• Saturday, 27 April 2024
logo

Hunermenda Tunisî Emel Mathlouthi: Muzîka Kurdî gelekî taybet e

Hunermenda Tunisî Emel Mathlouthi: Muzîka Kurdî gelekî taybet e

Hunermenda Tunisî Emel Mathlouthiya ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bûbû got, “Ez evîndarê muzîka Kurdî me.”

Hunermenda navdar a Tunisî Emel Mathlouthi beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bû, derket ser dikê û bi Kurdî û Erebî stran gotin.

Hunermenda Tunisî Emel Mathlouthiya ku beşdarî Newroza Amedê bû ji Rûdawê re axivî û behsa muzîka Kurdî kir.

“Min bi strana Ehmedo muzîka Kurdî nas kir”

Mathlouthiyê behsa çîroka xwe ya nasîna muzîka Kurdî kir û anî ziman:

“Min cara yekem bi guhdarîkirina strana Ehmedo muzîka Kurdî nas kir. Min hest pê kir ev muzîk gelekî taybet e. Min wisa hest kir ku ahenga muzîka Kurdî ji dilê min re diaxive.”

Emel Mathlouthiyê ragihand ku ew neteweya Kurd nas dike û dizane Kurd li Sûriye, Îraq û Îranê jî hene û çanda Kurdan girêdanek di navbera wê û Kurdan de pêk aniye.

Di beşeka din a hevpeyvînê jî de Emel Mathlouthiyê got:

“Ez çend hunermendên Kurd nas dikim û li wan guhdarî dikim. Ez li Şivan Perwer, Aynur Dogan, Ciwan Haco guhdarî dikim. Ew gelekî taybet in.”


Emel Mathlotthi kî ye?

Emel Mathlouthi 11 Kanûna Paşîna 1982yan de ji dayik bûye. Stranbêj, muzîkjeneke Tunisî ye. Ew bi strana xwe ya protestoyî, “Kelmti Horra-Gotina min Azad” e ku bû sirûda Şoreşa Tunisê û Bihara Erebî bi nav û deng bû.

Albuma wê ya yekem a studyoyê, bi navê Kelmti Horra jî, li çar aliyê cîhanê sala 2012an derketiye.

Sala 2020an vîdeoya strana wê ya “Holm” (Xewnek) ku ew bi Erebiya Tunisî distirê, di nav çend mehan de çend milyon carî hat temaşekirin.

Wê bi hunermendên din ên wekî Tricky, Valgeir Sigurosson, Steve Moore û Vitalic re jî di çend projeyên muzîkê de cih girtiye.

 

Rudaw

Top