• Saturday, 18 May 2024
logo

Agirê Newrozê li Kela Kerkûkê

Gulan Media March 21, 2022 Nûçe
Agirê Newrozê li Kela Kerkûkê



Bi hezaran Kurd îro li Kela Kerkûkê ya dîrokî bi alên Kurdistanê yên di destan de amade bûn û bi coşeke mezin agirê Newrozê pêxistin.

Bi pêxistina agirê Newrozê, welatiyên Kurd li Kerkûkê dest bi dîlan û şahiyê kirin û govend gerandin û bi dilekî xweş pêşwazî li sala nû ya Kurdî, sala 27222 a Kurdî kirin.

Di merasîma cejna Newrozê de sirûda “Emrojî salî taze ye Newroze hatewe” ku wek sembola Newroza Kurdewarî tê naskirin, dihat xwendin.

 

Rudaw

Top