. Ji ber ku eve tiştekî gelek tirsnake û Iraqê dixe ber pêvajoyeke bi xwînî. Ji bo wê yekê eve ne li berjewendiya Iraqê daye û em bawerin hemû birayên Şî'e û Sunne jî vê rastiyê dizanin. Ji bo wê yekê em vê egerê bi dûr nizanîn û ev eger li berçave.

* Bila em vegerin li ser pirsa Herêman û Federalîzm. Berê li vê pirsê da Herêma Kurdistanê take girift bû ku hinek ji serkirdeyên Iraqê bi hestiyariyê ve têkîliyê li gel da dikirin û rêya vê pêvajoyê digirtin. Niha jî giriftekî din heye di derbarê federalîzmê ve ku ew jî ragihandina hinek Herêmên Federaliye ji aliyê çend parêzgehek ve û tê çaverê kirin jî Nînowa û Enbar jî heman hengavê bavêjin. Li gor nêrîna we ji ber çi ew li dijî vê ramana Herêma Kurdistanê radiwestan, çi palnerek wiha li wan kir ku daxwaza hukmekî bi vî awayî bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew li destpêkê de wateya rastiya federalîzmê tênegihîştibûn ku wateya dabeşkirinekî dadperweraneya dahat û desthilatê ye. Niha jî ew li wê wateyê têgihîştin û gihiştin wê encama federalîzmê ku take çaresere ji bo hemû pirsgirêkên Iraqê êdî Herêm bê yan dayîna zêdetirê desthilatê bê li parêzgehan. Hukma navendî bi tu awayekî serkeftî nabê û heta niha jî siruşta hukim li Bexda heman awayê hukma navendiya tunde.

* Gelek kes dibêjin pirsgirêkên vê dawiyê encama ragihandina van Herêmane. Vê meseleyê Malîkî nerehet kir û wî jî vî reftarî kir. Gelo ragihandina van Herêman sedema vê qeyrana niha ya Iraqe?

Serokê Herêma Kurdistanê: Birêz Malîkî yek ji wan berpirsane ku sonda pabendbûna bi destûrê xwariye. Destûr jî mafê federalîzmê daye, ji bo wê yekê nikarê li dijî federalîzm rawestê. Lê belê eger bê û pêvajo baş nebê û rêgirî hebin eve meseleyeke dine. Lê belê qedexekirina daxwazkirina bi herêmkirin û federalîzmê binpêkirineke beramber destûrê.

* Gelek kes aliyê Kurd bi wê yekê tometbar dikin ku Herêma Kurdistanê desthilateke zêde ji kesên din zêdetire û desthilata wan li Herêma Kurdistanê da heye û li Bexda jî beşdarî desthilatêne. Gelo hun çawa bersîva vê tometê didin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bexda paytexta me hemûyane, lê belê pêwîste ew li wê yekê têbigihin Iraq ji du neteweyên serekî pêkdihêt ku neteweyê Ereb û neteweyê Kurde. Herêma Kurdistanê ne wekî her parêzgehekî dine. Herêma Kurdistanê wate beşekî dinê Iraqê wê Iraqa ku welat li ser bingeha yekgirtina dawxazan dirustbuye û gelê Kurd ji wê yekgirtina li gel beşê dinê Iraqê hilbijard. Ji bo wê yekê pêwîste ev rastî li ber çavan zelal bê û em daxwaza desthilat û mafên herêmên din nakîn. Lê belê hevbeşiya Bexda û hukma federalî mafê meye û mafê her herêmekî dine. Me tu desthilatek ji derveyê destûrê tûne.

* Di derbarê girifta navçeyên nakokî li ser, maddeya destûrê hene ji bo çareseriya van pirsan. Lê belê we got eger wê giriftê destûr çareser nekir, hun ji bo referandumeke giştî hêviya xwe dibine ber Parlemena Kurdistanê. Gelo eve nayê wateya çareseriya yek aliyene?

