• Saturday, 18 May 2024
logo

Serok Barzanî: Jinên Kurd xwedan roleke girîngin

Gulan Media December 12, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Jinên Kurd xwedan roleke girîngin

dibêje lazime hewl bo bihêztir kirina hizira nîştimanperweriyê bidin.
Bo 69mîn salvegera damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke belav kiriye.

Îro Serok Barzanî bi minasebeta 69mîn salvegera damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin

Birêzan Sekreter û endamên Sekretariya Yekîtiya jinên Kurdistanê

Bi minasebeta 69mîn salvegera damezrandina Yekîtiya we gerimtirîn silav û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, tevahiya endamên yekîtiya we ya têkoşer û tevahiya jinên Kurdistanê dikim.

Yekîtiya we xwedan rol û ezmûneke serkeftiye di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê de,  û yek ji destkeftiyên girîng yên şoreşê ye ku rola xwe ya bo bidest xistin û parastina mafên jinan bi başî lîstiye.

Yekîtiya we yekîtiyeke têkoşere di nava şoreşa gelê Kurdistanê de, ku ji bilî piştîvanî kirina şoreş û pêşmerge hevdem bo pêgehandina jinan û hişiyar kirina wan ya bo berevanî kirin ji mafên wan roleke gelek girîng lîstiye.

Di qonaxa niha da lazime Yekîtiya we di çarçoveya çanda bihevre jiyana aştiyane, medeniyet, yeksanxwazî û nehêştina tundiya dijî jinan û karûbarên civakî de hewl bo bihêztir kirina hizira nîştimanperwerî û demokrasiyê di nava refên xwe de bide.

Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim

Mesûr Barzanî

11/12/2021

Top