• Saturday, 18 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî serdana sengerên Pêşmerge li Mexmûrê dike

Gulan Media December 3, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî serdana sengerên Pêşmerge li Mexmûrê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hêzên Pêşmerge li sengerên Mexmûrê kir û bi fermandarên serbazî yên wê eniyê re civiya. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana diya şehîdên êrîşa şeva borî kir ya Serok Barzanî diya wan şehîdan bi “Şêrejin” bi nav kiribû.

Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo sengerên hêzên Pêşmerge, piştî wê yekê te, şeva borî şekdarên DAIŞê êrîşî ser du gundên Mexmûrê kiribû û di encamê de 3 sivîl û 10 Pêşmerge şehîd bûbûn.

Piştî serdana sengerên Pêşmerge û hevdîtina bi fermandeyên serbazî re, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji kanalên ragihandinê re axivî û got: "Ji bo parastina asayişa gel û welatê xwe çi pêwîst be em ê bikin û êdî em li benda tiştekî namînin"

Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo sengerên Pêşmerge li Mexmûrê
Piştî êrîşê, Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, “ ji bo parastin û berevaniya li xak û welatê me, divê bêtir lêkolîn û hûrbîniyê li ser karûbarên hêzên Pêşmerge û hêlên berevaniyê de bên kirin û pêwîst e rêkarên pêwîst jî werin girtin li hember her cure kêmxemiyekê. Divê di zûtirîn demê de tola xwîna şehîdên me ji dijmin bê hilanîn.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihandibû, “Teroristên DAIŞê bûne gefeke rasteqîne li ser jiyana xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber wê pêwîst e zû hevkariya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de were xurtkirin û bihêzkirin û tedbîrên pêwîst bêne girtin, ji bo xwebirêxistinkirin û geşebûn terorîstên DAIŞ'ê û êrîşên wan ên hovane bi dawî bibin û jiyana Pêşmerge û niştecihên van deveran were parastin.”

 

K24

Top