Serokê Herêma Kurdistanê: Çareseriya wê giriftê berî çend salek gelek ji niha hêsantir bû û niha jî ji salên pêş de hêsantire û nabê gelê Kurd heta hetayê li benda wê bimîne. Em 8 sal li bendêbûn û nabê heta hetaye li benda wê bîn. Ji bo wê yekê pêwîste ewê destûr biryarê li ser dabê divê bête bicîhkirin û em naxwazin awayeke diyarkirî ji bo çareseriya vê pirsê ferz bikîn. Ji ber ku xelkê wan navçeyan bi xwe biryara çarenûsa xwe didin. Ji bo wê yekê xwe veşartina çareseriya van pirsan bi tu awayekî ne li berjewendiya Iraqê da ye.

* Cenabê Serok li gelek helkeftan de hun metirsiya xwe ya di derbarê piştî vekişana Emerîka ya ji Iraqê de nîşandidin, niha jî wiha diyare Emerîka bi tevahî ji Iraqê derkeve. Hun çawa temaşa pêvajoya Iraqê ya piştî vekişana Emerîkayê dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li her demek da min pêşbîniya wê yekê dikir ku Emerîka ji Iraqê vedikêşê. Sala par ku li gel Serok Obama runiştim, min jêra got: Cenabê Serok pirsiyarekî girîng û metirsîdar li hizrê her Iraqiyek da heye. Gelo hun tenê hêzên xwe vedikêşin yan dawiyê bi îltîzama xwe ya beranber bi Iraqê jî dihênin? Ewî dûpatkir ew pabendbûne bi dawî nabê û vekişana hêzan li gor peymanêye û pabendbûna Emerîka jî beramber Iraqê bihêztir dibê. Me li rûyê teknîkiyê ve metirsiya xwe nîşanda û bi wî awayî jî me wê yekê dûpatkir ku divê berpirsên artêş û hêzên navxo bi xwe biryarê bidin, gelo ew dikarin asayîşa Iraqê biparêzin an hêzên Iraqê amadene? Ez bawerim wan biryar ewe da ku amadene û ez bawerim hêzên Iraqê hê jî ji bo parastina Iraq û aramiya asayîşê di têda ne amadeye.

* Gelo eve sedema wê qeyranêye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nêrîna min bandoreke xwe ya mezin heye.

* Bi hebûna hezaran meşqpêkar û fermanberên dîplomasî li Iraqê li Balyozxane û Konsolgeriyan da dikarîn bibêjîn Emerîka temam vekişiya?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev vekişan tenê ji bo hêzên şerker bû, neku vekişana Emerîka.

* Piştî vekişana Emerîka metirsiya destêwerdanên Herêmî li holê da heye? Îran yan Tirkiye yan hinek ji dewletên Erebiyan bi taybetî ku li hebûna Emerîka da dihate gotin destêwerdan li karubarê Iraqê da heye. Li gel vekişana Emerîka ew destêwerdan zêdetir dibê û bandor zêdetir dibê li ser rewşa Iraqê da?

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê raste ew destêwerdan hebûn û zêdetir jî dibin.

* Bila em werin li ser pirsa Sûriye wekî dizanin niha li Sûriye giriftek li navbera gel û desthilat da heye û niha jî du helwest li Iraqê da heye. Bi wateyekî din du helwestên ji hevdû cûda. Bexda wate Hikûmeta Navendî li dijî şoreşa gel piştgiriya Sûriye dikin. Herêma Kurdistanê jî helwestekî xwe yê veşartî heye ku piştgiriya vê şoreşê tê kirin ya ji bo berjewendiya gelê Kurd. Gelo cudahî li navbera we û Bexdayê de di derbarê vê pêvajoya li Sûriye de heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Helwesta me ronahî û ber bi çave. Her du aliyên Hikûmet û Hevrikên li Sûriye tu helwestekî erênî beramber bi mafê gelê Kurd li Sûriye de tûne. Ji bo wê yekê ewê ji bo me girînge li egera wê guhertinên li Sûriye de tê kirin ku hêvîdarîn li berjewendiya gelê Sûriye û aramiya welat da bê. Gelê Kurd bi mafê xwe şad bê û mafê wî gelî bête nasîn û dayîn eve jî ne li dijî helwesta Bexdaye belku helwesta fermî ya Bexda helwesta dewlete, lê belê helwesta me li mafê gelê Kurd meseleyekî bingehîne û helwesta me ji Hikûmet yan hevrik li encama helwesta wan dibê li gelê Kurd û mafê wî gelî.

