• Saturday, 18 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel Seroka nivîsîngeha hemahengiya YE civiya

Gulan Media November 20, 2021 Nûçe
Serok Barzanî li gel Seroka nivîsîngeha hemahengiya YE civiya

behsa rewşa Sûriye û gefên terorê jî hate kirin.
Behsa rewşa giştî û hevsengiyên nû yên li Îraqê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Seroka nivîsîngeha hemahengiya Yekîtiya Ewrûpayê li Kurdistanê Xatû Mary Parrett kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraqê, hevsengiyên nû yên li Îraqê û rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinên parlementoyê hate kirin.

Di civînê de Mary Parrett hilbijartinên parlementoya Îraqê bi mînakeke baş bilêv kir û Serok Barzanî jî rêzdariya xwe ya li hember Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê ya bo prosesa hevkarî kirin û çavdêrî kirina prosesa hilbijartinan diyar kir.

Gefên teror û rewşa Sûriyeyê mijarên din yên civîna han bûn.

Top