* Li civîna we ya li gel Encûmena Neteweyiya Kurd li Sûriye de, hun çawa ji rewşa niha ya Kurdê Sûriye têgihîştin ku li gel vê pêvajoya îro ya li wî welatî da rû dide?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew ji bo mafên xwe hêviya guhertineke erênîne û dibe ku li nava vê meha bê kongreyekî berfireh girêbidin bo ku biryara xwe bidin. Em jî piştgiriyê li biryara wan dikîn.

* Gelo ew bi heman awayî wekî we hengav davêjin, wate Herêmekî Federalî li navçeya xwe de dixwazin ragihînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr ez bawer nakim bigihe wê radeyê ji ber ku her beşekî Kurdistanê taybetmendiya xwe heye. Lê belê ewê ew biryarê li ser bidin, divê li gel rewşa rastiya wan yek bê.

* Civîna we ya li gel Partiyên Kurdên Sûriye, ji aliyê rejîma Sûriye ve weku bi destêwerdana pêvajoya Sûriye hate qebulkirin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Me wan li dijî rejîmê han nedane belku ji bo wê yekê em li gel wan civiyan ku çi bikin û çawa biryara xwe bidin. Pêwendiya me ya li gel birayên me yên li Sûriye û li beşên dinê Kurdistanê tiştekî ber bi çave û ne nû ye.

* Bila bêne ser Herêma Kurdistan û pêvajoya vê Herêmê. Em niha li ber demeke nêzîkîn ku wergirtina Serokayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ku hun Serokayetiya wê dikin li gel Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê hevbeşin li hukim. Axaftineke wiha hebû ku qaşo hun dixwazin hevrikan jî beşdar Hikûmetê bikin. Lê belê heta niha tu hewlekî wiha nebûye û me nebihîstiye ku civînek ji bo vê yekê hatibe kirin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Her guhertinek pêwîste li gor peymana stratejiya di navbera her du partiyan de bê. Wate PDK û YNK, û ez bi şexsî hana beşdarîkirina hevrikan li Hikûmetê de dikim û dibe ku çendîn car min hewla wê yekê dabê. Lê belê negihîştiye wê radeya ragihandina encam. Ez piştgiriya Hikûmeta hevbeşa niştîmanî ya bingeha wê berfireh dikim.

* Berî çend rojek Newşîrwan Mistefa Serokê Tevgera Goran ragihand hevrik palpiştiya her Hikûmetekî dike ku palpiştiyê li projeya wan bike ku 6 xalan pêkhatiye. Yek ji wan jî cûdakirina partî ji Hikûmet û parastina serbixweya dadwerî û çaksaziyên siyasî û aborî. Siruşta vê projeyê çiye û dikarê bête bi cîhkirin an jî ji bo guhertinên li nav Hikûmetê bi girîngî bê wergirtin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew xal hevbeşin û li bernameya her du Partiyên Lîsta Kurdistanî da jî heye. Li dema hilbijartin belku xala hevbeş û girîngin li navbera hemû aliyan. Ez piştgiriyê li wan xalan dikim.

* Gelek car me ji we bihîstiye ku palpiştiya azadiya rojnamevaniya li Kurdistana Iraqê dikin. Lê belê çendîn raportên navdewletî rexne pêşkêşî rastiya rojnamevaniya li Kurdistanê da kirine. Gelo hun li vî derbarî de çi dibêjin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Min diyarkiriye ku ez li gel azadiya rojnamevanî dame bi belgeya wê yekê jî min reşnûsa yekema yasaya karê rojnamevaniyê îmza nekir. Heta ku duyemîn xwendin ji bo wê hate kirin û hate hemwar kirin. Lê belê li heman demî de ez bawerim gelek caran rojnamevan bi xwe ne.KRP
Top